Tevgera Ehlaqî di Felsefeya Kant de

Tevgera Ehlaqî di Felsefeya Kant de

Tevgera Ehlaqî di Felsefeya Kant de

Kant: I. Kant pirsa ‘tevgera ehlaqî çi ye û divê çi be?’ dike û li gor baweriya wî tevgereka ehlaqî, divê ne ji ber hest an jî nêzîkayîtêdanekê pêk hatibe. Divê ji ber ‘hesta erkê’ pêk hatibe û heke wisa be, ev tevger; tevgereke ehlaqî ye. Hêmanên ehlaqê, ne di nav jiyanê de hatine hilberandin. Ew ji aliyê aqil ve hatine hilberandin û destnîşankirin. Li gor bîr û baweriya I. Kant, armanca tevgerên me yên ehlaqî ne bextewarî ye. Lewra bextewarî, li gor mirovan diguhere û kirdewar/oznel e.

Ji bo yekî, ‘erdem’ û ji bo yekî din jî ‘baş’ û ji bo yekî din jî ‘jiyana amizgerê xwezayê’ ye. Tiştek dibe ku ji aliyê hinekan ve ehlaqî were dîtin û ji aliyê hinekên din ve jî, dibe ku ehlaqî neyê dîtin. Ji bo ku Kant bikaribe ehlaqê ji vê rewşa kirdewar rizgar bike, ji bo hemû mirovan li bingeheke naguhor geriyaye.

Tiştê ku ji bo hemû mirovan eynî tişt e û naguhor e; erk e, xwestina başiyê ye, niyeta baş e. Li gor baweriya Kant exlaqitiya tevgerekî ne di şeklê wê tevgerê de ye, belam di dema tevgerê de xwestina başiyê ye. Nîyeta baş e. Mesela yek sirf ji bo ku xelk bila jêre bibêjin ew miroveke baş e qenciyê bike, tevgera wî ne ehlaqî ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

02.02.2015

Bersivekê binivîsin