Jiyan û Felsefeya Thomas Hobbes

Jiyan û Felsefeya Thomas Hobbes

Jiyan û Felsefeya Thomas Hobbes (1588-1679) 

  Thomas Hobbes, di warê felsefeya heyînê de materyalîst (madeperestê mekanîk) e, di warê felsefeya exlaqê de jî exlaqa xweperestiyê û di siyasetê de jî monarşiyê parastî ye. Hobbes, ramanwerekî ingiliz e û Oxfordê, xilas kiriye. Bi armanca derbaskirina demên xwe yên vale, di 84 saliya xwe de bi zimanê latînî çîroka jiyana xwe nivîsandî ye. Di 87 saliya xwe de, wergera wî ya Homeros hatiye çap kirin.

Berhema wî ya herî navdar, ‘Leviathan’ e. Leviathan, navê cinawerekî ku di Tewratê de derbas dibe, ye û li cem Hobbes, nîşana dewleta ku serwerê hemû tişta ye, ye. Mirov dikare bibêje ku Thomas Hobbes, ji ezmûngeriya/empirîsîzma Francîs Bacon ketumet bûye û li gor baweriya wî, dinya yekîtiya cîsimên ku ji aliyê zagonên livdarîyê ve têne revêbirin e. Mirov û heywan jî, perçeyên vê tevahiyê ne û jiyana wan ya ruhî û fizikî jî, bi temamî girêdayê van zagonên livdariyê ne. Bi vî rengî jî rih, wiha difikire ku ferîşte û Xwedê jî, tune nin. Ev yekên navborî, hilberên ramanî ne. Hobbes wiha bawer dike ku, di gerdûnê de yek hilikek tenê heye ku ew jî made ye. Mijara felsefeyê jî made û cisîmên ku lewnê maddeyê ne, ye. Cisîm jî encax bi ezmûn û çavdêriyê, dikarin werin zanîn/têgihiştin. Babetên li derveyê madeyê jî (Xwedê, rih û ferîşte), mijarên îlahiyatê ne û bawerî ne.

Hobbes, di dema xwe de ji fîlozofan wiha xwestiye ku ew dev ji mijarên li ser xwedê, giyan, derêfizîk û hwd. berdin û bala xwe bidin cîsiman. Li gor bîr û baweriya Thomas Hobbes, tiştê girîng ew e ku mirov di pêşiyê de bi bûyerên xwezayê bizanibin.

Thomas Hobbes, di dazanîna xwe de cîsiman kiriye du beş…

1- Cisîmên xwezayî

2- Cisîmên çêkirî [Cisîmên nexwezayî]

Hobbes wiha fikirî ye ku yên bi awayeke rasteqîn hene û cih digrin, ew cisîm in. Taybetmendiya hevpar ya hemû cisîman, livdarî ye. Di gerdûnê de hemû tişt, li gorî zagonên bizavî/tevgerî, livî bi awayekî mekanîk têne cem hevdu. Herweha çalakiyên aqlî, raman û heta hemû hestên me jî, maweyên/pêvajoyên fizikî ne.

Li gor nêrîna Thomas Hobbesî cisîma herî çêkirî/nexwezayî, dewlet e. Çimku dewlet, ji pêvçûna/şerê mirovan der çûye. Thomas Hobbesî wiha bawer dike ku mirov xweperest in û her dem, ji bo berjewendiya xwe têdikoşin. Herweha, çavkaniya tevgerên me yên exlaqî, hezkirina ez/ego ye. Çawa me berê jî got, di felsefeya exlaqê de exlaqa xweperestiyê [Egoîzm/Xudkamî] parastî ye. Di exlaqa xweperest de, beyî ku li tu mirovan bifikirin, mirov li pey başiyên/berjewendiyên xwe dibezin. Ev berbiçûn jî, bi egoîzmê hatiye bi nav kirin. Thomas Hobbes, wiha bawer kiriye ku mirov, ji zayîna xwe ve xweperest in û ji bo wan tiştê herî girîng, hesta xweparastinê ye.

Ji ber hesta xweparastinê, mirov bi mirovên din re pev diçin û şer dikin.

Gotina wî ya ‘mirov, gurên hevdu ne.’ gelekî navdar e. Ev gotin, mirov dikare bibêje ku di felsefeya wî de ramanek bingehîn e. Ji ber vê yekê jî, divabû sazîyeka ku hemû mirovan bîne rêzê, hebûya. Li gor bîr û baweriya wî, dewlet ji vê bêgavîtiyê derketiye holê. Herweha, tiştên ku ji bo dewletê bi kêr tên, baş in û tiştê ku bi kêr nayên jî, xirab in. Di vê xalê de mirov dikare bibêje ku Hobbes, dewletê wekî sazîyeke pîroz dîtiye.

Ahmet Cevîzcî, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Paradîgma’ yê de li ser felsefeya Thomas Hobbes wiha dibêje: ‘Hobbes, di jiyana xwe de bûye şahîdê du şoreşan ku yek jê entellektuel û ya din jî, siyasî ye. Di ya siyasî de dijşoreşvanek e, ku vê şoreşa siyasî xwestibû ku bi hêza demokrasiya parlementer, monarşiya mitleq bisînor bike. Di vî warî de, dijşoreşvanek e. Belam dema ku mirov behsa şoreşa entullektuelî dike, ew şoreşvanekî temam e.’  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

14.03.2014

Jêder

1- http://www.felsefevan.org/thomas-hobbes-1588-1679.html 

2- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Berhemeke neçapbûyî.

3- Antolojiya Fîlozofan. Ali Gurdilî. Berhemeke neçapbûyî.

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin