Welat û Binhişa Pîra Letê Diqîre

Welat û Binhişa Pîra Letê Diqîre

Welat û Binhişa Pîra Letê Diqîre  

   Çi ferq di nabêna însan û heyîneyên din de heye? wesfê însanan ku naşibe heyîneyên din çi ne? Bersivên van pirsan her çiqas mijara felsefeyê be jî, berî dema nûjen doktrînên olî û di serdema modernîzmê de jî zanînên wek bîyolojî, antropolojî, sosyolojî û pisîkolojîyê de demek dûvdrêj hatiye nîqaşkirin.

Guherînên kûr ên di civakan de, pêşketinên di teknolojîyê de derfet dane ku kêmzêde bê însan çi ye û ne çi ye. Li dû van hemû niqaşan de bi kinahî tişta ku derketiye holê ev e; însan yekane berhemdêrê kulturê ye. Yanî tevger û çalakîyên mirovan ji nişka bi xweber ve pêk nayê li dû wan tevgeran de tecrube û elimandinek sedan sedhezaran sal heye.

Îja ez dixwazim werim ser mesela pîra Letê, pîra letê ji dûranî be jî meriva min e (meriva meriva ye) dibêjin rojekê pîra letê ji ser erdê xwe yî li gundê kefsenora mêrdînê vedigere malê di rê de pêrgî qeflak esker tê ji wan eskeran yek jê dipirse -xaltî filan gund li kû ye tu dizanî ? Pîra letê bi lez dibersivîne -law qusûrê nenêre ez bi tirkî nizanim.

Esker dikene û dibêje -xaltî ma xwedê ji te razî jixwe min jî bi kurmancî ji te pirs kir ne bi tirkî pîra letê bi şermokî lê vedigerîne -wîîî lawikê min çi zanim seba ku tu esker bû tew ez berneketim.

Îja yên vê meselê dizanin wek pêkenokî ji hevdû re qal dikin û henekê xwe bi kawoktiya pîra letê dikin. Lê esasen rewş ne werê ye ew refleks-bersiva pîra letê ne ji ber kawoktiya wê ye, ev refleksa ji pirsa kurmancî re gotiye “ez bi tirkî nizanim” di xwe de rewşeke kulturî-pîskolojîk dihewîne mîna ku min di paragrafa ewilî de rave kiriye vê hereketa pîra letê ji ber tecrube û elimandinekêye çimku esker kurdbûnê temsîl nake ji loma di binhîş/derhişa pîra letê de ew tirk in-biyanî ne. pîra letê kurd e beguman zarok û nebîyên wê jî eskerî kirine lê dîsa jî esker ne ji wê/qewmê ne di binhişa wê de ew tirk in, tirkîtiyê sembol dikin.

Analîza ve bûyera bêhemdî qewimîye bi kurtî ev e; hebûna dewleta tirk (bi hemû saziyên xwe) a ku li welatê kurdzimanan ne tiştekî asayî û xwezayî ye di hiş û binhişa kurdan de biyanîbûnê sembolîze dike.

Ferhat Dayan 

18.12.2015

Heke çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina gotar û nivîsan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin