Di Felsefeya Hegel De Şuûr (1)

Di Felsefeya Hegel De Şuûr (1)

Di Felsefeya Hegel De Şuûr/Têgij 

      Sîstema felsefî ya ku Hegel ava kiriye, têgihîştina wê gelek dijwar e. Ev sîstem, û ramanên wî yên ji bo şuûr/têgijê jî têde, xwediyê taybetmendiyek wisa ye, heke ku wek pêwîst e nas kirina vê sîstemê bihê xwestin bi awakî rêkûpêk, dê bi kûrahî û berfirehiyek dawî lê nehatî re rûbirû bihê mayîn, û li alîyê din jî, bêyi daketina nav kûrahîya vê sîstemê riska windabûna girîngî û wateya wê derdikeve holê.

Di vê gotara kin de bê guman dê ev rîsk li ber çavan were girtin da ku helwestek navînî bihê şopandin. Li cem Hegel têgîna têgijê bi destpêkek gelek hêsan ve dest pê dike, lê bi dest re, dihirike nav kûrahiya sazîyek, ku di xwe de, têkilî û karpêkirinên ku têgihîştina têkelî û komplîkasiyonên wan pir dijwar e, dihêwirîne. Lewre jixwe sîstema wî ya têgihîştina hebûnê bixweber pir têkel û girîft e.

Ji ber ku wate û nirxa têgina şuûr/têgijê heşkeheşk bi saziya sîstema wî ve girêday e, pêwîst e ev sîstema Hegel, bi kurtasî be jî hinekî were vekirin. Jêhildanek ji gotara Alî Gurdîlî ya li ser George Wilhelm Friedrich Hegel, dê vê meremê çenek bitebitîne: «Hegel dema ku felsefeya xwe pêk tîne, rêbaza dîyalektîkê bikar tîne… Li cem Hegel jî wek rêbaza dîyalektîkê, ji bo têgihiştin û derxistina holê ya heqîqetê, rêbaza sereke ye. Rêbaza dîyalektîk ew rêbaz e ku têgehekî bi dijberê xwe re dinîrxîne û ev yek, di vê rêbazê de prensîbekê girîng e. Mesela em bibêjin reş û sipî, nêr û mê û hwd. Bi vî awayî her têgeh, bi dijberê xwe re dikeve têkîliyeka (danûsitandineka) tez û antîtezê. Mesela em bibêjin bila reş û sipî bibin tez û antîtez, wê demê mirov dikare bibêje ku wê ew ê bigihêjine sentezeka wek gewr…

Di ramanên Hegel de xweza, îdeyek e (heyîna teqez e) ku ji xwe cihêreng bûye. Têgeha îdeyê ku têgehek razber (soyut) û cihêreng e, yeko yeko vediguhere heyînan, ango dibe heyîn û bi vî awayî jî dibe heyînek, dibe heyînek ji derveyê xwe….

Di felsefeya Hegel de zanayî, têgînî (kavramsal) ye û gelekî zêde razber e. Ji ber vê yekê jî têgeh (têgîn) di maweyeke diyalektîkî de, di têkiliyeka tez-antîtez û sentezê de bi pêş dikeve û di vê pêşketinê de ji nakok û dijberên ku di naveroka wê de ne, xwe xilas dike. Lê pêşveçûna têgehê ya diyalektîkî, bi serê xwe tenê ne besî derxistina holê ya heqîqetê ye. Bi awayekî nekêm ji bo ku heqîqet bikaribe derkeve holê, divê aqlê gerdûnî jî bigihêje bîra (hişa, şiûra) xwe û xwe ji hemû nakokiyan rizgar bike…

Bi gotina zêhn an jî hiş mebesta Hegel, aqilê gerdûnî (Geîst) ye. Geîst an jî aqilê gerdûnî, xwe bi xwezayê re bi awayekî dijber raxistiye holê. Geîst an jî aqilê gerdûnî, ji bo derketina holê ya zanayiyê, gelekî girîng e. Aqilê gerdûnî (Geîst) di xwezayê de xwe bi aqilê mirov dide der…

Di felsefeya Hegel de xaleka din ya girîng jî, hevgirtina rastiyê ya bi sîstemê re ye. Ango, rastiya tiştekî girêdayê hevgirtina wê ya bi sîstemê re ye. Lewra sîstem ji zanayiyên sehekî dest pê dike û heta asta saf ya aqil, dereceyên rastiya zanayiyê radixe holê. Ji ber vê yekê jî rastiya zanayiyeke ew e ku bi sîstemê re hevgirtî be. Geîst ji bîra kirdewar dest pê dike û ber bi bîra nesnel ve û ji wir jî ber bi bîra mitleq ve dihêre…

Ji ber vê çendê jî yekîtîya îdeyê, di xwezayê de bi awayekî eşkere xwiya nake, xwe vedişêre û nûxamtî ye. Em di xwezayê de piraniyê dibînin. Herweha heyînên yeko yeko yên di xwezayê de hebûna xwe ji xwe wernagirin, ji îdeyê werdigirin û bi îdeyê re jî bi temamî ne guncan in, di navbera wan de lihevhatinek berbiçav tune….

Ji ber vê yekê jî di xwezayê de dibetiyek li ser kar e. Derketina derêxwe ya îdeyê ku dibe bîyaniyê xwe, di xwezayê de tê dîtin. Heyîna teqez (mitleq) ji bilî xwe, li derveyê xwe bûye heyînek û bûye bîyaniyê xwe…. Ev felsefe di naveroka xwe de gelekî taybetmendiyên razber diguncîne û ev yek jî, têgihiştina wê dijwar dike» (1) Di nav demê de, xwe wek gîyanê vekirin an jî ”xwe ji xwe kirin” a îdeyê (Geîst) ew pêkhatin e: ku ew (Geîst) a bi xwe di xwe de û bê bireser e, di bireserîtî û ”nedixwedebûn” ê de dikeve nav tevger- hirikînek bercestebûn û xwe pêkhanînê. Ev kiryar a derketina derveyê xwe ya îdeyê tevgera hebûnê ye. Ev tevger, ku têde gewher vediguhere kirdeyê, waneka şuûr/têgijê dadigere waneka têgija xwebûnê, ewa di xwe de diqulibe ewa ji bo xwe; armancek xwe nasîn-zanîn û ji nû ve li xwe zivirînê dihêwirîne di xwe de. (2)

Di vê pêkhatin û tevgerê de pêwîst e ku şuûr/têgij jî rê hilde ji qonaxa zanîna ewa li derveyê têgijê, bi xwe di xwe de heta zanîna mitlaq a ku bi refleksiyonek derbarê xwe ve haydar e ji hemû qonaxne xwe yên hindurîn, ên ku zanîna mitlaq ji wan bi dagirtinek gerdûnî ve derbas dibe. Behreyek-qebîliyetek bêyî hilberandin-afirandina hilber û berhemekî nikare ji potansiyelbûnê derkeve bal hebûnek çalak û girgîn. Şuûr/têgij ji bo xwe pêkhanînê hewciyê heyberek derveyê xwe ye. Bêyî têkilbûn, xwe winda-ji bîr kirin a di nav heyberek din de, li xwe vegerîn, ji nû ve xwe nasîn a têgijê ne pêkan e.Lê xwetêgij/şuûra xwebûnê bi derbasbûn û rêhildan a di têkoşîna xwe nasîn-danasînê de û bi têkiliya bi şuûra xwebûnek din re digihîje têgija xwebûnê. Hegel dibêje heke bi awakî teqez were gotin şuûr/têgij: bi wanekek/objeyek re hebûn-çêbûna têkiliya ”ez”ê ye. Lê têgij bi wî awayî ku wanekek ji bo nasandinê hildide nav xwe, di wê gava ku wanekê wek wanek ji xwe re dihesibîne, xwe wek têgija subjektîv di nav objeyê de ji bîr dike. Têgij li vir êdî di navbera xwe ji bîr kirin a di nav objeyê û heta qonaxa ji nû ve li xwe vegerînê de avahîyek çê-na-bûyî ye.

Di maweya vê pêvajoyê de têgij ji lay dîyalektîkek dînamîk ve bêyî çarvebûn-tebitîn dihê velivandin, dagerandin heta ku kirde bigihîje nasnameya xwe ya xwebûnê. (3)

Hegel dibêje du teherên hebûn-bûbûnê hene: tiştên di xwe de wek tişt heyî, Heyîyên ku ne tenê di xwe de wek tişt, lê bi xwedîbûna têgijeke ku pê ji hebûna xwe haydar ve ji bo xwe hene. Ev heyîyên xwedîyê şuûr/têgij ji hebûna xwe behreyek teswîr-sêwirandinê tevlî bûjena hebûna xwe dikin. (4) Ji vir ve dest bi çêkirina saziya têgijê dihê kirin. Wek li jor hatibû dîyar kirin ku li cem Hegel,destpêka têgîna têgijê li ser binateyek hêsan, lê di sazîyek têkel de ye. Hegel ji bo şuûrê sazîyek ku ji kombînezon, li bal hevûdu de kombûnek hêsan a kirde, obje, demê destpêdike û ber bi merhaleyên têkel ên wek bihîzyarî/berhesbûn, têgihîştin, serwextkarî/feraset û cîhana der-sehekan hildikişe sêwirandiye. Hegel şuûrê li ser sê hêmanên wisa ava dike ku bi wan re, di heman demê de qalîteyên xwediyê hem xweserîtî, hem jî nexweserîtiyê ne hene: wek kirde xwe/ez, wek dem lehze/anihatî, wek wanek/obje li vir bûna tiştekî. Li vir bûn an jî cîhê tiştek lê ye, heye ku ev şûn/cîh hindur, derve, jêr, jor û deverek din be.

Ango ligel tişta xwe livirbûnek ku dikare di fezayê de li her deverê be. Lehez/a-niha jî her wisa. Kêlî an jî anihatiya jê dihê axaftin, hêj beriya axafitin biqede dibe kêlî/lehzeyek din. A-niha di nav demê de dikare bibe hemberiya hemû kêliyên demeke bîst û çar seetan an jî demeke bê serûber. Xwe/ez jî ji vê çeqûberê nafilite. Ez di nav agahî û têgihîştina bi wanekek ve pêkhatî de dikare di dêleva vê ramanê de wê ramana din bide ber xwe, di dewsa xanîyê di baxçe de bala xwe bide kevirê li kêleka xanî. (5) Lê li hember vê guhêrbarî Ü neteqeziyê, ev hêman di xwe de kitalî/yekanetiyek qasî bi tu hawî li bal tiştek din de nehê daxistin elemanter be dihêwirînin. Di destpêkê de şuûr/têgij hêsan, hejar û rijî ye. Lewra ji bo kar pê kirinê, kirde û obje di demê de hêj nû hatine cem hevûdu. Obje hêj bi awakî sîstematîk ji kirdeyê re nebûye bireserîtî, kirde jî hêj di nav çalakîyek kûr a hizirînê de nîne bêyî helsegandinek berfireh a objeyê, û lehze jî bi awakî herî zêde nêzîkê rewşa xwe ya serdestpêkê ye. Ev merhaleya şuûrê ya bihîzyarî an jî berhesbûnê ye. Ango misogerbûna anihatî-bixwebertiya objeyek derve ye ku wek daneyekê di war-li vir, û dem-lehzeyê de eşkere û kifş dibe li pêşberî kirdeyê. Êdî objeyê bi tevî taybetmendî, rewişt û qalîteyên wê ve nasandin dikeve rojeva pêdaketina şuûrê… 

Orhan Agirî  

ordirim@hotmail.fr 

24.02.2014 

Nivîs dê bidome.  

Jêder 

1- http://www.felsefevan.org/george-wilhelm-friedrich-hegel-1770-1831.html.

2- http://www.persee.fr/web/revues/home/prescript/article/phlou_0776-555x_1940_num_43_67_4028

3- La Conscience (Têgij/Şuûr), Flammarion, Paris, 2005. Olivier Putois

4- http://jeanzin.fr/ecorevo/philo/hegel/phenomen.htm

5- La Conscience (Têgij/Şuûr), Flammarion, Paris, 2005. Olivier Putois 

Ger çavkaniya gotarê neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin