Zanayî Çawa Dertê Holê?

Zanayî Çawa Dertê Holê?

Zanayî Çawa Dertê Holê?

Me berê gotibû ku zanayî hilberek e û di encama têkiliya kirde û wanekê (ozne û nesneyê) de dertê holê. Ji bo derketina holê ya zanayîyê, pêwîst e ku kirde bi armanca zanîn û fêrbûnê, ber bi wanekê ve biqeside. Di encama vê helwestê de kirde, wanekê ji xwe re dike babet û li ser wanekê difikire. Di encama vê çalakîya zêhnî de, bi awayê razberkirinê (soyutlamayê) hindek têgeh têne bidestxistin. Piştra, di navbera van têgehan de kirde xwe digihîne hindek torên têkiliyan û ev yek, bi pêşnîyaran tê derbirîn û bi rêya birêvebirina aqil re jî, deranên (çikarimên) diyar têne bidestxistin. Zanayî, di encama vê pêvajoyê de tê bidestxistin.

Wek mînak: Ji bo ku em bikaribin bibêjin kevirek kevir e, pêdiviya me bi têgehên wek; giranî, reng, bareste, şekil û hwd. heye. Herweha pêdivîya me bi hindek girêdanên (hevokên) wek; “Kevir, daringiyek hişk e.”, “Kevir, xwediyê baresteyekê ye.” û hwd. jî heye. Di encama van pêşnîyarên ku taybetmendiyên wanekên cihêreng vedibêjin de, em xwe digihînin derana “Kevir, cisîmek hişk e, xwediyê giranî û rengekê ye, bêşekil e û di fezayê de xwediyê baresteyekê ye.”

Di vê xalê de, em êdî dikarin bibêjin ku ji bo pirsa kevir, bersiveka me heye. Ê baş e, ka em di vê xalê de li ser derana ku me bi dest xistiye carekê din bifikirin. Ji bo kurtedemekê be jî, em li ser wê derana derheqê kevir de bikevin gumanê. (Divê em ji bîr nekin ku ketina şikê jî, çalakiyeka zêhnî ye.) Di rewşeka wiha de, li ber çavê me rastîya wê deranê wê kêm bibe. Di vê xalê de, li hember wê gumanê; em ê bibêjin ku “em ji wê deranê bawer dikin.”

Hasilê, zanîna tiştekî, pêbaweriyê jî diguncîne. Belam, di vê xalê de jî em hê nikarin bibêjin ku zanayîya ku me bidest xistiye; bi rastî jî zanayîyek e. Lewra, dibe ku em rastê kevirek din yeka ku li danasîna me neyê werin. Wê demê, wê ev zanayîya ku me bi dest xistiye; wê “çewt” be. Axirê, em dikarin bibêjin ku wê zanayî di rewşeka wiha de derkeve holê ku wê em ê nikaribin ji bo çewtderxistina wê tu çavdêrîyan pêk bînin. Ji tiştekî re ji bo ku em bikaribin bibêjin ew zanayî ye, çend şert divên:

1- Pêwîst e ew çalakiyek zêhnî be. (divê fikirîn be)

2- Divê hilbereka ku di encama wê fikirînê de hatibe bidestxistin be.

3- Divê baweriyeka me pê hebe

4- Ji bo çewtderxistina wê, divê tu çavdêrî nikaribe were çêkirin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin