Têkoşîna Li Hember Nexweşiya Alzheimerê

Têkoşîna Li Hember Nexweşiya Alzheimerê

Komeke lêkolînerên Amerîkayî û Awistralyayî di têkoşîna ya li hember nexweşiya Alzheimerê de encameke pirr girîng bidest xistin. Zanyar bi çêkirina dermanekê dê bikaribin rê li ber pêşveçûna nexweşiyê bigirin û nexweşiyê ji holê rabikin, û dibe ku derman piştî 3 heta 5 salên din li ser kesên nexweş bê ceribandin. Her sal 7,5 mîlyon kes bi nexweşiya Alzheimerê nexweş dikevin, ji ber vê jî pêdiviyeke pirr mezin bo derman kirina vê nexweşiyê heye, heta vê gavê bi tu awayî ji holê rakirina vê nexweşiyê pêk nehatiye. Lêbelê lêkolînerên ji zanîngehên cihêreng yên Amerîkayî û Awistralyayî biserketin dermanekê çêbikin daku derman rê li ber derzîkirinê vebike.

Di vê metoda dermankirinê de bi hûrgulî li ser proteînên ku têkiliya xwe bi nexweşiya Alzheimerê re hene, tê sekinîn. Bi gelemperî sebeba vê nexweşiyê ji kombûna proteîna beta-amyloïdeyê ye û li ser kesên nexweş zêdebûna proteîna-tauyî (tau-proteïn) jî dibe sebeba xerîfîtiyê.

Lêkolîner Anahit Ghochikyan wiha dibêje; “Me du dermanên ku bi derzîkirinê pêk tê, çêkirine, yek bo kesên rîska bi nexweşiyê re rû bi rû mayîn pirr zêde ye û yek jî bo kesên hêj nû bi Alzheimerê nexweş ketine ye.” Lêkolîner vê gavê li ser dermanên çêkirî dixebitin daku ji bêxeteriya dermanên çêkirî ku dê li ser kesên nexweş bê bikar anîn, piştrast bin. Eger lêkolîner ji xebatên xwe piştrast bin, dê piştî 3 heta 5 salên din di klînikên xwe de bikaribin li ser kesên nexweş ceribandinên xwe pêk bînin. Pispor wiha didomînin; “Di sala 2015an de li seranserê cîhanê 48 mîlyon kesên nexweş ji ber zêdebûna proteîna tauyî xerîfî ne. Em dikarin bibêjin epidemie-nexweşiya zû belavbûyî jî li holê ye. Eger di demeke nêz de çareseriya vê nexweşiyê neyê peyda kirin, dê her hejmara kesên nexweş zêde bibe.”

Metîn Eser

26.07.2016

Çavkanî: Flinders University

Bersivekê binivîsin