Teoriyên Zanayiyê, John Locke û Teoriya wî ya Tabula Rasa

Teoriyên Zanayiyê, John Locke û Teoriya wî ya Tabula Rasa

Teoriyên Zanayiyê, John Locke û Teoriya wî ya Tabula Rasa 

        Hebûn yan jî tunebûna zanayiyê yan jî awayê hilberandina zanayiyê, pirsgirêka herî bingehîn ya felsefeya zanayiyê (epîstemolojiyê) ye. Ji dema kevnare ve, derheqê vê meseleyê de nêzîkayîtêdanên cihêreng hene û hindekan baweriya xwe bi zanayiyê neanîne/septîk/gumanber û hindekan jî wisa bawer kirine ku zanayî gengaz e û mirovî dikare zanayiyan hilberîne. Ji feylesofên ku baweriya xwe bi zanayiyê anîne ne re jî, dogmatîk tê gotin.

Li hemberî angaştên gumanparêzan (şikber,septîk), ku gotine ne gengaz e ku mirov xwe bigihêne zanayiyên rast; dogamtîkan jî hewl dane ku hebûn û hilberandina zanayiya rast îsbat bikin.

Di warê hilberandina zanayiyê de hindek fîlozofan weke bingehekî ya aqil dîtine, hindekan gotiye ku zanayî encax bi saya ferasetê dikare werin bidestxistin, hinekan girîngiya ezmûnê derxistine pêş û hinekan jî kirûyê (olguyê) wek bingeheke sereke dîtine û bi vê helwesta xwe re jî, xwestine ku rê li ber gumanên gumanparêzan bigirin.

Dogmatîkên Epîstemîk ku zanayiyê gengaz/mimkun dibînin, wekî serwerên dîroka felsefeyê hatine dîtin û bi tevgerên/xwendegehên wekî Rasyonalîzm/Aqilparêzî, Empirîzm/Ezmûngerî, Krîtîsîzm/Felsefeya Rexneyî, Pozitivîzm/Kirûgerî, Felsefeya Analîtîk/Felsefeya Dahûraniyê, Entuitisyonîzm/Ferasetparêzî, Pragmatîzm/Feydexwazî û Fenomenolojî/Zanista Diyardetiyê, hatine bi nav kirin. (1)

Ê baş e, dema mirovî dibêje ‘zanayî’ gelo em çi fêhm dikin ji vê peyvê?

Ji bo têgihiştineka baş ya mijarê, divê em zanayiyê jî pênase bikin û sînorên zanayiyê nîşan bidin. 

Zanayî Çawa Dertê Holê?

Zanayî hilberek e û di encama têkiliya kirde û wanekê (ozne/nesne) de dertê holê. Ji bo derketina holê ya zanayiyê, pêwîst e ku kirde bi armanca zanîn û fêrbûnê, ber bi wanekê ve biqeside. Di encama vê helwestê de kirde, wanekê ji xwe re dike babet/mijar û li ser wanekê difikire. 

Di encama vê çalakiya zêhnî de, bi awayê razberkirinê (soyutlamayê) hindek têgeh têne bidest xistin. Piştra, di navbera van têgehan de kirde xwe digihîne hindek torên têkiliyan û ev yek, bi pêşniyaran tê derbirîn û bi riya birêvebirina aqil re jî, deranên (çikarimên) eşkere/diyar têne bidestxistin. Zanayî, di encama vê pêvajoyê de tê bidestxistin.

Wek mînak: Ji bo ku em bikaribin bibêjin kevirek kevir e, pêdiviya me bi têgehên wekî giranî, reng, bareste, şekil û hwd. heye. Herweha pêdivîya me bi hindek girêdanên/hevokên wekî ‘Kevir, madeyeke hişk e.’, ‘Kevir, xwediyê baresteyekê ye.’ û hwd. jî heye.

Di encama van pêşnîyarên ku taybetmendiyên wanekên cihêreng vedibêjin de, em xwe digihînin derana/encama ‘Kevir cismek hişk e, xwediyê giranî û rengekê ye, bişekil e û di fezayê de xwediyê baresteyekê ye.’ Di vê xalê de, em êdî dikarin bibêjin ku ji bo pirsa kevir çi ye, bersiveka me heye.

Ê baş e, ka em di vê xalê de li ser derana ku me bi dest xistiye carekê din bifikirin. Ji bo kurtedemekê be jî, em li ser wê derana/encama ku di derheqê kevir de bi dest xistiye bikevin gumanê/şikê.

(Divê em tu caran  ji bîr nekin ku ketina şikê/gumanê jî, çalakiyeke zêhnî ye.)

Di rewşeka wiha de, li ber çavê me rastiya wê deranê/encamê dê kêm bibe. Di vê xalê de li hember wê gumanê, em ê bibêjin ku ’em ji wê deran/encamê bawer dikin.’

Hasilê, zanîna tiştekê, pêbaweriyê jî diguncîne. Belam, di vê xalê de jî em hê nikarin bibêjin ku zanayiya ku me bidest xistiye; bi rastî jî zanayiyek e. Lewra, dibe ku em rastê kevirek din yeka ku li danasîna me ya ‘kevir’ neyê werin. Wê demê, dê ev zanayiya ku me bi dest xistiye, dê ‘çewt’ be. Axirê, em dikarin bibêjin ku wê zanayî di rewşeka wiha de derkeve holê ku wê em ê nikaribin ji bo çewtderxistina wê tu çavdêriyan pêk bînin.

Ji deran/encamekî re ji bo ku em bikaribin bibêjin ew zanayî ye, çend şert peywîst in. Yên wekî…

1- Pêwîst e ew çalakiyek zêhnî be.

2- Divê hilbereka ku di encama wê fikirînê/çalakiya zêhnî de hatibe bidestxistin be.

3- Divê baweriyeka me pê hebe.

4- Ji bo çewtderxistina wê, divê tu çavdêrî nikaribin werin çêkirin… (2)

Di nav xwendegehên/ekol yan jî tevgerên ku me li jor qala wan kir, yek jê jî Ezmûngerî ye. Dema ku mirovî behsa Ezmûngeriyê bike, bêguman divê mirovî heqê ezmungerên Îngilîz yên John Locke û Davîd Hume telîm bike. Bi rastî jî ekola ezmûngeriyê, bandûrka mezin li felsefeya zanayiyê/epîstemolojiyê kiriye, ku mirovî dikare bibêje ku ev bandûr hêjî didome.

Bi taybetî jî rol/bandûra ezmûngerê John Locke, li ser dîroka epîstemolojiyê gelekî mezin e û mirov dikare bibêje ku feylesofên ku piştî wî hatine, gelekî di bin bandûr/teoriya wî de mane. Teoriya wî ya bi nav û deng ya Lewheya Vale/Tabula Rasa, li dibistanan hêjî wekî teoriyên sereke tê fêrkirin/xwendandin. Bi vê xalê ve girêdayî, di vê gotarê de me jî xwest ku em bingeha felsefeya ezmûngeran, bi taybetî jî ya John Locke bi we bidin nasandin.

Ê baş e, çima John Locke li dijî ramanên Rasyonalîstan derketiye?

Beriya her tiştî, John Locke (3) ramana Descartes ya îdeyê ji bo ramanên xwe wek bingeh hilbijartiye, ku îde tê wateya hemû tiştên ku mirov li ser difikire. Descartesî wiha pêbawer bû ku mirovî ji zayîna xwe ve xwediyê van îdeya ye. Belam John Lockê ezmûnger, bi temamî li dijê vê ramanê derketiye û vê angaştê qebûl nekiriye.

Li gor bîr û baweriya John Lock jî, mirov tu tiştan (îde, raman an jî têgeh) ji zayîna xwe ve nayne. Belam, di destpêka jiyanê de zêhn, bi rêya têgîhan û fikirînê, zanayiyan bidest dixe.

Mirovî dikare taybetmendiyên sereke yên felsefeya John Locke, wiha bihêjmêre:   

1- John Locke di navbera îde û azmayişê de, têkiliyeka dualî ava dike.

Têkiliya Yekemîn: Zêhna mirovî, di destpêkê de weke Lewheyeke Vale (Tabula Rasa) dest pê dike û her diçe (bi berfirehbûnê re) îdeyan bidest dixe.

Têkiliya Duyemîn: Hemû tiştên ku em pê dizanin ji azmayîşan/serboriyan têtin. Ji bo ku em bikaribin tiştekî weke zanayî bipejirînin, beriya her tiştan divê sedemên ku ji azmayîşên me têtin, hebin. Herweha divê teoriyên me yên zanistî jî ji bidestxistin/birêvebirinên aqlî yên razber zêdetir, ji azamayîşan werin û divê ku xwe bispêrin azmayîşan.

2- Azmayîş, ji aliyê John Locke ve wekî du beşan hatiye bikaranîn. Li aliyekî ezmûna derveyî, ku xwe dispêre pênc livokên me yên sehekî. Li aliyê din jî ezmûna hundûrîn heye, ku di vê yekê de jî îdeyên ku bi riya ezmûna devreyî têne bidestxistin, têne bikaranîn.

Li gor bîr û baweriya John Locke, hemû zanayiyên me bi riya pênc livokên me yên sehekî têne dîtin û bi rêya ezmûna derveyî jî têne bidestxistin. Piştra, ev daneyên ku bi riya sehekan têne bidesxistin (ku ev pêşnîyarên sade/basîd in yên wekî zer, dirêj û tirş in û ku wesfên yekemîn in) li hevdu têne girêdan û bi vî awayî jî îdeyên tevlîhev têne hilberandin.

3- Herweha, Joh Locke îdeyan jî dike du beş:

A– îdeyên sade/basîd

B- Îdeyên tevlîhev/kompleks

Îdeyên tevlîhev, mirovî dikare bibêje ku bi riya hevûdûdana îdeyên basîd têne hilberandin. Îdeyên basîd jî, bi riya bandora nesneyan ku li ser sehekên me dihêlin, têne hilberandin. Îdeyên sade/basîd gellekî vekirî ne, lê îdeyên tevlîhev gellekî berfireh (bergehdar) in.

Mesela em derheqê nesneyekê de dibêjin ku ew zer e, tirş e, mezin e û hwd û em van têgehan, digihînin leymon û rojê jî. Bi vî awayî jî em dibêjin ku: ‘Leymon tirş e, an jî tîrêjên rojê zer in.’ Û bi dereneke bi vî rengî em xwe digihînin îdeyên kompleks/tevlîhev.

4- John Locke li gor taybetmendiyên wan, dibêje îdeyên sade/basîd xwediyê du wesfên cuda ne.

A- Wesfên bingehîn/sereke: weke hejmar, şekil û tevger in…

B- Wesfên talî (wesfên di rêza duyem de): wekî deng, reng û têhm in.

Wesfên bingehîn, ji nesneyan têtin û hege ew tunebin, em nikarin têbigihêjin wan. Wek tirşbûna leymonê, ku em nikarin îdeya tirşbûnê ji îdeya leymonê cuda bikin. Wesfên talî jî, li gor yê/ya ku têdigihêjê diguhere. Mesela leymon di heman demê de zer e jî, lê li gor ronahiyê dikare bi rengekî cihêreng jî were têgihiştin.

5- John Locek wiha difikire ku nesne têne gihîştin. Têgihîştin jî, bi bandora wesfên nesneyan yên bingehîn û talî ku li me dikin, pêk tê. Îdeyên ku ji nesneyan têne têgihîştin, xwediyê wê hêze ne ku di zêhna mirovî de nesneyan temsîl bikin. Bi vî awayî îdeyên ku di zêhna me de hene, amizgerê nesneyên xwe ne û nûnerên wan in.

6- Pejirandin an nepejirandina îdeyan, amizgeriya wan yan jî neamizgerîya wan, zanayiyê derdixe holê.

7- John Lockî dibêje ku çar hêmanên ku zanayiyê derdixin holê hene…

1- Jevbûn: Cihêkirina/veqetandina heyînekê ji heyînekê din û raxistina cihêrengiya wê ya holê. Mesela em dikarin bibêjin ku ‘dar’ eynî weke xwe ye û ji ‘hesin’ cihêreng e.

2- Tekilî : Diyarkirina têkiliya di navbera du heyînan de. Mesela wek diyarkirina têkiliya di navbera sêkoşe û çarkoşe de.

3- Girêdana bivênevê û hebûna bi hevdu re: Ji bo pêkhatina îdeyeke tevlîhev, pêdivî bi gellek îdeyên sade/basîd heye. Mesela îdeya televîzyonê. Em dizanin ku îdeya televîzyon ji gelek îdeyên biçûk pêk tê, lê ew hemû bi hevdû re îdeya televîzyonê pêk tînin.

4- Hebûna rasteqînî: Divê îdeyek bi rastî jî nesneyekê ku heye, temsîl bike. Mesela dema em behsa darê bikin, divê ev têgeh di xwezayê de temsîla darê bike. (4)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

27.02.2014 

jêder

1- http://www.felsefevan.org/felsefeya-zanayiye-epistemoloji.html

2- http://www.felsefevan.org/zanayi-cawa-derte-hole.html

3- http://www.felsefevan.org/john-locke-1632-1704.html

4- Antolojiya Fîlozofan–Ali Gurdilî/Neçapbûyî 

Bersivekê binivîsin