Zanyariya Sokrates

Zanyariya Sokrates

Zanyariya Sokrates

Rojekê ji kahînê Delphî dipirsin, dibêjin: Gelo ji Sokrates çêtir, zilamekî zanyar heye an na?

Kahîn: Na. Tune.

Vê bersiva kahîn, diçin ji Sokrates re dibêjin. Dema ku Sokrates vê bersiva kahîn dibihise, şaş dibe û li sedema vê bersivê difikire. 

Piştra, ji xwe xwe re dibêje: Tu pêdiviya Xwedayan, bi derewan tune ye. Helbet, sedemeke vê gotinê heye.

Dîsa jî, radibe diçe cem çend zilamên zanyar û ji wan, sedema vê gotina kahîn dipirse. 

Lê mixabin, bersiveka ku qîma xwe pê bîne nagire û di dawiyê de, digihêje vê encamê: Bi tenê, Xwedan zanyar in. Zanyariya mirovan bêbiha ye û kahîn jî, bi vê bersivê xwestiye ku wiha bibêje:- Gelî mirovan! Ew ê mîna Sokrates ku bizanibe zanyariya wî pênc pere nake û bêbiha ye, ew zilam; zilamê herî zanyar e.

Ali Gurdilî
info@felsefevan.org 

Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin