Zanyarên Arjantînî Jêmayên Dînozorekê (îzdehar) Goştxwer Vedîtin

Zanyarên Arjantînî Jêmayên Dînozorekê (îzdehar) Goştxwer Vedîtin

Zanyarên arjantînî jêmayên cureyeke nû ya dînozorekê (îzdehar) goştxwer vedîtin, ku dînozor bi qasî 90 mîlyon sal berê li Arjantînê jiyaye. Nêçîrvanekî tirsîner ku ev yek ne ji ber çaqotên wî yên pêşin bûye lewre çaqotên wî yên pêşin pirr piçûk bûne. Gualicho navê dînozora nû ye û navê xwe ji çîrokeke niştecihên devera Patagonyayê werdigire ku naveroka çirokê ji xiyaleteke hêwilnak (reşê şevê) pêk tê. Dînozor bi bejna xwe yê 8metre dirêj pirr bi xof bûye, lê ne bo hemû ajalan lewre ajalên piçûk bi hêsanî dikaribûn xwe ji çaqotên wî yên pêşin xelas bikin. 

Çaqotên wî bi qasî 60 centîmetre dirêj bûye ku dînozor nedikaribû nêçîrên xwe yên piçûk bi çaqotên pêşin pêbigire û biguvişîne. Gualicho jî nola Tyrannosaurus rex li Amerîkaya Bakur jiyaye û ji koma Theropodenê ne ku di dema xwe de koma herî mezin yê dirindeyan bûye. Dema peresînê de tiştekî pirr balkêş li ser vê koma direndeyan pêk tê, laş û serê Gaulichoyê pirr mezin lêbelê çaqotên wî yên pêşin jî pirr piçûk dibin. Gaulicho jî nola T-rex bi du pêçî bûye. 

Paleontologê Arjantînî Sebastián Apesteguía wiha dibêje; “Ji ber ku serê Gaulicho pirr mezin bû bi boçika wî re hevsengiyeke bêkêmasî çebûye û ji ber vê jî gerek nedikir ku her tim serîlêdana li çaqotên xwe yê pêşin bike. Gaulicho bi giyaxwer Argentinosaurusê 35 metre dirêj û goştxwer Mapusaurusê 12,6 metre dirêj re li daristan û deştên dûr û dirêj jiyaye.”

Metîn Eser 

Çavkanî: Reuters

Bersivekê binivîsin