Têgeh û Pirsgirêkên Sereke Yên Felsefeya Siyasetê

Têgeh û Pirsgirêkên Sereke Yên Felsefeya Siyasetê

Têgeh û Pirsgirêkên Sereke Yên Felsefeya Siyasetê| Ali Gurdilî

Siyaset, karê birêvebirin û sazkirina dewletê ye. Babeta felsefeya siyasetê jî, dewlet e. Ji serdema pêşîn ve dewlet mijara lêkolînên fîlozofa ye û fîlozof, herdem li ser kirûya dewletê rawestiyane. Ji Platon bigirin, heta Arîstoteles, Macahiavelli, Rouseau û heta fîlozofê Hegel, li ser têgeha dewletê rawestiyane û gelek zanayiyên rexneyî pêşkêş kirine. Armanca wan ya bingehîn ew bû ye ku, kirûya siyasetê şirove bikin û di vê babetê de dozîneyeke/teoriyeke ava bikin. Ji beşa felsefeyê ya ku dixwaze çêbûn/pêkhatin û çavkaniya dewletê û têkiliyên dewletê ya bi şexsan re û sedemê berdewama dewletê fêhm bike û bizanibe, gelo ka ji rêveberiya îroyîn rêveberiyeke çêtir heye yan na re, felsefeya siyasetê tê gotin.

Lêbelê, carinan em dibînin ku felsefeya siyasetê û zanista siyasetê tê tevlîhevkirin. Belam, zanista siyasetê bala xwe zêdetir dide ‘ya ku heye.’ Lê felsefeya siyasetê, bala xwe zêdetir dide ‘ya ku divê hebe.’ û li ser ‘ya ku divê hebin’ radiweste.

Ê baş e, dewlet kengî derketiye holê?

Dewlet, piştî ku civakan dest bi jiyana bicîhbûyî <jiyana nekoçber> kirine derketiye holê. Mirovan, xwestine ku dewleteka ku heta hetayê bijî ava bikin, lê di vê yekê de bi ser neketine. Çimku her dewleta ku derketiye holê, hilbera şert û mercên wê demê ye û di her serdemê de hindek îde/raman hebûne ku di wê demê de jî bûne îdeyên serwer û bi vî rengî jî, xwe dane der. Mesela îdeya serdema navîn, ew bû ku dixwest hemû mirovahiyê di bin banekê olî de bicivîne û bi vê yekê jî, xwe bigihîne îdeya/ramana dewleteke gerdûnî. Wekî tê zanîn îdeya serdema nû jî, wekhevî û serbestî bû.

Têgehên Bingehîn Yên Felsefeya Siyasetê

Dewlet: Dewlet rêxistîbûneke siyasî ye û ji aliyê civakên ku li welatekî de dijîn, tê ava kirin. Hêmanên dewletê: gel, welat û serwerî ne.

Desthilatî/îqtîdar: Livoka ku di rêveberiyê de xwedîhêz e û rêbeberiyê, di destê xwe de digre. Ji bo demeke be jî, erka hêzê yan jî rêveberiyê bikar tîne.

Serwerî: Ji aliyê dewletê ve bikaranîna hêza desthilatiyê/îqtîdarê ye. Dewlet bi saya vê hêmanê, li hemberî dewletên biyanî bi awayekî serbixwe tevdigere.

Meşrûtî [Rewatî, Rewayî, Awiştî]: Rewşa, ku li gor zagona ye. Li hember bandêra hiqûqî, amizgeriya tevgera ye.

Zagon [Yasa, Qanûn]: Rê û rêzikên nivîskî yên ku xwediyê danekirinê ne.

Maf [Heq]: Xwestekên şexsan, yên ku li gorî rê û rêzikan in.

Hiqûq: Koma rê û rêzikên nivîskî, ku têkiliyên di navbera mirovan de verast dikin <saz dikin> û ku hêza xwe ya danekirinê/meeyîdeyê ji dewletê werdigrin.

Civak: Koma mirovên ku li ser axaka hevpar dijîn û ku xwediyê armancên hevpar in. Di civakê de, çanda wan hevpar e û şexs, li hemberî hevdu xwedîberpirsiyar in.

Şexs: Mirovên ku civakê pêk tînin, in.

Civaka Şarwer [Civaka Sivîl, Civaka Ne Leşkerî]: Rêxistîbûna derveyê dewletê. Civaka sivîl li derveyê têkoşîna îqtîdarê ye û avahiyeke demokratîk e. lê ji bo kifşkirin û berhêlîkirina tevgerê dixebite. Di civakên hemdem de şexs, ji bo armanc û berjewendiyên xwe yên şexsî, têne cem hevdu û bi vî awayî têdigoşin. Ev yek jî, bi rêya civaka sivîl pêk tê. Ango bi saya civaka sivîl, şexs li hemberê dewletê bi tenê namînin û bi şexsên din re ên ku pêdivî bi hevkariya hevdu dibînin; li hemberê dewletê radiwestin û têdikoşin. Hêza xwe jî, ji bîr û raya giştî distînin…

Burokrasî: Rêxistîbûna civakî ya destûrmendên dewletê, yên ku bi awayekî hiyerarşîk kar dikin.

Pirsên Bingehîn Yên Felsefeya Siyasetê

Felsefeya siyasetê dema ku li bersiva pirsên Dewlet çi ye? Desthilatî çi ye? Civaka sivîl çi ye? digere û hewl dide ku bi van bersivan bizanibe, rastê hindek pirsên din dibe; yên wekî…

1- Desthilatî hêza xwe <yan jî çavkaniya xwe> ji kû distîne?

2- Pîvana meşrûtiya desthilatiyê çi ye?

3- Bi çend şeklan desthilatî tê bikar anîn?

4- Maf û serbestiyên bingehîn yên şexsan çi ne?

5- Gelo wê mirov bikaribin rojekî dev ji burokrasiyê berdin?

6- Wateya civaka sivîl çi ye?

Çend Çavkaniyên Desthilatdariyê

1- Desthilatdarî, ji bo parastina şexsan û ji bo ku şexs bikaribin armancên xwe pêk bînin heye. Desthilatdarî ji ramana parastinê der çûye, ku di vê ramanê de li hemberê êrîş û xeteriyên derve û navxweyî, armanca parastinê heye.

2- Desthilatdarî, çavkaniya <hêza> xwe ji Xwedê distîne û desthilatdarî li ser rûyê erdê nûnerê Xwedê ye.

3- Çavkaniya desthilatdariyê, îradeya hevpar ya şexsa ye. Yên ku vê ramanê diparêzin T. Hobbes, J. Locke û J. J. Rouseau ne.

Li gor ramanên jorîn çavkaniya desthilatdariyê yan pêdiviyên mirovan, yan ol û an jî, peymana civakî ye. Hege em bi awayekî berfirehtir li babetê mêze bikin, wê demê em dikarin bibêjin ku meşrûîyeta desthilatdariya siyasî girêdayê wê hêza yan jî, ramana ku ew afirandiye, ye. Mesela Arîstoteles digot: ‘Armanca dewletê ya bingehîn ew e ku ji hêla exlaqê [rewişt, sinc, akar] ve hemwelatiyên xwe pak û xurt bike. Başbûn yan jî xirabbûna dewletê jî, bi pêkanîna vê wezîfeyê ve girêdayî ye.’

Li gorî ramanwerên serdema navîn, meşrûîyeta dewletê girêdayê pêkanîna misyonên olî bû û divabû ku dewlet li ser rûyê erdê nûnertiya Xwedê bike. Li gorî nêrîna Karl Marx jî; dewlet di destê çînên serwer de alavekî zordestiyê ye û xizmeta çînên serdest dike û meşrûîyeta xwe jî, ji vê xizmetê werdigire.

Awayên Bikaranîna Serweriyê

1- Serweriya Kevnoşopî: Di vê şeklê serweriyê de kar û çalakiyên rêveberan û têkiliyên birêvebirin û hatin birêvebrirênê, li gorî adet û kevneşopiyan ve têne kifşkirin. Îteatiyeka/sitûxwarkirineka teqez heye. Birêvebirin ji bavê digihêje kur/lawan. Guherîn, hêdî hêdî pêk tê.

2- Serweriya Qarîzmatîk: Serweriya serokekî xwedîhêz e. Di civakê serok serweriya xwe, ji serkeftinên xwe û karên ku pêk aniye werdigire.

3- Serweriya Rasyonel Yan Jî Zagonî: Serwerî, di çerçoweyek zagonî de dimeşe. Di civakên hemdem de tê dîtin ku di vê şeklê serweriyê de pirensîba <cudatiya hêzan> ango, Qanûnçêkirin, Birêvebririn û Darêzgerî  tê cîbicîkirin.

Mafên Şexsan Yên Bingehîn û Serbestiyên Wan: Ev maf, mafên şexsan yên bingehîn in û nikarin werin dewirkirin. Mafê fikirîn, belavkirina fikirînê, mafê destxistina milk/malhebûn û mafê bijartin û hilbijirînê û hwd… Ev maf ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (BM) ve di 10 Kanûn 1948 – ê de di Daxuyannameya Mafên Mirovî de hatine destnîşankirin.

Pirsa Dewlet Çawa Derketiye Holê?

Di warê derketina holê ya dewletê de gelek teorî hene, lê mirov dikare bibêje ku ên sereke ev in…

1- Dewlet saziyeka xwazî ye û wiha derketiye holê.

2- Dewlet saziyeka çêkirî ye û wiha derketiye holê.

1- Dewlet Saziyeka Xwezayî ye: Ji aliyê Platon ve tê parastin. Platon dewletê wek organîzmeyeke makro/herî mezin dibîne. Platon, bingeha dewletê di xwezayê de û di tebîeta mirovî de dibîne. Platon dibêje ku, ‘tu kes nikare bi serê xwe tenê hewcedariyên xwe pêk bîne û lewma jî, pêdivî bi alîkariya hinekên din heye.’

Dîsa Platon dibêje ku: ‘Di civakekê de rêveber divê fîlozof bin û fîlozof jî, divê rêveber bin.’

Arîstoteles jî vê ramana Platon ya ku dibêje; <Dewlet saziyeke xwezayî ye.> dipejirîne û dibêje ku, mirov xwediyê navgîna/taybetmendiya jiyana civakî ye. Di nav mirovan de û li cem wan, meyla <jiyaneka bi hevdu re> heye. Çimku taybetmendiyên ku xwezayê daye mirovan, ew encax di civakekê de dikarin vê yekê pêk bînin. Ji ber vê yekê ye ku dewlet, li cem mirov digihêje bingehekê û dibe berdewama xwezayê.

2- Dewlet Saziyeka Çêkirî ye: Ji aliyê J. J. Rouseau, T. Hobbes û J. Locke ve tê parastin. Li gor T. Hobbes, mirov ji tebîetê xwe ve jixwerexwaz [egoîst, xweperest] e. Bi tenê, ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Ji bo ku bi tenê ji bo berjewendiyên xwe têdikoşe <Mirov, gurê mirov in.>  Ev yek jî di nav mirovan de rê li gelemşeyan [şer, pêvçûn, nerazîbûnan] vedike. J i bo rêliberdadana gelemşeyan, mirov têne cem hevdu û sitûyên xwe ji otoriteyek raser re ditewînin. Bi vî awayî organîzasyona siyasî, ango dewlet dertê holê. J. J. Rouseau jî, di berhema xwe ya bi navê <Peymana Civakê> de dibêje: ‘Dewlet, di encama peymaneka ku mirovan di navbera xwe de çêkirine û ku dixwazin bi saya vê peymanê serbest bijîn, derketiye holê.’ Armanca vê peymanê ew e ku, mirov bi awayekî misoger bigihêjin wekheviyê. Ev peyman, bi saya îradeya şexsan ya serbest, pêk tê…

Lêgerîna Bandêreka Îdeal: Hindek ramanwerên ku bandêra sîyasî ne bi dilê wan bû, li bandêreka îdeal gerîyan e. Lêgerîna vê bandêreka îdeal, rê li du ramanên dijber vekirî ye…

1- Yên Ku Ji Bandêreka Îdeal Bawer Nakin

A) Fîlozofên Sofîst: Fîlozofên Sofîst dibêjin, dewlet saziyeke çêkirî/nexwezayî ye. Mirov, pîvana hemû tiştî ne û her tişt, li gor mirovî diguhere û bandêreka ku ji aliyê hemû mirovan ve were xwestin jî tune. Di xwezayê de çawa ku yên xwedîhêz dikare xwe biparêze û dijî, di civakê de yên xwedîhêz jî divê ku serwer bin.

B) Fîlozofên Nihilîst: Nihilîst, hemû cure nîrx, armanc û otorîteyê red dikin û dijberê hemû zordestiyên civakî, siyasî û exlaqî ne. Ji ber vê çendê jî, ji ber ku li dijî xwezaya mirovî ye; dewlet û hemû celebên bandêra civakî red dikin. Di vê xalê de mirov dikare bibêje ku, bi anarşîzmê re heman ramanê parve dikin. Çimku li gor anarşîzmê jî, dewlet wekî çavkaniya gelek xirabiyan tê dîtin û ji bo ku civak bikaribe bextewar bijî, divê dewlet ji holê were rakirin.

2- Yên Ku Baweriya Xwe Bi Bandêreka Îdeal Tînin

A) Yên ku serbestiyê wek bingeh dibînin: Ji vê ramanê/tevgerê re Liberalîzm tê gotin. Takekesîtî, li pêş e. Ji bo hebûna bandêrek îdeal, pêdivî bi serbestiya ferdan heye. Wekhevî jî, ancak dikare wekheviya azadiyan be. Serbestiya şexsan, mafê wan yê herî xwezayî ye. Nûnerên vê ramanê A. Smith, St. Mill û John Locke in.

B) Yên ku wekhevîyê wek bingeh dibînin: Ji vê ramanê re sosyalîzm tê gotin. Mafê bingehîn ê şexsan, jiyanek wekhev e. Ji bo avakirina wekheviyê jî, divê hemû haletên/alavên hilberandinê ji destê şexsan werin derxistin û bibe malê hemû civakê. Serbestî, di rêza duyemîn de tê dîtin. Bandêra îdeal jî, encax di civakek bêçîn de dikare pêk were. Parastkarê vê ramanê S. Simon, R. Owen û K. Marx in.

C) Yên ku edaletê wek bingeh dibînin: Ev tevger yan raman, mirovî dikare bibêje ku li dijî lîberalîzm û sosyalîzmê wek bertekekî derketiye holê. Edaletê wek pirensiba bingehîn dibînin û wiha bawer dikin ku, li ser bingeha wekhevî û serbestiyê, civakeke îdeal dikare were avakirin. Mafê şexsan yên bingehîn û serbestiya wan, esas e. Pîvanên bandêreke îdeal wiha tê vegotin: Serbestî, wekhevî, edalet, raseriya hiqûqê, serweriya gel û demokrasî. Parastkarê vê ramanê ê sereke, J. Rawis e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

07.04.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/legerina-bandereke-ideal.html

3- http://www.felsefevan.org/awayen-bikaranina-serweriye.html                         

4- http://www.felsefevan.org/cavkaniya-desthilatdariye.html

5- http://www.felsefevan.org/dewlet-cawa-derketiye-hole.html

6- http://www.felsefevan.org/tegehen-bingehin-yen-felsefeya-siyasete.html   

7- http://www.felsefevan.org/8932.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin