Theodor Adorno (1903-1969)

Theodor Adorno (1903-1969)

Theodor Adorno (1903-1969)

Ramanwer, civaknas û muzîknasek î alman e û di navbera salên 1903-1969an de jiyaye. Berhemên wî yên sereke ‘Diyalektîka Neyînî’ (Negative Dialektik), ‘Hunerweriya (Pîşesaziya) Kulturî’ (Kulturindustrie), ‘Kesayetiya Otorîter’ (The Authoritairan Personality), ‘Teoriya Estetîk’ (Aestetische Theorie), ‘Diyalektîka Ronîdariyê’ (Dialektik der Aufklarung) in.

Berhema xwe ya ‘Diyalektîka Ronîdarî’yê bi Horkheimer re nivîsandiye û yek ji wan ramanwerên bijarê yên Dibistana Frankfurtê ye. Adorno bala xwe gelekî daye teoriyên Freudparêz û Marksîst yên civakî û rexneyî û li dijî her cure rêvebiriyên otorîter rabûye û rolê takekesan jî gelekî bilind nirxandiye. Li gor nêrîna Adorno hêza ku serwerê dîrokê ye ne aqil e, xwezaya mirovî ya bengîn (dildar) e. Wate, derîaqil e. Derbarê dîrokê jî meriv dikare bibêje ku ne xweşbîn e û dibêje ku gerdûn herdem berepêş naçe, keraset û bobilatên ku têne dîtin jî wekî delîlên vê gotina xwe nîşan dide. Li gor nêrîna Adorno aqil, ango felsefeya ronîdariyê ji doz û dawa xwe ya pêşîn dûr ketiye, rê li ber îdealên mirovhez girtiye û bûye navgîneke (haletekî) bingehîn yên biyanîbûnê.             

Serweriya li ser tiştan, veguheriya ye serweriya mirovan û civak, bi serwerî, hêz û zordestiyê re bûye yek. Dema ku civak bi serweriyê re tê fikirîn, wê demê jiyana intelektuelî û kulturî jî, xwe digihîne rewşeke standart (tekteşe) û dibe xwediyê nasnameyeke hişkebawer û parastkar. Di civakê de xwe civandina hêzê, rê li ber geşbûnî û pêşveçûnan girtiye û çînên civakî yên ku xwediyê haletên teknolojîk in û dibêjin em ê civakê dewlemend bikin, heman haletan ji bo ku bikaribin zordestiyê li xelkê bikin, bikar anîne.    

Ev rûdan jî ne li gor xwezaya wekhevî, serbestî û edaletê ye, lewre bi vê yekê pêşveçûna rasteqîn ji holê radibe û dibe sebebê paşveçûnî (regression) û hovîtiyê. Adorno wiha bawer dike ku encax bi saya diyalektîka negatîf meriv dikare têbigihêje vê rewşê. Diyalektîk divê ji bin nîrê sîstema diyalektîk ya Hegelî were rizgarkirin. Lewre tevahiya civaka roja me ne lihevhatineke tevbar (tumel) û yekbar (tikel, particular) e, lêbelê bi tenê serweriya tevbariya aqlê subjektîf ya li ser yekbariyê ye, ku bi xweajoya xweparastinê xwe destnîşan dike. Ev rewş, ji bo sîstema kapîtalîzmê jî derbasdar e.

Diyalektîka neyînî jî ew diyalektîk e ku cudahî û cihêtiya heyînan diparêze, wan nake wekîhev û hewl nade ku yekîtiya wan pêk bîne. Di vê xalê de meriv dikare bibêje ku diyalektîka neyînî, berevajiya diyalektîka berê ye. Di warê muzîkolojiyê de jî, keda wî gelek mezin e û feraseta wî ya estetîk, xwediyê naverokeke arîstokratîk e. Adorno li hemberî pîşesaziya (hunerweriya) kulturî rabûye û gotiye ku divê kultur, wekî nesneyeke serfkariyê neyê dîtin. Û divê huner têkiliya xwe bi sazûmana (pergala) heyî re bi temamî bibire û erka xwe ya dijber û rexneyî bi cih bîne.   

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Alî Gurdilî 

Bersivekê binivîsin