Xwarina Hindik Temenê Candaran Dirêj Dike

Xwarina Hindik Temenê Candaran Dirêj Dike

Xwarina Hindik Temenê Candaran Dirêj Dike

Temenê kesên kêm dixwin, ji kesên pirr dixwin dirêjtir e. Zanyar bi vê vedîtina xwe lêkolîna girîng û diyardar ya beriya lêkolîna xwe pûçkirin. Lêkolîna berê diyar dikir ku dema meymûn bi diyeteke taybet ya ji xwarinên kêm kalorî pêk dihat, birçî dihatin hiştin, temenê meymûnan kurt dibû, lêbelê lêkolîna nû berevajiya wê lêkolînê destnîşan dike. Du komên lêkolîner yên Amerîkayî diyar kirin ku lêkolîna girîng û diyardar bi awayeke nedurist û kêmasiyên mezin pêk hatiye. Meymûnên ku di wê lêkolîna biserneketî de bûn, ji zarokatiyê de bi diyeteke taybet birçî hatine hiştin ku bandora wê li ser dirêj an jî kurtbûna temenê meymûnan heye.

Bandora diyeta taybet ya ji kêm kalorî pêk dihat, li ser meymûnên ku dema xortanî an jî gihaştîbûnê de destpê diyeta taybet kirine, zêde bûye ku temenê meymûnên bi diyeta taybet li gorî temenê meymûnên din dirêj bûye. Ajalên weke kurm, vizik û mişk dema pirr kêm dixwin, temenê ajalan ji sedî sed dirêjtir dibe. Zanyar biguman in ku temenê mirov jî ji ber kêm xwarinê dikare dirêj bibe û qe nebe êş û nêxweşiyên laşê mirov yên ji ber kalitî/pîrîtiyê ye dikare kêm bibe.

Zanyar li ser şopa dermanên ku weke wê diyeta taybet dikare li ser laşê mirov bibandor bibe, ne. Lewre diyeta taybet ya bi kêm kalorî, diyeteke zor û zehmet e û her kes nikare li ber xwe bide. Pênc sal berê li ser vê mijarê di navbera zanyarên ji du zanîngehan de gengeşiyeke qewimî bû, lewre encama lêkolîna lêkolînerên ji Zanîngeha Winconsinê meymûnên ku bi diyeteke taybet ya bi kêm kalorî hatibûn têrkirin, temendirêj bûn, lêbelê encama lêkolîna lêkolînerên ji Enstitûya Neteweyî on Aging (NIA) ya Amerîkayî berevajiya lêkolîna lêkolînerên ji Zanîngeha Winconsinê diyar kiribû.

Piştî wê gengeşiyê lêkolînerên ji ji her du zanîngehan biryareke girîng standibûn û bihev re destpê hevkariyê kiribûn. Lêkolînerên ji her du zanîngehan daneyên xwe ku ji 200 heb meymûnan berhev kiribûn, anîbûn ba hev û encama lêkolîna diyar kirine. Zanyarên ji her du zanîngehan bi civîneke hevbeş dîtinên xwe wiha raber dikin; “Tiştê baş û balkêş ev e ku bandora diyeta taybet ya bi kêm kalorî li ser kalitî/pîrîtiyê heye û em biguman in wê heman bandorê li ser kalitî/pîrîtiya mirov jî bike. Lêbelê divê em ji bo prîmatan temen, xwarin û zayendê jî ji ber çavan nekin da ku em bi awayeke pirralî sûdê ji xwarina bi kêm kalorî werbigirin.

Metîn Eser

Çavkanî: Nature / 22.01.2016 

Bersivekê binivîsin