Ziman û Felsefe

Ziman û Felsefe

Ziman û Felsefe

Prof. Macît Gokberk di pêşgotina kitêba xwe ya ‘Dîroka Felsefeyê’ de, ku çapa wê ya yekem di sala1961 an de hatiye çapkirin, wiha dibêje: ‘Ev kitêb, encama xebata min ya pazdeh sala ye. Di kitêbê de, helbet hinek kêmasiyên me hene. Ev kêmasî çawa ku yên min in, wisa jî ê Zimanê Tirkî ne, ku hêdî hêdî dixwaze bibe zimanê kulturê û ketiye wê rêyê, bibexşînin.’

Ev berhem, li Tirkiyeyê bi dehê caran hatiye weşandin û her çapa nû jî, dîsa hatiye sererastkirin û berfirehkirin. Ji kerema xwe, rewşa zimanê tirkî ya sala 1961ê û ya roja me rûbirû bikin, hûn ê çêtir têbigihêjine mexseda vê gotina min. Tu tişt ji nişkave, ji ber xwe ve û yan jî bi derbekê, bi pêş nakeve. Ji bo hemû tiştan xebat, xwedîlêderketin, piştgirî û dem divê.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
19.05.2016

Bersivekê binivîsin