Wanek (Bireser, Nesne, Obje, Object)

Wanek (Bireser, Nesne, Obje, Object)

Wanek (Nesne, Obje, Object)

Dema ku em behsa kirdeyê bikin û bibêjin ku taybetmendiya wê/wî ya herî bingehîn “zanîn” e; wê demê ev yek tê wê wateyê ku em behsa hindek tiştên (wanekên) ku bala kirdeyê dikşînin jî dikin. Ango kirdeya ku zana ye, hewcedarê waneka ye ku wê wan bike babeta zanîna xwe. Ev heyîn, di felsefeyê de bi navê wanekê (nesne, obje, object) têne bi nav kirin.

1- Wanek, deng li sehekên me dikin, di cîhana rasteqîn (der, derve) de cîh digrin, li fezayê cîhekî wan heye, xwediyê baresteyekê (hacmeke) ne û dikarin bibin babeta deney û çavdêrîyên kirdeyê.

2- Wanek, di heman demê de di hişê (şiûra, hişmendiya) kirdeyê de jî xwediyê cîhekî ne, kirde bi wan dizane û wan nas dike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin