Teorîya Made û Formê

Teorîya Made û Formê

Teorîya Made û Formê  

 Di dîroka felsefeyê de teorîya <made û form> teorîya Arîstoteles e. Teorîya îdeayan ya Platon wek navenda felsefeya wî dihate dîtin. Wekî vê yekê, teorîya made û formê ya Arîstoteles jî, wek navenda (xala herî bingehîn) felsefeya wî tê dîtin. Arîstoteles wiha xwestiye ku sîstemeka mantiqî, zanistî û ku bi temamî xwe dispêre aqil, ava bike. Ji bo vê yekê jî di serdema xwe de hemû zanayîyên ku mirovan wê demê wan bidest xistibûn, top kiriye û xwestiye ku wan rave bike. Arîstoteles beravajiya Platon, giranîyê zêdetir daye cîhana sehekî ya ku em dibînin, dibihisin û dest didinê. Bi vî awayî jî, Arîstoteles xwestiye ku dinyaya me şirove bike.

Platon (Eflatûn) jî, wek tê zanîn bala xwe zêdetir daye cîhana ne maddî (îdea/ramanî).

Li gor bîr û bawerîya Arîstoteles, îdeayên Platon ji cîhana maddî cuda û dûr in û di warê şirovekirina cîhana maddî de jî bêhez in û nikarin cîhana maddî şirove bikin. Arîstoteles ji ber van sedeman, teorîya Platon rexne kiriye. Li gor bawerîya Arîstoteles îdea wek ku Platon dibêje ne li derveyê nesneyan, war û demê ne. Îdea <hilika> hemû heyîna ye û di naveroka wan de ye. Ew wanekên (nesneyên) ku em wan bi saya sehekên xwe dinasin, xwediyê hilikeka hevpar in (formek-lewneka wan heye) û ev xala hevpar, di nav piranîtîya heyînan de, nûnerê yekîtîyê ye. Ango, yekîtîyê temsîl dike.

Form, di heman demê de şekil dide maddeyê û form ew şekl e ku em wê yeko yeko di heyînan de dibînin. Ya ku şekil dide maddeyê, ev form e. Di vê xalê de tê dîtin ku Arîstoteles ji bo pirsgirêkên yekîtî, pirranî, naguhêrbarî û çêbûnê, rêyeka nû ya çareserîyê tîne. Madde, derfetek (îmkanek) e, dibetîyek e, ya ku wek hêz e û ya ku wê bigihêje şeklekî ye. Form jî, vê maddeyê digihêjîne şeklekî (şeklekî dide maddeyê) û wiha dike ku ew dibe tiştekî li holê yê bilewn û rasteqîn.

Madde di destpêkê de ne nesneyeka diyar (kifşkirî) e, hê ne bûye <ew> an jî <ev> nesne. Bi sînor e û hê ne bûye heyîneke misoger. Mesela perçeyeka ji mermerê, li gor peykereka ku ji mermerê hatibe çêkirin; hê ne hatiye destnîşankirin, hê şekil ne girtiye. Ev bi tenê derfetek e, ku hê ne bûye heyînek misoger. Dema ku li gor forma xwe ew mermer wek peykerekî derkeve holê, wê demê wek heyînek destnîşankirî (kifş), ango wek peykerekî dertê holê. Wek vê yekê, di bingeha hemû heyînan de maddeyeka yekemîn (an jî sereke) heye û ya ku li gor formên cihêreng şekil digre û dibe heyînên destnîşankirî jî, ev maddeya yekemîn e.

Bi vê teorîyê re Arîstoteles xwestiye ku guherîn û çêbûna ku di heyînê de pêk tê, ne bi awayekî mekanîk û bi hêzeka ji der; lê ji bandûreka hindurîn û bi awayekî dînamîk (organîk) şirove bike. Xwepêkanîna formê ya di maddeyê de, tevger (liv-hereket) e. Bi vî awayî form, madde û tevger, bi hevdu re têne hizirkirin û çêbûna di gerdûnê de, bi vê yekê tê şirovekirin.

Li gor Arîsto, di derketina çêbûnê de çar (4) sedem xwedî bandûr in:

1- Sedemê maddî

2– Sedemê formel

3- Sedemê tevgerîn

4- Sedemê mebestî

Hege em mînaka peykerê bidin:

Mermer, sedemê maddî ye. Şeklê mermerê, sedemê formel e. Peykersazê ku peykerê çêkiriye, sedemê tevgerîn (çalak) e. Armanca peykersaz jî, sedemê mebestî ye. Ji bo derketina holê ya peykerê, ev çar sedem peywist in. Ji bo hemû heyînên di gerdûnê de jî, em dikarin vê yekê bibêjin. Arîstoteles gerdûnê, ji hêla madde û formê ve wek giştek qedemebûyî dibîne. Heyîna ku dereceyeka jêrîn e, ji bo heyîneka ku li jora wê ye (raserê wê ye), <madde> ye. Lê ji bona heyîna ku di binê (jêra) wê de ye, form e. Mesela keresteyên înşaatê li gor xanîyekî, madde ye û xanî, forma wê ye. Lê li gor darê, form e.

Di binê herî kûr ya vê qedemebûnê de, maddeya yekemîn ya ku bi temamî bêform e, heye. Di cîhê herî bilind ya vê qedemebûnê de jî, <forma zelal> heye. <Forma zelal> ne hewcedarê maddeyê ye. Ev bi xwe nalive (tevnagere), lê ya ku maddeyê dilivîne, ew e. Têgeha forma zelal ya Arîstoteles, dişibe <nous>  an jî <qencê herî gewre> ya Platon. Bi gotineka din forma zelal, ji bilî xwedê ne tu tişt e. Ew bi xwe nalive, lê ji ber ku gerdûn ber bi wî ve diqeside û berîya wî dike; yeko yeko heyîn dertêne holê, guherîn û çêbûn pêk tên. Ango, xweza û gerdûn, ber bi xwedê ve diqesidin û dixwazin ku bigihêjin xwedê. Xwedê, armanca gerdûnê ya ku dixwaze bigihêjê ye.

Felsefeya Arîstoteles ya xwezayê, girêdayê teorîya wî ya madde û formê ye.

Formên ku di xwezayê de hene, çiqasî nêzîkê xwedê bibin, nirx û qedrê wan jî, hewqas bilind dibe û digihêjin rasteqîniya xwe. Hilkişîna fenomenan ya ber bi xwedê (bi jor) ve, bi du awayan pêk tê. Ji bûyerên serberdayî yên li ser rûyê erdê, ber bi esmanan ve bilindbûneka rêkûpêk heye. Wek vê yekê, dîsa rih jî ji cihveguhastineka mekanîk dest pê dike û heta ku zanayîya aqil bidest dixe, hildikişe. Li gor vê nêrîna Arîstoteles heyînên ku di gerdûnê de hene, li cîhê diyar û li qedemeyan (pêling-ast) cîh digrin. Li ser rûyê erdê formên herî jêr ax, av, hewa û agir e. Ev hêman ber bi navendê ve an jî wek ku ji navendê dûr dibin, tevdigerin. Ax û av, ber bi navendê ve diqesidin. Agir û hewa jî, ji navendê dûr dibin. Li gor vê nêrînê her hêmanek berbiçûneka xwe ya xweser heye, cîhekî wê ya diyar heye û ber bi wê derê ve diqeside.

Di vê xalê de mirov dikare bibêje ku di felsefeya Arîstoteles de ji zêdetirê çendanîtîya wê, çawanîya (wesf) wê girîng e. Tiştê ku taybetmendiya heyîneke pêk tîne û heyînê ji heyînên din cihêreng dike jî ev taybetmendiya wê ye ku hilik û forma heyînê pêk tîne ye. Arîstoteles têkiliya giyan (rih) û maddeyê jî, li gor teorîya madde û formê dinirxîne. Li gor bawerîya fîlozof laş, madde û rih jî, form e. Guherînên ku di laş de têne dîtin, ji bo derketina holê ya formê ye. Ji ber vê yekê jî destnîşankarê guherînan yên ku di laş de pêk tên, rih e. Ango, form e.

Dîsa Arîstoteles dibêje ku armanca jiyaneka bi erdem û exlaqî, jiyaneka bextewar e. Lê ji bo ku mirovek bikaribe jiyanek bextewar bijî, divê ew hilika ku di nava xwe de ye û forma xwe baş pêk bîne. Lê tiştê ku ji bo mirov taybet e û hilika wî ya resen û armanca wî pêk tîne, aqil e. Nexwe, wê demê em dikarin bibêjin bextewarî rewşeka wisa ye ku ancax yên ku aqlê xwe bikartînin û li gor aqilê xwe tevdigerin e. Di babeta felsefeya wî ya dewlet û civakê de jî, em dikarin bibêjin ku Arîstoteles li gor Platon, jê realîsttir e. Arîstoteles civakeka îdeal pêşnûma nekiriye, lê li ser  dewlet û şeklên rêveberî yên ku hene, bi awayekî kûr rawestiya ye û wan rexne kiriye.

Li gor nêrîna fîlozof dewleta herî baş, ew dewlet e ku hemwelatiyên xwe ji hêla exlaqê ve baş û dirist perwerde dike û wan digihîne. Ji bo vê yekê jî divê dewlet karê perwerdehîyê bixe destê xwe û ew bi xwe vê yekê bi rê ve bibe. Teorîya Arîstoteles ya zanayîyê jî, dîsa girêdayê teorîya wî ya madde û formê ye.  Rasteqîniya ku hilik, form û xala hevpar ya wanekan pêk tîne, di heman demê de têgeha wan e. Ev têgeh, têgehek berfireh (bergehdar) û tevayî (giştî) ye. Ya ku yeko yeko bingeha hemû nesneya ye, ew taybetmendiye ku li cem hemûyan heye, ye. Nesne, yeko yeko ji wê têgeha <tevayî> têne holê û peyîtandina/îsbatkirina vê pêvajoyê jî, karê-erka zanistê ye.

Lê armanca sereke divê ne têgihîştina <tevayîyê> be. <Tevayî> ji bo ku yeko yeko zanayîya yên tekane/yekhejmar didine me, ew girîng in. Tê dîtin ku Arîstoteles, li gor Platon; di cîhana sehekan de zêdetir girîngiyê dide nesneyên yeko yeko. Ango, nesneyên tekane. Wekî ku me berê jî gotibû, Arîstoteles di vê xalê de gotiye ku divê zanist derketina nesneyên yeko yeko ya ji tevahîyê, şirove bike û ev yek, divê armanca zanistê be. Rênîşandarê vê pêkanînê jî, zanista mantiqê ye.

Li Gor Fîlozof Huner, Teqlîd (Qopî) e 

Huner jî li gor bikaranîna tiştên ku teqlîd dikin an jî li gor alavên (haletên) ku di dema pêkanîna hunerê de bikar tînin, ji hevdu cihê dibin. Mesela wêje, jiyanê û ya mirov teqlîd dike. Ango, bi rêya qopîkirinê ji nû ve dide jiyandin. Di dema pêkanîna vê yekê de jî alavên bikaranîna wêjeyê peyv, aheng û teql (rîtm) e. Armanca hunerê, exlaqî ye. Huner wê bi awayekî, hestên mirovan bilind bike û bi vê yekê jî wê mirovan ji tirs û îhtîrasan (dildarîyan) rizgar bike. Di dawiyê de jî wê rih were pakijkirin û zelalkirin. Filozof bersiva pirsa <delal çî ye?> jî daye û wiha gotiye: ‘Tiştekî ku em bikaribin jêre bibêjin ew delal e, divê ku ew xwediyê sê taybetmendiyan be: rêkûpêkî, rêje û sîmetrî.’ 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin