Tommaso Campanella

Tommaso Campanella

Filozofekî îtalî ye. Bi vekolanên xwe yên xwezayê navdar e û bawerîya xwe bi lêkolîna ceribandinê tîne. Li gor bîr û bawerîya Campanella (1568-1639) di babeta hilberandina zanayîyê de rêya tekane, ceribandin/ezmûn e. Derheqê xwedê de rêya bidestxistina zanayîyan hege yek pirtûka pîroz be, ya din jî vekolandina xwezayê ye.

‘Xweza peyker, sî û dengvedana xwedê ye.’ dibêje Campanella. Di utopyaya xwe ya bi navê ‘Welatê Rojê’ de dewleteka îdeal pêşnûma dike.

Utopyaya Campanella/Welatê Rojê

Campanella di vê berhema xwe de dewletek îdeal pêşnûma kiriye. Rêveberên dewletê fîlozofên olî ne, ku ji gelek aliyan ve baş hatine perwerdekirin. Hemû mirov, bi hevdu re xwediyê hemû tiştî ne. Mulkiyeta/malhebûna hevpar serwer e. Mirov di rojê de 4 seetan dixebitin. Dema mayî jî, ji bo huner, xwendin, nivîsandin û bêhnvedana ruhên xwe vediqetînin.

Berhemên Tommaso Campanella

1- Welatê Rojê/Civitas Solis

2- Scelta (1622- Helbestên wî yên lîrîk û bijarte)

3- Metafisica (1638- Metafizîk)

4- Theologia (1613-1614- Îlahîyat)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin