Zerdeşt Pêxember û Nietzsche

Zerdeşt Pêxember û Nietzsche

Zerdeşt Pêxember û Nietzsche

Zerdeşt Pêxember ku wekî Zarathustra jî tê nasîn, B.Z. di sedsala 6an de (beriya îslamê) zerdeştiye damezrandiye. Ramana cezakirina bêdawî ya li gor tevgerîna mirovî, cara yekemîn ew î aniye zimên. Nietzsche ramanên xwe yên dijberê xiristiyaniyê, ji devê wî gotiye. Dîsa Nietzsche ji bo şirovekirina/ravekirina ramana xwe ya mirina Xwedê û di civakê de bivênevêtiya pevçûnan/nakokiyan, serî li ramanên Zarathusa daye.

Dema ku kitêba Nietzsche ya <Zerdeşt Wiha Ferman Kir, Ainsi parlait Zarathoustra, Also sprach Zarathustra> (1891) weşiyaye, ew hê çil salî bûye. Niha weke yek ji wan şaheserên edebiyata cihanê, tê dîtin. Kitêb ji çar cildan pêk tê û di vê berhemê de Nietzsche, xet û wesfên felsefeya xwe aniye zimên. Ji hêla rist, lewn, ehlaq û psîkolojiyê ve berhemeke gelekî wêrek e. Di berhemê de, ramana <Mirovê Raser> hatiye vegotin.     

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

27.12.2014

Bersivekê binivîsin