Tom Robbins / Jiyan û Ol

Tom Robbins / Jiyan û Ol

Tom Robbins / Jiyan û Ol   

Sedemê xwîna ku li ser rûyê dinyayê tê rijandin, pêvçûnên olî ne. Çavkaniya êşên mirovî ya herî mezin, ol e. Ol ne tenê afyona girsaye ye, siyanura wan e jî. Ol, mirovan perçe/cihê dike, zilmê li wan dike û hemû tiştên ku xwedayî ne, wan înkar dike. Herweha, ol fetisandina rihê mirovî ye jî. Hemû tawanên ku li ser navê Xwedê yan welatekî têne kirin, ji layê bîrûraya giştî ve, bi hêsanî têne efûkirin.

Rih/giyan, germ e û xwediyê giraniyekê ye. Tîn jî, sar e û cihê ye. Giyan, girêdayê avê û dinyayê ye. Tîn jî, girêdayê ezman û elementên ezmanî ye. Ji elemantan, êgir der diçe. Ango, hêza êgir. Mirovî dibîne ku sedemên hemû siyasetan, şer e. Ol, dema ku kirasekî siyasî li xwe dike, mirov dikare bibêje ku çalakiyên wê; di dawiyê de dibin sedemê şer.        

<Şer, dojeh e.> Lewma jî, baweriya olî rasterast mirovan dişeyne dojehê. Guman têde nîne û dîrok vê nêrînê, dipeyîtîne. Her oleke nûjen/modern, dibêje ku Xwedê aligir û piştevanê me ye û bi vê angaştê, xwe dipesinîne. Bawermendên oldar jî, amade ne ku li ser navê ol xwe bidin kuştin yan jî, xelkê bikûjin.     

Dojeh, tirsa ji her tiştî ye û bihûşt jî, redda tirsê ye… 

Ol, ew mîstîsîzm e ku xwe bi sazî kiriye. Rastiya vê yekê jî ev e: Mîstîsîzm nikare xwe bi sazî bike û ji bo vê yekê, ne guncan e. Helwesteke bi vî rengî, resenî/naveroka wê ji holê radike. Nexwe, mirovî dikare bibêje ku ol mîstîsîzmê ji holê radike, yan jî bandûra wê gellekî kêm dike.  

Oleka ku xwe birêxistî kiriye, ji bilî fikrên duyemînî rê nade fikrên din û mirovan, dike mehkûmê jiyaneka duyemînî/talî. Ev yek, di polîtîkayên tatalîter yên olî de, xaleka hevpar e. Elmanyaya Naziyan, Stalînîzm, Xaçperest û hwd. Hinek kes, weke rastiyan têne dîtin û dema ku mirov rê didine tiştên bi vî rengî, ev bûyer rû didin.     

Hemû mirovên ku derheqê başî û xirabiyê de, xwediyê nêrîn/awireke ji rêza/standart in û wan di qalibekî de dibînin, xeternak in. Wekî dînekî ku demançeyek di destê wî de be, xeternak e. Herweha, mirovên ku tiştekî wiha diparêzin, ew dîn bi xwe ne jî.   

Ti mirov, asta wî/wê ya nîjadî, olî û şexsî, çi dibe bila bibe; bi hebûn yan jî tunebûna dinyaya din, nizane. Ji xwe civak jî, bi vê vegotinê têne qontrol kirin. Ger mirov bawer bikin ku dê di dawiyê de, ew ê herin gundekî betlaneyê ya hewizdar; dê serî nakevin û wiha herdem, sitûxwar bimînin. Ji bilî vê yekê, bawermendên oldar jî; li ser xwestekên hiqumetan; amade ne ku jiyana xwe jidest bidin.     

Têgeha dinyaya din, rê li rêveberiya girseyan vedike û hêza serdestan jî, zêdetir dike. Serokek, hege wisa bawer bike ku dinya me beredayî ye û bi tenê ji bo dinya din, ezmûnek e; bêguman dê di dema biryardayîna komkujiyeka nukleer de, ti caran dudil nebe.  

Balkişandina dinyaya din, redda/înkara jiyanê ye. Mijulahiya bi bihuştê re jî, afirandina dojehê ye. Perwerdehiya olî ya di dema zarokatiyê de jî, îstîsmara zaroka ye… 

Tom Robbins / Jiyan û Ol 

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Rengên Jiyanê/Aforîzma. Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtin qedexe ye… 

Bersivekê binivîsin