Zanayiya Rojane

Zanayiya Rojane

Zanayiya Rojane 

Mirov, yek fizikî û ya din jî civakî; di pergalekê dualî de dijî. Li ser herdu cîhana jî, têgihiştinên wî hene. Heçî pergala civakî ye, ji ber ku ji zarokatiyê heta kalitîyê bandora wê li ser mirov zêdetir e, mirov dikare bibêje ya ku têgihiştina mirov destnîşan dike ew e. Lê ev yek, wê rastiya ku em derheqê pergala civakî û pergala fizikî de zanayîyan bi dest dixin, ji holê ranake. 

Di zanayîya rojane de, rêbazên wek zanistan ku xwe disperin têkiliya sedem-encamê, tunenin û çavkanîya wê jî, jiyana me ya der e, ya ku em têde dijîn. Ev cîhana der, bi pênc (5) lebatên me yên sehekî tê gihîştin. Rola ferasetê (sezgîyê) jî, di bidestxistina zanayîya rojane de mezin e. Ji ber vê yekê jî, zanayîya rojane; kirdewar e (subjektîv e). 

Rastî û derbasdarîya vê zanayîyê, girêdayê tecrûbeya şexsî ye.

Tiştê ku qîmeta vê zanayîyê zêdetir dike ew e ku, ev zanayî; bi kêrî jiyana me ya rojane tê û di vê yekê de, dibe alîkarê me. Herçiqas bi kêrî jiyana me ya rojane were jî, em nikarin bibêjin ku ev zanayî xwedîyê bingehek zanistî ye. 

Mesela di rojeka biewr (ewrdar) de, em wiha difikirin ku wê baran bibare û em, ji bo ku şil nebin, em sîwanê (baranpariêzê) bi xwe re digerînin. Ev biryara me, xwe disperê zanayîya rojane û bi kêrî me tê. (Hege baran bibare, wê em ê şil nebin.) 

Dîsa zanayîya ku em bawer dikin hingiv ji qirka mirov re baş e, dibe ku di rojên zivistanê en serma de bi kêrî me were. Digel vê yekê, em dîsa jî tu carê nikarin bibêjin ku ev zanayî, zanayîyek teqez (rast) e û encamên wê, her dem heman encam in.  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin