Zitikdana Fersenda

Zitikdana Fersenda

  Di axureke de -axureke tarî û zilûmat û di heman demê de jî gemar û qirêj û genî ku bêhneke pir giran ji wê dihate- çar nogin dijiyan. Hê yek hebekî jî ji wan tîrêj û ronî ya tavê nedîtibû. Hê yek hebekî jî ji wan li gorî dilê xwe ji çem û co û mesîla avê venexwaribû. Hê yek hebekî jî ji wan li gaz û satar û mêrg û deştan çêrê û gihayên bihara ê nûşîn û teze nexwaribû.  Hê yek hebekî jî ji wan li gorî dilê xwe avis nebibû. Hê yek hebekî jî ji wan neketibû nav erd û zevî û rez û parêz û baxçeyêkî û ziyana ti kesekî nekiribûn. Hê yek hebekî jî ji wan li mexel li gora dilê xwe zîtik û lotika neavêtibû. Hê yek hebekî jî ji wan neteriqîbû û bi çola neketibû. (…)

 Em dikarin bibêjin ku hemû jiyana wan li dijê xweza û xwestekên wan bihorîbû. Hê ti tiştekî bi dilê xwe nekiribûn û tim û daim di wê axurê de, di bin şert û mercên giran û xerab û neçê de ku tim çavên wan li destên hinekê din bû û di ser dilê hev de dijiyan. E van tişta jixwe jiyana wan kiribû keratî û qureder hê di ser de jî ew ji hev nedisekinîn û hin zêdetir wê rewşa ku tê de ne dilewitandin û li hev tehde dikirin.

 Li gor efsaneyekî xelat û felata van çar nogina bitiqûtenê wê bi destê têjikeke ku ji wan her çar nogina yekî be ye. Ji wan kîjan dibe bila bibe ku avis bû û za, wê ew golik –çi nêr be çi mê- bibe rizgarkerê wan nogina û wê wan xelas bike ji wê axurê. Wê bi destê ew golik zivistana wan kuta bibe wê bihar ji nû ve destpêbike ji bo wan. Wê berf bisekine û ewr û mijên reş wê tev belav bibin û wê taveke ku dibiriqe jiyana wan bixemilîne. Bi kurtî em dikarin bibêjin ku wê ew golik wan ji dojehê xelas bike û deriyê bihuştê vebike heta dawiyê.

 Digel ku her çar nogina vî tiştê dizanibûn jî lê dîsa jî ji hev acisiya dikirin û hemû celebên dexesî û xasûktî û xayîntî û xiltî û nebaşî û şûtiyê teveka di xwe da dihewandin. Her yekê di dilê xwe de digote ku divê ew golik ev a/ê wê be, ne a/ê yeka din be. Ji bo ku ew pêşî bizên û bibin dayika golika rizgarker her çara jî her tiştî dabûn ber çavê xwe hatanî mirinê jî.

 Digel ku her çar jî her sal avis dibûn jî hê yek hebekî jî ji wan nezabû. Her sal her çara jî ber diavêtin û golikên wan ji ber wan diçûn. Her sal guhanê wan tijî şîr dibû lê ew şîr nedibû qismetê ti golikek. Ew şîrê paqij û xwerû tev ji guhanê wan diherikî û serzemîna ku li ser bûn wekî ku hatibe avreşandîkirinê şil dibû û dinermijî.

 Hun aneka dibêjin ka çima wan ber diavêt, gelo beravêtina wan dibe ku ji ber şert û mercên xerab û neçê yên axura ku tê de dijin be? Naxêr! Yek sedemek hebû ew jî her çar nogin bi xwe bûn. Belê we çewt nebihîst. Sedemê vê yekê dexesî û xayîntî ya wan her çar nogina bi xwe bû. Lewra dema yekê ji wan avis dibû û zikê wê diwerimî, ev ên din tevekî biserve diçûn û geh bi serî û qiloça geh jî bi zîtik û dehfdanê, her carê bi awayekî derba li zikê ev a ku avis bû dixistin da ku ew nogin berbiavêje û golika wê ji berê biçe. Bi vî awayê nedihiştin ku rizgarkerê wan ji nogineka din be. Vê rewşa wan her wiha didomiya û bi her beravêtina wan çirûska felat û xelasbûna wan jî hêdî hêdî vedimiriya.

 Pêşê me gotine; “Çavên li deriya, xwelî li seriya.”  A çîroka van nogina jî ev bi xwe ye. Tiştê ji destê wan tê nakin, ji bo azadî û serxwebûna xwe ti hewl nîşan nadin, berjewendî û menfaetên xwe yên şexşî bi ên gelemperî nadin a ji ber vî jî tim û daîm di vê axurê de û di bin nîrên kesên din de û li gorî daxwaz û xwestekên hinekên din dijîn. Hetanî xwarin û vexwarina wan jî di destên hinekên din da ye. Ji ber vî jî tim xwelîser û şeleşehitî ne. Ti qedr û qîmet a wan nîne. Tim tehde û neheqî li wan tê kirin û wekî çîçika di bin simên gamêşan de dipelçiqin û dieciqin.

Ez bawer im ku pirî kes piştî vê çîrokê bixweynin wê bibêjin; ez pêşî de jî leqayê çîrokeke wiha hatibûm.

Emre MÛHARGÎNÎ

18.10.2016

Bersivekê binivîsin