Thomasê Aquînoyî
Nûnerekî Skolastîkê yekî din jî Thomasê Aquînoyî [1225–1274] ye û Thomas jî, di babetên olî de rasteqînîyeka nerm parastî ye. Li gor bawerîya Thomas têgehên tevayî, formên nesneyan yên derûnî (ozsel) ne. Li gor bawerîya wî wehî û aqil, wek du texlîdên zanayîyê ne û ne li hev in. Çimku aqil, nikare têbigihêje xefîyên ol, lê dikare ya xwedê bipeyîtîne. Thomas wiha gotiye: ‘Aqil û zanist, bi tenê dikarin derbaseya perestişgeha bawerîyê rohnî bikin. Lê nava perestişgehê, ji alîyê wehîyê ve tê ronî kirin.’
Derheqê exlaqê de jî, erdema hezkirin, hêvî û bawerîyê, li wan çar erdemên yewnana antîk zêde kiriye, ku ew jî mêrxasî, sînorîtî, zanyarî û edalet bûn. Li gor Thomas, ji ber ku dewlet di navbera xwedê û mirovan de navcîtîyê dike û rê li rizgabûn û erdembûna wan vedike, xwediyê asûneka bilind e.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.