Hevpeyvîn bi Prof Îlhan Kizilhan re

Hevpeyvîn bi Prof Îlhan Kizilhan re

Hevpeyvîn bi Prof Îlhan Kizilhan re

Hevpeyvîn Newaf Mîro 

   Ez xwe bextiyar dibînim ku karibim, bi hevpeyvîneke nû û ya bi hêja Prof Îlhan Kizilhan re, bi we xoşewîstên peyva kurmancî re parve bikim. Beriya ez derbasî hevpeyvînê bibim, ez ê bîranîneke xwe bi we û hevpeyvîner re parve bikim. Di dawiya sala 1987 de ez hatim Almanya û wê demê hemû nêrîn û dunya min bi tirkî û çanda tirkiyê dagirtî bû. Gava ez hatim ew tiştê ku me li tirkiyê di pişt heft dîwaran de qalê dikirin, li vî welatî mijara guftûgoyên civat û civînên kurmancî bû, di nava civaka me de. Lewma jî ez pêre ketibûm nava lez û bezeke hizrî û xwe pêşve birinê. Helbet di nava xwe de. Pê re jî ez ketibûm nava deryayeke ji peyv û çandeke nû û xerîb.

Min her qewimînê di civakê de ditibû, bi çâvê şagirtekî dinirxand û dişopand. Cara pêşî ez li bajarê Celle, di adar yan jî nîsana sala 1988 de li dawetekê de, li gundikê Westendorfê leqayî hêja Îlhan hatibûm. Ew di dema şerê Bagokê de bû, ew şerê yekem bû ku dengê şerê rizgariya Kurdistanê li bakur gihandibû qada navnetewî. Di wê demê de çavkaniya herî ewle BBC beşa tirkî bû, lewma herî zêde radîo dihate guhdarîkirin. Brayê min Bahrî, bi çend hevalan xwe re, ligel xotekî ciwan yê simêlên wî nû qurm girtî û li hevhatî ketibûn nav axaftinên polîtîk. Paşê min pirsî bû; ew kî ye bra?  Kekê min Bahrî got; ew Îlhan e, yek ji xwendevanê me ye. Lewma ji wê rojê ve ez ji dûr û nêzîk ve, wî li gorî derfetên xwe dişopînim. Lê ez hêjî nikarim bêjim, ez wî baş dinasim. Yên meriv mezin dikin, xewnên meriv in. De werin em bi hev re, xewna ku Îlhan kiriye Prof Îlhan Kizilhan ji nêzîk ve binasin. Spas ji bo cenabê te keko, ku te dema xwe ji me re terxan kir û tevî dema te ya dagirtî û mişt. Fermû hûn û mêvanê hevpeyvîna me.

Newaf Mîro: Îlhan Kizilhan kî ye?

Prof. Îlhan Kizilhan: Ez Îlhan Kizilhan kurdekî ji êzîdî ji bakurê Kurdistanê 1966 li gundê Kelhokê yê bi ser bajarê Qubînê ku girêdayî bajarê Êliha- Batmanê ve ye, hatime dunya yê. Bavê min û dayika min ji aliyê Riha-Wêranşarê hatine û ew ji êl, yan eşîra Dena ne. Ku di dema Brahîm Paşa yê milî û Husênê Qenco di wê heremê de serdest bûn. Piştî têkçûna Brahîm Paşa û mirina Husênê Qenco, yên ku êzîdî mane bazdane yan çiyayê Şengalê, yan jî binxetê Sûriyê, Welatê Xalta û devera Xerza û li gundê Kelhokê bi cih dibe. Bavê min bixwe di temenê biçûk de, bavê xwe, ango bapîrê min wenda kiriye. Bavê min ji ber sedemê olî, aborî û siyasî di salê 1970î de weke gelek êzîdiyê bakurê kurdistanê, weke „karkerê mêvan“ hatiye Almanya û li vir bi cih bûne. Zarokatiya min weke hemû zaroka li gund destpêkir, li gund kahrebe, yan ceyran nebû. Gund weke tu taxa yan du gunda bû yê jorîn û yê jêrîn. Hemû malbat êzîdî bûn. Ji sedemê eşîrtiyê jiyanake gelek hêsan, lê belangaz, derbas dikirin.

Kizilhan_Genf_9

Ev gund di salê 1980 de vala kirin, ji ber ku pirraniya êzîdiya hatin almanya û li vir bi cih bûn. Niha gelek malbat dixwazin vegerin û dîsa gundê xwe şên bikin. Lê kurdên misilman ketinê û naxwazin ji gundê wan derkevin. Ez heta 7 saliya xwe li wî gundî jiyam. Gelek bîranînê min yên li gund nînin. Tenê tê bîra min gava gundiya dixwestin herin Qubînê, ku nîv seetê ji gund dûr bû. Ku çawa her dema diçûn gelek kelemfroş û gelek bi tirs diçûn bajêr. Gava gundî biçûna bajêr dihesibandin ku çawa dê li dij pêşdaraza derkevin. Çawa gelek misilmana, kelem û asteng de ji wan re derdixistin û neheqî dianîn serê wan. Lewma ku ne neçar bûna, nediçûn bajarê Qubînê, yan jî Batmanê. Gava vedigeriyan hemû gundî li wan kom dibûn û li halê wan dipirsîn. Ka çi yê xerab hatiye serê wan. Çûyîna bajêr ji bo wan rîsk û xeterî bû. Min bi xwe ev tişt nedîtiye lê, gelek car ji min re hatiye gotin. Lê bi kinc û bergê xwe û bi zaravayê xwe yê xurû kurdî, yan kurmancî êzîdî gelekî xuya bûn. Lewma jî li bajarê weke Sêrtê û Qubînê bi mezin û zaroka ve li êzîdiya dihatin hev û kenê xwe bi wan dikirin û heta êrîşî wan jî dikirin. Ne neçarî ba êzîdî ne diçûn bajêr û nikarîbûn zêde li bajara bimînin.

Tê bîra min di salê 1970-71 de gava leşkera, ango artêşê dixwestin, dîsa bide ser desthilatê, leşkera em kom kirin û êxkir ser rûyê rûspiya yên xwe di nava xaniya de veşartî. Em zaro, zêç û gundî em hemî kom kirin û birin ber çemekî û em heta êvarî li wir hiştin. Cara yekemîn ez têgihiştim ku çiqas qewet û hêza leşkerî heye û milet çiqas ji wan ditirse. Êvarî em vegerandin malê me. Dawiyê hate fêrbûn ku ev operasiyoneke leşkerî bû ku li dijê serhildanê komê kurda bû, bi taybetî komê kurd yên ku dixwestin xwe li wir bi rêkxistin bikin.

Wan manewerayên xwe yên amadekariyê dikirin. Li wir min dît ku kurd û bi taybetî ev gundê êzîdî çawa neçarin. Dayik bêdeng bûn, bav li dor agirekî rûniştî bûn. Leşker di ser serê wan re diçû dihatin û bi tirkî tiştne digotin, lê kesekî fêm nedikir û ji tu kesî deng dernediket. Tirseke mezin di çavê zilam, zarok û dayika de hebû. Li wê demê her qala bêjeya „fermana“ dikirin. Lê wê demê min nizanîbû ferman tê çi wateyê. Piştî dayik û bavê min li Almanya bi cîh bûn, di sala 1973iyan de ez ligel xwîşk û brayekî xwe em hatin bajarê Celle. Dayik û bavê min li wir kar dikirin. Bajarê Celle bajarekî biçûke, lê malbatê êzîdî hatibûn li wir bi cih bûbûn û komeke êzîdiya li wir niştecih bûbû. Ev ji bo me tiştekî nû bû, me trimbêl dît, elektrîk û balefir û her tiştê wan ji bo me nû bû. Çand, ziman, teknik, rê û tevgera wan ji bo me xerîb bû. Lê di temenê biçûk de meriv zêde ne hayedare û li ser nafikire. Heta dibistanê. Ev hizirandin li dibistanê li cem min peyda bû. Lewma jî min gelek ji dibistanê hezkir.

Di destpêkê de min gelek zehmetî dîtin. Paşê ez fêrbûm ku dîtin û fêrbûna tiştan ji bo jiyana mirov gelekî pêwîste. Li bajarê Celle têkiliyên min ne tenê bi almana re hebû, her weha bi gelek êzîdiya re jî hebû. Li Celle bi texmîn 20-30 malê êzîdî hebûn. Her dawiya heftê em digihiştin hev, û diçûn mêvaniya hev, hezkirina me ya mezin û germayake gelekî xweş hebû. Heta niha jî, em ew kesên wê demê gava em digihin hev ew dilgermiya me ya taybet didome. Dawiya heftê em xort digihiştin hev û me li wir bi pêgogê dileyist. Lewma jî me biryar da em klûbeke pêgogê çêkin. Me wê demê koma Dîcle SV çêkir û heta niha jî heye. Ligel gelek bradera, ew dibe ku yekem tîm be ku li almanya bajarê Celle ku fermî hatibe qeydkirin. Ez guman dikim ku li Awropa jî, kom û komela yekem ku bi fermî hatiye naskirin û gogê leystine weke tîm. Min di salê berê de gelek sala bi xwe gogê leystibû û piştî wê min rahênerî ji komê re dikir.

Di salê destpêkê de, heta min xwendina xwe ya li wir xilas kir.  Û ez ji bo xwendinê derketim ji wî bajarî. Ji xeynî fûtbolê min gelek ji sportê asiyayî, ji karate hez dikir. Di deh saliya xwe de ez fêr bûbûm di komel û klûbê sportê de. Min gelek destkeftiyê mezin di çapa Almanya û Ewropa de bi destxistin, weke şampiyonî. Û pîleyê grîng. Her weha min gelek xort û ciwanê me bûbûn şagirtê min û fêrî spora asyayî dibûn. Di salên 80 de gelek penaberên êzîdî, ji ber pirsgrêkên siyasî hatin û li Celle bi cîh bûn. Niha ji 6000-8000 êzîdi li derdorê Celle û li Celle hene. Her weha ew nêzîkbûn û jiyana wan şexsîtî û gundîtî ji hev dûr bûn.

Peywendiyên malbatî, bi lez û bez hate guhertin. Li şûna wan komele û malên kurda li wir ava bûn. Her weha di salên 80 heta 90î gelek komeleyên din yên xeyrî yên nêzîkî PKKê hebûn. Lê dîsa jî meriv dikare bêjê, ew jiyana beriya rêkxistinên siyasî wek neynikek jiyana gundên Kurdistanê bû. Heta niha jî gelek pênasê nêzîkî pênasê gundîtî di nav vê civakê de hene, weke erf û edetê li Kurdistanê hene li wir peyda dibin. Piştî xilas kirina dibistana mezin, ez çûme zanîngeha bajarê Bochumê, paşê ya Waşington, Los Algeles, Kolnê û paşê ez çûma ya Konstanzê min gelek cûre babet xwendin. Yek ji wan zanîna derûnî bû. Min di destpêkê de civaknasî û tendurustî û dawiyê min granî da beşa Derûnînasiyê. Ew ji min re balkêştir dihatin, herê zêde ez dema li Amerîka bûm, min biryar da ez vê babet û beşê bidomînin. Dema ez li Emerîka bûm min bi gelek mirovên penaber yên ji başûr û latîn Amerîka re hevpeyvîn û ezmûnkarî kirin.

Jan-Ilhan-Kizilhan

Bandorên şer û desthelatdariyên dîktatorî de gelek êşkence û hingavtin li wan bûbûn, min dîtin û min dît ku çawa bandora şer dikeve neva derûnî û xewnetirst li wan peyda bûbûn. Min naskir ku ev rûberûbûnên derûnî li ser kurda jî karvedaneke derûnî kiriye û dike. Lewma pêwîst bû, ji bo kurda jî bibe û min graniya xwe de ser vî karî. Piştre min li nexweşxaneyekê berpirsiyariya 30 text, yan nivînî girte ser xwe. Em li ser konsepteke nû xebitîn. Ya li ser nakokî û nexweşiyên penabera, yên bi trankulturel, ango çandaveguhestî ku pê re nakokî û çewisandinê cûr be cûr li ser derûniya meriva peyda dikin. Ji ber ku her çandek bi xwedî taybetiyên tibî, derûnî û yên ku karibîn bi alîkariya çanda xwe karibîn ji bin karesatê mezin rabin. Û wê qeyranê çareser bikin. Ev ji zanîna derûnînasiyê qeweteke grînge, ku em karibin bi rêbazên nûjen alîkariya mexdûra bikin. 

Ez niha li du zangoyan Profesorê derûnasîyê me û ji xeyna dersdayina telebeyan gellek lêkolînan cêdikim. Herwiha jî bo dewleta Almanya car caran dicim dewletên wek Afrika û Asiya û li vê derê xebatkarên dewlet û zivîl perwerde dikim. Herwiha hêvî dikim ku bi alikariya dewleta alman em vê salê enstîtuta derûnasî û trawmatolojî li zankoya Dihokê ava bikin.

Newaf Mîro: Berhemên te yê weşandî?

Prof. Îlhan Kizilhan: Min heta niha 21 pirtûk bi zimanê almanî, ingîlîzî, kurdî û tirkî weşandine.  Texrîben 183 lêkolînên zanistî di kovarên almanî, amerikî, new zelandî, afrîka başûr, kanadî de nivîsên min hatine weşandin û belavkirin. Bi taybetî li ser zanista guherîn û veguherînên şer yên ku bandora li ser mirova dike.  Brînên trawma çawa têne dermankirin. Her weha pirsgrêkên ji kevneşopiyên sedsala tên, xwe di nav nivşa de didin der dinivisînim. Carcaran jî ji bo rojnameyên biyanî yên wek Frankfurter Allgemeine, Harald Trubine, World Street Journal, Die ZEIT û yên din weke şîrovekar gotarê xwe diweşînim.

Newaf Mîro: Weke ku ez dizanim, yek ji yekem komelê kurda yên li ewropa vebûn, yek jê komela bajarê Celle bû. Tu dikarî behsa wê demê û rû bi rû bûnên polîtîk bikî?

Prof. Îlhan Kizilhan: Weke tê bîra min, berê komelên kurda rêkxistinên din hebûn, ya yekemîn ya nêzîkî DDKDe ya kevn bû. Paşê di salên 80-85ê de komelên nêzîkî PKKê avabûn. Ev civaka Êzîdiyên bi awakî gundîtî û eşîrtî dijiyan de guherîn û veguherînên bi bandor çêkirin. Ji ber ku ew rêkxistinên û kesayetên siyasî, konfernas û cîvînên gel çêdikirin. Li nava gel digeriyan ji bo veguherînên siyasî û kurdewarî. Helbet di wê demê de jî danûstandinê nav rêkxistinê siyasî ne xweş bû. Êzîdiya jî cara yekem bû, şer di nava xwe de derxistin, li ser navê rêkxistinên siyasî hatin hev û bi hev ketin. Heta brîndar jî çêbûbûn. Ji her du komela hebûn, yek ddkd û yek jî pkk bû. Ji herdu aliyan jî yên bi baweriya xwe êzîdî, ji nêrînên xwe yên siyasî şer derxistibûn û bi hev ketibûn. Heta ji ber îdeolojiyan malbatên êzdî di nav xwe de perce bû û gellek nexwesî derketin, ku heta îro didomin. Ev jî bo civaka êzîdiyan momenteke ku pêwîst bû, ku êdî cûdabûn li ser îdolojiyê û ne li ser baweriyê hate avakirin.

Lê ji aliyê din ku li ser meseleya netewî pêşveçûnekê xwe rûda. Li ser nasmaneya xwe xwe netewî bêhtir radiwestiyan û lêkolînên li ser dîroka kurda dişopandin û didan pêş. Kurd kî ne? Çin e? Helbet bandorek li ser me jî kir. Ew kesên ku dihatin malê me û bi dayik û bavê me re li ser meseleyên kurdî diaxifîn, bandorek li ser min jî kir. Me meraq kir kurd kî ne û çine ji ku hatina û dîroka wan çiye her wûsa. Ew ji min re jî bû îlham. Min êdî serê xwe bêhtir bi meseleyên netewî re mijûl kir. Di wê demê de ne hêsan bû ku pirtûkên li ser dîrok û çanda kurda werin bi destxistin. Ew ne serdema global bû, ku bi rêya internetê gelek agahdarî werin bi destxistin.  Lewma jî gelek zehmet bû bi destxistina pirtûka. Me di wê demê de, bi zor û zehmetî ji bîbîlotêkên dewletên weke brîtanya, vîenna û rûsyayê bi dest dixistin.

Bi avakirina wan komelaya aliyê neyînî hebû, ku îdolijî didan pêş û pê re nakokiyên îdolojîk dikete nava êzîdiyan. Mesele bibû ev: „Yên bi îdolojiya min re, ez jê hez dikim. Kî ne parêze ez jê hez nakim“. Dubendî kete nava êzîdiya. Herwiha siyaseta kurdi ku li almanya ket nav êzidiyan derfetên nû li ser sopandin û lêgerina nasnameya xwe ya kurdîtîyê afirandin.  Ev ji bo hemû kurdan wiha bû.

Bêguman niha tenê li almanya zêdeyî mîlyonek kurd nehe. Û li ewropa mîlyon û nîvek heta du mîlyon kurd hene. Sedema ku nabin yek, ew jî grêdayî Kurdistanê ye. Ji ber ku rêkxistnên kurda, yên ku kurdistanê heyî bi taybetî pkk e. Yan jî dilxwazên pdk ê ku ji dawiya salên 80-90 ve û yan jî yên din, yên nêzîkî wan jî ku hejmara niha zêde bûye. Li wê derê siyaseta wan tê diyarkirin. Rêkxistinên hatine avakirin li ser sazûmaniya di salên 80de hatine avakirin û heta vê gavê jî li wê bingehê dimeşin. Komeleyên giştî yên ku karibîn hêz û potansiyeleka yek mîlyon heta bi du mîlyona, karibin di nav xwe de bi rêk û pêk bike nîne. Ger rêkxisteneke ku karibe vê hêzê di nav xwe de bihêwîrîne dê karibe bandorê li ser siyaseta Almanya û Ewropa bêgumen bike. Dê ew rêkxistin karibe emdamê xwe bike nava parlemento û rêveberiyên heremî û şaredariya.  Dê ilimdarê êzîdiya û her weha yê kurda li hemû ciyê ku karibin bi babetên  integerasîonê hem dê karibîn jiyana xwe li almanya û ewropa biparêzin û dê karibin nasmane û berjewendiyê  xwe biparêzin.

Dê her weha karibin  bi nasname xwe ya kurdî alîkariya tekoşîna gelê kurd, ya ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bikin. Lê astenga herî mezin ev îdolojî, an rêkxistinên kurda ne, ku berjewendiyê xwe yên şexsî, komelayetî , îdolojî, û rêkxistinî di ser berjewendiyên yekbûna kurd û kurdistanê re digirin. Ev sedemeke kûhr û dîroki ye ku heta niha kurd nabin yek û nikarin federasyonekê, yan jî yekîtiyeke weke kongereyeke netewî û konferasekê netewî bi hev re bimeşînin. Ji bo berjewendiyên kurd û kurdewariyê, hem li rojhilata navîn û hem jî li dunyayê berjewendiyê kurda biparêzin û xwedî derkevin û mafê wan mizagon û misoger bikin ji bo berjewendiyên kurda li kurdistanê.

Heta îro jî em dibînin ku derûdorê komele û rêkxistinên kurda mirovên ku li kurdistanê mezin bûne serkêşiya van rêkxistinan dikin, ji nivşê yekemînin. Mirovên ji nivşê duyemîn û sêyemîn ku li ewropa mezin bûne, zimanê wan biyanî ye û ku bi van zimana mezin bûnê û perewerde bûne, weke fransî, almanî, îngilîzî û yên din dizanin hejmara yên ku karibin çalak di siyasetê de  bin rêveberiya  van komelan dikin zehf kêmin. Yên ku karibin siyaseta mafên gelê kurd bikin û di komela de bi meşînin zehf kêmin. Hejmara  rewşenbîrên kurd û êzîdî yan jî mirovên akademisyenê ku gelek zanko qedandine xwe di nav wî karê komelayetiyê de nabînin. Ji ber ku ew komel hê wek di salên 80yî de, bi aliyê rêvebiryê de paşketî ne. Di nav karê komelayetî din karê din yên li hevrûniştinê dikin. Kar û semînerên ne bi rêk û pêk û semînerê zêde ne li ser kurdistanê ne balkêş û ji bo ciwana ne bi sewiyeke zanistî û ilmî de ne. Ev potansieyala mezin ya xwendevan rewşenbîr û akademisyen ku li ewropa heyî,  xwe ji van komelan dûr dikin. 

Mixabin, ku niha jî ev potansiyele mezin ya ku karibe mafê kurdan, ji bo integaration û migratîonê  ji bo jiyaneke parastina mafê çandî û zimanê kurdî mirovê wan tune ne. Nayê wê wateyê ku rewşenbîr û akademisyê kurda tune ne. Na hene. Li gorî biyaniyên din jî, hejamereke mezin kurd, bi taybetî elewî û êzîdî dibistanên û zankoya xilas dikin. Ku dibin xwedî pîşe û dîplomên paye bilind. Lê mixabin ev kes û kesayet ji komele û rêkxistinên kurda dûr in. Lê divê ew rêxsitin bi awakî xwe rexne bikin û  li van encama binerin, ka çima ew ne di nav kar û xebatê de nînin? Çima em nikarin vê hêzê di nav komelatî û rêkxistinê xwe de entegre bikin? Her weka hemû stûktûrên van rêkxistin û orgenîsyonê heyî, gelek kevnare ne û ne li gorî stûktûrên hemdemin, ku karibin rewşenbîra bigirin nav bi xebatên serdemê. Her weha yên êzîdiyan jî, wûsa tê xuya kirin. Hejmarek grîng di xwendinên bilind xilas kirine, xwedî pîşe ne, weke parêzer, prof, bijîjk, pîlot û her wekî dinin. Ku ew kes û kesayet nikarin di nav karên civakî de cîh bigirin û ew xwedî nêrînên cûda ne. 

Metirsiyeke mezin heye ku ew nivşên ku ji kurdistanê hatine, xwe almanya û pê re nivşên nû xwe bi tevayî ji kom û komelên kurdistanê û êzîdiya dûr bikin yan jî dûr bimînin. Ji ber ku li pişt van komela, siyaseta ku ji kurdistanê ku li wir dimeşe, li vê derê bi bandore. Li şûna wan siyaseteke profesiyonel, modern û ilmî û durust û bawerî bide, li gorî daxwazê civakê were meşandin. Ev xuya dike zehmet çê bibe. Ger ku çê nebe, kurd û komelê kurdistanê rûberû dimîne ku roj be roj hejmara endama kêm bibe û bi xwe jî di nava 20-30 salî de bi tunebûne re rû be rû bibin. Û nema karibin xwe ava bikin. Lewma jî ku meriv karibe li ewropa bandora li siyasetî ji bo parastina xwe bi ziman, wêje û civakî bike. Ji bo parastina nasnama xwe û her weha ji bo tekoşîna rizgariya gelê kurd. Divê konzeptên nû, ramanên nû bi cesaret û bi durustî hewl were dayîn. Ku meriv karibe ew kesên hêja û rewşenbîr, xwendekar nêzîkî gelê xwe bike. Ji bo vê yekê divê meriv kampanyekê ji bo qazanç kirina wan kesan veke. Lê ne ji bo xirabûna wan, ji alîkarî stendina wan daku ev alîkariya rêkxistinê kurdistanî were kirin ji xwe nû kirinê. Ev rêbazên kevn, werin modernîze kirin.

Newaf Mîro: Yek ji saziyên kurda yên ragihandinê MED TV ê bû, û tu jî dîrektorê wê bû. Ji bo we ev ezmûn û bîranîneke çawa ye?

Prof. Îlhan Kizilhan: Dema destpêka sazkirina MED TV ez bi xwe li Amerîka bûm. Li Washingtonê min kar dikir. Beriya ku were avakirin, braderên ku di damezirandina vê saziyê de kar dikirin, û dixwestin televîzyonekê damezirînin fikrên min xwestin. Û xwestin ez vegerim û li Brukselê tev wûsa ava bikin, sala 1995 bû. Lê tê bîra min jî, di sala 1992-93 de ev gotin weke xeyal bû, me hem li kurdistanê û hem jî li ewropa min hinek mirovê rewşenbîr min li ser pêwîstiya wêşanên nû weke televîzyonê xeber dida lê ev weke xeyalekê bû.

Ev gotina me zêde ciddî ne dihate girtin. Lê piştî sala 1995ê me dît bi pêşveçûna teknîk û derketina tv satelît êdî ev tişt guncave. Tekoşîna kurda li kurdistanê bi alîkariya PKKê û di bin sîwana PKKê de hewldaneke wûsa me çêkir. Di sala 1995 de, ji min hate xwestin ez vegerim û alîkariya wan bikim û me li ser sozekê li hev kir. Soza me ev bû; ku Med tv ya hemû gelê kurd hemûya ye. Hemû partî, ol, kom, komel û nivş û rêkxistin divê karibin dengê xwe bigihînin hev û xwe li wir nîşan bikin. Heta meriv dikare bêje Med tv yek alavekî nû bû ku hemû aliyên Kurdistanê û derve nêzîkî hev kir. Ev ji bo me kurda derfet û şansekî gelek mezin bû, ku em karibin wan nêzîkî hev bikin.

Gelekî baş tê bîra min ku di bernameyekî min amade kiribû Mam Celal Talabanî, berêz Mesûd Barzanî û Abdullah Ocalan di heman bernameyekê de bi hev re yekem car beşdar bûbûn û li ser rewşa kurda hizr û ramanên xwe parve kirin. Ev ji bo me kurda wê demê di sala 1995-96a de weke şoreşekê bû. ji ber ku heta wê demê jî gelek kurdê başûr û bakur, rojhilat û rojava baş hev nas nedikirn rêkxistinê hev nas nedikirin û gelek pêşdaraze hebûn. Me bi rêya televîzyonê derfeteke wûsa dît em karibin rêçekê bibînin yan jî kanalekê çêbikin, daku em karibin hev bibînîn û bi hev re biaxifin. Ji ber wê jî motîfasyoneke gelekî mezin, ne ya min tenê ya hemû karmendê televizyonê hebû. Ku em karibin tv netewî ava bikin.

Di destpêkê de jî bêguman konzept û erkekî me yê wûsa hebû. Her weha babetê pêşkêşiyê û yê bermana, ku heta niha jî televîzyonê piştî med tvê, hêjî ew stîl û konzept têne bikaranîn.  Min cara yekem berpirsiyariya Med Tvê weke Dîrektorê wê da ser pişta xwe. Li goriya min hemû derfetê heyî, min li ewropa û li dunyayê bikaranîn ji bo danasîna televîzyonê. Ji Hindistanê heta bi festîvala Cannes ji Los Angeles, Brîtanya, Awûstralîa û Kanada yê. Gelek nêzîkbûnê dewleta nêzîkbûnê televîzyonê dunya yê. Me bernamê xwe bi hev guherîn. Weha jî dengekî nû dengê Kurdistanê li dunyayê hate belav kirin. Ev gavake gelekî pêwîst bû, gavake dîrokî bû ji bo tekoşîna gelê kurd ji bo îro jî kurd li nasnama zêdetir û çêtir lê xwedî derdikevin û nêzî hev bûne.  Bêguman pirsgrêk jî gelek hebûn, yên siyasî û îdolojîk ji ber ku ji aliyekî ve dihate empoze kirin. Çiqas me hewl da, lê hinekî zehmet bû. Di wê demê de gelek operasyonên dewleta hebûn, li hemberî tekoşîna gel hebûn, û di hundurê rêkxistinên kurd jî gelek astengî hebûn. Lewma jî piştî du sala jî formata televîzyonê bi yekalî ve heta guhertin. Û heta niha jî wûsa bi pêşve diçe. Bêguman kî xwedî be, mafê wî ye naverok û bernama biguhere. Yek ji wan sedema bû, û sedemê şexsî û akademîk bû. Piştre min dest ji televîzyonê berda û min karê xwe yê akademîk domand.

Newaf Mîro: Ji bo te êzîdîtî çi ye?

Prof. Îlhan Kizilhan: Beriya her tiştî ji bo min êzîdayetî ne tenê baweriyeke, êzîdayetî eva texrîben 800 sale ku bi taybetiyên xwe yên civakî û olî bûne komeke civakî û olî. Tenê ne bi aliyê dînî, divê meriv bi êzîdatiyê were dîtin, meriv bawerî bi xwedê hebe ya nebe ew tiştekî din e. Êzîdayetî parçeyek ji çanda mirov e, ku dayik û bavpîrê min gelek ji çanda êzîdayetiyê gelek sûd wergirtine û pê hatine hûnandin, me pê perwerde kirine. Ez bi xwe weke çandeke taybet dibînim û em grêdayê wê ne. Em ne grêdayî baweriya hebûna Xwedê, meleka û şexsiyeta Şîxadî yan ne Şîxadî ne. Ev tiştekî îdoloji ye, divê meriv karibe li ser guftûgo bike. Her weha êzîdayetî taybetiyê wê yên baş û lê bêguman yên dema globalîst yên zor û zehmet jî hene.

Olek ku nikaribe li goriya demê xwe biguherîne, dê bikeve nav aloziyekê. Niha jî ji xwe wiha ye. Ku ol nikaribe bersiva gelê xwe nikare bide,  oleke tije tundî û şid, zor û zehmetî be, ne mimkune ev miletê xwe, gelê xwe li dora xwe kom bike. Ku îro oleke baş yan ne baş, li dora wê kes tune bin, baweriya kesê pê nebe, dê ew ol rojekê tune bibe. Îro jî em li hemberî wê yekê ne. Ji bilî vê karesatê jî, prosesa guhertina civaka êzîdî û pê re jî şert û mercên wan, ku neyên guhertin êdî ne pêwîste karesatê ji derve ye, êzîdî bi xwe dikarin xwe tune bikin. Ji ber ku em dibînin, hejmara êzîdiyên ku di dîroka kurdistanê de wek li Wanê, Urmiyê, Serhedê û hemû deverên kurdistanê, ku bakurê kurdistanê ku navenda êzîdiya bû, îro texrîben sî heta çil hezar êzîdî nemane.

near_khanike (1)

Niha li bakurê kurdistanê bi temamiya tirkiyê bi giştî hezar êzîdî tune ne. Ev tê wê wateyê ku li bakur êzîdî tûşî nemanê bûne, û ne mumkine û derfet tunene ku êzîdî weke civakeke olî li wê derê bijîn. Ango êzîdî, em îro şehdeyê tunebûna êzidiya ne li bakur. Lewma jî ger ev tişt neyên guhertin, ne hewceye ku dijmin êzîdiya bi awakî fizîkî Êzidiya tune bike. Êzîdî îro bixwe ne bi zanebûn dibin sedema nemana Tawisê Melek bi xwe. Jixwe gava êzîdî li dunyayê tune bin, dê Tawisî Melek jî tune be. Ji ber ku ji bilî êzîdiya, yê ku ji bo êzîdiya gelekî pêwîste nahebînin. Ango êzîdî bi destê xwe, yê ku piştî Xwedê yê herî mezin Tawisî Meleke, wî tune bikin, tiştek namîn e. Êzîdî ku ne haydar bin û xwe li goriya demê neguherînin, dê bi destê xwe Tawisî Melek bikujin.

Bêguman pozîsyon, yan jî rola Tawisî Melek di baweriya êzîdayetiyê de pêwîste. Lê heta niha şîrovekirineke baş li ser erka Tawisî Melek nehatiye kirin. Ku dewreke çalak dileyize, yeke aramî, yeke rehm pêre ye. Ew rola wî bi rêk û pêk pêre ye ew jî ji bo êzîdiya nehatiye avakirin. Ji aliyê din jî mesele xwendin kêm e. Derfetê êzîdiya li ser xwendin, teolijî û şîrovekirina edebî û lîteratura erebî gelek tiştên şaş di nava êzîdiyan de têne peyda kirin. Gelek elementên erebî, ku ne bi êzîdayetîyê grêdayîne îro em dibînin gelek di nava ola êzî de belav bûne. Ger ku êzîdî bixwazin baweriya xwe ji nû ve ava bikin, divê li ser felsefeya ku grêdayî Tawisî Melek, ne grêdayî Şîxadî. Grêdayî rojperestiyê, şemsaniyê, mîtrasiyê. Divê zêde li ser bisekinin ku karibin, weha nasnameyke pozîtîv, û hinekî zelal kirina ji pênasên erebî û îslamî derxin. Heta elementên îslamî di nava êzîdatiyê de hebin, ev êzîdayetî nikare xwe biparêze û nikare li gorî demê xwe bi pêşve bibe.

Ev jî kar, erk û derametên rewşenbîrê êzîdîne. Yên li Gurcistanê, yan li başûrê Kurdistanê, yan jî li ewropa li ser olê kar dikin dikeve. Ez hêvî dikim ku em karibin vî karî pêk bînin. Lê ji aliyekî din jî em dibînin metirsiyek mezin heye, ku em dibînin li Gurcistanê, Ermenîstanê û başûrê Kurdistanê hewl têne dayîn ku oleke nû çêbikin. Ne dînekî li ser hîmê Mitraîzmê û grêdayî Tawisî Melek û pênasên wî, ew dixwazin bi elemetên sofîzmê ve grê bidin. Li ser sofîzme Şîxadî ku ji nûve were afirandin. Ger ew bixwazin ola êzî li ser esasê sofîzmê ve bibin, ya li Bexdayê. Ya Elhac û yê dinê êzîdî rabikin, tê wê wateyê ku hûn dixwazin dînê êzîdî bi ser îslamê ve bibin. Û ew bibe tayfe û terîqateke îslamî. Ev metirsiyeke zor mezin e. Ez hêvî dikim, gelê kurd û êzîdî di van mesela de hişyar be. Êzîdayetî baweriyeke kûhre. Êzîdayetî durust e. Êzîdayetî baweriyeke rast e. Ku meriv jî fam bike, ku mirov ji felsefa wê fam bike baş e. Dikare ji bo jiyana meriv her rê rohnî bike. Lê ku meriv jê fêm neke, û tenê weke baweriyeke mecbûrî bibîne, ew dînê rojekê ziyanê bide, yan merivê ziyanê bide wî dînî. Bi taybetî piştî karesata 2014a ku êzîdî ji aliyê Daişê ve têne qelandin tunekirin. Êzîdî niha li ber tunebûnê ne.

Bi dîtina min du derfet, yan jî du rê hene. Êzîdî piştî vê karesata ku ew qas mirov hatin kuştin, Jin û keçê wan hatin revandin û destdrêjî li wan bû, derb û karesateke mezin hate ser wan, niha du derfet hene. Yek piştî vê karesta mezin êzîdî êdî nikarin di bin vî barî de rakevin. Di nava sê, çar nivşan de, dê weke ku li bakurê Kurdistanê bi temamî tune bibin. Yan jî weke ku meriv ji mînakên kom, komel û miletên din  em dibînin, piştî karesata weke miletê din, weke karesata li Almanya ku Cihû pê re rû be rû bûbûn. Piştî vê karesata, ramaneke nû dide wan û pê civakeke nû tê afirandin. Ku qewet, hêz û hêvî dide wan, ku piştgireyeke mezin dide wan, ku weke agirekî nû, ji xweliyeke dîsa dibe agir û nûr, nûr şa dibin, nûr şîn dibin, nûr şa bibin, civakeke nû ava dikin. Ku ew wê yekê fam bikin, dikarin bêgumen li dunya yê bimînin. Lê divê gelek guhartinê civakî pêk bînin.

Ku li dewleta global li gorî dunya global xwe biguherînin. Ger xwe û civaka neguherînin, bi dîtina min nikarin domdrêj bimînin, ez behsa sê, çar nivşa dikim. Ango sed, sedûbîst salê din, dikarin bimînin. Ji bo guhertinê jî cesaret, qehremanî û mêranî pêwîst e. ji bo ku em bixwazin em hebin, nasnama me hebe divê hinek şert werin guhertin. Defakto îro em li awropa, an jî li kurdistanê dibînin ciwanên êzîdî ne li goriya ol û edetên klasîk dijîn. Lê gelekî jiyana xwe veşartî dimeşînin. Bi dîtina min ev ziyan dide. Tiştê ku nepend û veşartî were meşandin, weke du dunya hatibîn avakirin. Rojekê dê were û derkeve were teqandin û her tiştê were wenda kirin. Lewma jî ji sedema vê karesatê, divê meriv weke derfetekê bibîne, ku êzîdî zêdetir hişyar bibin. Qedrê hev û yê jiyanê bigirin. Û bi durustî û rastî li ser van şertên hatiye kirin, divê meriv baş bizanî be, ku ev şertên ku bi sed û hedê hatine avakirin, ji aliyê însana ve hatine ava kirin. Ew însan weke Şêxadî û pişt re Şêx Hesin ku ev sed û hedê avakirin însan bûn. Li goriya fikr û ramanên xwe xwestin tiştekî baş ji bo civaka êzîdiya bikin. Da ku civak pakij bimîn e. ji xelkê dûr be. Em çîn û tebeqa Şêx, Pîr û Mîra ava bikin. Belkî beriya heştsed salî ew rast bû. Lê îro li gorî şert û mercên vê demê, ew pêk nayên. Lewma jî çawa Şêxadî yan jî Şêx Hesin guherî bûn, îro ne şexs, lê civak xwe bi xwe, ola xwe wûsa biguherîn e. Ku pênasê dîrokî hebin, her weha yên nasnameya kevn hebin, lê ji bo guhartinê nû jî vekirî be.

Navbera êzîdiya û bi taybetî kurdên misilman, ji dîroka û heta niha tije pirsgrêk e. Carna ji bo me zehmet be jî, divê mirov eşkere bibêje, ku kurdê misilman li ser navê îslamê bûne yek û aliyek û qirkirina êzîdiya de kar kirine. Heta serok, yan jî Mîr yên weke malabata Bedirxana, an jî Mîrê Mihemdê Kor yê Rewnadizê, bi destê xwe, bi sedan êzîdî kuştin e. Serokê Rewazndiz ê Mîrê Kor, serok û mîrê êzîdiya li Rewandûzê kuştiye. Ev derba brîneke kûhr û drêje ku baweriya êzîdiya her demê ji kurdên misilman kêm e. ji ber ku ji aliyê wan tiştekî xêrê nedîtin e. Êzîdî her dem bi tirs, bi şik nêzîkî kurdên misilman dibin. Çenko herdem gundê wan talan kirine. Keç û jinê wan revandin e. Gelek mirovê wan ji dîrokê de heta sala 1918a. Li bakurê Kurdistanê jî kurd bûne yek perçe, ku xwestine êzîdiya tune bikin. Lewma jî ji bo êzîdiya gelek zehmete ku nêzîkbûn û baweriya xwe ya li hemberî kurdên misilman eşkere bibêjin.

Gava meriv ji yekî êzîdî bipirsî, dê bêguman bêje; ez kurdim, kurd hemû brayê me ne. Heta bi hezara êzîdiya li başûrê Kurdistanê bûne pêşmerge an jî di nav partiya pkkê de bûne gerîla. Şer kirine. Xwîna xwe dane û şehîd ketine. Bi taybetî vê karesata 2014an de, ku pêşmerga weke ku êzîdiya dixwestin alîkariya wan nekirin û wan ne parastin. Û hinek hêzên pêşmerge ku xwe bi paşve kişandin. Ev şkestina baweriyeke mezin, di nav êzîdiyan de, hem li başûr, hem li bakur, rojhilat û rojava hate danîn. Niha jî ji vê sedemê jî, gelek rêkxistinê taze yên êzîdî, û heta partiyên wan têne avakirin. Ji ber ku baweriya wan, bêguman bi kurda tune. Ku baweriya wan bi kurda hebûya, dê weke xwîşk û bra ji bo mafê êzîdiya çawa li Helepçe yan li aloziyên din yê kurda, bi hev re li wan mesela xwedî derdiketin. Dê niha pêwîst bû li Şengalê jî xwedî derkevin. Ev jî ev brîna dîrokî bi fermana 73 ya bi Daişê re, di 2014a qewimî dîsa ev brîn nû vekir.

Heta ev brîn mezintir kir. Ji ber ku vê brînkirina brînê, gelek konzeptên nû, bi taybetî ji aliyê hizbên kurdan pêwiste, bi taybetî ji aliyê pdkê û birêz Mesûd Barzanî ve hewce ye. Divê hewldanê mezin bidin ku dîsa karibin, civaka êzîdiya qazanc bikin. Vê brînê hinek be jî biçûk bikin. Lê ev jî tenê bi gotina nayê çareser kirin. Divê hinek mafê taybetî li Şengalê bigihîje êzîdiyan ku daîş rojekê li wir nemîn e. Lewra jî bi baweriya min divê êzîdî li Şengalê karibin vegerin, ku avakirineke mezin bi milyaran euro û dolar, ku were avakirin. Rêyê wan, nexweşxaneyê wan, dibistan û hemû tiştê pêdivî, ji nûve werin avakirin. Lewma divê dewletên weke Amerîka, Rûsya, Ewropa û herem ji bo demekê 10-15 sala bê parastin, ku careke din metirsiyeke wûsa neyê serê Êzîdiya.

Tenê weha ew tirsa êzîdiya ya heyî, dikare kêm bibe û wûsa jî derfetekê bide êzîdiyê heyî, yên di kampê penabera de, perîşan û şerpeze bûne, vegerin ser mal û milkên xwe.. Pişte re jî ji aliyê siyasetê ve gelek senaryo hene. Yek jî ez bawer dikim divê Şengal bibe parçeyekî Kurdistanê. Lê ew parçe jî divê bibe Parêzgehek, weke ya Duhokê, yan jî weke Helepçe, Silêmanî, Kerkûkê yan jî weke ya Hewlêrê. Ku li wê derê miletên li wê deverê, ku li Şengalê dijîn, ku karibin xwe bi xwe Parazkarê/Walî yê bibijêrin. Ew jî karibe hem berpirsiyariya wan û berjewendiyê wan li Hewlêrê biparêz e. Ev yek sanaryo, yan yek derfeteke. Derfeta din jî ku ji aliyê yasayên Iraqê ku îro mimkune ku êzîdî xwe li devera Şengalê bi mînakek weke xweserî, yan jî aûtonomî li wir ava bikin û xwe bi xwe rêveberiya xwe bikin destê xwe. Ew dikare dîsa grêdayê Kurdistanê yan jî Bexdayê be. Bêguman biryarê divê êzîdî bidin, an şêniyê Şengalê bide. Û ne ji derve were kirin. Li ser van proje û konsepata niha hem gelê kurd û destheladariya gelê kurdistanê û partiyên Kurdistanê yên din jî, ji vê meselê gelek dûr in. Ji bo avakirin û parastina êzîdiya ev pêwîste. Divê partiyên weke pkkê û pdkê, ger ku bi rastî dixwazin alîkariya êzîdiya bikin, divê li wir li hev bikin. Çenko niha herdo hêz li wir ketine pêşbirkê ku kî karibe zêdetir êzîdiya bi aliyê xwe ve bikişîne. Wûsa jî ev ne li berjewendiyê êzîdî û kurdayetiyê ne. Ev ziyanê dide gelê kurd û bi taybetî êzîdiyên ku karibin ji qeyranê nû yên olî derkevin. Metirsiya min ya mezin ev ku rojeke „êzdiyên PKKê, êzdiyên PDK“ û yên din têkevin ser û sûna DAISan bikujin, hev bikujin. Ku wiha cêbibe, evê ziyaneke mezin bide êzdiyan.

BabaSheikh

Em dibînîn ne tenê li kurdistanê, her weha li rojhilata navîn, hewldaneke mezin ya îslamî li wir rûdide. Her weha îslama tundrew di nava Kurdisanê de jî ciyê xwe digire. Ku ev îslama tundrew li kurdistanê ciyê xwe bigire, dê bandoreke mezin bide ser rêkxistnê başûr jî, wek YNK û Goran jî. PDKê ku weha be hingê jî, jiyana êzîdiya yan olên hindik weke Feylî, Şebak, Mandel, Kakayî yan jî Xiristiyan û Êzîdî li wir gelek zehmete. Dê destpê bikin û hêdî hêdî koçber bibin. Di nava sê, çar nivşa de, ji bilî misilmana kesekê nikaribe jiyana xwe bidomîn e. Ku îro kurd bixwazin ev rengîniya Kurd û Kurdewariyê ya Elewiya, Şebak, Êzîdiya, Mandel, Feyliya û Yarsana û gelek pêkhatê din bimîne û pê re gul û gulîstanek, kurdistaneke rengîn hebe, divê di serî de mafê hindikayî û biçûka were parastin. Demokrasî û mirovatî weha tê diyar kirin. Ku ez nikaribim, mafê bindest û biçûka, yan yê hindika biparêzim, parastina mafê girsê û zehfiyê ne demokrasiye. Nîşana demokrasiyê parastina şexs û mirovên kêm û bindest e.

Newaf Mîro: Tu bi xwe ji êzîdiyê welatê xalta yî, tu bawer dikî ku êzîdî rojekê karibin vegerin ser axa xwe û welatê xalta dîsa şên bibe bi êzîdiya?

Prof. Îlhan Kizilhan: Raste ez li alê Xalta mezin bûme, yan hatime dunya yê, lê bavpîrê min ji alê Wêranşarê ne. Lê ez hem Xaltî me hem jî bi qurmê xwe ve grêdayê Dêrika çiyayê mazî ve xwe dibînim. Lê ez ne di wê baweriyê de me ku rojekê êzîdî karibin vegerin bakurê Kurdistanê. Hejmara wan zêde bibe gundê wan hebin ku karibin mafê xwe bi parêzin. Êzîdî defakto li bakurê Kurdistanê tunin, xilas bûne.

Newaf Mîro: Tu dikarî ji bo ciwanên kurd û bi taybetî êzîdî çi bibêjî?

Prof. Îlhan Kizilhan: Ez dikarim wûsa pirsa te bersiv bidim, belkî bi çîrokekê be, dê baştir bête têgihiştin. Bi taybetî ji bo ciwanê kurd û yên li dîasporayê, yan li ewropa û li derveyê welat. Yên êzîdiya, weke tê zanîn hatina îslamê di salên 637 de li rojhelatanavîn û bi taybetî li kurdistanê û îranê. Gelek Zerdeştî heta hingê jî ola fermî ya îranî û fariza bûyî. Gelek bandor li ser ola êzîdiya kiribû, ku neçar bûn piraniya wan misilman bûn. Lê hejmarek ji wan misilmantî qebûl nekirin û reviyan Hindistanê.

Îro li Hindistanê bajarê Bombay ji wan re dibêjin „parsî“. Ez bi xwe gelek car çûme wir û ligel wan axifîme. Min hejmara wan pirsî wan got: texrîben derdora 120 000 Zerdûşî li Hindistanê û bi taybetî bajarê Bombay dijîn. Li ser pirsa; we çawa karibû ew qas heştsed, nehsed yan hezar sal we çawa karibûn xwe bi parêzin?

Wan çîrokek weha ji min re got: Gava em hatine Hindistanê li wê derê gelek mîrgeh û serokê herema hebûn. Farsî yan jî Zerdûşî jî li wir bi cîh bûn, û erdê xwe çêkirin, jîr û jêhatî bûn. Miletê hindî ku li wir dijiyan, bi wan re babetekî hesûdî çê bû, ku çima rewşa wan xweşe. Zû bûne xwedî erd û karibûn xwe bi pêşve bibin û ji zad û avedanî û çandinê fêm dikirin. Paşê hin teşqele û nexweşî di navêna wan de derketin. Hindû çûn cem qralê xwe û gotin: em naxwazin Parsî di nav me de bijîn û li vir bimîni. Ji ber ku ew me gelekî aciz dikin, divê ew derkevin. Qralê Hindistanê gazî serokê Zerdûşiya kir. Serokê wan jî weke tê zanîn Pîr bûn. Pîrê Zerdeştiya ligel çend rihspiyê çûne ligel qralê Hindistanê. Qral bi babetekî tund, xwest ku ew ji welatê wan derkevin. Got; hûn xerîbin û em xerîba naxwazin.

Pîrê Zerdûşiya got; Qralê min, em ji xeribiyê hatine, em reviyane, em gelek bindestin. Em dixwazin li vê deverê bimînin. Em naxwazin xisarê bidin we, emê xizmeta we bikin. Lê qral qebûl nekir, got em naxwazin miletê min jî we naxwaz e. Pîr; başe ez diçim de ka ji kerema xwe re ji min re îskanek şîr bînin. Dawiyê milet metel ma, û qral jî meraq kir, û îskanek şîr jê re anîn. Pişt re ji berîka xwe tozek spî derêxist û kire nava şîr, piştî û bi kevçî lehev xist got: Keremke bila Qralê we, bila vî şîrî vexwo. Herkesê li wir matmayî lê dinerî û digotin; ka jehre yan çi ye? Peyayê paşê şûrê xwe kişandin û dixwestin Pîr bikujin. Pîr got: ez merivekî hejar û guneh me, ka ezê çawa karibim Qralê we bikujim? Paşê hûnê hemû Zerdûşiyê li van devera bikujin! Tiştekî wûsa tune û nabe. De ka keremke vexwun û paşî ji min re bibêjin. Paşê dîsa Qral meraq kir û şîr vexwar û rûyê geş bû dev liken bû û şa bû. Qral got; ev çi ye ku te xiste navê û ev şîr wûsa pê xweş bû?

Pîr got: ew şekire, ligel me şekir heye. Ango: hûn şîrin, ger hûn bixwazin em ji we re bibin şekir. Jiyana we şîrîn bikin. li vir sê meselê xwe didin pêş; yek jê zanebûn, ya duyem jî entegrasîon. Ya sêyem jî aboriye. Ango, li ewropa em karibin kurd û ciwanên xwe xwedî derkevin, em ê bi serkevin. Jiyana xwe ya xwendî û çandî biparêzin, em pê re bibin endamê civak û cîhanê. Divê em erf û edetên wan jî zanîbin. Wan neêşînin zanebin. Ji aliyê aborî em zexm bin. Xwe jîr û zane bikin, gava em zanebin emê karibin gelek tiştan bi pêşxînin û emê karibin berjewendiyên xwe yên malbatî, civakî û mirovî û yê gelê xwe jî, emê bi parêzin. Lewma jî beriya her tiştî, divê ji bo ciwanên kurd her xwendin hebe. Dîsa xwendin hebe, ji bo bi pêşkevin. Her weha ji bo ciwanê kurd ez dibêjim; divê xwendin hebe, xwendin hebe û dîsa xwendin hebe! Ji bo em karibin bi pêşkevin, û bi wê xwendina xwe em karibin xizmeta xwe ya şexsî bikin û her weha jiyaneke baş û rewa bimeşînin. Her weha bi wê zanebûna xwe jî em karibin alîkariya gelê xwe bikin.

Newaf Mîro: Stranên tu herî zêde jê hez dikî?

Prof. Îlhan Kizilhan: Stranên min yê taybetî ez jê zêde hez dikim, yê klasîk in. Stranbêjê ez jê hez dikim jî nemir Garabêtê Xaço ye. Ku ew gelek klasîkên kurdî bi stîll û babetekî gelekî taybet dibêje. Ji bo min ew stranbêjekî dîroki ye. Ji parastina dîroka kolektîv û bedewiya muzîka kurdî ye. 

Newaf Mîro: Evîn çi ye?

Prof. Îlhan Kizilhan: Evîn tiştekî heye û tiştekî tun e. Evîn bi hawakî organîk ne dîtbare. Lê dema meriv evîndar dibe hemû hestên mirov, tên guhertin. ji ber ku ez pisporê derûnî me, divê ez bersiv bidim. Di asasê xwe de mirovekî ji sedî sed, eşîq û evîndar be. Kesayetiya wî, derûniya wî hemû tê guhertin. Carna dibe weke nexweşekî derûnî, weke ya şezofrenî. Ji ber ku ew tiştê ku ew, di dema evînî de his dike, hestê ku bi wî re, li derve tune. Gelek tiştê ku biryarê dide ew biryar nade. Mirovekî 20 salî ku evîndar dibe û bûbe. Rastiya carna nabîn e. Metirsiya nabîn e. Xwe dixe gelek teşqela, ji ber ku evîndariya wî ew qas hestên nû di wî de hişyar kirine, ku ew tevayî weke mirovekî ne normal  tê diyar kirin. Ew jî bêguman moment û demeke kurt e. Evîndariya mirov yan evîndariya ji tiştekî re, ew dem nabe.

Piştî wê evîndariyê, hinekî meriv dikar bêje, hinek hezkirin, grêdayî, tolerans, rez li tê xuyakirin. Lê evîdariya taybetî, ku ew evîna aşiqî, heta heta bi hin radeya, dibe weke nexweşiyeke derûnî, ku car caran meriv kare gelek tiştên ne asayî bike û dike. Ev li cem ciwana û her wûsa li cem extiyara jî dibe. Ew evînî her dem dikare bibe.  Evîndarî yek ji hîm û bingeha însanetiyê ye. Ku mirov evîndar be û ji hev hezbikin, evîna şexsîtîya meriv hebe, meriv dikare bi hev re bijî. Û jiyaneke bi aram bidomîne. Lê ji bo wê pêwîste ku, evîn di hundurê meriv bi xwe de hebe. Mirov bi xwe zanibe evîn çiye, û evîniyê his bike. Ez nizanibim evînî çiye, ez nikarim evîndarê tiştekî bibim. Ez nizanibîm evînî çiye, ez nizanim evîndariya kesekî bikim. Ez nizanibim evîndarî çiye, ez nikarim kesekî evîndar fêm bikim. Ez nizanibim evîndarî çiye, ez nikarim fêm bikim yekî evîndar be çawa hezra dike. Ew jî bê guman ji aliyê bîolojîk û genetîk jî ji bo me pêwîst e. Çenku evîn motîvasyonê dide. Em piştî mirina xwe jî bi fikrên xwe, helwestê xwe bi exdayên me hiştine, em karibin jiyana xwe dom bikin, yan jî bijîn. Evîndarî şansekî dide me, bi evîna xwe ya bi zarokên xwe û malbata xwe, yan jî dost û brayên xwe ve mirov bi wê evîndariyê nemir dibe. Ji ber ku meriv dibe parçeyekî bîranîna, însanê din yê bi wî parçeyî dijîn û ew perçe heta bêdawiyê dijî.  

Bingeha evîna ji bo mirovê dinê evîna mirov bixwe je. Lê ev nayê vê wateyê ku em tenê ji xwe hez dikin û dibin narzîst, pesnê xwe didin û tukesî nasnakin. Perceyekî evîne jî car caran rexneye li xwe, kesên din, cand û welate xwe ye jî. Ev ji bo ola êzîdiyatiyê jî wiha ye. Ku em guftogo li ser êzîdiyatiyê nekin, bi cavekî rexne sirove nekin, em êdi ji ola xwe jî qet hez nakin.

Newaf Mîro: Ji bo te felsefe çi ye?

Prof. Îlhan Kizilhan: Ji bo felsefê gelek dîtin û gotin hatine vegotin. Beriya peyva rewşenbîr, yan mirov dikare bêje entelektuel, di sedsala 18demîn de, di peyva fransî de fîlozof û fîlozofî hebû. Feylesofek her kes bû ku pirs ji Keşe dikir. Li ser kêşeyên ne çareserkirî, yên civakê didan ber xwe û bi guftûgo û analîza çareser dikirin. Ev gava yekem bû ku ya bi mijûlbûna tiştan re. Ango poejîn bû. Şertekî ku kes neyê îzolekirî, di cîhana xwe de, bi xwe bi xwe be. Berevajî vegere nava civaka xwe de û çareseriyê di pratîkê de pêkbînin. Ango, li goriya behsa ez dixwazim bikim, ji bilî ponîjinê û her weha pêkanîna di nav civakê de, û ya ji bo civakê ya ku kesekî dike rewşenbîr. Ev jî babetê qabîliyet, naskirin, analîzkirin û hewldana guhertina ji bo civakê ye.

Di dawiyê de mesela mantiq û hêza hizrînê ye. Ez bi xwe ji felsefevanekî weke Sartre hezdikim, ku xwe nêzîkî gel dibînim. Dixwaze fikrên xwe bi rewşa gel, bi taybetî jî çareser bike an jî, rêyekê ji bo wan nîşan bide. Her weha jî Focault bi xwe jî felsefavanekî balkêş e. Ku bi xwe Sartre weke merivekî aksist red dike, xuya dike. Ew xwedî rexnegiriyeke bi aqil û hêza hizrî, bala meriva dikişîne. Dixwaze pirsgrêka cihê reng li ser mijara hişyar bike. Bi kurtayî felsefe derfetekê dide ku meriv tiştê heyî û yê tuneyî, yên dîtbar û nedîtbar mirov karibe şîrove bike. Mirovê felsefevan herdem şîrovekar e. Dixwaze tişta zanî be. Her weha fêm bike. Û bi taybetî jî yek ji herî pîvanê grîngtir yê felsefeyê pirs kirine. Her dem divê pirs bike, li ser wan pirsan jî motîvasyonê dibîn e. Yan ku karibe ji wan pirsa bersiveke ku ew dibîne, yan jî bersiveke ku kesekî din dibîn e. An jî ew bersiv carana hewceye ku bi sedsala, yan bi hezar sala em li ser bifikirin. Lê dîsa jî em nikarin têr bibin yan jî çareserî nabînin.

Pirsa li ser hebûn û tunebûnê însanî, ku eva mîlyon salin însan li ser rûyê vê erdê dijî. Hê jî me bersiveke ku tamema tetmîn bike nedîtiye. Di bersivdayîna xwe de kamil be me nedîtiye. Fesefevan pirsan dike, tişta dixwazin fêm bikin, rastiyê derxin, rastiya objektîv û ya sûbjektîv jî grêdayê hev û din bikin. Ev karekî gelekî zor û zehmete. Lê mirovekî herî hişyar û zane, dikare bibe felsefevanekî baş. Ji ber wê jî di dunyayê de, hem di siberojê de û hem jî di dema îroyîn de jî felsefevanê mezin yên ku meriv bi rastî bêguman bêje felsefevan gelekî kêm in.

Newaf Mîro: Bajarê tu dixwazî lê bijî?

Prof. Îlhan Kizilhan: Li bajarekî li der û dora gola wanê be. Wan ji xwe jî dibe, lê gundek yan jî bajarekî biçûk jî dibe. Der û dorê Wanê ji bo min gelekî hêja û xweş e. Lê her weha jî ev derdorê 40 sale ez li derveyî welate, min li gelek welata kar kiriye. Belku ez nikarim xwe li cihekî entegre bikim. Bajarê ku ez dixwazim bijîm, divê ew bajar be ku însanetî, hevaltî, dostanî, wekhevî û hev qebûl kirin hemû însana lê hebe. Ew bajar ku li Kurdistanê be yan li ciyekî din yê dunya yê be, ku meriv ji hev re rêz girt, cîrantiyeke durust lê hebe. Cûdabûn di navbera ol, nijad, zayendê de, tuntijî nebe, ew bajar bajarekî ji bo min îdeal e. Bajerekî weha, niha heye yan tune?  Min heta niha nedîtiye, lê ez lê digerim. 

FT_Kizilhan_2_2016

Newaf Mîro: Ji bo te Şengal çiye? Helbet karesate wê jî pê re ye.

Prof. Îlhan Kizilhan: Hûn dizanin di 16.06.16 de Dewletên Yekgirtî, ÛN  cara yekemîn di raporta xwe de ku 41 rûpel e jenosîda, ango komkujiya êzîdiya li Şengalê, ku ji aliyê dewleta îslamê Daîşê ve hatiye pêkhatin, fermî qebûl kiriye. Ev tê wê wateyê ku tenê ne jenosîd hatiye qebûl kirin, cara yekemîn Dewletên Yekgirtî, komîsyona mafê mirovan behsa êzîdiyan dike. Li ser hebûna êzîdiyan diaxifin. Û dibêje; êzîdî hene û karesat hatiya serê wan. Ji bo vê jî encameke siyasetê, ya polîtîk derfetê. Ku dibê bi şiklekî siyasî, civakî û olî êzîdî li Kurdistanê bi temamî werin parastin. Min bi xwe di bûyera Şengalê de, li ser navê dewleta Almanya salekê çûme başûrê Kurdistanê.

Li wê derê min texrîben 1400 jin ji aliyê derûnî ve wan dît û ez bi wan re axifîm. Li ser nexweşiyê wan min lêkolîn çêkirin. Ji wan 1100 kes niha li Almanya dijîn. Û li vê derê têne derman kirin. Her weha jî bi mirovên Daişê re bi serokê hukumeta kurdistanê re di têkiliyê de bûm. Tiştê ji min ve tê xuya kirin, rasterast jenosîdek li dijî êzîdiya hatiye pêkanîn. Hê jî niha vê dema ku ez bi te re hevpeyvînê dikim, ew didome. Lewma jî ku ew pirsên paşî ku me berê me bersiv dan, ku êzîdî îro jî li hember hebûn û tunebûnê ne. Em nizanin ku êzîdî di navêna 10-15 salan de êzîdî karibin bi ser xwe ve werin, an jî dê di bin vê karesatê de bi temamî bikevin û di nava 90-100 salî de temamî weke civakeke kurdên êzîdî li dunyayê nemînin.

Newaf Mîro: Ger bijartineke te hebûya, te dixwest dîsa, li ku û weke çi werî dunyayê?

Prof. Îlhan Kizilhan: Ciyekî ku ez niha lê werim dunyayê û em bêjin her tişt ji sedî sed temame tune. Bêguman ji ber ku em weke kurd hatine dunyayê, em weke kurd û toreyên kurdî mezin bûn e, dayik û bavê me derûdora me kurd bûne, ew çand û kelepûra ku niha bûye kevneşopî û ketiye dilê min. Bê guman weke refleks gava ez wê pirsa te dibihîzim, yek car dê merivê bibêjî; ez dixwazim li Kurdistanê werim cîhanê.

Newaf Mîro: Kesê tu herî zêde bîriya wê/î dikî?

Prof. Îlhan Kizilhan: Ji ber ku karê min yê li derve bêhtire, ez bêguman bîriya zarok û malbatên xwe dikim. Gava ez dîsa digihîjim nava zarok û malbata xwe ez gelekî dilxweş û şa dibim. Lê gelek braderên hêja ku li Kurdistanê ne, an jî li welatê dinê ne, ku fikrên meriv nêzîkî heve, meriv mefa û sûd ji hev dibîne, car caran meriv bîriya wan însana jî dike. 

Newaf Mîro: Kiryareke tu jê poşman bûyî hebe û tu bixwazî bêjî?

Prof. Îlhan Kizilhan: Her roj ku mirov çi dike, tiştek têde heye ku bêguman meriv dibêje; xwezî ev tişt nebûna. Ji ber wê jî poşmanî esas gotineke, li goriya jiyana meriv ne duruste. Meriv çewtiya dike, ku meriv xeletiyê xwe zanibe û wan xeletiya durust bike, êdî ne hewceye ku meriv li tiştekî poşman bibe. Lê bêguman herdem xwezî hene. Xwestin hene. Ku meriv dibêje di raboriyê de, dema ez di vî temenî de bûm, xwezî min ev tişt nekirana. Tiştê herî ez lê poşman, tiştê ez lê poşmanim belkî min dilê hinek însanê gelekî nêzîkî min, min şkandine. Xwezî min dilê wan nehişta. Û carna jî hinek tişt hene, ku meriv dixwaze bi tundî bersiva hineka bide, ji bo hereket, ya rastî jî li dijî mirov û gelê mirova. Mirov dibêje xwezî min bi tundî bersiv wan bida. Yan jî zêdetir bertek nîşan bidana. Reaksiyon nîşan bida, ji bo ew neheqî û bersiva wê neheqiyê hatiba dayîn.

Newaf Mîro: Tu dixwazî ji xwênerê malper û kovara Felsefevan re çi bibêjî?

Prof. Îlhan Kizilhan: Beriya her tiştî ez spasiya kekê Newaf dikim, ji bo van derfetên ku daye min, ku ez karibim ji bo kovara we, ya Felsefevan, ez bersiv bidim. Bêguman ez ne mirovekî felsefî me, mirovekî zêde rational im, mirovekî zêde lêkolônvan, li ser şaxê xwe kar dike. Ji bo ku min jî bi we malperê re hevpeyvîn çêkir, ez hinekî li ser mijara felsefî û evînî ku ez her roj bi karê re mijûle lê nafikire, ew bû derfet ku ez li ser vê mijarê rawestim. Her weha ez spas dikim ji bo kek Newaf ku mirovekî gelek rewşenbîr, zana û jîr e. Ji bo min jî şerefeke ku em bi hev re di têkiliyê de ne û me ev hevpeyvîn çêkiriye. Gelek spas hûn her hebin.

Newaf Mîro: Li ser navê xwe û xwînerên felsefevanê ez spasiya cenabê te dikim. Dibêjim mala te ava û ez gellekî şa me ku kesên weke te kedkar û jêhatî di nava civaka me de hene. Bi hêviya xewn bibin rastî û bila meriv bibin pira û benda hezkirin û rêzgirtinê li dunyayê û li vî û wî welatî. 

Newaf Mîro

30.07.16   

newafmiro@gmx.de

Heke çavkaniya hevpeyvînê neyê nîşandan, wergirtinâ wê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin