Theodîse di Ramanên Xoşewîst Augustînusî de

Theodîse di Ramanên Xoşewîst Augustînusî de

Theodîse di Ramanên Xoşewîst Augustînusî de

Li gor bîr û baweriya Augustînusî (P.Z.354-430), ‘Xwedê mirovan bê guneh xulqandiye û şandiye dinya me ya ji gunehan pakijkirî. Lêbelê mirovan, wê azadiya xwedêdayî bi xirabî bikar anine û guneh kirine. Wate, hemû mirov ji ber gunehê Adem, bûne gunehkar û lanetlêbûyî.

Bêguman, hêza Xwedê heye ku mirovan di wê sefaleta wan de bihêle û tu carî, neyê hewara wan. Lêbelê, dîsa jî ji ber ku baş e, beşeke mirovan rizgar dike. Lewma jî, hinek mirov dê bi inayeta Xwedê rizgar bibin û yên mayî jî, dê werin cezakirin.’

Herweha, Augustînus bi wateyeke hilweşîner li xirabiyê mêze nake. Li gor bîr û baweriya wî xirabiya ku bi destên mirovan pêk tê û xirabiya ku ji bo cezayê tê bikaranîn, di gerdûnê de dibin sebebê ahengê. Lewre jî dinya me, çawa ku têde qet xirabî tunebe xweşik û spehî ye. Augustînus jî mîna Plotînus, xirabiyê bi madeyê şirove dike. Li gor baweriya Augustînus xirabî, tunehiya başiyê ye. Xwedê, başiya saf û dawînî ye, mitleq û neguher e. Xwedê, gerdûnê ji ‘tunehiyê’ xulqandiye.

Gerdûn guhêrbar e û pêkhatina madeyê jî, ji tunebûna başiyê ye, lewre mîna Xwedê, ne saf e û ne mitleq e. Gerdûn jî mîna Xwedê bi başiyê hatiye dagirtin, lêbelê di hemû tiştan de û bi heman qasî başî peyda nabe. Çimkî li cem heyînan hiyerarşiyek heye û li cihê herî bilind a vê hiyararşiyê, yên baş hene. Roj, heyv, stêrk, ferîşte, mirov, çivîk, masî, ronî û tarî, herdem baş in. Lêbelê, mîna Xwedê ne bêhempa ne û asta wan cuda ye.

Helbet heyv bi qasî rojê ne ronîdar e û hemû heyîn jî, bi qasî hev ne baş in. Li gor baweriya Augustînusî zelzele, bahoz, nexweşiyên têger û kerasetên mezin yên xwezayî, encamên gunehên mirovan in. Lêbelê ji ber ku ev ceza adîlane ne, ahenga bêhempa ya gerdûnê xira nakin.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
26.05.2016

Çavkanî: Pirsgirêka Xirabiyê – Gotar / Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin