George Wilhelm Friedrich Hegel

George Wilhelm Friedrich Hegel

George Wilhelm Friedrich Hegel

George Wilhelm Friedrich Hegel [1770-1831] fîlozofekî alman e. Li Stutgartê hatiye dinyayê. Sîstema ku ji aliyê Hegel ve hatiye damezrandin, bi navê ‘mentîqa dîyalektîk’ tê naskirin. Li gor vê sîstemê, ramanek (tez), tevlî ramaneka li hemberê xwe dibe (an jî dijberê xwe diafirîne, tîne holê) (antî-tez) û ji vê yekê dilêrîneka nû tê holê ku ev jî sentez e.

Girîngîya Felsefeya Hegel jî kû tê?

George Wilhelm Friedrich Hegel (1770-1831) ew fîlozof e ku şeklê herî dawî daye îdealîzma alman û îdealîzma alman gihandiye encamên mentîqî. Ramanên fîlozofên berîya xwe yên wek Fichte û Schelling, bi awayê sentezeka hevgirtî û bi awayekî ku mirov û hemû gerdûnê biguncîne, raxistiye holê.

Sîstema Hegel di dîroka felsefeyê de sîstema herî mezin ya dawî ye. Herweha dîsa yê ku rêbaza (metoda) dîyalektîkê bi awayekî nekêm bikar anîye, dîsa Hegel e. Bi vî awayî jî, têgeha guherîn û çêbûnê ji nû ve; beyî ku ji holê rabin an jî bandûra wan ji holê rabe, carekê din xistiyê qada ramana felsefî.

Wek tê zanîn Hegel wek damezranerê îdealîzma dîyalektîk jî tê pejirandin.

Ji bilî vê yekê mirov dikare bibêje ku felsefeya Hegel, gelekî bandûr li marksîzmê kiriye û marksîzm gelekî di bin bandûra felsefeya Hegel de maye. Bi awayekî kûr ji bo têgihiştina marksîzmê, pêdivî bi zanîna felsefeya Hegel heye, heta em dikarin bibêjin ku ev yek şert e jî.

Felsefeya Zanayîyê ya Hegel

Georg Wilhelm Friedrich von Hegel di sala 1770 an de li Stutgarta Germanya (Almanya) hatiye dinyayê. Hegel di destpêkê de li Heildelbergê û piştra jî li Berlînê, li zaningehê mamostetîyê kiriye. Bi rêya berhemên xwe, hem rasterast û hem jî bi saya Karl Marx, bandûreka mezin li dewra xwe kiriye. Felsefeya Hegel hebekî tevlîhev e û zor tê têgihiştin. Ev felsefe di naveroka xwe de gelekî taybetmendiyên razber diguncîne û ev yek jî, têgihiştina wê dijwar dike.

1- Hegel dema ku felsefeya xwe pêk tîne, rêbaza dîyalektîkê bikar tîne. Wek fîlozofên serdema pêşîn yên yewnan, li cem hegel jî wek rêbaza dîyalektîkê, ji bo têgihiştin û derxistina holê ya heqîqetê, rêbaza sereke ye.

Rêbaza dîyalektîk ew rêbaz e ku têgehekî bi dijberê xwe re dinîrxîne û ev yek, di vê rêbazê de prensîbekê girîng e. Mesela em bibêjin reş û sipî, nêr û mê û hwd. Bi vî awayî her têgeh, bi dijberê xwe re dikeve têkîliyeka (danûsitandineka) tez û antîtezê. Mesela em bibêjin bila reş û sipî bibin tez û antîtez, wê demê mirov dikare bibêje ku wê ew ê bigihêjine sentezeka wek gewr.

2- Li gor bawerîya Hegel, ji bo hilberandina (bidestxistina) zanayîyê, cudahiya aqil û ezmûnê tune. Lewra li gor nêrîna wî, ew zanayîya ku dibêjin ji ezmûnê te, ew jî ji aqil tê û naverokeka zêhn an jî hiş e.

3- Bi gotina zêhn an jî hiş mebesta Hegel, aqilê gerdûnî (Geîst) ye. Geîst an jî aqilê gerdûnî, xwe bi xwezayê re bi awayekî dijber raxistiye holê. Geîst an jî aqilê gerdûnî, ji bo derketina holê ya zanayîyê, gelekî girîng e. Aqilê gerdûnî (Geîst) di xwezayê de xwe bi aqilê mirov dide der. Aqilê gerdûnî ya ku di xwezayê de û li cem mirov deng vedide, di pêvajoyeke dîyalektîkî de dixwaze ku were zanîn û naskirin. Ji ber vê yekê jî di felsefeya Hegel de: ‘Yên aqlî, rasteqîn û yên rasteqîn jî aqlî ye.’ Erka felsefeyê jî di zêhna mirovî de derxistina holê ya aqilê gerdûnî ye.

4- Di felsefeya Hegel de zanayî, têgînî (kavramsal) ye û gelekî zêde razber e. Ji ber vê yekê jî têgeh (têgîn) di maweyeke dîyalektîkî de, di têkiliyeka tez-antîtez û sentezê de bi pêş dikeve û di vê pêşketinê de ji nakok û dijberên ku di naveroka wê de ne, xwe xilas dike. Lê pêşveçûna têgehê ya dîyalektîkî, bi serê xwe tenê ne besî derxistina holê ya heqîqetê ye. Bi awayekî nekêm ji bo ku heqîqet bikaribe derkeve holê, divê aqlê gerdûnî jî bigihêje bîra (hişa, şiûra) xwe û xwe ji hemû nakokîyan rizgar bike.

5- Di felsefeya Hegel de xaleka din ya girîng jî, hevgirtina rastiyê ya bi sîstemê re ye. Ango, rastiya tiştekî girêdayê hevgirtina wê ya bi sîstemê re ye. Lewra sîstem ji zanayîyên sehekî dest pê dike û heta asta saf ya aqil, dereceyên rastiya zanayîyê radixe holê. Ji ber vê yekê jî rastiya zanayîyeke ew e ku bi sîstemê re hevgirtî be. Geîst ji bîra kirdewar dest pê dike û ber bi bîra nesnel ve û ji wir jî ber bi bîra mitleq ve dihêre…

Di Felsefeya Hegel De Xweza

Di ramanên Hegel de xweza, îdeyek e (heyîna teqez e) ku ji xwe cihêreng bûye. Têgeha îdeyê ku têgehek razber (soyut) û cihêreng e, yeko yeko vediguhere heyînan, ango dibe heyîn û bi vî awayî jî dibe heyînek, dibe heyînek ji derveyê xwe.

Ji ber vê çendê jî yekîtîya îdeyê, di xwezayê de bi awayekî eşkere xwiya nake, xwe vedişêre û nûxamtî ye. Em di xwezayê de piranîyê dibînin. Herweha heyînên yeko yeko yên di xwezayê de hebûna xwe ji xwe wernagirin, ji îdeyê werdigirin û bi îdeyê re jî bi temamî ne guncan in, di navbera wan de lihevhatinek berbiçav tune.

Ji ber vê yekê jî di xwezayê de dibetîyek li ser kar e. Derketina derêxwe ya îdeyê ku dibe bîyanîyê xwe, di xwezayê de tê dîtin. Heyîna teqez (mitleq) ji bilî xwe, li devreyê xwe bûye heyînek û bûye bîyanîyê xwe.

Di ramanên Hegel de bingeha ramana bîyanîbûnê, ku piştra di felsefeya Marksîst de bûye xwedîyê cîhekî girîng, ji vê niqteyê tê. Serê binî yê xwezayê ew îde ye ku bi temamî bûye bîyanîyê xwe û xwe daye der. Serê jor (raser) jî kurêmirov e ku xwedîaqil e û têdigihêje hişmendiya xwe. Kurêmirov jî di xwezayê de dertê holê, û di xwezayê de dibe heyîn.

Lê kurêmirov hêdî hêdî xwe ji xwezayê dûr dike, digihêje bîra (hişê) xwe, ber bi îdeyê ve (ya mitleq) ve diqeside, têdigihêjê û bi vî awayî ew bîyanîbûn û xwe xerîbdîtin, ji holê radibe. Careke din, digihêje yekîtîyê. Ango, yekîtîya ya teqez di ramanên mirov de carekê din tê têgihiştin, ji nû ve tê raxistin. Bi vegotineke din xweza, kedeka mezin e û dixwaze ku bigihêje bîra xwe û koka xwe binase.

Armanca felsefeya xwezayê, şirovekirin û destnîşankirina vê berfirehbûnê ye, ku gav bi gav pêk tê. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin