Tirsa Ji Fikirînê

Tirsa Ji Fikirînê

TIRSA JI FIKIRÎNÊ 

  Kêşeya sereke ya mirov û çivakan û bi taybet li welatên rojhilatî ev e; Hebûna gelek tişt û ramanên bi şêweyek mutleq rast an jî şaş! Erê, heger çivak derfetê nede mirov di hin mijaran de biponije û fikirînê qedexe bike û heta hin qalibên hazir lê ferz bike, dê mirovên wê civakê nikaribe ji xwe bipirse û dê nikaribe ihtîmala şaşbûna her têgeh û her tiştî bide ber çavên xwe.

Her dê bi tirs bifikire û biponije. Mêranî/wêrekî şaneke serbindayiyê ye li tevahiya dinyayê. Li welatên rojhilatî ev têgeh wek netirsbûna ji mirinê tê famkirin. Erê, em ji mirinê natirsin belê ji fikirina bi mirinê û dû mirinê ditirsin. Yanî bi şêweyek din em ji ramîn û fikirînê ditirsin. Tew heta em newêrin bifikirin ka belkî têgeha mêraniyê li cem me bi tevahî şaş be jî!

Çima wiha dibêjim; ka em bidin ber çavan ku ciwanek van pirsan bike ji malbat û nûnerên civaka xwe: Ji hin pirsên wî ciwanî: Dayê, gelo Xwedê heye? (ka bifikire dê dayika te çi bibêje) Bavo çima tu nahêlî diya min tenê biçe bajêr û heta biçe ser behrê û têkeve avê wek her jinên li wir?(bersiva bavê xwe biînin ber çavên xwe). Ji melê gundê xwe re bibêje, ez dixwazim ji dînê we derkevim û hebûna Xwedê red bikim (bifikire dê mele çi bibêje) Ji mamê xwe re bibêje, ez dixwazim bibim nermok/nêrûmê, ka binêre çi bersivê dide!

Ji mamosteyê xwe re bibêje, tu nikarî me baş hînî dersê bikî û dibêjim belkî te karek din lê ne mamostetî bikraya ew ê bi sûdtir bûya! (ka mamoste çi dibêje) Helbet dê hin ji nûneran bikaribin bersivên rêk û pêk bidin û dê bi tolerans bin bo munaqeşeyê… Dîsa texmînen, nûnerên civaka me naxwazin em biponijin û ji fikirînê ditirsin. Heger rê bidin me em bifikirin, ne dûr e otorîtera wan bişkê û karê wan zehmettir bibe û dê nikaribin me bi hêsanî kontrol bikin.

Em biînin ber çavên xwe çawa siyasetmedarên me bi hêsanî û bi devê tije yekî dikin xayin û yê din dikin çete û yê din dikin leheng. Heger wî bizanîbûya ku xelka lê guhdar dike difikire û îsbatan dixwaze bo her peyvê, gelo dê bikariya wiha bi rehetî hukmên xwe belav bikirana? Welhasil, heger em bi şêweyek din bibêjin, mirovê difikire dikare derdora xwe tazî bibîne û nakokiyan bibîne û dikare qelsî û kêmaniyên mirov û civakê bibîne. Ka kî ji me dixwaze tazî be, kî ji me dixwaze qelsî û nakokiyên xwe eşkere bike! Eha ji we mêranî!

Mirovên difikirin zeft nabin û nabin keriyê li dû şivanekî û her li rastiyan digerin. Ji ber wê jî herkes jê ditirse! Bo zelalkirinê; her peyv û ramana min li vir xerc kiriye texînên min in û ne tiştên sabit in. Yanî ihtîmala ku ez we dixapînim ya tiştên min gotine hemû çewt bin jî heye!

Mihemed Xêr Şêxo

07. 07. 2016

Bersivekê binivîsin