Yûnisên Mûtûrên Kalîforniyayê Diqelin

Yûnisên Mûtûrên Kalîforniyayê Diqelin

Dezgeha Sirûştê ya Navneteweyî (World Wide Fund for Nature) ragihandina nûçeyeke metirsîdar pêk anî: ji xebateke nû ya li ser cureyeke yûnisan (berazê deryayê) ya bi navê Mûtûrê Kalîforniyayê (bi navê xwe latînî Phocoena sinu) pêk hatiye, encameke metirsîdar hatiye bidest xistin, li seranserê cîhanê ji mûtûrên Kalîforniyayê bi tenê 30 heb mane.

Di sala 1997an de hejmara mûtûrên Kalîforniyayê 567 bû. Mûtûrên Kalîforniyayê ku jê re vaquita jê tê gotin, li lagûnên/golên nekûr yên li bakurê kendava Kalîforniyayê ne, tê dîtin. Mûtûrên Kalîforniyayê bi masiyên pirr giranbuha yên bi navê “totoaba macdonaldi”yê re cîrantiyê dikin. Masiyên totoabayê ji ber kîsikên xwe yên ajneberiyê ji Meksîkayê bi awayeke îlegal dihînin Çînê û li bazara Asyayê bi pereyên zêde têne firotin, û ev jî sebeba çima rewşa mûtûrên Kalîforniyayê xerab û li ber tunebûnê ne vedibêje. Masîvan dema torên xwe yên mezin diavêjin golê û masiyên totoabayê digirin, pê re girtina mûtûrên Kalîforniyayê jî pêk tînin.

Di çend salên dawîn de endamên ji malbata mûtûrên Kalîforniyayê bi awayeke rêkûpêk kêm dibin. Di sala 1997an de hejmara endamên malbetê 567 bû, di destpêka sala par (sala 2016an) de hejmara mûtûrên Kalîforniyayê 60 bû, û a niha hejmara endamên malbatê 30 e. Dezgeha Sirûşte ya Navneteweyî çend caran serî li dezgehên dewleta Meksîkayê daye û jê xwestiye ku bi awayeke fermî û bi lez û bez rê li ber girtina masîvaniyê bigire. Bi vê awayê mûtûrên Kalîforniyayê dikarin bi rêya cotbûnê hejmara malbata xwe zêde bikin.

Dîsa xebatkarên Dezgeha Sirûştê ya Navneteweyî ji rayedarên Çînê û Amerîkayê daxwaziya rê li ber girtina bazirganiya îlegal dikin. Piştî vê xebata li ser mûtûrên Kalîforniyayê, li seranserê cîhanê di lîsteya ajalên avî yên di bin xeteriya tunêbûnê de ne, mûtûrên Kalîforniyayê di rêza ewil de ne. Beriya vê lêkolînê yûnisên Çînî serkêşiya lîsteyê dikirin, deh sal berê ji yûnisên Çînî bi tenê 3 heb hebûn lê a niha ji yûnisên Çînî qet nemane.

Metîn Eser

Çavkanî: WWF / 13.02.2017

Bersivekê binivîsin