Zenonê Eleayî (B.Z.490-430) Çima Tevgerê (Liv, Bizav) Napejirîne?

Zenonê Eleayî  (B.Z.490-430) Çima Tevgerê (Liv, Bizav) Napejirîne?

Zenonê Eleayî  (B.Z.490-430) Çima Tevgerê (Liv, Bizav) Napejirîne?  

Di felsefeya Zenon de, tevger nayê pejirandin û weke şaşî/xap û xwiyakirinekê tê dîtin. Di dîroka felsefeyê de ev nêrîna wî, bi navê <Paradoksa Tevgerê> hatiye nasîn. Lew re Zenon dibêje ku cosmîk, di ser riya xwe de divê ku ewilî nîvê riya xwe biqedîne/temam bike. Lê li pêşiya cosmîkê, nîvê rê dîsa dimîne û divê ku ew nîvê riya xwe ya mayî jî biqedîne. Belam, ew çixa here bila here, dê nîvê riya cosmîkê dîsa jî  bimîne. Ev pêvajo, (maweya ku dê biqedîne) heya dawî bi pêş ve diçe û herdem, nîvê rêya cosmîkê dîsa jî dimîne. 

Ji ber vê yekê: cisîmek/cosmîkek ji niqteyekî nikare here ya dinê. Lewra, ew ti caran nagihêje wê niqteya dawî. Di vê niqteyê de cîh/war ji hevdu heta dawî vediqete/cihê dibe û jihevçûn, tevgerê pûç dike.  lew re li gorî felsefeya Zenon: <Boşî û tevger, ne rasteqîn in.> 

Gelo, Zenon di vê pêşniyarê de dixwaze çi bibêje? Ew wan tiştên ku em wan bi alikariya sehekan dinasin, wan înkar dike yan na? Bêguman, wan înkar nake. Lê wiha dibêje: ‘Bingeha cîhana sehekan, tevger û boşî ne. Dibe ku cîhaneka sehekan hebe, lê ew cîhan ne rasteqîn e.’ 

Zenon, sehekan înkar nake, lê dibêje ku ew ne rasteqîn in û vê yekê qebûl nake. Li gorî felsefeya Zenon: Tevger û boşî, hene. Lê ew bi alikariya sehekan hene û lê tu realîteya/rasteqiniya wan tune. Ew bi tenê xwiyakirin in û rasteqîniya tiştan jî, di naveroka wan xwiyakirinan de ye. 

Di vê niqteyê de: Di navbera xwiyakirin û rasteqîniyê de cudatiyek xwiya dike, ku Zenon vê yekê wiha şirove dike: ‘Objeyên/nesneyên ku li hawirdor in, xwediyê bûyîn û heyînekê ne. Belam, ew ne di xwede ne.’ 

Ango, cewherê/substance wan, ne di wan de ye. Ew cewher, ji tiştekê din tê ku ew jî, heqîqeta heyînê ye. Bi gotineke din meriv dikare wiha jî şirove bike: Di cîhana sehekan de obje/nesne hene. Belam, ew ne xwediyê hebûnatiyeke serbixwe ne. Bi tenê, xwiyakirinên heyînên rasteqîn in. Ji xwe înkara sehekan jî, ji vê xalê/niqteyê dihat. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

24.12.2014

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.

Bersivekê binivîsin