Taybetmendiyên Zanayiya Teknîkî

Taybetmendiyên Zanayiya Teknîkî

Taybetmendiyên Zanayiya Teknîkî  

Têkoşîna mirovî ya li hemberî xwezayê, ji destpêkê ve berdewam e û bi hêsanî mirovî dikare bibêje ku ev têkoşîn, hêjî didome. Ji destpêkê ve, xwezayê zehmetiyan derxistiye pêşiya mirovan û mirovan jî, bi rêya bikaranîna aqil û behreya/qabiliyeta xwe haletan/alavan îcad kirine û bi rêya van haletan, bûne serwerê xwazayê. Teknîk, di rêya têkoşîna li hemberî xwezayê de navgîna herî girîng e. Peyva teknîkê, ji techneya yewnanî tê û di wateya hunerwerî û hunerê de ye.

Li gor vê yekê teknîk, bi xêra behreya mirovî û navgînan, bi armanca bikaranînê; veguherandina kirariya (îşlema) kereseya (malzemeya) ye. Bi vê yekê ve girêdayî, mirovî dikare bibêje ku teknîk, ji bo hilberandinê ye. Bi armanca hilberandinê, bikaranîna/cibicîanîna zanayiya zanistî ye.

Di vê yekê de armanc, hêsankirina jiyana mirovî ye. Di zanayiya teknîkî de kirde (ozne, mirov), daneyên ku bi xêra zanayiyên zanistî têne bidestxistin bi kar tîne û zanayiyê hildiberîne.

Wek mînak: Hege ramanên ku şilahî di nav beroşek devdadayî de ye guşarê (pesto, palepesto, fişar, tazyîk, basinç) pêk tîne tunebûna, mirovan nikaribûn wan makîneyên ku bi enerjiya guşarê dişuxulin îcad bikirana.

Nexwe, mirovî dikare bibêje ku di navbera zanist û teknîkê de têkîliyeka jidyayî/xurt heye. Di destpêkê de ev têkilî ji zanistê ber bi teknîkê ve bû, lê di roja me de bi saya berfirehbûna teknîkê, ev tekilî bûye têkiliyek dualî. Ango, herdu jî di bin bandora hevdu de ne.

Di roja me ya îroyîn de daneyên ku di zanayiyê de têne hilberandin, di teknolojiyê de têne bikaranîn û ji pêşveçûna teknolojiyê jî, zanist sûd werdigire. Wek mînakeke: Bi xêra zanayiyên fizîkê yên di babeta ragihbaran (veguhêzbar, îletken) de compitur hatine hilberandin, van compituran jî wiha kiriye ku di zanistê de pêşveçûnên girîng derkevin holê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

24.03.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/zanayiya-tekniki.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin