Theoriya ‘kurdên êzîdî’ û fobya şêxadiyatiyê: Gengeşeyeke vekirî bi Prof. Dr. Ilhan Kizilhan re

Theoriya ‘kurdên êzîdî’ û fobya şêxadiyatiyê: Gengeşeyeke vekirî bi Prof. Dr. Ilhan Kizilhan re

Theoriya „kurdên êzîdî“, û fobya şêxadiyatiyê:

Gengeşeyeke vekirî bi Prof. Dr. Ilhan Kizilhan re 

Li şûna pêşgotinê

Di hevpeyivîneke xwe de, ku di malpera „felsefevan.org“  de (http://www.felsefevan.org/hevpeyvina-bi-prof-ilhan-kizilhan-re.html) hatiye weşandinê, rêzdar Prof. Dr. Ilhan Kizilhan dergehê gelek mijaran derbarê pirsa êzîdî û êzîdiyatiyê de, vekirine. Hevpeyivîn bi qasî ku dirêj e, hewqasî têrmijar, têrpirs û têrbersiv e jî. Kizilhan ku yek ji pisporên xwedanşêyan yên êzîdi tê naskirinê, basa rabirdû, anuhayî û dahatûya êzîdiyan li ser gelek astan kiriye. Wî li seranserî hevpeyvîna xwe a pirralî de, ne tenê basa pirsa êzîdiyan ji hêla derûnî ve ku babetê pisporiya wî ye kiriye, belê wî hewl daye vê pirsê wek pirseke siyasî, civakî, çandî, rewşenbîrî, fîlosofî, dîrokî û bawermendî jî anlîze bike û hindek rêyên çareseriyê û perspektîvan li gorî dîtina xwe pêşkêş bike.

Rêzdar Kizlihan wek pisporekî serwext û nêzîk ji kêş û vekêşên êzîdiyan, di gelek ciyan de destê xwe daniye ser birîna êzîdiyan, lê di pirsa Şêxadî û şêxadiyatiyê de, ku yek ji qonaxên herî giring e di êzîdiyatiyê de, Kizilhan ji zanistê bihtir îdeologî pêşde biriye, û ji lêkolînê jî zêdetir nerîna xwe a yekta „pêşkêş kiriye“. 

Nasyonalîzma kurd û theoriya „kurdên êzîdî“

Yek ji têgehên îdeologî yên pirr seyr di van 25 salên dawiyê de, ku êzîdî li jêr siyaseta wê di partiyên Kurdî de hatine rêxistinkirin û mobîlzekirinê, têgeha „kurdên êzîdî“ ye. Ev têgeh li seranserî gotara nasyonalîzma kurd wek têzeke „bê şik û guman“, ku ciyê lihevkirin û rizamendiya hemî siyastên kurdî ye, li ser êzîdiyan tê realîzekirin û meşandinê. Lewre ne tesaduf e,  ku „theoriya kurdên êzîdî“ wek „kelîşeh“, qalib û rêdan di tevaya xîtaba kurdî a siyasî, dîplomasî, civakî, rewşenbîrî û „zanistî“ de, wek „de facto“ rûniştî ye.

Ya seyr û balkêş ew e, ku nasyonalîstên kurd tenê êzîdiyan di filtera vê theoriyê re derbas dikin. Wek tê zanîn 97% ji kurdan misilman in, lê zarawê „kurdên misilman“ bi hîç şêweyekî di xîtaba nasyonalîzma kurd de, derbas nabe. Bo nimûne eger basa du keçan (yek êzîdî, a din jî kurd a misilman) di gotarke kurdî yan jî nûçeyekê de were kirin, dê ya êzîdî wek „keçeke kurd a êzîdî“, û a misilman jî wek „keçeke kurd“ werin binavkirin. Pirsa li vir ku xwe ferz dike ev e:

Eger êzîdî „kurdên resen in“, wek theoriya nasyonlîzma Kurd dide selimandinê, gelo çi hewcedariya êzîdiyan bi zarawê „kurdên êzîdî“ heye?

Di mantiqê theoriya nasyonlîzma kurd derbarê êzîdiyan de, ku wan wek „kurdên resen“ qebûl dike, paradoxek ecêb heye: Ew li hêleke êzîdiyan wek koka kurdan dibîne, lê li hêla din jî gumanê bi „kurdbûna“ wan dike. Wate di mantiqê zarawê „kurdên êzîdî“ de nakokiyeke ecêb diyar dibe: Eger êzîdî „tenê Kurd in“ û koka kurd û Kurdistanê ne, wê demê zarawê „kurdên êzîdî“ dereweke mezin e, ku nasyonalîzma kurd li ser wêrîsê wê du caran derewan dike: Carekê li xwe, a din jî li êzîdiyan.

Eger êzîdî koka kurdan e, naxwe êzîdî dikarin li Kurdistanê tenê êzîdî jî bin, çimkî kok hem esas hem jî pênas e.

Di hemî fermanên ku bi serê êzîdiyan de hatine, rastiyeke eşkere heye, ew jî ew e, ku sedema pêşî û dawî ji „helalkirina“ xwîna wan û herweha jiholêrakirina koka wan re, hertim bîrîbaweriya wan bû, a rast dînê wan bû, ku ew wek dînê „Şeytan“ beramber bi „dînê Xwedê“, dihate liqelemdanê. Jixwe fermana 74an ku li ser destên DAIŞ pêk hat û hîn jî berdewam e, nimûneya herî nêzîk û berbiçav e.

Li seranserî dîroka fermanan a xwîndar, êzîdî ne wek “kurdên resen“ belkû wek „kafirên resen“ hatine genosîdkirinê. Ne tenê weha belê pirrcaran mîr û begên kurdên misilman bi xwe jî (wek mîrê Rawendozê mîrê kure û hindek mîrên bedirxaniyan), di dîroka dûr û nêzîk de, beşdarî panorama qirkirina êzîdiyan bi şêwekî sîstematîkî bûne.

Lewre bi ya min, şaşiyetiyeke mezin e ku mirov tenha bi kurdiyatiyê û nasyonalîzma kurd a îro roj êzîdiyatiyê şorove bike û pirsa êzîdiyan wek pirseke „ethno-dînî“ tenha di pirsa kurdî de kurt û puxt bike.

Herçende kampanya genosîdkirina êzîdiyan a 74an, li pêş çavên dinyayê, wek „şerrekî dînî“ jiber ku „êzîdî“ bûn anku „kafirên resen“ bûn, ji hêla DAIŞ ve hate îlankirin û ralîzekirinê, lê hîn jî nasyonalîstên kurd bi kurdî israr dikin ku ew di serî de „genosîda li dij gelê kurd û Kurdistana wan bû“. Xîtaba kurdî vê genosîdê ji genosîda êzîdiyan bihtir wek „genosîda Şingalê“ bi nav dike. Ev boçûna nasyonalîst bi qasî ku rastiya genosîda êzîdian dibêje, ne tenê şaşiyeke mezin, belê xapandike mezin e jî, jiber yên wek armanca genosîdkirin, qirkirin û jiholêrakirinê hatin destnîşankirin, tenha êzîdî bûn. Ne tenê weha belê pareke ne biçûk ji „kurdên mislman“ jî di Şingalê de, kêm zêde, wek êzîdî bixwe dibêjin, ku gelek ji wan „kirîv“ û „dostên“ wan yên dêrîn bûn, mîna gelek erebên deverê, bi DAIŞiyan re beşdarî heman qirkirina heman êzîdiyan û helalkirina xwîn, milk û mal û „sebîkirina“ jinên wan bûn.

Ya ji vê jî wêdetir û kambaxtir ew e, ku ev genosîd di demekê de pêk hat, ku ew devera êzîdiyan li jêr desthalata kurdî bû, û wek tê gotin, ew ji aliyê hêzên pêşmerge, asayiş û parastinê ve, ku hejmara wan 12000 derbas dikirin, dihate kontrolkirinê. Ligel hewqas hêz ku hukumraniya deverê dikir, lê di navbera çend sehetan de, hikumeta Şingalê a bi kurdî ligel tevaya hêzên xwe bi sifir berxwedan, sifir şehîd, sifir birîndar û sifir zirar û windayîyên madî vekişiyan Kurdistanê, bêyî ku yek sivîlê êzîdî were qurtalkirin û xelaskirinê. Vê vekêşana Kurdistanê a dramatîkî ji Şingala êzîdiyan, ku di xîtaba Hewlêrê a resmî de wek „vekêşana tektîkî“ hate binavkirin, li ser asta bîreweriya êzîdiyan a giştî, ne tenê gumaneke mezin û pirseke mezin, belê bêbaweriyeke mezin jî bi „kurd û Kurdistanê“ li şûn xwe hişt.

Piştî karasetê bi demekê, ragihênerê kanaleke kurdî ji çekdarekî êzîdî, ku li serê çiyayê Şingalê bi êzîdiyên xwe re şerê DAIŞ dikir, pirsyar kir: „Tu kurd î yan êzîdî“ yî? Şervan, ku „feqîrekî êzîdiyan“ bû lê vegerand: „Ez î êzîdî“ me.

Dibe ku ev bersiv, li ser asta theoriya „kurdên êzîdî“ wek „nezanî“, „xişîmî“ yan jî siyaseteke „antî-kurd“ were liqelemdanê, lê ya rast ew îro roj bersiva hejmareke ne biçûk ji êzîdiyan e, ku nîşana reaksiyoneke tund e beramberî xîtaba nasyonalîzma kurd, ku hewl dide êzîdiyatiyê wek dîn tenha bi metodên kurdiyatiyê şirove bike.

Mantiqê vê pirsa jorîn, bi qasî ku bi kurdî xwe disipêre hişmendiya nasyonalîzmê, hewqasî xwe disipêre hişmendiya rassîzmê jî. Li aliyê din, gelo carekê pirsyareke weha ji kurdekî misilman hatiye kirin: „Tu kurd î yan misilman î?“. Bê guman na.

Hêjayî amajekirinê ye ku Dr. Kizilhan têrûteselî basa şikestina baweriya êzîdiyan bi kurdan û siyasetên wan kiriye, lê şiroveyên wî derbarê dîn, dinya, anuhayî û dahatûya êzîdiyan de, hincaran ji realîteyê bihtir xwe sipartine merem û daxwazê. Dr. Kizilhan heta radeyeke mezin pala şirovêyên xwe yên di derbarê êzîdî û pirsa êzîdiyan de, daye heman nasyonalîzm û heman theoriya „kurdên êzîdî“. Helbet pirs li vir ne ew e, Kî êzîdiyan, çawa, bi kê re, ji kê re û ji kuderê heta bi kuderê dibîne. A giring ew e, ku êzîdî bi xwe wek pêkhatiyeke „ethno-dînî“ li Kurdistanê çawa bersiva xwe di van pirsan de û herweha bersiva van pirsan di xwe de, didin.

Kizilhan „bê guman“ wisa bawer dike, ku „Gava meriv ji yekî êzîdî bipirsî, dê bêguman bêje; ez kurd im, kurd hemû brayê me ne.“

Bi qasî ku realîteya êzîdiyan dibêje, mixabin ev bersiv dûrî rastiya wan a halê hazir e. Bo nimûne pirraniya êzîdiyan Qefqasyayê bawer dikin ku nasnameya wan wek milet „êzîdîtî“ ye û zimanê wan jî „êzîdîkî“ ye. Êzîdiyên Iraqê jî, bi taybetî  paş genosîda 74an, pareke mezin ji wan (ji xeynî êzîdiyên ku li jêr sîwana îdeologiya nasyonalîzma kurd radibin û rûdinin) êdî ji her demê zêdetir dixwazin nasnameya xwe wek „êzîdî“ bidin pêş. Bilindkirina „ala Êzîdxanê“, ku di van du salên dawiyê de wek sembola xweseriya nasnameya êzîdiyan, ji hêla pirraniya êzîdiyên dinyayê ve tê qebûlkirinê, yek ji nîşanên herî kifş û eşkere ye, ku êzîdî dixwazin bi nasnameya xwe a xwesr wek „êzîdî“ werin kifşkirin û naskirinê.

Helbet eşker e ye, ku zimanê Xwedê di qewl, beyt, duwa, dirûze, payîzok, xerîbok..htd. li seranserî ilmê singê û defterên îmanê yên êzîdiyan de, kurmancî ye, ku di heman demê de zimanê tevaya Êzîdxanê bû, lê pirsa êzîdiyan îro roj li Kurdistanê, wek fermana herî dawî da sepandinê, ne pirsa „kurmancîtiya“ Xwedayê wan, ne jî pirsa „reseniya kurdiyatiya“ wan e.

Pirsa êzîdiyan wek grûpeke „ethno-dînî“ ji her pirseke din bihtir pirseke dînî ye, ku li devera xwe wek „Şeytanparêz“ tên tawanbarkirinê. Rewşa êzîdiyan a halê hazir heta radeyeke mezin dişibihe rewşa hindiyên misilman di dawiya nîvê yekê ji sedsala 20an de. Yek ji sedemên herî sereke ku Hindistana mezin bû du parçe; yek jibo hindiyên misilman kû îro Pakistan e, a din jî jibo hindiyên hindos ku Hindistan e, ne netewa cihêwaz, belê dîn û cihêwaziya bîrûbaweriyên olî bû.

Herçende aqilmendekî mîna Mahatma Gandhi (1869-1948) xwedanê fîlosofiya „satyagraha“ (hêza rastiyê), ku wek bavê rûhî yê Hindistanê tê naskirinê, hewl da ku Muhammed Alî Jennah (1876-1948), ku damezrênerê Pakistanê ye, razî bike daku hindiyên misilman ji hindiyên hindos veneqtin û Hindistan ji hev parçe nebe, lê hewldanên wî sernegirtin. Sedema herî sereke a vê neserkeftina Ghandî jî, helbet ne cihêwaziya neteweyî di navbera hindiyên misilman û hindyên hindos de bû, belê îdeologiya dînî bû, ku pirraniya hindiyên hindokî kêmayetiya hindiyên misilman wek xwedî û hemwelatiyên heman Hindistanê qebûl nekirin.

Êzîdî îro roj li Kurdistana xwe, ku berê Êzîdxana wan bû, di rewşeke aloz de, mîna ya hindiyên mislman di dawiya nîvê yekê ji sedsala derbasbûyî de dijîn. Êzîdiyatî îro roj li Kurdistanê, ji „dînê Xwedê“ bihtir wek „dînê sûcdar“, „dînê heram“ yan jî „dînê Şeytan“ tê naskirin û tawanbarkirinê.

Ew li Kurdistanê ne wek „kurdên resen“ tên qebûlkirin ne jî wek „êzîdiyên resen“, belê wek „kurdên êzîdî“, ku di serencama vê têzê de,  carekê dibin „nîv-kurd“ a din jî dibin „nîv-êzîdî“, lê a rast herdu „nîv“ jî têra garantîkirina jiyana wan li Kurdistanê nakin.

Têza „kurdên êzîdî“ wek têzeke îdeologî, ji yekîtiyê bihtir parçebûn çêkir, ji rastiyê bihtir şik û guman peyda kir û li şûna çareseriyê jî problem ava kir.

Gereke rêberên nasyonalîzma kurd van pirsên mezin ji xwe bikin:

Çima êzîdî ku koka kurd û Kurdistanê ne, îro roj dixwazin tenê bimînin „êzîdî“?

Çima êzîdî dixwazin kurmancî ku zimanê dîn û dinyaya wan e, bibe „êzîdkî“?

Çima êzîdî li Kurdistanê bêriya Êzîdxanê dikin?

Çima êzîdî li jêr ala Kurdistanê dixwazin ala Êzîdxanê bilind bikin?

Yekîtiya Sovyêta berê li seranserî 70 salî çav, dev û guhên dîn û netewên di nav xwe de, li jêr darê zora „dîktatoriya proletaryayê“,  bi „sozyalismê“ û „komunîzmê“ girêdan, lê paş hilweşîna wê sîstemê her kes, her dîn û her netew careke din vegeriyan ber „maka“ xwe. Ya îro roj, di serencama theoriya „kurdên êzîdî“ de, bi serê êzîdiyan de jî tê, tiştekî weha ye. Eger êzîdî „kurdên resen“ in naxwe hîç hewcedariyek bi vê têzê tune ye, çimkî êzîdî kok in, danasîna kokê jî bi „şax û perran“ nabe.

Eger êzîdî „kurdên resen“ in, çima Laliş nabe „Vatîkana Kurdistanê“.

Têza „kurdên êzîdî“ têzek gumanber û şikber e du caran:  Carekê ku gumana kurdan bi êzîdiyan dike, a din jî ku gumana êzîdiyan bi kurdan dike.

Pirsa nasnameyê di serî de, pirsa azadiyê ye, azadiya xwe- û hevnaskirinê ye: azadiya xwenaskirinê di yên din de, û herweha azadiya naskirina yên din di xwe de. Pirsa êzîdiyan wek miletekî biçûk û li ber nemanê, ji pirsa nasyonalîzmê wêdetir ew pirsa demokratiyê, azadiyê û mafê mirovan e.

DAIŞ jibo ku êzîdiyan qirbike, ji wan nepirsî „hûn kurd in yan êzîdî ne?“. DAIŞ fermana gênosîdkirina êzîdiyan da, ne jiber ku „kurdên resen“, „erebên resen“ yan „ecemên resen“ bûn, belê tenha jiber ku „kafirên resen“ bûn.

Nasyonalîzma kurd û „fobya Şêxadî“

Dîroka dînê êzîdiyan heta roja îro dîrokeke ne zelal e. Ne êzîdiyan baş dînê xwe xwendiye û nas kiriye, ne jî pisporan baş wek tê xwestin ew lêkolînkiriye. Êzîdiyatî wek oleke kevnar ji dînekî „zindî“ bihtir wek dînekî „mirî“ û ji dînekî di paşerojê de zêdetir wek dînekî di paş dîrokê de hatiye naskirinê. Lewre hewcedariya êzîdiyatiyê ji her dînekî din bihtir, îro roj bi lêkolînên dîrokî, sosyolgî, anthropologî, ethnologî, theologî û fîlosofî heye.

Êzîdî, eger bixwazin wek „êzîdî“ di dîn û dinyayê de modern bijîn, bê guman hewcedariya wan hem bi „xwenaskirinê“, hem jî bi „yên-din-naskirinê“ heye. Jibo ku êzîdî bikaribin hem dînê xwe di dinyayê de, hem jî dinyayê di dînê xwe de nas bikin û bidin naskirinê, reform lazim e. Lê pisr ev e: Reformeke çawa, di kîjan warî û kîjan astî de, û ji kuderê heta bi kuderê?

Reform û daxwaza reformkirinê di êzîdiyatiyê de, bê guman daxwazeke ne tenê rewa belê giring e jî. Hewcedariya êzîdiyan bi xwendineke nuh û modern ji dîn û dinyaya wan re heye, ku ji 900 salî û virde li ser bingeh, qalib û rêdanên sazûmankariya  Şêxadî (1075-1162) bi rê ve diçin. Pêwîstiya êzîdiyan û dînê wan, îro roj, ji her demê zêdetir, bi theologan, lêkolînên cidî û pisporên cegerdar heye. Wate, gorankarî di êzîdiyatiyê de, ne tenê normal e, belê  ew ji normaliyê jî wêdeir e. Guhertin yan jî  gorankarî hîmekî sereke ye ji hîmên berdewaniya jiyanê û integrebûnê bi dem û dewranên wê re. Şensê her mirovekî, her dînekî û her miletekî di jiyanê bi qasî şensê wî di gorankariyên wê de ye. Lewma fîlosofê Elman Friedrich Nietzsche (1844-1900) dibêje: „Marê ku nikare kalanê xwe biguhere gereke bimire“.

Daxwaza gorankariyan di êzîdiyatiyê de bi giştî û di şêxadiyatiyê û sazûmankariya Şêxadî de bi taybetî daxwazeke normal û di cihê xwe de ye, lê ya ne normal, diyardeya „antî-Şêxadî“ ye, ku di van 30 dawiyê de, wek cure-rêgeheke siyasî, civakî û rewşenbîrî di xîtaba nasyonalîzma kurdî de rûdaye. Xwediyên vê regehê, êdî ji gorankariyan wêdetir, daxwaza „îdamkirina“ Şêxadî û jiholêrakirina şêxadiyatiyê di êzîdiyatiyê de dikin.

Lê pirsên ku xwe li vir pêwîst dikin ev in:

Gelo „kuştina“ Şêxadî di êzîdiyatiyê de heta kîjan radeyê dikare „reform“ be? Çima tirsa rewşenbîriya kurdî (bi taybetî ya xwediyên theoriya „kurd-êzîdî) hewqasî ji Şêxadî û şêxadiyatiyê heye?

Aya heta kîjan radeyê êzîdiyatî bê şêxadiyatiyê mumkin e?

Dr. Kizilhan di hevpeyivîna xwe de, eşkere daxwaza „pakkirina“ êzîdiyatiyê ji şêxadiyetiyê, û herweha serbizavtina êzîdiyan li dij şêxadî û rêbaza wî dike. Kizilahn têza xwe a „anti-Şêxadî“ jibo avakirina „nasnameyeke pozîtîv“ di êzîdiyatiyê de, weha şirove dike: „Gelek elementên erebî, ku ne bi êzîdayetîyê grêdayîne îro em dibînin gelek di nava ola êzî de belav bûne. Ger ku êzîdî bixwazin baweriya xwe ji nû ve ava bikin, divê li ser felsefeya ku grêdayî Tawisî Melek, ne grêdayî Şîxadî. Grêdayî rojperestiyê, şemsaniyê, mîtrasiyê. Divê zêde li ser bisekinin ku karibin, weha nasnameyke pozîtîv, û hinekî zelal kirina ji pênasên erebî û îslamî derxin. Heta elementên îslamî di nava êzîdatiyê de hebin, ev êzîdayetî nikare xwe biparêze û nikare li gorî demê xwe bi pêşve bibe.“

Pirsa mezin ev e: Gelo ev têz heta kîjan radeyê dikare bersiva realîteya dînê êzîdiyan bide?

Eger em li pey vê têzê Şêxadî û şêxadiyatiyê ji êzîdiyatiyê „bavêjin“, gelo ji dînê êzîdiyan dê çi bimîne?

Eger em „ilmê Şêxadî“, ku êzîdiyan ji 900 salî û virde, di sînga xwe de parastiye, ji bîra êzîdiyan bibirrin, aya ji ilm, qewl, beyt, duwa, dirûze û defterên îmana êzîdiyan dê çi bimîne?

Eger em Şêxadî û dûşopên wî ji êzîdiyatiyê û dîn û dinyaya êzîdiyan „xîç bikin“, gelo dê ji xwedan, ocax, babçak û qelenderên wan kî û çi bimîne?

Eger em şopa Şêxadî ji Lalişa êzîdiyan „winda bikin“, gelo ji Lalişê û „nûraniyên“ dê çi û kî bimîne?

Şêxadî bi qasî ku ilmê êzîdiyan yê îro roj berdest dibêje, fîgûrekî sereke ye, di jiyana rûhanî a êzîdiyan de. Li gorî baweriya êzîdiyan Şêxadî bi „sirra Xwedê“ hem xwe, hem jî „sirra Tawisî Melek“ naskiriye. Ew di sêgoşeya Xwedawendiya êzîdiyatiyê de, ligel „Xwedê“  û „Tawisî Melek“ goşeyê sêyemîn e. Ev li seranserî qewl, beyt, qesîde, duwa û dirûzeyên ilmê êzîdiyan, taybetmendiyeke rûhanî a berbiçav e.

Baweriya christiyaniyê bi Yesus wek parçeyekî yan jî hindekî ji „Xwedê“ çi ye, a êzîdiyan jî bi Şêxadî tiştekî weha ye. Li ser asta theoriya matiryalîzmê, helbet ev dikare ne tenê ciyê nîqaşeke mezin, belê gumaneke mezin û inkareke mezin be jî, lê li ser asta êzîdiyatiyê wek dîn û baweriyeke rûhanî ji rastiyeke fîzîkî wêdetir ew  „mîtafîzîk“ e.

Pirraniya êzîdiyan, ku Şêxadî wek Xwedê û Tawisî Melek sonda dînê wan e, wisa bawer dikin ku Şêxadî ne tenê „qencê Xwedê“ belê hindek ji Xwedê bi xwe ye. Ev bawerî ye, bawerî jî „dogma“ ye, „dogma“ jî nabe ciyê nîqaşê. Çi heye ew e.

Rastiyeke eşkere di êzîdiyatiyê de heye, ew jî ew e, ku ne êzîdiyatî bê şêxadiyatiyê dibe, ne jî Şêxadî bê êzîdiyan. Daxwaz tiştek e, lê realîte tam tiştekî din e. Li gorî têza jorîn, eger Şêxadî wek fîgûrekî „bi erebî“, „xerîbê“ êzîdiyatiyê be, ew li gorî dîn û dinyaya êzîdiyan xwedî û xwedanê wan e. Eger „dînê Şêxadî“ „nêgatîv“ be, ew li gorî baweriya êzîdiyan bi qasî dînê Xwedê „pozîtîv“ e.

Helbet elemetên Erebî û islamî di êzîdiyatiyê de hene, ku ew jî di qonaxa şêxadiytiyê de derbasî êzîdiytiyê bûne, lê ev yek nayê wê wateyê ku „erebiyatî“ yan jî „îslamiyatî“ berê nasnameya êzîdiyan e. Di êzîdiyatiyê gelek elementên dîn û bîrûbaweriyên din yên cîran jî hene, wek cihutî, christyanî, aşûrî, kildanî, babîlonî, mîthrayî, şemsanî, magoşî, bûdî, hindokî, zeredeştî…htd., gelo çima basa „pakkirina“ êzîdiyan ji elementên van bîrûbaweriyan nayê kirinê?

Êzîdî û dînê wan ne ji asmanan hatine, ew jî wekî hemî miletan, hincaran ji dînê xwe dane, hincarên din jî ji dînên dorûber standine.

Di dinyayê de, ne „dînê zelal“ heye, ne „zimanê zelal“, ne „regezê zelal“ ne  jî „netewa zelal“. Dîn jî bi qasî dinyayê „dan û standin“ e.

Jibo êzîdiyan, wek bîrûbawerî, ne giring e Şêxadî kurd be, ereb be, yan ecem be, ev ji dîn bihtir pirsa îdeologiya nasyonalîzmê ye. A giring jibo êzîdiyan ew e ku Şêxadî rêya Xwedê di êzîdiyatiyê de, hem dîtiye hem jî girtiye. A giring ji êzîdiyan re, ne zimanê diya Şêxadî, ne jî baweriya bavê wî ye, belê ya giring ji wan re ew e, ku Şêxadî xwe wek êzîdî, bi êzîdiyan re û li Êzîdxana wan naskiriye û tevaya fikir, bîrûbawerî, fîlosofî û sûfîstiya xwe di ber dîn û dinyaya wan de xerckiriye.

Eger pirsa nasyonalîzma kurd pisra „pakkirina“ dînê kurdan ji erebiyatî û islamiyatiyê ye, naxwe gereke (li gor vê têzê) 97% ji kurdan ne tenê reforman di dînê xwe de bikin, belê gereke yekcar dînê xwe berdin û terka Xweda, pêxember û pirtûka xwe bikin, çimkî islamiyatî ku îro roj dînê resmî yê Kurdistanê ye û çavkaniya herî sereke a destûra wê ye, 100% bi erebî û ji Erebistanê heta bi Erebistanê ye.

Eger bi rastî pirs di serî de, pirsa „pakkirina“ êzîdiytiyê li Kurdistanê ji elementên erebî û îslamî ye, naxwe gereke nasyonalîstên kurd berê 97% ji kurdên herçar aliyên Kurdistanê, ku erebî ne tenê zimanê Xwedayê wan, belê zimanê rihê wan e jî, bidin qûmistana Erebistanê.

A seyr, ti kes basa vê yekê nake; ti kes vê rastiya „erebkirina“ rihê 97% ji kurdên Kurdistanê û „erebkirina“ Xwedayê wan nabîne; ti kes basa „pakkirina“ kurdiyatî û Kurdistanê ji „erebiyatî“ û „Islamistanê“ nake. Ev bi serê xwe tarjdiyeke bi qasî Kurdiatanê mezin e.

Berî 900 salî „ziman“ di dîn de, ne sûc ne jî guneh bû, belê ew di serî de alav bû. Herçende ilmê Şêxadî 97% bi kurmancî hatiye ezberkirin, ku di êzîdiyatiyê de zimanê Xwedê ye, lê di ser vê çendê re, Şêxadî li ser asta têza „kurd-êzîdî“ wek fîgurekî „bi erebî“, ku „gereke êzîdiyatî jê were pakişkirinê“, tê tawanbarkirinê.

Şêxadî, ku sazûmankariya wî li seranserî 900 salî rêberiya dîn û dinyaya êzîdiyan kiriye, stûnek ji stûnên herî giring yên bîrûbawriya wan e. Şêxadiyatî yek ji qonaxên herî berz û kifş e di êzîdiyatiyê de, ku têde nasnamaya êzîdiyan wek miletekî „cihê-dîn“ û „cihê-dinya“ hatiye berzkirinê. Lewma hilwşandina vê stûnê, hilweşandina êzîdiyatiyê bi xwe ye. „kuştina“ Şêxadî di êzîdiyatiyê de, kuştina êzîdiyan û baweriya wan bi xwe ye. Şêxadî di êzîdiyatiyê de fîgûrekî sereke ye, „îdamkirina“ wî di serencamê de îdamkirina bîrûbaweriya êzîdiyan e.

Rast e reform di êzîdiyatiyê de ne tenê lazim, belê giring in jî, lê reform ne ew e, ku êzîdiyatî ji Şêxadî û şêxadiyatiyê were „pakkirinê“, belku reform ew e, ku êzîdiyatî wek „dînê Xwedê“ ji „dînê eşîretê“, „dînê qewetê“, „dînê zorê“ û „dînê siyasetê“ were pakişkirinê.

Bi ya min rêya reforman di êzîdiyatiyê de, ne di „kuştina“ Şêxadî yan di „sêdaredana“ wî re, belkû di „ji-nuh-ve-xwendina“ şêxadiyatiyê re derbas dibe. Jibo ku ev yek pêk were, di serî de modernîzekirina sasûmankariya Şêxadî, humanîzekirina sîstema zewaca êzîdiyan û theologîzekirina ilmê dînê wan lazim e.

„Şêxadiyatiya negatîv“ û „Tawisî-Melekiya pozîtîv“

Rêya êzîdiyatiyê wek nasnameyeke „pozîtîv“, li gorî hizra Dr. Kizilhan di bawerî û fîlosofiya girêdayî „Tawisî Melek re, derbas dibe. Lê jibo ku ev pêk were, „redkirina“ Şêxadî, „jiholêrakirina“ sazunamkariya wî û herweha „pakkirina“ êzîdiyatiyê ji şêxadiyatiyê lazim e.

Têza  Dr. Kizilhan wisa diyar dike, mîna ku „dînê Tawisî Melek“di êzîdiyatiyê de ji „dînê Şêxadî“ cuda ye. Lê rastiya dînê êzîdiyan, wek çawa ilmê wan û defterên îmana wan dibêje, ne wisa ye.

Rast e ilmê îro roj berdest ew e, yê ku jê re „Ilmê Şêxadî“ tê gotinê, lê pirsyar ev e, gelo ilmekî din ji xeynî vî ilmî li ber destên êzîdiyan heye, ku rêberiya dînê wan bike? Nexêr.

Ev ilm, yan ilmekî din berî Şêxadî hebû yan nebû, ev dikare bibe ciyê lêkolînê, lê ilmdar û terîqnasên êzîdiyan, ji Yerîvan heta bi Şingalê, vî ilmê heyî wek „ilmê Şêxadî“ qebûl dikin.

Baweriya girêdayî Tawisî Melek berî her tiştî baweriyeke sufîstane ye, ku ew di serî de bawerî bi „heqiya Tawisî Melek“, ku wek „Şeytan“ yan jî „Iblîs“ di mîtolojiya dînên samîst de tê binavkirinê, li dij „neheqiya Xwedê“ ye. Ew baweriya bi „hêza heqiyê“ li dij „hêza neheqiyê“ ye.

Helbet berê di qonaxên pêş de, berî ku êzîdî wek dîn û dinya ji hêla dînên „zilhêz“ û „serdest“, bi taybet ji hêla islamê ve  werin „şeytanîzekirin“ û „iblîsekirinê“, têgeha „Twisaî Melek“ bi vî rengê weha nakokane (Tawisî Melek beramber bi Xwedê) nebû.

Berûvajî olên samîst (cihûtî, christyanî, islam) û herweha zedeştiyatiyê, baweriya êzîdiyatiyê bi Xwedê yek e, ku ew hem xêra reha (mutleq) hem jî şerrê reha ye. Wate baweriya Êzîdiyan bi Xwedê di xêrê de, bi qasî baweriya wan bi Xwedê di şerr de ye. Lewma Êzîdî bawer dikin, ku „Xêr û şerr herdu ji dergehên Xwedê tên“. Ev tê wê wateyê ku karîna Xwedê li ser imkankirina xêrê bi qasî karîna wî li ser imkankirina şerr e.

Di „ilmê Şêxadî“ de jî, ev yek kifş û eşkere ye.

Ji ber ku êzîdiyan dînê dagîrkerên welatê xwe, ku paşê bû dînê fermî yê dewltê qebûlnekirin, ew ne tenê ji „dînê Xwedê“ belê ji dinyaya wî jî hatin avêtinê û roj bo rojê wek „miletê Şeytan“ hatin dorpêçkirin, îzolekirin û qedaxekirinê.

„Şeytanîzekirina“ êzîdiyan li seranserî dîroka „Xwedayê yekta“, „zimanê yekta“, „dînê yekta“, „pirtûka yekta“ û „pêxemberê yekta“ sedema herî sereke bû ji berzbûna têgeha Tawisî Melek re, ku îro roj di bîreweriya giştî a êzîdiyan de, ne tenê wek „firîşte“ belê wek „navekî ji navên Xwedê“ tê naskirinê. Lewre Tawisî Melek di êzîdiyatiyê de, bûye fîgûrekî xwedawendane yê herî berz, ku payebilindî û pîroziya navê wî, li gorî baweriya êzîdiyan, ji a Xwedê ne kêmtir e. 

Bi berzbûna sûfîzmê û fikrê sûfîstî di navbera sedsala X- XII an de, têgeha Tawisî Melek di êzîdiyatiyê de berztir bû. Yek ji têgehên hevbeş di navbera tevgera sûfîstan û tevgera êzîdiyan a wê sedemê de, têgeha Tawisî Melek bû: Bi qasî ku hindek sûfîstên deverê xwe di êzîdiyatiyê de naskirin, hewqasî  êzîdiyan jî xwe di fikir û derwêşiyatiya wan de naskirin. Prînsîpa hevbeş di navbera tevgera êzîdiyan û tevgera sûfîstan de, ku li ser bingeha wê berevanîkirin û xwepêgirî bo têgeha Tawisî Melek berztir bû, prînsîpa „yekîtiya hebûnê“ anku (Pantheismus) e. Li gorî sûfîzmê û herweha fîlosofiya êzîdiyatiyê bi qasî ku Xwedê hebûn e, hewqasî hebûn jî Xwedê ye: Wate bi qasî ku Xweda xweza ye, hewqasî Xweza jî Xweda ye; bi qasî Ku Xweda wek Xweza û Xweza jî wek Xweda mirov e, heqwsî mirov jî hem Xweda hem jî Xweza ye.

Jiber ku „Pantheismus“ yek ji bingehên herî serekê yên bîr, bawerî û fîlosofiya êzîdiyatiyê ye, lewre Xwedê, bi qasî ku êzîdî wî nasdikin û dihebînin, ne tenê li asmanan belê li erdê ye jî. Xwedê li gorî êzîdiyatiyê, bi qasî ku „Xweda“ ye hewqasî „Ezda“ ye jî. Di êzîdiyatiyê de, Xweda, Xweza û mirov yek in. Hersê bi hev re „yekîtiya hebûnê“  çêdikin.

Jixwe ya ku „şêxadiyatiyê“ û „Tawisîmelekiyê“ di bîrûbaweriyên êzîdiyan de, digihîne hev ev „Pantheismus“ bi xwe ye.

Berî serdema şêxadiyatiyê têgeha „Tawisî Melek“ bi vî şêweyê îro roj, wek navekî ji navên Xwedê, ku Şêxadî jî mîna hemî sûfîstên deverê trajediya xwe di trajediya wî de dîtin, wisa berz nebû.

A rast têgeha Tawisî Melek wek Xwedawendekî serbizêv, ku ji Xwedê re perweste nebû û neçû sucdekirinê, bi bîrûbaweriyên sûfîzmê re, ku Şêxadî yek ji serkêşên wê yên herî mezin e, di êzîdiyatiyê de berztir bû.

Sûfîstên wek Şêxadî di „na“ya Tawisî Melek de beramber „neheqiya Xwedê“ ku „nûr“ mecbûrî sucdekirina  „axê“ kiriye, „na“ ya xwe wek „îmana mezin“ naskirine. Ne tesaduf e jî, ku pesnênTawisî Melek di ilmê „Şêxadî“ de wek pesnên Xwedê hatine.

Rast e, Şêxadî gorankariyên mezin di bîrûbaweriya êzîdiyan de çêkirin, bi taybetî derbarê sîstema qatayetiyê de, ku di serencamê de „Hed û Sed“ û sîstemeke şûkirinê (zewacê) a pirr aloz hate duristkirinê, ku îro roj pêwîstiya wê ji her demê bihtir bi reformkirinê heye, lê ev yek nayê wê wateyê ku „dînê Şêxadî“ berûvajî „dînê Tawisî Melek“ yê „pozîtîv“, „negatîv“ e.

Bi ya min, „Xîçkirina“ „dînê Şêxadî“ û şêxadiyatiyê bi „dînê Tawisî Melek“, „xîçkirina“ êzîdiyan û baweriya wan e. Bi qasî ku hilbirîn û „xîçkirina“ Tawisî Melek ji dîrok, theologî, bîrûbawerî û fîlosofiya êzîdiyan zehmet e, hewqasî „kuştina“ Şêxadî û „jiholêrakirina“ wî jî di êzîdiyatiyê de zehmet e. Ev realîte ne tenê a dînê êzîdiyan belê a dinyaya wan e jî. „Negatîvkirina“ şêxadiyatiyê, ku îro roj temamiya ilmê êzîdiyan bi „ilmê Şêxadî“ tê naskirinê, nasnameya êzîdiyan û baweriya wan bi Tawisî Melek „pozîtîv nake“.

 „Inkarkirina“ Şêxadî û „nêgatîvkirina“ şêxadiyatiyê ku yek ji qonaxên herî giring e di êzîdiyatiyê de, inkarkirina pareke ne biçûk ji nasnameya êzîdiyan e. Hewcedariya Êzîdiyan û dînê wan, ji „inkarkirin“ û „xîçkirinê“ zêdetir bi reformkirinê heye. Reform jî ne hilweşandin belê avakirin e; ne tevlîhvkirin belê sazkirin e; ne xwe- û hevinkarkirin belê xwe- û hevqebûlkirin e.

Êzîdiyatî, „êzîdiyên nuh“ û sûfîzm

Di ciyekî ji hevpeyivîna xwe de, Dr. Kizilhan basa „metirsiya mezin“ a sûfîzmê li ser dînê êzîdiyan li Gurcistan, Ermenistan û Başûrê Kurdistanê dike. Ew vê „metirsiya“ xwe ji „êzîdiyatiya nuh“ wek dînê „êzîdiyên nuh“, weha tîne ziman: „Lê ji aliyekî din jî em dibînin metirsiyek mezin heye, ku em dibînin li Gurcistanê, Ermenîstanê û başûrê Kurdistanê hewl têne dayîn ku oleke nû çêbikin. Ne dînekî li ser hîmê Mitraîzmê û grêdayî Tawisî Melek û pênasên wî, ew dixwazin bi elemetên sofîzmê ve grê bidin. Li ser sofîzme Şîxadî ku ji nûve were afirandin. Ger ew bixwazin ola êzî li ser esasê sofîzmê ve bibin, ya li Bexdayê. Ya Elhac û yê dinê êzîdî rabikin, tê wê wateyê ku hûn dixwazin dînê êzîdî bi ser îslamê ve bibin.“

Metirsiya Dr. Kizilhan a li jor destnîşankirî, çar „tesbîtan“ bo me rêz dike:

1- Êzîdiyatî ji sûfîzmê ne tenê dûr belê bêrî ye jî. 

2- Şêxadiyatî ne êzîdiyatî, belê sûfîzm e. 

3- Sûfîzm islam e. 

4- Li Gurcistan, Ermenistan û Başûrê Kurdisatênê „êzîdiyên nuh“ hewldanên çêkirina „êzîdiyatiyeke nuh“, li ser bingehên sûfîzma Şêxadî û Hellaj, dûrî „êzîdiyatiya Tawisî Melek“ tên kirinê, mebest di serencamê de „islamîzekirina“ êzîdiyatiyê ye.

Herçende sûfîzm wek rêgeheke derwêşiyane, di dîroka islamê de, bi zimanê erebî rûdaye, lê bi qasî ku çavkaniyên zanistî û fîlosofî didin diyarkirin, sûfîzm wek rêgeheke dînî, di bingeha xwe de, li jêr bandor û kartêkirina budîzm, indoîzm û bîrûbaweriyên dînên Irana kevn peyda bûye.

Berûvajî baweriya islamê, ku Xwedê (الله)  di quraanê de wek koka hebûnê û „sedema yekemîn“ ji her tiştî re tê liqelemdanê,  sûfîzm koka hebûnê di yekîtiya wê de dibîne. Di islamê de Xwedê yek e û nabe ku ji yekî bihtir yan jî wêdetir be, lê di sûfîzmê de Xwedê hem yek hem jî pirr e. Li gorî fikrê sûfîzmê, Xwedê bi qasî ku yek e, heqasî pirr e jî, û bi qasî ku pirre hewqasî yek e jî: Xwedê yek e di her tiştî de û her tişt e di yekî de. Li pey baweriya sûfîzmê, bi qasî ku Xweda mirov û xweza ye, hewqasî mirov jî hem Xweza hem jî Xweda ye. Sûfîzm li ser asta bîrûbaweriya islamê, ji dînê Xwedê bihtir wek „dînê Şeytan“ tê binavkirinê. Egera sereke ji îdamkirin û heramkirina gelek sûfîstan li ser destên şerîhetnas, quraannas û desthilatdarên misilman jixwe ev bû.

Rast e, geşbûna tevgera sûfîzmê di navbera sedsala X-XIIan de, di kêsim û qalibekî islamî de rûda, lê ew di naveroka xwe de tevgereke cihêxwaz, cihêfikir, cihêbawerî û anti-islamî bû. Sûfîzm tevgereke anti-islamî bû du caran; carekê li ser asta dînî, ku şik bi Xwedê di qurannê de dikir, a din jî li ser asta siyasî, ku teoriya desthilatdariyê di islamê de, hem rexne hem jî red dikir. Lewma mirov dikare sûfîzmê wek tevgereke serbizêv yan jî muxalif beramber bi islamê, li qelem bide.

Li pey baweriya „dînê sûfîstan“, ne Xwedayê islamê Xwedayê wan e, ne „quraana asmanan“ pirtûka wan e, ne jî pêxemberê islamê rêberê îmana wan e. Ev yek ji sedemên herî sereke bû, ku miletên biçûk yên „ne-misilman“ ku li jêr desthilatdariya islamê dihatin tepeserkirin, qadaxekirin û jiholêrakirinê, baweriya xwe di baweriya sûfîstan de, û herweha dînê xwe jî di dînê wan de nas kirin.

Ya ku hişt êzîdî jî wek miletên jêrdest û tepeser li deverê bikevin bin bandora sûfîstên wek Şêxadî, al-Hasan al-Basrî (642-728), Bayezîd Bin Isa al-Bustamî (803-875), al-Hisên bin Mansûr al-Hallaj (858-922) jixwe ev bû.

Hemî sûfîstên ku êzîdiyan bawerî dan wan û di baweriya wan de hindek ji baweriya xwe dîtin, xwedanên wê ramanê bûn ku Xwedê rihê xwe di rihê wan de guherandiye (kirasguherîn). Wate li şûna Xwedayê dînê desthilatdar ku Xwedayê quraanê bû, wan bawerî bi Xwedayê xwe ditanî, ku ne li asmanan belkû di rih û canê wan de digeriya. Jixwe fîlosofiya „Ena Eleq-أنا الحق“ (Ez heq im) a Hallaj, ku tim digot: „Di bin kulkê min de ji xeynî Xwedê tiştek tune“, vê hizrê diselimîne.

Berî 900 salî, ku Şêxadî dînê xwe wek sûfîstekî di dînê êzîdiyan de naskir, nasyonalîzm û fikrê nasyonalîzmê nebû. Nasnameya herî berz di wê demê de, nasnameya dînî bû. Îdeologiya dînî, ku ziman, kultûr û nasyon yan jî netew derbas dikirin, ji her îdeologiyeke din bihêztir û bibandortir bû.

Herçende baweriya êzîdiyan bi hindek sûfîstên ereb û bi erebî jî hatiye, lê ya balkêş ku zimanê Xwedê di êzîdiyatiyê de, her kurt û kurmancî maye, ku îro roj zimanê dîn û dinyaya êzîdiyan e. Kartêkirina sûfîstî li ser êzîdiyan û êzîdiyatiya wan, kartêkirineke derwêşane bû, ku li ser binaxwya derwêşiyatiyê, bi qasî êzîdiyan di dînê sofîstan de, hewqasî sûfîstan jî di dînê êzîdiyna de xwe naskirin.

Xwendina dîn bi nasyonalîzmê nayê kirin, çimkî dîn ji nasyonalîzmê pirr kevntir e.

Xwendina êzîdiyatiyê bi kurdiyatiyê nayê kirin, çimkî êzîdiyatî wek dîn, bîrûbwerî ji kurdiyatiyê pirr wêdetir e. Eger em bi aqilê nasyonalîzma îro roj li ser asta kurdiyatiyê û nasyonalîzma kurd, islamê şirove bikin, wê demê gereke em 97% ji kurdan bi islama wan tawanbar bikin, çimkî islam xurû ji serî heta bi binî dînekî bi erebî û ji Erebistanê heta bi Erebistanê ye. Lê ev qet ne mumkin e.

Şiroveya Dr. Kizilhan wisa dide diyarkirin, ku êzîdiyatiya girêdayî sûfîzmê „êzîdiytiyeke nuh“ e, ku dûrî mîthrayîzmê û baweriya bi Tawisî Melek e, wate ew êzîdiyatiyeke „şaş“ û, „qulibî“ yan jî „guherî“ ye. Lê bi qasî ku bîrûbaweriya êzîdiyan dibêje,  sûfîzm bingehek ji bingehên Xwedanasiyê ye êzîdiyatiyê de. Bo nimûne „Yekîtiya Hebûnê“, „veguhastina rih“ û „kirasguherîn“ sê prînsîpên giring in di baweriya êzîdiyan de, ku di heman demê de prînsîpên sûfîzmê ne.

Têgeha Tawisî Melek bi xwe jî, wek li jor hat analîzekirin, di serî de têgeheke sûfîstane ye. Ancix bi sûfîzmê û li ser bingeha fikrê sûfîstiyê, „heqiya“ Tawisî Melek di trajediya nesucdekirinê de, beramber „neheqiya“ Xwedê, were naskirin, hebandin û theologîzekirinê. Baştirîn berevanên „rastiya Tawisî-Melekane“ jî di dîrokê de, jixwe sûfîstên wek Hallaj û Şêxadî bûn.

Rast e Tawisî Melek fîgûrekî herî pîroz e di sêgoşeya xwedawendiya êzîdiyatiyê de, lê bi qasî ku ew koka  baweriya êzîdiyan e, hewqasî wî wek „xwedawendiyeke heq“ beramberî „xwedawendiya neheq“ şopa xwe di sûfîzmê de jî hiştiye.

Gotinek dawî

Herçende ev gengeşe wek „gengeşeyeke vekirî bi rêzdar Prof. Dr. Kizilham re“, hatiye binavkirinê, lê bi ya min ew dikare gelek xwedanqelem, xwedanfikir, xwedanîdeologî û xwedansiyasetên bi kurdî alaqedar bike. Çimkî pirraniya têz, bîrûboçûn, perspektîv û nerînên ku li seranserî vê nivîsarê hatine nirxandin, analîzekirin û gengeşekirinê, ew in yên ku pala xwe dane theoriya nasyonalîzma kurd, ku têde êzîdiyatî wek „dînekî zelal“ tenha bi kurdiyatiyê wek „neteweyeke zelal“ tê xwendin û şirovekirinê. Helbet ev ne têza rêzdar Dr. Kizilhan bi tenê ye, belkû a xîtaba kurdî a siyasî bi giştî û a rewşenbîrî bi taybetî ye. 

Pirsa êzîdiyan li Kurdistanê paş fermana 74an, ji pirsa nasyonalîzmê wek „kurdên resen“ wêdetir pirsa „êzîdiyên reben“ e. Pirsgirêka êzîdiyan li Kurdistanê ne ew e, ku „çima ne kurd in?“, belê pirsgirêka wan a bi qasî Kurdistanê mezin ew e, ku „çima êzîdî ne?“ 

Pirr hesan e, ku êzîdî li Kurdistanê bimînin „kurdên resen“, lê a zor ew e, ku ew dê çawa li wir bimînin „êzîdiyên resen“.

hoshengbroka@hotmail.com

14.08.2016

Bersivekê binivîsin