Têkiliyên Organîzmayê yên Hawirdorî
Têkiliyên Organîzmayê yên Hawirdorî
Hawirdoreka organîzmayê heye û organîzma, li wê hawirdorê dijî. Xwezaya ku tevgerên mirovan behrêlî dike, hemû mirovên din û hilberên kulturê yên cihêreng, wekî hawirdorê têne bi nav kirin. Organîzma hem bandorê li hawirdorê xwe dike û hem jî, di bin bandora hawirdora xwe de dimîne. Ango, organîzma û hawirdora wî/wê, her dem di nav ketumetbûnek bêrawest de ne. Organîzma ji tevahiya şert û mercên hawirdora xwe, ketumet dibe. Di vê mijarê de ûnsûra yekemîn ya ku dertê pêşiya me, peyva hişyarker e.
Danasîna Hişyarkerê
Hemû pêkar/faktorên hindûrîn û der, yên ku bandorê li organîzmayê dikin û livok/organên organîzmayê hişyar dikin re hişyarker tê gotin. Wekî şewq, germahî, tênahî, birçîtî, têhm, bêxewî û hwd…
Hişyarker: Uyarıcı
Vebizav/Bertek
Tevgera organîzmayê ya vekirî ye, ku di dema hişyarker bandorê lê dike û organîzma di bin bandora hişyarker de dimîne, nîşan dide.
Vebizav/Bertek: Tepkî
Rewşa Hişyarbûnê
Ji têkiliya hişyarker û vebizav/bertekê re rewşa hişyarbûnê tê gotin. Pêdiviya hemû mirovan, bi hişyarbûnê heye. Di rewşa kêmhişyarbûn û zêdehişyarbûnê de, rewşa normal ya organîzmayê xira dibe û organîzma hevkêşeya xwe wenda dike.
Rewşa Hişyarbûnê: Uyarım
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com