Helwesteke Ne Li Gor Êtîka Zanistî

Helwesteke Ne Li Gor Êtîka Zanistî

Helwesteke Ne Li Gor Êtîka Zanistî 

    Felsefevan û Mamoste Abdulkadir Gök beşek ji gotara Îbnî Sîna û Spînoza ku ji aliyê Prof. Ahmet Aslan ve hatiye nivîsandin û di sala 2008 ê de min ew wergerandiye kurmancî qopî kiriye û wekî ku fikr û gotinên wî bin, di malpera http://nubihar.com/ ê de di bin sernavê ‘Di dîroka îslamê de felsefe û kelam’ de weşandiye. Bi rastî jî, dema ku ez li vê gotarê rast hatim, şaş û ecêbmayî mam. 

Mirovekî oldar, bawermend û mamoste, çawa dikare tiştekî wiha bike? 

Mim nedixwest ez vê yekê eşkere bikim, lê di wergarandina wê gotarê de ku bi rastî jî gotareke akademîk e, keda min ya bi mehan heye. Helwesta birêz Gok, ne helwesteke pak e û lewma jî ez ê vê yekê eşkere bikim, da ku jêre nebe adet. Çimku çavkanî jî diyar nekiriye û hemû fikran jî, tevlîhev kiriye mixabin…

Kerem bikin beşa gotara Prof. Ahmet Aslan ya bi navê ‘Îbnî Sîna û Spînoza’ ku min ew wergerandiye kurmancî… 

Ji ber van sedeman: Olên mezin jî, mîna felsefeyên mezin xwediyê Metafîzîk, Kozmogolojî, Psîkololojî û Antropolojiyê ne û dîsa wekî Felsefeyê, nêrîneke mezin a dinyayê ne. Helbet divê em vê yekê jî bibêjin ku, rêbaza nêzîkayîtêdana felsefeyê di esasê de ji nêzîkayîtêdana ol cuda ye; aqilane û rexnegir e û bi zanistê re jî, têkiliya wê xurt e.

Heçî ol e, rêbaza bidestxistina wan zanayiyan ku ew dibêjin em xwediyê wan in; ji aliyê bastûrê ve, mirov dikare bibêje ku xwediyê taybetmendiyeke sehekî (ferasetî, sezgîsel) ye. Belam, ev yek nayê wê wateyê ku di navbera felsefe û ol de cudahiyeka ku bi kêrê hatiyê birîn, heye. Lewra di nav exlaqeke herî hişk, kevnoşopî û olî de jî, hêmanên rexnegir û aqilane hene. Û wisa jî, exlaqeke felsefî, rexnegir û aqilane jî; ji wê hînbûniya civakî- dîrokî ya ku jê derketiye holê ku ji ketumetbûn û saziyan jî bi temamî ne serbixwe ye û bi tenê, ji valahiyeka takekesî- entelektuel nayê zayînê. 

Pirsgirêka têkiliyên ol û felsefeyê di serdema navîn de, di cîhana îslamî û filehtiya rojavayê de jî, cihê xwe yê girîng parastî ye. Lê di serdema me de, mirov nikare bibêje ku girîngiya vê pirsgirêkê cihê xwe parastiye. 

Tiştê ku mirov dikare bibêje ew e ku, pirsgirêka têkiliyên ol û felsefeyê, ji aktualîteya xwe tu tişt winda ne kiriye. Belam, di dema me de ev pirsgirêk; zêdetir, veguheriyaye pirsgirêka têkiliyên ol û zanistê, an jî bi awayekî êdî giştî, veguheriyaye pirsgirêka têkiliya aqil û îmanê; an jî, zanayî û baweriyê. 

Di serdema navîn de hem civaka fileh a rojavayî û hem jî, civaka îslam a rojhilatî; di esasê de civakên teosantrîk in. Bi vê gotinê, ez behsa civateke wiha dikim ku hemû saziyên wê yên civakî li ser têgeha ol hatine damezrandin, ku nirxên wê yên exlaqî û çandî jî, bi piranî ji aliyê ol ve têne destnîşankirin. Bi vê yekê re jî, ev civak dibe civateke teosantrîk. 

Ev jî nivîsara birêz Mamoste Abdulkadir Gök ya bi navê ‘Di dîroka îslamê de felsefe û kelam’ …

Olên mezin jî, mîna felsefeyên mezin xwedîyê metafîzîk, koz¬mogolojî, psîkololojî û antropolojîyê ne û dîsa wekî felsefeyê, nêrîneke mezin a dinyayê ne. Erê, ev yek nayê wê wateyê ku di navbera felsefe û olê de cudahîyeka ku bi kêrê hatîyê birîn heye. Lewra di nav exlaqê herî hişk, kevnoşopî û olî de jî, hêmanên rexnegir û aqilane hene. Û wisa jî, exlaqekî felsefî, rexnegir û aqilane jî; ji wê hînbûnîya civakî/dîrokî ya ku jê derketîye holê ku ji sazîyan jî bi temamî ne serbixwe ye û bi tenê, ji valahîyeka entelektuel nayê zayîne. 

Pirsgirêka têkilîyên ol û felsefeyê di serdema navîn de, di cîhana Îslamê û filehtîya rojavayê de jî, cihê xwe yê girîng parastî ye. Di dema me de ev pirsgirêk; zêdetir, veguherîyaye pirsgirêka têkilîyên ol û zanistê, an jî bi awayekî gelêrî, veguherîyaye pirsgirêka têkilîya hiş û bawerî (îmanê) yê; an jî zanayî û bawerîyê.

Di serdema navîn de hem civaka fileh a rojavayî û hem jî, civaka îslamê a rojhilat; di esasê xwe de civakên teosantrîk in. Bi vê gotinê, ez behsa civateke wisa dikim ku hemû ramanên wê yên civakî li ser têgeha olê hatine damezirandin, ku nirxên wê yên exlaqî û çandî jî, bi piranî ji alîyê olê ve têne destnîşankirin. Bi vê yekê re jî, ev civak dibe civateke teosantrîk. 

Têbinî: Xebatên bi kurdî, ne bê Xwedî ne, bila her kes bi vê yekê bizanibe. Bi qopîkirinê, bi texlîdkirinê mirov nikare bi ser bikeve. Ji bo zimanê kurdî jî, ev yek helwesteke xirab e. Ez vê helwesta ku ne li gor êtîka zanistî ye şermezar dikim û bang li malpera Nûbiharê dikim ku wê nivîsara texlîd ji malpera xwe rakin, bila malperê xirab nîşan nede.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com  
09.01.2014 

Lînka gotara resen: http://www.felsefevan.org/ibni-sina-u-spinoza.html 

Lînka gotara texlîd/qopî: http://nubihar.com/di-diroka-islame-de-felsefe-u-kelam.html

Bersivekê binivîsin