Theophrastus
Berî Zayînê di navbera salên 370- 287 an de jiyaye, li girava Midilli hatiye dinyayê, ji wir jî derbasê Atînayê bûye û xebatên xwe li vir berdewam kiriye. Piştî mirina Arîstoteles, bûye serokê Akademîayê. Theophrastus, wek mirovekî koleksîyoner û çavdêrvan hatiye nasîn. Di warê botanîkê (riweknasî) de gelek xebatên wî hene, wek felsefevan û morfolojizanekî tê zanîn.
Theophrastus taybetmendîyên morfolojîk ên nêzîkê 500 dirextan (bitkî) derxistiye holê û wêneyên wan çêkiriye. Li Atînayê di bexçê xwe ê botanîkê de, riwekan (dirextan) mezin kiriye. Theophrastus, bavê botanîkê (riweknasî) tê hesibandin.
Berhemên Wî
1- De Causis Plantarum (Lêkolînên Li Ser Dirextan) ( 9 cilt)
2- De Historia Plantarum (Derheqê Dîroka Dirextan de) (2 cilt)
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.