Tevgera Reformê

Tevgera Reformê

Tevgera Reformê  

Tevgera reformê (reformation) tevgereka olî ye û li hemberî dêra katolîk, li dijderketinek e. Lewra, dêra katolîk ya wê demê, di rewşeka xirabûyî de bû û ji erkên xwe yên eslî, gellekî dûr bibû. Tevgera reformê, encamekê tevgera ronesansê û dilêrîneka nû ya olî ye. Ronesansê bêguman ne tenê din guhertiye, dilêrîna mirov, hiqûq û dewletê jî guhertiye. Di tevgera reformê de, dijberiyek li hemberê dêra heyama navîn û skolastîkê heye ku, skolasîzm jî felsefeya dêrê ya fermî bû û reform, daxwaz kiriye ku dêra kevin hilweşîne û dêra xwe ya nû damezrîne. Ev xwestek di destpêkê de ne wiha bû. Lewra, reform bi awayekî şidyayî bi mistîsîzmê re girêdayî bû û paşê, ev tevgera reformê hate guherîn. Ji ber vê yekê jî, reformê berê xwe dabû filehtiya ewilî ku dêrê ew xira kiribû û dixwaze ku civatê, ji ketumetbûnên heyama navîn zû bi zû rizgar bike. Di cîhana filehtiyê de, ji bilî mezheba katolîk û ortodoksê, tevgera dêra protestaniyê ji aliyê “MARTİN LUTHER 1483- 1546” ve tê destpêkandin. Martin Luther, di sala 1517- an de li deriyê dêra “WİTTENBERGÊ” 95 (notupênc) dozîneyan daliqandiye. Di van dozîneyan (tezan) de, Martin Luther nebaşbûna dêrê û bi peran firotina gunehan, pirr dijwar rexne dike. Beguman, ev bûyer îdoneyek e û tevgera reformê, bi vê protestoyê dest pê dike û paşê, dibe mebesta şerên 30 (sih) salan.

Her gaveka Luther dibe lehiyek û mîrovan bi xwe re diherikîne. Lewra, wê demê li her derên welat, li hemberê dêra Katolîk û ortodoksê, dijberiyek hebû. Dêr, êdî mîna cîhgirê mirovan ne dihate hesibandin. Lewra, di wê demê de dêr pirr xira bibû û ji wezîfeyên xwe yên eslî gellekî dûr bibû. Bi karên xwe yên olî, zêdetir bi karê dinya û siyasetê re mijûl dibû. Ji ber vê yekê di nava çînên bindest de, ji bona olekê nû bîrîkirineka mezin hebû û êdî li gorî dîtinên wan, dêrê xwe bêesil kiribû, ji başî û rindiyê dûr bibû.

Ev tevgera olî ya nû, ku xwe ji dêra filehtiyê dûr xistibû, bi awayekî xwezayî berê xwe dabû mîstîsîzmê. Bêguman ev yek jî, tişekî xwezayî bû. Lewra mîstîsîzm, li gorî dîtinên xwe oldariyekê hundirîn û dilî bû. Xwiya ye ku, di destpêkê de reformê xwe ji çavkaniyên mîstîsîzmê xurt kiriye. Lewra, mîstîsîzm bi hêmanên xwe re girêdayî ye û ew, ne doxmeyekê kifşkirî ye, ew oldariyekê dila ye. Mîstîsîzm, zêde rûmetê nade pirtûkên pîroz û pîroziyê, rasterast di hindurê mirov de dibîne. (Revelatio) Mîstîsîzm, herweha cîhgiriya dêrê jî napejirîne û naxwaze ku tu kes, (şexs an sazî) bikevin navbera mirov û Xwedê.

Li gorî ramanên mîstîsîzmê: Pêdivî, bi wan avahiyên dêrê re tunebû. Lewra, ew avahiyên şeklî ne. Herkes rahîbe xwe ye û bêwekîl, rasterast dikare Xwedê di dilê xwe de bibîne. Piştra jî, dîtinên protestanan ji bo avakirina dêra mezheba protestaniyê, ji mîstîsîzmê dûr dibe. Martin Luther jî, di destpêkê de bi awayekî şidyayî bi mîstîsîzmê ve girêdayî bû. Lewra, li gorî dîtinên wî ol karekî dilî bû. Martin Luther, filehtiya ewilî ji xwe re wek mînak û rêzan dihesiband. Hasilê, piştî tevgera reformê mezhebeka nû ya protestanan derkete holê û piştra, wê mezhebê xwe kire dêr. Di encamê de jî, dêra filehtiyê li gorî mercên wê demê xwe nû kir, nêrîn û avahiyên xwe jî guherand.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin