Theodîse di Ramanên Irenaeus (P.Z. 130-202) de

Theodîse di Ramanên Irenaeus (P.Z. 130-202) de

Theodîse di Ramanên Irenaeus (P.Z. 130-202) de

Irenaeus di navbera salên (P.Z. 130-202) an de jiyaye. Irenaeus zilamekî dêrê bûye û pirsgirêka afirandinê şirove kiriye. Li gor bîr û baweriya Irenaeusî, Xwedê di du qonaxan de û di terzekî peresanî de mirovan xulqandiye. Qonaxa yekemîn, xwiyabûna Xwedê (image of God) ye. Qonaxa duyem jî, manendiya (lêçûnî, hevşibî) Xwedê (likeness of God) ye, ku hêjî berdewam dike. Xwedê di destpêka wê rêya ku mirov xwe digihînine wî de mirovan xulqandiye, lêbelê di vê xulqandinê de mirov ji bêhempatiyê dûr in û kêm in. Wate, kêmasiyên mirovan hene.

Potansiyela bêhempatiyê li cem mirovan heye û Xwedê vê yekê daye wan, lêbelê divê bi hişmendî tevbigerin û ji asta sehkirin, lêkolîn, derana aqlî, têgihiştin û ravekirinê derbas bibin û bibin heyînên zana û xwedîehlaq.

Ji bo ku mirov bikaribin xwe bigihînin başiyê yan jî başiyê bi dest bixin, pêwîst e bi xirabî û tengasiyan re rûbirû bibin. Lewma jî, dûrahiyek (epistemic distance) ketiye navbera Xwedê û ebdên wî. Mirov di destpêkê de mîna xwiyabûna Xwedayê herheyî hatiye xulqandin, bav plana hemû tiştan daniye û piştre jî fermanê daye, kur jî demajoya xulqandinê pêk aniye, rih jî zexim kiriye û bi vî hawî nîjada afirîdeyên Xwedê zêde bûye, rewşa wan her çûye baştir bûye û zêdetir nêzîkî bêhempatiyê bûye. Lewre a ku nehatiye xulqandin bêhempa ye, ku ew jî Xwedê ye.

Teolojiya Irenaeusî, ji teolojiya filehtiya îroyîn ciyê ye. Têgehên mîna ‘ji çav ketina mirovî’, ‘gunehê yekem’, û ‘kefaret’ (bedelê ku ji ber gunehekê yan tawanekê tê dayîn) di teolojiya Irenaeusî de xwiya nakin. Di mijara îradeya azad de Irenaeusî ji Augustînusê Xoşewîst cihê difikire, îradeya azad wekî armanceke siberojê dinirxîne û ji ber vê yekê jî, bêtir nêzîkê xeta optîmîst dibe. Ev feraseta Irenaeusî ku beriya Augustînusî pêşnûma kiriye, ji aliyê teologê fileh John Hick ve hatiye parastin.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
23.05.2016

Çavkanî: Pirsgirêka Xirabiyê / Gotar – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin