Teoriya Erîkson ya Şînbûyîna Derûniya Civakî

Teoriya Erîkson ya Şînbûyîna Derûniya Civakî

Teoriya Erîkson ya Şînbûyîna Derûniya Civakî

Azad Oso 

   Ta ku perwerdekar bikaribe bi erkê xwe yî perwerdehî tam rabe ,rola xwe bi awakî serkeftî di avakirina civakî û perwerdehî de bilîze, divê nêrîn û xwenidina wî li ser teoriyên civakî,derûnî û perwerdeyîhê hebe. Da ku bizanibe çawa mirov ji aliyê şexsî (kesayetî) û derûnî ve tê avakirin û bikaribe civakeke perwedekirî avabike. Yek ji van zanyaran yên ku teoriyên girîng li ser avakirina kesayeteke rast û dirust nivîsandiye Erîkson e. 

Faktorên bi bandor li ser avahiya kesayetîtiyê:

1- Faktora xwezayî: Asta fikirî û ramanî rola herî girîng di avahiya şexsî (kesayetî) de heye.

2- Faktrora jîngehî: Hemû faktorên civakî ,jîngehî û sehkirina wergirtî rola herî girîng û mezin di avahiya kesayetî de dilîze

3- Faktora kesayetî: Mebest ew e ku mezinbûn bi rola avahiyê radibe û hevkariya ez rola erênî di kesayetî de dilîze.

Faktrorên mezinbûna derûnî: wekî ku tê nasîn teoriya Erîkson ew encama berketa faktorên xwezayî û civaki ye, ew di 8 qonaxan re derbas dibe:

1- Sala yekem: (bawerî li hember nebaweriyê) di vî temenî de pîwîstiya zarok bi parastin û xwedîkirinê heye, bi taybet ji aliyê dayîkê ve, da ku zarok bikaribe bi bawerî derbasî qonaxa duyem bibe. lê nexwedîderketin û neparastina zarok div î temenî de ji aliyê dayîkê ve dihêlîne zarok bi xwe û derdora xwe bêbawer be, ev yeke dihêlîne ku di tevliheviyê de bijî ,taybet ji aliyê derûnî ve.

2- Sala duyem: (qeyrana serbixweyî li hember şermiyê) di vî temenî de pîwîsti ya zarok bi serbixweyîyê heye,azadiya zarok tereziyê di avahiya kesayeta xwezayî de dilîze, lê ku zarok girtî û binçav be kesayeteke şermok û tevlihev derdikeve û di mezinbûna xwe de nikare qeyrana çareser bike.

3- Zaroketiya zûyî: (qeyrana însiyatîfî li hember guneh kariyê) ji 3 ta 5 salî didome ,di navbere van salan de pîwîstiya zarok bi însiyatîfê heye ,ta ku zarok serbixwe bijî, dive dayîk û bav her tim tiştan bi teşwîq radestî zarokên xwe bikin. Lê gava ku dê û bav zarok di xemsariyê de bihêlînin ew zaroka her tim bi gunehkari yê hest dibe.

4- Zaroketiya navînî û dereng mayî: (6-10): (qeyrana rasteqînî li hember kêmasiyî) di keve temenê derbasbûyîna dibistana seretayî pîwîstiya zarok bi jêhatibûnê heye ,hemû tiştên li hawîdora xwe dibîne û dişopîne ,hezkirina xwe ji venêrînê re zêdetir dibe ,kar û barên ku malbat dike bandoreke mezin li zarok dike û li gorî wan karan xwe ava dike û rast dibîne ,dive zarok ji aliyên malbatê ve were teşwîqkirin û her tim bi karên baş were perwerdekirin.

5- Xortayî, girgîngî: (10-18) (qeyrana nasnameyî li hemberî tevliheviyî) pîwîstiya wî bi naskirina nasnameyê heye, kî me,çi dixwazim, çawa ez ê hêvî û armancên xwe bi cih bînim? Li vir ew dighêje asta ku êdî wateya hebûna xwe deyne, armanca jiyana xwe nas bike û ji bo wê/î kar û xebat bidomîne, ta ku kesayetekî/ê rasteqîn derkeve dive qonaxên berê bi awayekî erênî jiyan kiribe, da ku kesayeteke winda û tevlihev dernekeve.

6- Xortiya zûbûyî: (18-24): (nasyarî û dostayî li hember tecrîd bûnê) bi derbasbûna qonaxa xortbûyînê û pêk anîna nasnameya xwe de pîwîstiya wî bi pêdiviyên civakî çêdibe, gava ku pêdiviyên xwe di vî temenî de pêkbîne dige asta ku pirsgirêkan bi erênî çareser bike, lê ku daxwazên xwe pêkneyên, xwe dûrî civakê dike û di tecrîdê de dijî.

7- Navîn temen :(24-50): di vê qonqxê de berhemî, li hember rawestîbûnê û serkeftina wî di vî temenî de dihêlîne ku qîmet, qedir û rometa xwe bihise û serkeftî bijî, berovajî vê dihêlîne ku bi binkeftinekê bihise û rawestbûyî jiyan beke.

8- Kamilîna derengmayî: (50- …) (dagirtina keseyatî li hemberî poşmaniyê) qonaxa dawiyê di temen de nîşan dide, ango lêvegerînê ji jiyan a xwe ya borî re çêdike, çi ji daxwaz û armancên xwe pêkaniye, ger razî be ew bi dagirtîbûnê hest dike, ger di jiyan a xwe de armanc û daxwazên xwe pêkneanî be poşman dibe û jiyan wî dike ve metirsînê, tiştên heyî zûzû qebûl nake. 

Azad Oso / 03.01.2017 

Azad Oso: Di sala 1985an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Şamê, koleja perwerdehiyê xwendiye. Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Kobanî dijî li mamosteyê dibistanê ye.   

 

Bersivekê binivîsin