Taybetmendiyên Zanayiya Olî

Taybetmendiyên Zanayiya Olî

Taybetmendiyên Zanayiya Olî  

Di vê cure zanayiyê de, gurza têkiliya kirde û wanekê, afiraner/Xwedê yan jî, pîrozî ye. Wekî tê zanîn ol sîstemeka baweriyê ye û di vê sîstemê de fermanên Xwedê bi navcîtiya pêxemberan têne hinartin.

Zanayiya olî, xwe disperê pirtûkên pîroz û wehiyê û ji ber yekê jî, naguher e û nikare were rexnekirin. Ev yek jî, nîşan dide ku zanayiya olî, zanayiyek hişkebawer/doxmatîk e. Bingeha zanayiya olî herçiqas girêdayê baweriyê be jî, zanayiya olî zor dide mirovên nebawer û dixwaze ku ew jî baweriya xwe pê bînin.

Mesela, hege li gor zanayiyeke olî Xwedê di heft (7) rojan de dinyayê afirandibe, pênebawerî nabe û ev zanayî, nikare were rexnekirin. Ev yek, taybetmendiyeke zanayiya olî ya doxmatîk e. Lewra ev zanayî ji layê Xwedayê afiraner ve hatiye hinartin û nabe ku mirov, pê baweriya xwe neynin, an jî jê fikaran bikin. Erka zanayiya olî ew e ku hem li vê dinyayê, hem jî li dinyaya din; verastkirina jiyana giyanî ye. Xwedayê afiraner bi rêya wehiyê, hem jî vê dinyayê û hem jî ji bo axretê, hindek delk û zagon bi rê kirine û divê hemû mirov li gor van delk û zagonan tevbigerin.

Bi vê yekê re jî, ji alîyekî ve jiyana mirovan tê bi rê û pêk kirin (verastkirin) û li alîyê din jî di babetên wek afirandin, axret (dinyaya din), mirin, tevgera exlaqî û hwd. de, ku babetên derê ezmûna zanistî ne; hindek zanayî têne vegotin. Zanayiya olî ji ber ku nabe babeta ezmûn/deney û çavdêriyê, wek zanayiyek kirdewar/subjektîv tê hesibandin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

24.03.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/zanayiya-oli.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin