Zanayî û Texlîdên Zanayiyê

Zanayî û Texlîdên Zanayiyê

Zanayî û Texlîdên Zanayiyê  

Serdema ku niha em tê de dijîn, carinan bi navê Serdema Ragihandinê, carinan jî bi navê Serdema Zanistî, Serdema Teknolojiyê û pirî caran jî bi navê Serdema Zanayiyê, tê bi nav kirin. Rastî ew e ku hemû binavkirinên bi vî rengî, mirov dikare bibêje ku hevdu temam dikin û ne xerîbên hevdu ne. Zanist cîbicîkirinên teknolojiyê, ber bi pêşveçûnê ve diajo, teknolojiya ku xurt û berfireh dibe jî, leza ragihandinê zêdetir dike. Xûrtbûn û pêşveçûna leza ragihandinê, bidestxistina zanayiyê gellekî hêsan dike. Bi taybetî jî hebûna computûran û înternetê û hebûna alavên ragihandinê yên bi qablo û bêqablo, di roja me ya îroyîn de gihêjtina zanayiyê gelekî hêsan kiriye.  

Bêguman mirov dikare bibêje ku bi vê pêşveçûnê re di warê zanayî, texlîdên zanayiyê, rêya/rêbaza bidestxistina zanayiyê û meşrûîyeta wê de, hindek pirsgirêk derketine holê. Lewra zanayî di roja me de êdî tê firotin û sitandin jî. Di pergaleke wiha de danasîna zanayiyê û zanîna taybetmendî û texlîdên wê, gellekî girîng e.

Ê baş e zanayî çi ye gelo?  

Zanayî, hilberek e. Lewra, di encama têkiliyekê de dertê holê, ev têkilî jî, di navbera kirde (subje, subject) û wanekê (obje, object, nesne) de ye. Ango, mirov bi heyînên hawirdor û bi berdêla wan ya di hişê xwe de dizane. Çalakiya zanînê ya di navbera mirov û wanekê de, wisa ne serberdayî ye û di pêvajoyekê de dertê holê. Di vê wateyê de pêzan (kirde, subje, mirov) ber bi yê/ya ku tê zanîn ve (wanek, nesne, obje, object, heyîn) bi armanca zanînê, (keşifkirin, dahûrandin, derxistina holê ya taybetmendiyên wê, derxistina holê ya hêlên wê yên cuda û hwd.) diqeside.

Di vê demê de wanek (nesne) xwediyê taybetmendiyeka balkêş e, bala kirdeyê (suje) dikşîne ser xwe û kirde, jê (ji wanekê, nesneyê) ketumet dibe. Wekî mînak: Wanek, li ser rûyê erdê xwediyê cîhekî ye, mezînahiyek û şeklekê wê heye, xwediyê reng û bêhnekê ye û hwd.

Ji ber vê çendê jî em dibêjin ku zanayî hilberek e û di dawîya/encama têkiliya kirde û wanekê de dertê holê. Bêguman, danasîneke bi vî rengî gelek têgehan di naveroka xwe de diguncîne ku, li benda ronîkirinê ne. Mesela: Têkiliya têgehên wek kirde, wanek, sehek, fikirîn, hiş û hwd. rasterast bi zanayîyê re heye.

Kirde (Suje, Subject, Ozne) çi ye gelo?  

Peyva Kirdeyê (Suje,Subject) ji yewnanî tê û di wateya ‘bingeh, spartek, palpişt’ de ye. Heta dema Descartes, di wateya ‘sparteka wanekan’ de hatiye bikaranîn. Bi kurtasî kirde; heta dema zayîna felsefeya hemdem, ji bo vegotina ‘rasteqîniya der’ hatiye bikaranîn.

Piştî Descartes jî, di felsefeya hemdem de wateya kirdeyê bi temamî hatiye guherîn. Ji wê demê ve, ew edî ne spartek û bingeha têgeha ye. Beravajiya vê yekê, ew êdî gelek têgehên ku bi hişê mirovî re têkildar in îfade dike; wek fikirîn, hîs kirin, darezandin û hwd.

Dilêrîna kirdeyeke bi vî rengî, xwediyê çend taybetmendiya ye…

1- Li hemberî zanayiyê, heyînek rasyonel û îradî ye.

2- Kirdeya hemdem, baweriya xwe bi aqil tîne.

3- Kirdeya hemdem, baweriya xwe bi zanist û pêşveçûna mirovahiyê tîne.

4- Ji bo kirdeyê (ozneya, sujeya, subjecta) hemdem, aqil; ji hestan bi qîmettir e.

5- Xebathez, birêzkar û xwedîberpirsiyar e.

6- Kirdeya hemdem ji ber ku ji paşerojê/siberojê bawer e, paşeroja xwe pêşnûma dike.

7- Kirdeya hemdem dema pêwîst dibîne, dikare dev ji xweşikiyan berde.

8- Kirdeya hemdem, dikare baweriya xwe bi projeyên sîyasî bîne û girêdayê armancên îdeolojîk be.

9– Kirdeya hemdem ji îradeya azad, maf û serbestiyên şexsî bawer dike.

10- Li hember ramanên pirraniyê, rêzgir/hurmetkar e.

11- Ji bo qenciya pirranîyê, dikare dev ji berjewendiyên xwe berde.

12– Li hemberî zagonên rasyonel, rêzgir û lihevhêner e.

13- Wisa bawer dike ku, lêgerîna heqîqetê ne vale ye.

Di dawiyê de mirovî dikare bibêje ku kirdeya hemdem û nûjen, van taybetmendiyên xwe hewcedarê hegîna zanîn û zanayiyê ye.

Pênaseya wanek (Nesne, Obje, Object) e…

Dema ku em behsa kirdeyê bikin û bibêjin ku taybetmendiya wê/wî ya herî bingehîn ‘zanîn’ e, wê demê ev yek tê wê wateyê ku em behsa hindek tiştên/wanekên ku bala kirdeyê dikşînin jî dikin.

Ango kirdeya ku zana ye, hewcedarê waneka ye ku wê wan bike babeta zanîna xwe. Ev heyîn, di felsefeyê de bi navê wanekê (nesne, obje, object) têne bi nav kirin.

1- Wanek, deng li sehekên me dikin, di cîhana rasteqîn (der, derve) de cîh digrin, li fezayê cîhekî wan heye, xwediyê baresteyekê/hacmeke ne û dikarin bibin babeta ezmûn/deney û çavdêriyên kirdeyê.

2- Wanek, di heman demê de di hişê (şiûra, hişmendiya) kirdeyê de jî xwediyê cîhekî ne, kirde bi wan dizane û wan nas dike.

Hişmendî (Hiş, Şiûr) çi ye gelo?  

Li ser hişmendiyê danasîneke hevpar tunebe jî; lewra hêjî bi temamî nayê zanîn ka çi ye û çawa ye, mirov dikare bibêje ku wek ‘navenda têgihiştina kirdeyê’ tê bi nav kirin. Li gor vê yekê, kirde dizivire xwe û têdigihêje hest, raman, tevger, têgihîn (bîrbirî, îdraq) û zanayiyên xwe.

Li hêla din jî, bi alîkariya hişmendiyê; kirde dikare ji derve ve wek wanekekî/kê li xwe mêze bike û xwe binîrxîne. Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku di rewşa hişmendiyê de mirovî hem têdigihêje çalakiya/xebata zanînê û hem jî têdigihêje naveroka wan çalakiyan.

Pênaseya fikirînê (Hizirîn, Ramîn)

Mirov di pêvajoya perwerdehiyê de; gelek têgeh, hest, raman û peyvan bi dest dixe. Ji xebitîna/şixulîna zêhnê ya li gor van naverokan re, ‘fikirîn’ tê gotin. Di heman demê de fikirîn, çalakiyên zêhnî yên wekî pêderxistina têkiliyên di navbera pêşniyaran, birêvebirina aqil, bibîranîn, şikkirin, têgihiştin û hîskirinê jî diguncîne. Rûbirûkirin, dahûrandin, pêkanîna girêdaniyan û çalakiyên hişmend jî, di nav sînorên fikirînê de ne.

Fikirîn, du beş e…

1- Gihêjtina yan jî têgihîjtina, zanayiya yên ku hene.

2- Fikirîna li ser biryaran. (kirin an jî nekirina hindek tevgeran)  

Şeklê fikirîna yekemîn, ‘teorîk û zanistî’ ye û ya duyemîn jî, xwediyê wesfekê pratîk e.

Ê baş e zanayî çawa dertê holê?

Me berê gotibû ku zanayî hilberek e û di encama têkiliya kirde û wanekê (ozne û nesneyê) de dertê holê. Ji bo derketina holê ya zanayiyê, pêwîst e ku kirde bi armanca zanîn û fêrbûnê, ber bi wanekê ve biqeside. Di encama vê helwestê de kirde, wanekê ji xwe re dike babet/mijar û li ser wanekê difikire. Di encama vê çalakiya zêhnî de, bi awayê razberkirinê (soyutlamayê) hindek têgeh têne bidestxistin. Piştra, di navbera wan têgehan de kirde xwe digihîne hindek torên têkiliyan û ev yek, bi pêşniyaran tê derbirîn û bi rêya birêvebirina aqil re jî, deranên (çikarimên) diyar têne bidestxistin. Zanayî, di encama vê pêvajoyê de tê bidestxistin.

Wek mînak: Ji bo ku em bikaribin bibêjin kevirek kevir e, pêdiviya me bi têgehên wek; giranî, reng, bareste, şekil û hwd. heye. Herweha pêdiviya me bi hindek girêdanên/hevokên weke; ‘Kevir, daringiyek hişk e.’, ‘Kevir, xwediyê baresteyekê ye.’ û hwd. jî heye. Di encama van pêşniyarên ku taybetmendiyên wanekên cihêreng vedibêjin de, em xwe digihînin derana ‘Kevir, cisîmek hişk e, xwediyê giranî û rengekê ye, bêşekil e û di fezayê de xwediyê baresteyekê ye.’ Di vê xalê de, em êdî dikarin bibêjin ku ji bo pirsa kevir, bersiveke me heye.

Ê baş e, ka em di vê xalê de li ser derana ku me bi dest xistiye carekê din bifikirin. Ji bo kurtedemekê be jî, em li ser wê derana derheqê kevir de bikevin gumanê. (Divê em ji bîr nekin ku ketina şikê jî, çalakiyeka zêhnî ye.)

Di rewşeka wiha de, li ber çavê me rastiya wê deranê wê kêm bibe. Di vê xalê de, li hember wê gumanê; em ê bibêjin ku ’em ji wê deranê bawer dikin.’

Hasilê, zanîna tiştekî, pêbaweriyê jî diguncîne. Belam, di vê xalê de jî em hê nikarin bibêjin ku zanayiya ku me bidest xistiye; bi rastî jî zanayîyek e. Lewra, dibe ku em rastê kevirek din yeka ku li danasîna me neyê werin. Wê demê, wê ev zanayiya ku me bi dest xistiye; dê ‘çewt’ be.

Axirê, em dikarin bibêjin ku wê zanayî di rewşeka wiha de derkeve holê ku wê em ê nikaribin ji bo çewtderxistina wê tu çavdêriyan pêk bînin.

Ji tiştekî re ji bo ku em bikaribin bibêjin ew zanayî ye, çend şert divên…

1- Pêwîst e ku ew çalakiyek zêhnî be. (divê fikirîn be)

2- Divê hilbereka ku di encama wê fikirînê de hatibe bidestxistin be.

3- Divê baweriyeka me pê hebe

4- Ji bo çewtderxistina wê, divê tu çavdêrî nikaribe were çêkirin.

Texlîdên zanayiyê…

Mirov dikare bibêje ku bala mirov her dem li ser heyînên cîhêreng e û van heyînan dike babeta ramana xwe, dixwaze ku wan fêhm bike û wan binîrxîne. Ev helwesta mirovî ya ku dixwaze têbigihêje heyînên cihêreng, wisa dike ku di gelek waran de texlîdên zanayiyê derkevine holê.

Hasilê, mirov dikare zanayiyê wekî li jêr bike çend beş…

1- Zanayiya Rojane -Zanayiya Amprîk, Amiyane.

2- Zanayiya Olî -Zanayiya Dînî.

3- Zanayiya Teknîkî -Zanayiya Teknolojîyê.

4- Zanayiya Hunerî.

5- Zanayiya Zanistî -Zanayiya İlmî.

6- Zanayiya Felsefî.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

23.03.2013

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/wateya-zanayiye-u-derketina-we-ya-hole.html 

Ev gotar di http://www.Rewanbej.com de jî hatiye weşandin.

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

 

Bersivekê binivîsin