Zanayiya Zanistî

Zanayiya Zanistî

Zanayiya Zanistî

Zanayîya sîstematîk û xwedîrêbaz e. Di vê zanayîyê de aqlê mirov xwe dispêre çavdêrî û ezmûnê û derheqê civak, mirov û xwezayê de zanayîyê hildiberîne. Zanayîya zanistî çavdêrî û deneyê bikar tîne, zanayîyek hevgirtî û mantiqî (bivac, bimantiq) ye û bi rêya ezmûnê (deneyê) dikare were venihêrtin. Lewma jî zanayîya zanistî, ji hêla mantiqê ve lihevkirî, ji nakokîyê dûr û zanayîyek amizgerê nesneya xwe ye. 

Gelek taybetmendiyên zanayîya zanistî hene, ku her yek ji ya din girîngtir e.  

1- Zanayîya zanistî xwe dispêre aqil: Zanayîya zanistî bi awayekî teqez, xwe dispêre aqil û zanayîyek amizgerê aqil e. Zanayîya zanistî çawa ku çavdêrî û ezmûnê bikar tîne; wisa jî zanayîyek hevgirtî, sîstematîk û mantiqî ye. Herweha ev zanayî, ji nakokîyan dûr e û mirov dikare bibêje ku amizgerê nesneya xwe ye jî. 

2- Zanayîya zanistî xwe bisînor dike û bi vî awayî qada xwe destnîşan dike: Zanist, berevajiya felsefeyê, qada ku wê lê bixebite destnîşan dike û babeta xwe jî, di nav sînorên kifş de dihêle. Herweha zanist lêkolîn û dozîneyên (teorî, quram) xwe jî, li gor vê yekê pêk tîne. Wek mînak: Fizîkvanek divê li ser cîhana fizikî lêkolînan bike û wisa serberdayî, divê xwe bernede qada kîmya û biyolojîyê. Lê ev yek nayê wê maneyê ku dema pêwîst be, fizikvan wê bi kimyagerekî nekeve hevkarîyê. 

3- Zanayîya zanistî xwedîrêbaz e: Zanayîya zanistî li gor rêbazekî/azîneyekî tê hilberandin. 

Ev rêbaz jî, çend gihanekan di hundirê xwe de diguncîne. 

A- Pêkanîna Hîpotezê 

Her xebateka zanistî, di derbarê mijara xwe de, hewcedarê hîpotezekî (rawêjekî) ye, ku ev hîpotez bikaribe were rastandin û bibe zanayîyek. Wek mînak: Leza ketina cisîman, li gor giraniya wan; cihêrengiyeke nîşan dide û hwd. 

B- Rastandin 

Hîpoteza ku tê parastin û derketiye holê, bi rêya çavdêrî û ezmûnan, tê ceribandin. Bi vê yekê re jî, hewl didin ku hîpoteza li holê ye were rastandin. Hege encamên çewt derkevin, wê demê hîpotez tê nûkirin, an jî şert û mercên ezmûnê cardin têne sererastkirin. Herweha hîpotezek dema ku dibe zagonek zanistî jî, her dem tê ceribandin û encamên wê têne nîrxandin, ka çewtîyek pêk hatiye an na? Wek mînak: Cisîmên ku xwediyê giraniyên cîhêreng in, di pergalek bêxwetêdan (bêlêketin- surtunmesîz) de, di zemanên cihêreng de terayê erdê dibin. (Divê em bala xwe baş bidinê, ku ev zanayî li gor zanayîya jor; hatiye sererastkirin.) 

C- Pêkanîna Dozîneyê – Pêkanîna Quramê- 

Hîpoteza ku hatiye pêşkêşkirin û encamên ku di dawîya rastandina wê hîpotezê de hatine bidestxistin, wisa tê kirin ku hemû bûyerên bi vî rengî biguncîne û bibe dozîneyek (quramek). Dozîne hewl dide ku hemû bûyerên bi vî rengî şirove bike, ku ew bi rêya ezmûnê hê ne hatibin ceribandin jî. Dozîne, bi awayekî teqez ne rast in û dikarin werin pûçkirin. Wek mînak: Kopernîk di dozîneya xwe de, ku ev dozîne piştra bi navê Şoreşa Kopernîk hate bi nav kirin; ramana dinya navenda gerdûnê ye pûç derxist û di dozîneya xwe de destnîşan kir ku Roj navenda gerdûnê ye. Lê em îro diznin ku wek sîstema rojê, gelek sîstemên din di gerdûnê de hene û dinya me jî, di nav sîstema rojê de ye. 

D- Zagon 

Zagona zanistî, derheqê mijarekî de rastiya teqez û naguher e. Dema ku dozîne û hîpotezên ku di nav wan dozîneyan de ne, bi tu awayî nikaribin werin pûçkirin; wê demê zagon dertêne holê. Wek mînak: Zagonên kêşanê yên Newton îro jî derbasdar in û li gor vê rewşê, mirov dikare bibêje ku wê wisa jî bimînin. 

4- Zanayîya Zanistî, zanayîyek nesnel (objektîf- heyberî, wanekî) e: Taybetmendiya herî girîng ya zanayîya zanistî, bêterefgiriya (neterfgirîya) wê ye. Zanayîya zanistî, zanayîyek nesnel e û girêdayê nesneya xwe ye. Zanyar (zilamê zanist), dema ku li mijarek zanistî vedikole, berî her tiştî divê ew pêşdaraz, bawerî, nêrînên xwe yên şexsî û hwd. deyne alîyekî û wisa xwe nêzîkê babeta xwe bike. Ev yek, ji alîyê etîka zanistî ve; tiştekî bivênevê ye. Zanyar, berîya her tiştî divê li bersiva pirsa “Çawa?” bigere û bi awayekî bêteref, divê li bersiva vê pirsê bigere. Herweha encam çî be bila be, çawa be bila be; divê wisa jî werin pêşkêşkirin û pejirandin. Nabe ku zanyar li encamên li gor dilê xwe bigere, an jî li ser encaman bileyîze. Tiştekî bi vî rengî, derê etîka zanistî ye û tu carê nayê pejirandin. Ev yek, di heman demê de nîrxeka exlaqî ya zanyara ye jî. 

5- Zanayîya Zanistî xwe dispêre têkilîya sedem-encamê: Zanist, têkilîyên di navbera bûyeran de, li gor têkilîya sedem-encamê şirove dike. Ger em bizanibin ji du bûyeran kîjan sedem û kîjan encam e, wê demê pêbawerîya me ya di vê xalê de; wê zêdetir bibe û wê em ê bikaribin bi awayekî hêsantir wan biceribînin. Bi vê yekê jî, asta rasteqînîya (rastiya) wê zanayîya ku hatiye hilberandin, wê bilintir jî bibe. Lewra ev têkilî wiha dike ku zagonên serwer, yên ku bûyeran bi rê ve dibin, derkevin holê. 

6- Zanayîya zanistî, li ser hev dicive û wisa jî bi pêş ve diçe: Zanist, di rastiya xwe de ew pêvajo ye ku bi mirov re dest pê kiriye. Mirovên pêşîn dema ku ji bo hêsankirina jiyana xwe navgînan çêdikirin, bi awayekî hişdar an jî bêhiş, ji prensîbên zanistî sûd werdigirtin. Berfirehbûn û pêşveçûna zanistî ya ku em di roja me îroyîn de xwedîyê wê ne, hê di wan rojan de dest pê kiriye, zanayî li ser hev kom bûye û xwe gihandiye ta roja me. Ango, zanyar her dem ji xebatên berê en zanistî sûd werdigrin û bi vê yekê, xebatên xwe xurttir û berfirehtir dikin. Ji ber vê yekê jî, zanyarek dema ku dest bi xebata xwe dike, hewce nabîne ku hemû zagon û xebatên berê cardin raçav bike, an jî cardin biceribîne. Ger vê yekê bixwaze jî, mirov nikare bibêje ku wê imrê wî têra vê yekê bike. 

Wek mînak: Gerieke (1602- 1686) bi alîkarîya kureyeka ji gogirdê (kukurdê-kewkurdê), jeneratora yekemîn îcad kiribû. Lê di dema pêkanîna vê yekê de, mirov dikare bibêje ku ew neçûye dema berîya zayînê; dema Thales û zagonên kêşanê ji nû ve neceribandiye. Di dewsa vê yekê de, ji xebatên Gilbert (1544- 1603) sûd wergirtiye û ji niqteya ku Gilbert heta wir hatibû berdewam kiriye. Gilbert pêderxistibû ku behreya (qabilîyeta) kêşanê, di madeyên wek; çam, gogird û mistekê (benîştê daran, reçîne) de jî heye. 

7- Zanayîya zanistî, bi encamên xwe re dibe zanayîyek gerdûnî: Encamên zanistî, tenê ne ji bo derekî (warekî), an zemanekî re ne. Ew ji bo hemû derî û demî ne. Encamên zanistî, li hemû deran dikarin werin rastandin û ev yek jî, wiha dike ku ev encam, bibin encamên gerdûnî. Wek mînak: Av, dema ku mirov agir bide binê; di 100 dereceyan de dikele. Ev encam, li Kurdistanê jî wiha ye û li Afrîqayê jî wiha ye. Axire, vê zanayîyê mirov dikare gelemper bike û bibêje ku av, li hemû dera dinyayê, di 100 dereceyan de dikele. 

8- Zanayîya zanistî, hezr (texmîn) dike: Rastiyên (rasteqînîyên- zanayîyên) zanistî, wiha dikin ku em hem ji bo pêşerojê (siberojê- diwarojê) û hem jî ji bo paşerojê (rabirduyê) texmînan bikin. Mesela hege em bi leza dinyayê bizanibin, wê demê em dikarin di vê babetê de çend texmînan bikin û leza dinyayê ya zivirînê, ya piştî 10 salan jî hesab bikin. Hezr kirin, hem ji bo pêşerojê û hem jî ji bo paşerojê dikare were bikaranîn. 

Wek mînak: Bi salan, li nêzîkê girava Bermûdayê sedema terabûna firok û nokbûna keştiyan, nikaribûn werin şirove kirin. Lê hindek vekolanên dawî ên di vê babetê de, destnîşan dikin ku sedema vê bûyerê; dibe ku kevzeka (yosîneka) ku bi lez mezin dibe û hemû tiştên ku di behrê de ne zû bi zû diveşêre be.  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin