Zaningeh û Azadiya Ramanî

Zaningeh û Azadiya Ramanî

Heke Tirkiye welatek demokratîk bûya, dê azadiya ramanî ya akademîsyenên zaningehan jî hebûya. Mixabin li Tirkiyeyê zaningeh jî ne azad in û di bin zilm û zordestiya YOK’ê (Saziya Perwerdehiya Bilind) de ne.

Ji xwe çi dema ku mijar dibe kurd û Kurdistan, hemû saziyên Tirkiyeyê çavê xwe digrin û bi zanetî, rastiyên civakî, dîrokî û zanistî înkar dikin. Ma mamoste Beşikçî bo çi ji 20 salan zêdetir di hepsê de ma?

Raman û zanist, li welatên ku azadî lê heye dikarin geş bibin, ku ew jî li Tirkiyeyê ji xwe tune. Heke hebûya, dê rayedarên dewletê guh bidana gotin û ramanên wan. Lê ka ew aqil?

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

17.01.2016 

Bersivekê binivîsin