Îbnî Sîna û Spînoza

Îbnî Sîna û Spînoza

Îbnî Sîna û Spînoza

      Di dîroka ramanê de pirsgirêka têkiliya felsefe û ol, cihekî pir girîng digire. Mirov dikare bibêje ku felsefe û ol, ji roja ewilî ve bi hevdu re di nav cure bi cure ketumetbûnan de ye. Ol jî, di nav wan civakên ku derketiye holê û pêşve çûye de, herdem cihekî navendî vegirtiye.

Ez di vê niqteyê de naxwazim li ser danasîna felsefeyê bi awayekî dûr û dirêj rawestim. Lê bisûd e ku ez bibêjim ev pirsgirêk bi awayekî balkêş, pirsgirêka herî girîng a felsefeyê ye. Bi tenê ez dikarim bibêjim taybetmediyeke wê ya girîng ew e ku bi sedemên ku xwe dispêrin aqil re livdariyeke ramanî ye û bi vê yekê jî, dixwaze mafdariya xwe nîşan bide.

Bi vê yekê ve girêdayî: Wesfeke girîng ya felsefeyê a din jî ew e ku felsefe mîna zanistê, qîma xwe bi tenê bi xebatên entelektuel- teorîk nayne û di heman demê de, ji celebên pratîk xwediyê fikarên exlaqî û siyasî ye jî.

Bi gotineka din: Di felsefeyê de mirov hem di der heqê xwe û gerdûnê de zanayiyan dide û hem jî, li gorî van zanayiyan pêşniyara jiyaneka takekesî- exlaqî jî dide û heta vê yekê dixwaze jî.

Herwiha, hege em li ser etîmolojiya peyva “ philosophiayê ” hûr bibin ku peyveka yewnanî ye, emê bibînin ku wateya vê peyvê ne tenê “ hezkirina zanayiyê ” ye.

Ev peyv di wateya “ hezkirina zanyariyê ” de ye û ji bo jiyana mirovî, xwediyê wateyeke ye.

Li hêla din jî hege em dest bi babeta ol bikin, em dibînin ku ol jî, bi taybetî ji bo mirovan xwediyê dazanîneke bextewariyê ye yan jî, xwediyê angaşteke wiha ye.

Armanca bingehîn ya olan, bi taybetî jî armanca olên mezin yên ku xwe bi sazî kirine; rizgarkirin û bextewarkirina mirovan e. Ol, dê armanca afirandina mirovan radigihîne wan û bi rêbaza weazê jî, jiyaneka li gorî vê pîvanê destnîşan dike.

Ji bo vê yekê, di ol de yekûna rêzikên tevgerîn û jiyaneke baş, pratîkên yekeyek in.

Bi rastî jî olên mezin, mîna wek misilmantî, filehtî û cihûtiyê; ji ber wan taybetmendiyên xwe, berî her tiştî, bi awayekî giştî wek dazanîneke exlaqî, wek şerîetê dertêne holê.

Ancax ev yek nayê wê wateyê ku di ol de hêmanên entelektuel û teorîk tune ne. Lewra, çawa ku me li jorê jî vegot; olên mezin berî her tiştî xwediyê wê dozîneya bingehîn in ku li gorî vê dozîneyê, (tezê) pêwîst e mirov li gorî wan bijîn û ancax, bi saya vê yekê ew dikarin xwe rizgar bikin û bextewar bijîn. Başeka (pak, qenc) bilind heye û ew, xwediyê zanayiya vê baş a bilind in.

Ji ber van sedeman: Olên mezin jî, mîna felsefeyên mezin xwediyê Metafîzîk, Kozmogolojî, Psîkololojî û Antropolojiyê ne û dîsa wekî Felsefeyê, nêrîneke mezin a dinyayê ne.

Helbet divê em vê yekê jî bibêjin ku, rêbaza nêzîkayîtêdana felsefeyê di esasê de ji nêzîkayîtêdana ol cuda ye; aqilane û rexnegir e û bi zanistê re jî, têkiliya wê xurt e.

Heçî ol e, rêbaza bidestxistina wan zanayiyan ku ew dibêjin em xwediyê wan in; ji aliyê bastûrê ve, mirov dikare bibêje ku xwediyê taybetmendiyeke sehekî (ferasetî, sezgîsel) ye. Belam, ev yek nayê wê wateyê ku di navbera felsefe û ol de cudahiyeka ku bi kêrê hatiyê birîn, heye.

Lewra di nav exlaqeke herî hişk, kevnoşopî û olî de jî, hêmanên rexnegir û aqilane hene. Û wisa jî, exlaqeke felsefî, rexnegir û aqilane jî; ji wê hînbûniya civakî- dîrokî ya ku jê derketiye holê ku ji ketumetbûn û saziyan jî bi temamî ne serbixwe ye û bi tenê, ji valahiyeka takekesî- entelektuel nayê zayînê.

Pirsgirêka têkiliyên ol û felsefeyê di serdema navîn de, di cîhana îslamî û filehtiya rojavayê de jî, cihê xwe yê girîng parastî ye. Lê di serdema me de, mirov nikare bibêje ku girîngiya vê pirsgirêkê cihê xwe parastiye.

Tiştê ku mirov dikare bibêje ew e ku, pirsgirêka têkiliyên ol û felsefeyê, ji aktualîteya xwe tu tişt winda ne kiriye. Belam, di dema me de ev pirsgirêk; zêdetir, veguheriyaye pirsgirêka têkiliyên ol û zanistê, an jî bi awayekî êdî giştî, veguheriyaye pirsgirêka têkiliya aqil û îmanê; an jî, zanayî û baweriyê.

Hebûna xwe jî, mirov dikare bibêje ku bi vî rengî berdewam kiriye. Bêşik, ne dijwar e ku mirov di serdema navîn de sedemên gengeşiya vê pirsgirêkê fêhm bike.

Di serdema navîn de hem civaka fileh a rojavayî û hem jî, civaka îslam a rojhilatî; di esasê de civakên teosantrîk in. Bi vê gotinê, ez behsa civateke wiha dikim ku hemû saziyên wê yên civakî li ser têgeha ol hatine damezrandin, ku nirxên wê yên exlaqî û çandî jî, bi piranî ji aliyê ol ve têne destnîşankirin. Bi vê yekê re jî, ev civak dibe civateke teosantrîk. (Ango, ew civaka ku Xwedê navenda her tiştî ye an jî, wiha tê dîtin.)

Bêguman, di civateke wiha de ku ol têde destnîşankar e; aqlê mirovî jî hewl dide da ku ji xwe re di hemû qadên jiyanê de cihekî bigre.

Têkiliya felsefe û ol, an aqil û baweriyê; wekî tê zanîn pirsgirêkek bi sitirîn e. Ew çareserkirinên ji bo vê mijarê bêne dîtin jî, wê ew jî hindek pirsgirêkên din bi xwe re bînin û ev yek, wê rê li ber rabûn û êrîşên zanyarên ol û felsefeyê veke. Ji ber vê çendê jî, em dibînin ku di dîrokê de gengeşîkerên vê pirsgirêkê, zêdetir mirovên xurt û wêrek in.

Ji wan aqilên mezin û wêrek; yek di cîhana îslamî de ÎBNÎ SÎNA û yê din jî, di cîhana rojavaya serdema nû de SPîNOZA ye.

Li gorî ÎBNÎ SÎNA, mirov ji heywanan cewaz in û bi serê xwe tenê nikarin bijîn. Ji bo ku mirov bikaribin hebûna neslê (celebê) xwe bidomînin, pêdiviya wan bi jiyana civakî û ji bo gengaziya jiyana civakî jî, rêveberiyeke edaletperwer û zagonên bi dadwer heye.

Ol jî, di esasê de zagonên bi dadwer û pêxember jî zagonçêker in. Di vê rewşê de, erka pêxemberiyê erkeke exlaqî û siyasî ye.

Ji bo birêveberina karê dinyayê ya bi dadwer jî, pêdivî bi serokatiya civakî û siyasî heye. Ancax, birêvebirina vê dinyayê ya bi dadwer parçeyeke wê bextewariya resen e, ku di siberojê de li benda mirov e.

Lewra, ji bilî vê dinyayê dinyayeke din heye û li wê dinyayê jî, qedereke din li benda me ye. Mirovahiya tekûz û bextewarî, li wê dinya din e. Ji bo bidestxistina wê dinyayê jî, pêwîst e li vê dinyayê celeba mirovan bidome û wezîfeya xwe bîne cih.

Wateya birêvebirina bidadwer ya vê dinyayê û wateya wan zagonên, ku ji bo vê yekê divên jî, ev e. Gelo, çavkaniya zanyariya pêxemberiyê û şirovekirina sazgêriya (mekanizmeya) wê çi ye?

Li gorî baweriya Îbnî Sîna: Di nava mirovan de ancax komeke gelekî biçûk dikarin di nava wan pêlingên (qademeyên) eqlê teorîk yên mirovî de xwe bigihînin radeya herî bilind a “ eqlê bidestketî ”; bi feyza xwedayî re têkiliyê deynin û jê, heqîqeta hebûna mirovî û xwedayî fêr bibin ku, ev jî; pêxember in.

Ew peyamên ku pêxember wan tînin, deng li kê/ kî dikin?

Di rastiyê de deng li hemû kesan dikin. Lê bi taybetî, deng li wî gelî ku bi behre (qabiliyet, gêruf) û derfetên xwe, ne xwediyê wê hêza gihîjtina heqîqetê ne, dike.  Li gorî wê nêrîna ku çavkaniya wê gelekî kevin e, ku ji layê Îbnî Sîna ve jî tê pejirandin, mirov du beş in; GIREGIR (Bijarte) û GEL.

Giregir, ehlê aqil û gel jî, ehlê hêza xiyalê û îqnayê ye. Giregir, ji heqîqeta razber û peytê; gel jî, ji mînakên girgîn û gotinan fêm dikin. Armanca pêxemberan ew e ku, bi riya pêkanîna mebesta xwedayî, mirovan bigijîne wê bextewariyê; ew bextewarî ku ji bo wan hatiye afirandin.

Ancax, ji ber ku piraniya mirovan ji vê têgihîjtina heqîqeta xwedayî û mirovî dûr in û ne xwediyê wan tevgerên li gorî vê pîvanê ne; pêxember jî, wê heqîqetê werdigerînin zimanekî ku ew jê fêhm dikin û wisa jî, vediguhezînin wan. Û dîsa çend rêzikên ku gel sedemên wan fêhm nake jî vediguhezînin gel û bi van, tê xwestin ku gel li hemberê van rêzikan ranebe û zor didin da ku mirov tevgerên bierdem nîşan bidin. Pêxember, ji bo bidestxistina armancên xwe, bi taybetî; divê di du babetan de bi dilniya (bi israr) bin û di van babetan de xelkê agahdar bikin.

Ev babet jî; hebûna Xwedê û jiyana siberojê (pêşerojê) ne. Ancax, ev zanayî jî divê bi zimanekî ku xelk jê fêhm dike bin. Wek mînak: Pêxember di derheqê wesfên Xwedê û cihên wî de, wê nikaribin bibêjin ku ew di nava sînorên derdûnê de ye an li derveyê sînorên gerdûnê ye û wê nikaribin metafizîkeke bi vî rengî bikin.

Wê ji wan tiştên, ku xelk wan hêja û gewre dibîne û qîmetê dide wan dest pê bikin û wê bi mînakan Xwedê bidin nasandin. Wê ji bo jiyana siberojê jî, heman rêbazî bişopînin. Di jiyana siberojê de, bi taybetî wê li ser ezab û bextewariya ku li benda mirov e rawestin; ancax vê yekê jî, wê bi şeklekî hêsan pêşnûma bikin, da ku xelk jê fêhm bikin.

Li gorî bîr û baweriya ÎBNÎ SÎNA: Hege olek di jiyana siberojê de ji nû ve vejîna laş, dîtina hesabê û cezaya bedenî û xelatan, fêrî mirovan neke û bi tenê behsa ceza û xelata giyanî bike; wê piraniya mirovan ji vê têgihiştinê dûr bin û wê ji bo jiyana siberojê, tu hewes û tirsê hîs nekin.

Ji bilî vê yekê; ÎBNÎ SÎNA hewl dide da ku şert û ferzên olî jî, bi awayekî aqilane şirove bike. Li gorî baweriya wî: Ji bo bicîhbûn, ji bîrnekirin û rehberdana dazanînên xwe û ji bo hînbûnîkirina wan û ji bo zindîgirtina jiyana siberojê û tirsa Xwedê; pêwist e pêxember hin rê û rêbazan jî biafirînin.

Ji bo vê yekê jî, pêxember bêgav in ku hindek pratîkên ku Xwedê û jiyana siberojê tînin bîra mirovan, bi wan bidin pejirandin. Ev pratîk yan bi fermenkirina hindek tevgeran (mesela nimêj) an jî, bi hindek qedexekirinan (mesela rojî) dertê holê û bi lewn dibe. Dîsa ji bo xurtkirin û berfirehkirina şerîetê, wê hindek dêlindêz û pêşniyar jî, lê bêne zêdekirin.  (mesela hec, cîhad)

Di encamê de, gelo têkiliyeka çawa di navbera ol û felsefeyê de heye?

Li gorî nêrîna Îbnî Sîna; hem ji hêla babetan û hem jî ji hêla armancan ve, ol û felsefe gelekî dişibin hev. Felsefe jî dixwaze ku bigihîje hebûna mirovî û xwedayî, bigihîje zanayiya gerdûnî ya rast û li gorî guncanitiya vê zanyariyê; yên baş nîşanî mirovan bide û wan bigihîjîne bextewariyê. Ferqa di navbera wan de, bi tenê di şeklê îfadekirina wan de ye.

Felsefe, zanayiya lêhatî û peyîtandî ya heqîqetê ye. Ol jî, zanayiya sehekî ya heman heqîqetê ye ku, bi awayekî mecazî; li gorî sewiyeya dilêrîna gel, lê hatiye  rikibandin.

Li gorî vê yekê mirov dikare bibêje ku, herdu jî li gorî civakên ku xîtabê wan dikin, rast in.  Lê di wateyeke teqez û felsefî de, yên ku rast e; felsefe ye. Ancax, hege em vê berhevdanê (rûbirûkirinê) ji bo fîlozof û pêxemberan çêbikin; ji hêla xwedîbûna zanayiya lêhatî ve, di navbera wan de tu ferq tune.

Heta mirov dikare ji bo pêxemberan, behsa raseriyeka wiha jî bike: Pêxember ne wek fîlozofan in; ew riya denglêkirina mirovan dizanin û heta li gorî guncaniya wan zanayiyên ku tînin; riya birêvebirina gel jî dizanin. Pêxember ew kes e ku, tiştên ku ji bo vê yekê divên, ew dizane wan di lewna zagon, rêzik û pratîkan de bi gel bide pejirandin.

Di vê niqteyê de, ez bersivandina vê pirsa ku wê bête aqlê we jî, bi feyde dibînim:

Li gorî vê teoriyê: Gelo ol nakeve wê rewşa zanayiyeka qelp û zagonên olî an şerîet jî nakeve rewşa alavên qelp yên exlaqî- siyasî ku ji bo birêvebirina gel, hatine lê rikibandin?

Li gorî baweriya me: Tawanbarkirina ÎBNÎ SÎNA û fîlozozofên îslamî yên ku beriya wî û piştî wî hatine û heman nêrînê bi guhêraniyên biçûk pejirandine, ne rast e. Lewra, ne di ramanên Îbnî Sîna de û ne jî di ramanên fîlozofên îslamî de; ji bo pejirandina, hebûna bedgumanî an jî durûtiyeke; tu sedemeke mafdar tune. Li gorî wan, yên ku ol afirandiye ne mirov in, Xwedê ye.

Xwedê bi xwe, bi rêyeka din; ango, bi zimanekî ku jê fêhm bikin, xwestiye ku deng li mirovan bike û wan bigihîne rizgariyê, ku mirov bi serê xwe tenê ne xwediyê wê hêza gihîştina bextewariyê ne.

Ol bexşeke Xwedê ye ku daye gel. Pêxember jî, ne sextekar in. Berevajiya vê yekê; pêxember bi saya wan taybetmendiyên xwe yên darberz û li gorî pêdiviyên vê zanayiyê, xelkê ber bi riya bextewarî û rizgariyê ve diajon.

Em werin ser ramanên Spînoza: Spînoza di sala 1970’ ê de di berhema xwe ya bi navê “ Li ser ol û dewletê ” de li ser vê babetê rawestiya ye. Bi vê pirtûka xwe re, Spînoza dixwaze nîşan bide ku di siyasetê de pêdivî bi nêrînên olî tune û nabe ku nerîna olî di siyasetê de bibe xwediyê rolekî.

Her wiha, ew dixwaze ku qada siyasetê ji qada olî bê cudakirin û siyaset jî, ji bin bandûr û desthi-latiya dêrê bê rizgarkirin.

Tê zanîn ku Spînoza di vê berhema xwe de bi giştî, di bin bandora fîlozofên îslamî de maye; bi taybetî jî, di bin bandora ÎBNî SÎNA de. Bi tenê, bi awayekî ji wan cuda; hewl daye ku taybetmen-diya exlaqî ya olê zêdetir derxe pêş û hêla wê ya entelektuel- teorîk jî, li ber siyê bihêle û bi vî awayî jî, qadên (an babetên) ol û felsefeyê, bi temamî ji hev veqetîne.

Teza wî ew e ku dibêje; ol bi tenê şîreta edalet û hezkirinê dide; dazanîneka exlaq û bextewariyê ye ku, armanca wê jî, bextewariya mirov e.

Li hemberî vê yekê jî: Her cure zanayiya heqîqeta entelektuel- teorîk; bi tenê di felsefe û zanistê de heye.

Rawestgehên vê teoriyê yên ku berbiçav in û bala mirov dikşînin, ev in: SPîNOZA wiha bawer dike ku, taybetmendiya herî girîng ya pêxemberan; xwedîbûna wan ya hêza xiyalê ye.

Li gorî angaşta Spînoza: Tiştê ku ji pêxembertiyê re bêgav divê, ne aqlekî darberz e, hêzeka zindî û xurt ya xiyalê ye. Di warê şirovekirina sazgêriya ( mekanizmeya ) pêxembertiyê de jî, Îbnî Sîna zêdetir xwe berdide nav hûrgiliyan.

Spînoza wiha bawer dike ku, pêxember xwediyê hêza veguhastina heqîqetên felsefî- giyanî ne û di heman demê de ew kes in ku, wan bûyerên ku diqewimin, ew çawa bin wan wisa jî dipejirînin.

Her wiha, ew wan heqîqetan di çerçoveya nêrîn, hînbûnî û afirîşa ( tebîet ) xwe de wan bi awayekî sembolîk û sehekî dipejirînin jî. Hege pêxember gundî be; wê di wehiya xwe de çêlek û gayan, hege leşker be; wê artêş û fermandaran, hege destûrmendekî sarayê be; wê qral û textan bibîne. Alameta herî girîng a rastiya mesajên pêxemberan, her çiqas behît (mucîze) bin jî; ya herî girîng ew e ku, ew mesaj, dazanînên rast yên exlaqê ne.

Li gorî ramanên Spînoza: Armanca wan mesajên pêxemberan ew e ku, mirovan vexwînin jiyaneka hilikrast û xwedîerdem. Her wiha, wesfen pêxemberan yên sereke ne zanyariya wan ya di warê tiştên xwezayî û giyanî ye; zanyariya wan ji oldarî, dilpakî û exlaqbûna wan tê. Ol bi xwe jî, ne fizîk an metafizîkek e û pêxember jî; ne fizîkzan, ezmannas an jî metafizîkzan in.

Lê ev yek nayê wê wateyê ku, ol di naveroka xwe de tu hêmanên metafizikî û entelektuel- teorîk yên ku xwediyê qîmeteka zanayiyê ne, nahewînin. Ew bi tenê, zanayiyên spekulatîf diguncînin ku ji bo jiyaneka bierdem û rast; pêdivî bi wan tê dîtin. 

Van zanayiyan jî, çawa ku ÎBNÎ SÎNA jî gotiye; mirov dikare bi du pêşniyaran vebêje: Xwedayekî serwer ku bala wî li ser hemû tiştî ye; ji mirovên qenc, hez dike û ew Xwedaye ku, mirovên ku jiyaneke binamûs û xwedîerdem didomînin; ji wan hez dike û wan xelat dike. Yên ku beravajiya vê yekê dikin jî, wan ceza dike.

Li gorî nêrîna Spînoza: Armanca pirtûka pîroz, ne fêrkirina zanistê ye; ew ji mirovan bi tenê stûxwarkirinê dixwaze, neku nezanî ye. Pirtûka pîroz bi tenê serkêşiyê (bêîteatiyê) mehkûm dike. Îman, bi tevgerê re têkildar e û tevger e. Yên ku xwediyê baweriya baş in; ew ne ew in ku, di asteka bilind de xwediyê zanayiya sedema ne. Lê, xwediyê baweriya herî baş ew kes in ku, ber bi hêla edalet û hezkirinê ve tevdigerin.

Spînoza, ji vê derê encameke derdixe ku ev encam di civakên hemdem de xwediyê cihekî pir girîng e. Mirovekî/ e ku li ber fermana Xwedê ranebe; lê di baweriyên xwe de ji mirovên din cuda bifikire û dîsa jî, hege tevgerên rast û xwedîerdem nîşan bide; ew mirov, mirovekî/ e xwedîbaweriyeke rast e. Yên ku divê bêtin mehkûm kirin, yeqînên (qeneetên) mirov in, nîşanda-na tevgerên serkêş in…

SPÎNOZA jî wekî ÎBNÎ SÎNA, mirovan dike du beş: GIREGIR (Bijarte) û GEL.

Li cem Spînoza jî, ol di esasê de deng li gel dike û ji bo jiyaneke bierdem û bextewar; bandorekê li hêza gel ya xiyalê dike û wan, ber bi jiyaneke xwedîerdem ve diajo û ji bo pêkanîna vê yekê jî, zimanekî herî bibandor tê bikaranîn.

Bi vê hevokê ve girêdayî: Di pirtûka pîroz de daketina Xwedê ya çiyayê Sînayê û bi tirimbêlekî agirî derketina Elîas ya ezmanan; di rastiyê de ji bilî sêwiranan (tasavur) û xiyalê, ne tu tişt in û gelek bûyerên bi vî rengî wekî rasteqîniyan têne vegotin.

Di encamê de wekî hate dîtin; Spînoza di hindek xalan de ji Îbnî Sîna vediqete; lê di bingeha dozîneya (teza) xwe de, çareseriya wî parve dike.

Mirov dikare di vê xalê de bibêje ku, felsefeya rojavayê ya serdema nû; ji felsefeya îslamê ketumet bûye û vê yekê jî, xwe di vê mînakê de nîşan daye.

Bi vê mijarê ve girêdayî:

Vekolanên me nîşanê me didin ku, Spînoza bi riya ramanên MAYMONÎDES ku fîlozofekî sedsala 12’ an û mirovekî cihû bû; di wateyeka giştî de, ji ÎBNÎ SÎNA û FELASİFE ketumet bûye û di bin bandora wan de maye.

Di dawiya gotinê xwe de; ez dixwazim der heqê teoriya Îbnî Sîna û Spînoza de hindek nêrînên xwe yên şexsî jî vebêjim: Ez nizanim ev teorî rast in yan na? Lê di vê derê de ew rastiya ku ez behsa wê dikim, rastiya zanistî ye. Lê wekî gelek kesan, ez jî wiha bawer dikim ku di felsefeyê de pêdiviya me, tu carê bi rastiyeka wiha tune.

Di felsefeyê de tiştê girîng ew e ku, der heqê pirsgirêkan de mirov bikaribe çareseriyeke giştî, aqilane û bivac (mantiqî) bîne û vê yekê şirove bike.

Ji ber vê çendê, mirov dikare bibêje ku teoriyên ÎBNÎ SÎNA û SPÎNOZA yên der heqê têkiliya ol û felsefeyê de ne; wekî teoriyên serkeftî xuya dikin.

Berî her tiştî mirov dikare bibêje ku, her du fîlozof jî bi wêrekî nêzî vê pirsgirêka navendî û kulturî bûne ku, di rastiya xwe de ev yek; ji bo civak û serdema wan, xwediyê girîngiyeka mezin bû. Zêdetirê vê yekê jî; bi awayekî aqilane, mantiqî, rast û berfireh; şiroveya vê pirsgirêkê jî dane.

Tiştê ez pê zanim; di warê têgihiştina bûyera ol û şirovekirina têgeh û bûyerên olên semawî de; psîkolojiya ol a hemdem, civaknasiya ol, felsefeya ol û vekolanên ol yên kemperî, hê jî ne gihîştine encamên êdî serkeftî.

Prof. Ahmet Arslan 

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Prof. Ahmet Arslan, Li zaningeha Egeyê di zankoya edebiyatê de serpereştê beşa felsefeyê ye. 

Çavkanî: SEMÎNER 4. Pirtûka vekolanên perwerde, felsefe, civaknasî, psîkolojî û Antropolojiyê. Weşanên Zaningeha Egeyê. Rêbendan 1985. Çapxana Şefeq Îzmîr.

Bersivekê binivîsin