Taybetmendiyên Felsefeya Serdema Navîn

Taybetmendiyên Felsefeya Serdema Navîn

FELSEFEYA SERDEMA NAVÎN

  Piştî hilweşîna Împaratoriya Romayê, eşîretên paganî êrîş birine ser xaka împaratoriyê û împaratorî ji aliyê eşîretên paganî ve ku piraniya wan ne niştecî yan jî ne medenî bûn, hatiye dagirkirin. Medeniyeta ku di demekê berfireh de ji çanda yewnanî, helenîstîk û romayî pêk hatibû, hatiye hilweşandin û piştre jî, dewra Serdema Tarî (Dark Age) ([1]) dest pê kiriye. Ewropiyan ji berê ve herdem hewl dane ku medeniyetê, mîna çanda Ewropayê nîşan bidin (Dewra P.Z.600-1000) yan jî, xwestine ku medeniyetê bi çanda Ewropayê bidin destpêkandin. Lêbelê dema ku Ewropa di dewra Serdema Tarî de bûye, meriv bi hêsanî dikare bibêje ku cîhana îslamî, dewra xwe ya herî berhemdar (zêrînî) jiyaye. Medeniyeta Çînê, di dewra xanedaniya Tang ([2]) de, gihijtiye asteke gelek bilind, (P.Z.618-907) ku wekî dewra herî mezin ya helbesta Welatê Çînê jî tê hesibandin. Kultureke bijare ya japonan pêkhatiye û ber bi dewra ku dê bi navê klasîk were nasîn ve çûye. 

Cîhana Îslamî

‘Hz. Muhammmed dema ku di sala 632an (P.Z) de çûye ber dilovaniya Xwedê, dînê îslamê hema hema li temamiya Erebistanê belav bûye. Di sala 751an de jî, sînorên Împaratoriya Îslamê xwe gihanidiye Fransa û Çînê. Îslamiyet di warê matematîk, ezmannasî û tipê de, gelekî bi pêş ve çûye û bûye sebebê gelek vedîtinan. Di warê huner, avahiyasaziya mezin, seramîk, xetkarî û cûmkeriyê de jî, pêşketinên gelek mezin pêk hatine.’ 

Ji bo ku Ewropa bikaribe hêz û çanda xwe bi awayekî çalak li ser cîhanê bisepîne, pêdivî bi sedê salan hebû û di wê dewrê de, çanda klasîk zêdetir ji aliyê îslamiyetê ve hatiye parastin. Nîşaneke berbiçav ya vê yekê, berhemên Arîstotalesî ne. Berhemên Arîstotalesî, li Ewropayê winda bûne, lêbelê li cîhana ereb hatine parastin û heta sedsala 13an jî, li Ewropayê, dê carekê din derneketana holê.         

‘Ji ber vê yekê jî kesên ku ji bêsiûdûyê para xwe girtine, di her dema xirab ya bi siûd de dê bextewar bin.’ (BOETHIUS) 

Têkiliya çandî ya ku Ewropiyan di sedsala 12 û 13an de bi cîhana ereb re danîne, ne tenê di berhemên Arîstotalesî de, di gelek şaxên din de jî bûye sebebê guherîn û pêşveçûneke ramanî a mezin.

Di Serdema Tarî de, li Ewropayê yek berhemeke Arîstotales amade bû, ku ew jî ‘Mantiq’ bû. Ev berhem jî ji aliyê Boethius (P.Z.480-524) ve li Zimanê Latînî hatibû wergerandin. Boethius di dewra qral Teodoricus de, li Îtalyayê peywirên payebilind wergirtiye û bi salên dirêj konsoltiya Teodoricus kiriye. Lêbelê, ji aliyê dijminên xwe ve hatiye xapandin û piştre jî hatiye kuştin. Di dema xwe ya girtigehê de, berhema xwe ya Xemrevîniya Felsefeyê (Consolatio Philosophiae) nivîsandiye. Lêbelê Boethius, ne fileh bû û berhema wî ya navborî ji filehtiyê zêdetir, cih dide stoapaêz û Platonparêziya Nû. Berhema Xemrevîniya Felsefeyê (Consolatio Philosophiae), di Serdema Navîn de yek ji wan berhemên sereke bûye, ku gelekî hatiye xwendin û nirxandin. Piştî mirina Boethiusî, dewra hovane ya ku Ewropa têde gêr dibû, bi qasî hefsed (700) salan berdewam kiriye.

Di temamiya vê dewra hovane de kes û saziyên ku dixwestin xwedî li jêmayên medeniyetê derkevin, di rewşekê xweparastinê de bûn û di nav wan saziyan de ya sereke, Dêra Filehtiyê bû. Lewma jî, di vê dewrê de berhemên ramanî yên resen zêde nahatine nivîsandin û ji xwe gelek kêm bûn jî. Eşîrên germen, li Ewropaya Bakur dawî li desthilatdariya Romayê anîne û piştre jî Îngilistanê dagir kirine. Lêbelê li Behra Îrlandayê, rê li ber wan hatiye girtin û hatine sekinandin. Bi vî awayî jî, Îrlanda ([3]) ji wê hovîtiya ku li Ewropayê û hin deverên din rû dabû dûr maye. Piştî vê rûdanê gelek mirovên xwende, zana û rewşenbîr, ji Îngilistan û parzemîna Ewropayê berê xwe dane Îrlandayê. Piştî van rûdan û geşedanan, li Îrlandayê pêşveçûnek berbiçav hatiye dîtin. Heke meriv bi awayekî giştî bibêje, meriv dikare bibêje ku di sedala 6 û 7an de, li keviya Ewropaya ne medenî, Îrlanda mîna navendeka medeniyetê bûye. Lewma jî, tekane feylesofê bijare ê dewra Serdema Tarî ku li Îrlandayê derketiye holê,  Ioannes Scotus e. Ev mesele dibe ku hinekî tevlîhev xwiya bike, lêbelê wê demê navê Îrlandayê bi latînî ‘Îskoçya’ bû. Scotus carinan wekî Ioannes Scotes Erigena jî tê binavkirin. Herçuqasî roja jidayîkbûna wî bi temamî neyê zanîn jî, wisa tê texmînkirin ku P.Z. di sala 810an de hatiye dinyayê û di sala 877an de jî, miriye.

CEWHERA XWEDAYÎ – ZANAYÎ        

Erigena (Ioannes Scotus) gotiye ku bi rêya bikaranîna rast ya aqil, tu carî encamên çewt dernakevin holê. Dîsa li gor dîtina Erigane, di navbera aqil û wehiya (nazila) xwedayî de, pevçûn û nakokî tune nin. Meriv bi rêya herduyan jî dikare xwe bigihîne heqîqetê û herdu jî, derbasdar in. Herweha, ev herdu rê ji hev serbixwe ne jî. Bi vî awayî, xwestiye ku heqîqetên dînê filehtiyê, bi rê û rêbazên aqlî bipeyîtîne.

Piştî kurtedemekê, rayedaran jî bala xwe dane xebatên wî û jê gumanê kirine: Lewre heke gotinên Erigena rast bûna, wê demê dibe ku wehî û îman jî, ji wê rewşa xwe ya bivênevê derketana. Feraseta wî, nêzîkî feraseta Platonparêziyê bû û ji ber vê yekê jî, di nav loda kevneşopiya Augustînûsê Xoşewîst de hatiye hesibandin. 

Lêbelê, xebatên wî ji yên Augustînusî bêtir birêkûpêk in.

Wesfên teknîkî yên peyîtandinên wî, çêtir in û hedefên wî yên zêhnî jî, kûrtir in. Di nava wan peyîtandinan de Erigena, rojekê xwe digihîne encamekê bi vî rengî: Xwedê heyîneke wisa ye, ku meriv nikare pê bizanibe; lewre jî zanîn û têgihiştina xwezaya wî, bêîmkan e. Bi sedê salan piştî Erigena, Immanuel Kant vê ramana wî berfireh kiriye û gotiye ku ‘ji bo heyîneke xwedîhiş, têgihiştina hebûna xwe (ne tenê ji bo Xwedê, mesela ji bo mirovan jî) bêîmkan e. Dîsa meriv dikare bibêje ku Erigane, di navbera dewra Augustînusê Xoşewîst-Boethius û Anselmusî (sedsala 11an) de ku bi qasî pênc-şeş sedsalan dom kiriye, wekî tekane feylesof hatiye dîtin. Sebebê vê yekê jî ew e ku Erigena sîstemeke mezin û berfireh ava kiriye, ye.

Lêbelê piştî Anselmusî, em dibînin ku gelek feylesofên hêja derketine holê, ku meriv dikare di sedsala 12 an de navê Petrus Abelardus û di sedsala 13an de jî navê Roger Bacon û Thomasê Aquînoyî û piştre jî navê Duns Scotus û Willamê Ockhamî bide. Ev dewr, dewra xilasbûna Serdema Navîn e. 

ANSELMUS (P.Z.1033-1109) Û TÊGEHÊN TEVAHÎ

Anselmus nûnerekî sereke ê dewra Skolastîkê ye, fileh e û di derheqê tevayiyan (tumelan) de rasteqîniya têgehan parastiye.

Li gor nêrîna Anselmus têgehên tevayî, li derveyê hiş in û bi serê xwe hene. Pênebaweriya vê yekê, rê li lihevhatina ol û felsefeyê (ango, bawerî û aqil) digre. Çimku hêlên veşartî yên baweriyê, encax bi rasteqîniya têgehan dikarin werin têgihiştin. Anselmus derheqê hebûna Xwedê de bi delîlê xwe yê ontolojîk hatiye nasîn.

Bi hewlesta xwe ya ‘ji bo ku dixwazim fam bikim, ez bawer dikim. hatiye nasîn. Anselmus di babeta bawerî û aqil de jî, bawerî yan jî îmanê, ji aqil girîngtir ditîye û di babeta zanayî û desthilatdariyê de jî, pêşengiyê daye desthilatdariyê.

Anselmus, şagirdê Papayê VII. bûye û bi mamosteyê xwe re, mirov dikare bibêje ku zîndîtiyekê gihandiye dêra katolîk. Bi eslê xwe îtalyan e, di destpêkê de li bakurê Fransayê keşetiyê û piştre jî li Îngilîstanê serokatiya metranan (pîskopos) kiriye. Di sala 1109an de hê ku li ser karê xwe bûye, çûye ber dilovaniya Xwedê. Li gor bawerîya Anselmus felsefe: ‘hewl dana fêhmkirina bawerîpêanînê ye.’

METAFİZÎK Û TEOLOJIYA DUNS SCOTTUS (P.Z.1265-1308)

Ioannes Scotes Erigena (Duns Scottus), ramanwerekî îskoçî ye û di navbera salên 1265-1308an de jiya ye. Mantîq û metafizîka Arîstoteles pejirandiye, lêbelê zêdetir di nava loda kevnoşopiya Augustînosî de cîh girtiye û li dijî Îbnî Ruşd û Thomasperestiyê derketiye. Duns Scottus di navbera teolojî û metafizîkê de cudahiyeke ava kiriye û li gor bîr û baweriya wî; metafizîk têra têgihiştina xwedê nake û ne pêkan e ku metafizîk têbigihêje Xwedê. Zêdetir jî, li ser hêmanên hevpar yên ku ji bo hemû heyîna ne, rawestiya ye. Li gor baweriya wî Xwedê, babeta têolojiyê ye. Scottus dibêje pêvîst e Xwedê gerdûnê dabe dêstpêkandin û livandin. Xwedê guherîna ku di gerdûnê de heye daye destpêkandin û ew heyîneke bivênevê ye, yek e û ji hêla hilika xwe ve sade ye û xwediyê îradeyek azad e. 

NOMÎNALÎZM Û WILLIAMÊ OKHAMÎ (P.Z.1285-1347)

Williamê Okhamî, wekî Wilhelm von Ockham û wekî William of Ockham jî tê nasîn. Fîlozofekî navdar yê dewra felsefeya Skolastîk e. Williamê Ockhamî wekî damezranerê Nomînalîzmê tê dîtin. Li gor baweriya wî yên tevayî (tumel) ne xwediyê çêbûneke rasteqîn in û ew tiştên çêkirî ne. Yên tevayî encax weke hilbera ramana razber û di nav xebateka zanistî de dikarin derkevine holê.

Ew ne hêla hevpar ya pirraniyê ne, ew bi tenê navên ku li wan têne barkirin in. Ji ber vê yekê jî zanist divê ne li tevahiyê, divê li yên taybet û tekane vekole. Çimku bi tenê rasteqîniya heyînên tekane (yekhejmar) heye. Tişt, ji destpêka xwe ve weke tekane (weke şexs) hene. Williamê Ockhamî, xwediyê dilêrîneka emprîk bû. Li gor nêrîna wî ezmûn, bingeha hemû texlîd zanayiyan bû.

Yên taybet, heyînên tekane û çêbûna bûyeran, bi tenê bi riya ezmûn û zanayiya ku xwe dispêre sehekan dikarin werin zanîn. Ji bo vê yekê jî, hebûna teolîjiyeka rasyonel ku pêşniyarên wê bi ezmûnê nikare were qontrolkirin yan jî hebûna psîkolojiyeka ku dixwaze hebûna rih bipeyîtine, nikare were qebûlkirin.

Herweha yekîtiya Xwedê, bêdawîtiya wî û heta hebûna wî jî, bi awayekî misoger nikare were peyîtandin. Zanayiyên bi vî rengî, encax dikarin bibin babeta baweriyê û encax bi baweriyê dikarin werin pejirandin. Ev zanayî, ne dikarin werin peyîtandin û ne jî dikarin di peyîtandinê de wekî hêmanekî werin dîtin. Bi vê helwesta xwe re Wiiliamî bi awayekî misoger, zanayî û baweriyê ji hevdu cihê kiriye. Bi van ramanên William re felsefe, êdî weke berê ne di xizmeta bawerî û teolojiyê de ye. Li hember zanayiyê, serxwebûna zanayiyê dest pê dike û zanayî dixwaze ku xwe bibîne. Ramanên wî beriya 300 salan, mizgîniya Ronesansê dida me. Ramana Wiiliamî ya ku hebûna bingeheka madî ya têgehan diparast, bi ramana îdealîzmê re dikete nakokiyê, ku li gor vê baweriyê jî di bingeha rasteqîniyên madî de têgehên tevayî hebûn. Bi riya nesneyên tekane û bûyerên girgîn, li vekolandina xwezayê û di vir de hilberandina zanayiyê, ramanên fîlozofên berê dianî aqilê mirovan. Hemû aligirên skolastîkê, li hemberî Williamî rawestiyan. Dêrê, wî aforoz kir. Lê dazanînên wî, di sedsala 14 û 15an de zaningehan kirine hola şer.

ALBERTUS MAGNUS (P.Z.1207-1280)

Albertus Magnus di navbera salên (1207-1280) an de jiyaye, bi eslê xwe alman e û piştî ku beşdarê rêçika (tarîqata) domînîken dibe, li ser felsefeya Arîstoteles radiweste. Nemaze li ser felsefeya fîlozofên wekî Îbnî Sîna, Îbnî Ruşd, Farabî û Îbnî Tufeyl disekine û dixwaze ku ramanên wan yên li ser Arîstoteles fêr bibe.

Piştre jî, ramanên fîlozofên navborî ji xwe re wek bingeheke bikar aniye û raveyên nû yên ku li baweriya filehtiyê tên, hilberandiye. Di van xebatên xwe de hewl daye ku pirsgirêkên felsefî bi riya aqil çareser bike û bi pirtûka pîroz re, nekeve tu pêvçûnan. Bi vê helwesta xwe re, bandorê li şagirdê xwe Thomasê Aquînoyî dike û Thomas ji vê helwesta wî gelekî ketumet dibe.

Li gor felsefeya Albertus Magnusî: ‘Du rastiyên ku bi hevdu re nakok in tune nin, ku mirov bibêje yek ji bo ol (bawerî) û ya din jî ji bo aqil derbasdar e. Ya ku bi rastî jî rast e, di nav lihevhatineke mezin de ye û bûye yek.’ Ji ber ku di gelek şaxên zanistê de xebitiye, nasnavê Doctor Universalis (Zanyarê Gerdûnî) lê kirine. Bi taybetî jî di warê kîmyayê de xebitiye û li ser nitrîk asîde û li ser bandora wê ya li ser berbesan (madenan) û li ser dawerana (rafîne) berbesa zêr rawestiya ye. Ji bilî van babetan, li ser astronomî û bîyolojiyê jî rawestiyaye. Xebatên wî yên li ser heywanan girîng hatine dîtin û di van xebatên xwe de bi awayekî rast û vekirî, berfirehbûna embriyoyê û pêvajoya pêşveçûna embriyoyê destnîşan kiriye. 

DI RAMANÊN THOMASÊ AQUÎNOYÎ DE, WEHÎ Û AQIL

Nûnerekî Skolastîkê yekî din jî Thomasê Aquînoyî (P.Z.1225-1274) ye û Thomas jî, di babetên olî de rasteqîniyeka nerm parastî ye.

Li gor baweriya Thomas têgehên tevayî, formên nesneyan yên derûnî (ozsel) ne. Li gor baweriya wî wehî û aqil, wek du texlîdên zanayiyê ne û ne li hev in. Çimku aqil, nikare têbigihêje xefîyên olî, lê dikare hebûna Xwedê bipeyîtîne.

Thomasî wiha gotiye: ‘Aqil û zanist, bi tenê dikarin derbaseya perestişgeha baweriyê rohnî bikin. Lê nava perestişgehê, ji alîyê wehiyê ve tê rohnî kirin.’ Derheqê ehlaqê de jî; erdema hezkirin, hêvî û baweriyê, li wan çar erdemên yewnana antîk zêde kiriye, ku ew jî mêrxasî, sînorîtî, zanyarî û edalet bûn. Li gor Thomasî, ji ber ku dewlet di navbera Xwedê û mirovan de navcîtiyê dike û rê li rizgarî û erdemîtiya wan vedike, xwediyê asûneke bilind e.

PETRUS ABELARDUS  Û ÇÎROKA WÎ YA JANDAR  

Pierre Abelard (1079-1142), Abeilard, yan jî Petrus Abelardus. Zanyarê olê yê fransî. Kurê, begekî feodal bûye. Lêbelê, Pierre begitiyê, redkiriye û dûvre çûye Parîsê. Di bîst û du (22) saliya xwe de, dibistanekî ava kiriye û dersê dîyalektîk û teolojiyê daye. Pierre Abeilard, hewl daye xwe ku guftegoyên olî, bila li ser bingeha mantiqê pêk werin. Hem li dijî rasteqînîparêziyê (realîzmê) û hem jî li dijî felsefeya nomînalîzmê derketiye. Kitêba wî ya bi navê ‘Destpêka Teolojiyê’ ji ber ramanên wî yên ji derêrêzê, hatiye şewitandin.

Dilê wî ketiye xwendekara xwe ya bi navê Heleoiseyê. Bi Heleoiseyê re bi dizî dizewice, lê apê keçikê vê yekê qebûl nake.

Zilamên apê Heleoiseyê, wî digrin û xirê wî jê dikin, wate hatiye xesandin. Ew jî, xwe diavêje bextê keşîşxaneyekî û dibe keşe. Heta dawiya jiyana xwe, wisa bêdeng jiyaye. Gotiye ku: ‘Hemû mirovên cîhanê wisa dizanin ku êşa herî mezin wan kişandiye. Lê ew pê nizanin ku di jiyanê de êşa herî mezin, min kişandiye.’ 

Berhemên Pierre Abeilard (Petrus Abelardus)

1- Historia Calamitatum (Dîroka Bobelatan / Çîroka Bextreşiyekê)

2- Logica Ingredientibus

(Destpêka Mantiqê / Raveyên li ser Porphyrios)

3- Ethica (Etîk) an jî Scito te Ipsum (Xwe Binase / Bi Xwe Bizanibe)

4- Dialogus Inter Philosophum, Indaeum et Christianum

(Fîlozof, Guftegoya di Navbera Cihû û Filehekê de)

5- Theologia Summi Boni (Telojiya Başiya Herî Bilind)

6- Introductio ad Theologiam (Destpêka Teolojiyê)

7- Theologia Christiana (Teolojiya Filehtiyê)

8- Sic et Non (Erê û Na / Hem wiha û hem jî ne wiha)

9- Dialectica (Diyalektîk)

10- Grammatica (Ev berhem negihêjtiye roja me) 

ANICIUS MANLIUS SEVERINUS BOETHIUS (P.Z.480-524)

Fîlozofê romayî ê Serdema Navîn e û fileh e. Ji ber ramanên xwe, bi îdamê hatiye cezakirin. Xwediyê berhema (Consolatio Philosophiae) (Xemrevîniya Felsefeyê) ye. Bi gotina xwe ya ‘xemrevîniya ku min di baweriya fileh de lê digeriya, min di felsefeyê de dît’ navdar e. Wisa bawer kiriye ku xirabî bêceza û başî jî, bêxelat namîne û hewl daye ku vê yekê bipeyîtîne jî. Gelek ji Platon û Arîstoteles hezkiriye û heyranê wan bûye. Ji bo wergerandina pirtûkên wan, kedeka mezin serf kiriye. Guftegoya ‘bi rastî jî îde hene, yan na?’ daye destpêkandin û vê guftegoyê, bi sedê salan berdewam kiriye. 

(Abelardus û Hêloise)

‘Petrus Abelardus teolog, mantiqzan û feylesofê ehlaqê ye û di berhemên xwe de, cihekî girîng daye pirsgirêka tevahiyan (tumel). Ji ber ku bûye evîndarê Hêloisê, ji aliyê mamê keçikê ve ku navê wî Canon’ê Notre Dame’yî bûye, hatiye xesandin. Çîroka evîna wan, yek ji wan çîrokên herî navdar e.’  

 ÇÎROKEKE EVÎNÎ

Petrus Abelardus, pirraniya imrê xwe li bajarê Parîs û derdora bajêr derbas kiriye. Çîroka evîna Petrus û Hêloisê, bi qasî çîroka Mem û Zîn’ê, yan jî bi qasî çîroka Romeo û Julîet’ê navdar e. Hêloise biraziya Canon’ê Notre Dame’yî bûye. Petrus û Hêloisê dil ketine hev û bi dizî bi hev şabûne. Zarokek ji Hêloisê re çêdibe û piştî ku zaro tê dinyayê, bi awayekî dizî dizewicin. Canon’ê mamê keçikê, birayên keçikê sor dike û doza tolhilanînê li wan dike. Li ser vê yekê, birayên Hêloisê şevekê bi ser Abelardus ve digrin û wî dixesînin. Di dawiyê de, Petrus dibe keşîş û Hêloisê jî dibe rahibe. 

‘Daxwaza razana bi jinekê re, ne guneh e. Tiştê guneh, li dijî vê xwestekê stûxarkirin e.’

(Petrus Abelardus) 

Nivîsên herî balkêş yên Petrus Abelardusî, derbarê pirsgirêka ‘tevahiyan’ de ne, ku dikarin li ser nesneyên bi hejmareke bêna werin sepandin û ku ji têgehên mîna ‘sor’ yan jî ji ‘dar’ û hwd. pêk tên. Gelo ev têgehên tevahî (tumelî), dikarin hebûn yan tunebûna nesneyekê nîşan bidin yan na? Platon gotibû ku (forma îdeal ya soritiyê heye û her nesneyeke tekane ku di xwe de rengê soritiyê dihundirine ne bêqisur be jî, teqlîd û dengvedaneke wê forma îdeal, wate forma soritiyê ye) belê dikarin nîşan bidin. Arîstotales vê yeke qebûl nekiribû û gotibû ku: ‘helbet nesneyên sor hene, lêbelê sotitî (sorbûn) li derveyî nesneyên sor û ji wan cuda, tune.’ Ji herdu nêrînan ya yekem, ango nêrîna Platon mîna ‘rasteqîniyê’ hatiye dîtin, lewre wê nêrînê wiha diparast ku yên tevahî xwediyê hebûneke rasteqîn in. Nêrîna duyem jî ji ber ku tevahiyan mîna rasteqîniyeke qebûl nedikir û bi tenê mîna nav û rûçikên nesneyan didît, bi navê ‘navparêziyê’ (nomînalîzmê) hatiye naskirin. Şerê di navbera rasteqînparêz û navparêzan de rû daye, di seranserê Serdama Navîn de berdewam kiriye û bûye yek ji wan dijberiyên sereke. Bêguman ev mesele, meseleyeke zor e û ji ber ku bi teolojiyê (teslîs, sêmend) re têkildar e, bûye sebebê şerên domdar. Aberlardus, nomînalîstekî (navparêzekî) bijare bû û karê xwe bi hûrgilî kiriye. Ligel vê yekê, em nikarin bibêjin ku ev mesele a niha safî bûye. Di roja me de em êdî wê bi termînolojiya Serdema Navîn bikar neynin jî, dîsa jî em bi heman meseleyê serê xwe diêşînin. 

‘Doktrîna teslîsê (sêmend) ku di wateya yekîtiya Bav, Law û Ruhê Pîroz de ye, di dînê filehtiyê de esas e. Feylesofên Serdema Navîn li ser vê mijarê û xwezaya wê, gelekî mineqeşe kirine. Bav bi xaçê digre û li pişta Lawê xwe ê çarmixkirî radiweste û Ruhê Pîroz jî, bi kevokê tê resmandin û temsîlkirin.’  

RONESANSA SERDEMA NAVÎN

Piştî hilweşîna Împratoriya Romayê meriv dikare bibêje ku vejîna raman û medeniyeta Ewropayê, cara yekemîn di sedsala 13an de, dest pê kiriye. Di vê dewrê de di navbera çanda fileh û îslamî de, danûstandinên gelek baş pêk hatine. Felsefeya Arîstotales bi saya çanda ereb, carekê din vegeriyaye Ewropayê. Tevgereke wêjeyî ya romantîk derketiye holê, ku pirraniya mijarên wê efsaneyên Kral Arthur bû û Katedralên Gotîk yên fransî û mezin hatin avakirin. 

Li Îngilistanê Zaningehên Cambridge û Oxford’ê hatine damezrandin û bi rêya Magna Carta ([4]) û Kamereya Avaman (Meclîsa Mebûsên Îngilistanê) dewra rêveberiyên makeqanûnî dest pê kiriye.

Roger Bacon (1220-1292), li Zaningeha Oxford’ê yek ji wan dersdarên pêşîn yên zaningehê bû. Ji serkeftinên wî zêdetir, di mijara têgihiştinê de mirovekî dahî bûye. Baweriya xwe bi zanisteke ku xwe dispêrê matematîkê û ji bilî aqil cih dide ezmûn çavdêriyan, aniye û gotiye ku divê zanisteke wiha hebe jî. Wî bi xwe jî, li ser optîkê lêkolînê kiriye û xwediyê xebatên resen e. Lêbelê feylesofê herî bijare ê sedsala 13an, -li gor gelek felsefevanan piştî Augustînusê Xoşewîst ku 800 salan beriya wî jiyaye, feylesofê herî mezin Tommaso’yê Aquinoyî ye- bêguman, Thomasê Aquinoyî (Tommaso Aquînas, 1225-1274) ye.

Heta dema me jî katolîkên romayî, girîngiyeke mezin dane ramanên wî. Lewre Papa’yê XIII. (Leo), felsefeya Thomasî ji bo ramana katolîk wekî modeleke pêşniyar kiriye. Piştî pêşniyara Papayê XIII. qedr û qîmeta Aquînas di çavê katolîkan de zêdetir bûye û piştî demekê wekî feylesofê fermî ê Dêra Katolîk hatiye dîtin. Lêbelê piştî Konseya Vatîkanê ya salên 1962-1964an, helwesta wan hatiye guherîn û ramangirên katolîk, îro bi rihetî Aquînasî rexne jî dikin.  

‘Ruh, bi kirinên xwe tê zanîn.’ (Thomasê Aquinoyî) 

Aquînasî bi awayekî serkeftî ramanên rojavayî yên beriya xwe û ramanên dema xwe li hev aniye, wan kiriye yek, amizgerî û  ahengiya wan ramanan û ramana filehtiyê destnîşan kiriye. Heta meriv dikare bibêje ku ji ramanên cihûtî û îslamî jî sûd wergirtiye.

Wekî ku xwiya ye, ramana filehtiyê ji destpêkê ve di naveroka xwe de ramana Platonparêzî û Platonparêziya Nû hewandiye. A niha jî dînê filehtiyê li felsefeya Arîstotales rast dihat û divabû ew li hev bihatana.

Di vê pêkhatinê de Aquînasî herdem hewl daye ku cudahiya îman û aqil, yan jî cudahiya felsefe û dînê, biparêze. Meseleya derbarê ezelî û ebedîtiya dinyayê de dudil e û ji hêla ramana aqlî ve, pêkan dibîne.

Lêbelê dibêje ku ji hêla mantiqî ve em nikaribin bipeyîtinin jî, wekî bawermendekî fileh ez pê bawer im ku Xwedê dinyayê afirandiye û dê rojekê dawiya dinyayê jî were. Di hinek ramanên xwe de, pişta xwe bi Arîstotales girê dide û dibêje ku hemû zanayiyên me yên aqlî yên derbarê vê dinyayê de, bi serborî û azmayîşên me yên sehekî têne hilberandin, ku em li ser wan bi aqlê xwe difikirin. Ewilî divê were gotin ku zanayiyeke di sehekên me de tune be, di zêhna me de jî peyda nabe. Zarokek dema tê dinyayê, zêhna wî mîna lewheyeke vala ye. Aquînasî ji bo şirovekirina vê mijarê bi latînî, têgeha tabula rasa (lewheya vala, lewheya pakij) bikar aniye. Wisa tê zanîn ku ev gotin ya John Locke ye, lêbelê cara yekem Aquînosî vê têgehê bikar aniye.

Aquînasî ji vê xalê dest pê kiriye û teoriyeke ampîrîst a lihevneker ava kiriye ku xwînereke felsefeyê, li cem baweriya dînî, dikare vê teoriyê wekî teoriyeke lênehatî (tiroviro) binirxîne. Belam Aquînasî wiha bawer dike ku ev cure zanayiyên me, bi temamî ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin û bi wehiya dînî re jî, ne nakok in.  

‘Li Ewropaya Serdema Navîn, ji bo parastina destkeftinên pîşeyî korporasyon (lonca, karciv) hatine damezrandin. Bi taybetî jî korporasyonên pîşeyî, berjewendiyên endamên xwe yên bazirgan diparastin. Endamên korporasyonan, mirovên bazirgan û zennetkar bûn. Li Îngilistanê li bajarê London’ê (London City)  korporasyonên pîşeyî hebûna xwe berdewam kirine.’ 

Cewher û Heyîn

Cudahiya cewher û heyînê, ew cudahî ye ku cara yekem ji aliyê Thomasê Aquinoyî ve hatiye berfirehkirin û ji vê demê ve, ji bo felsefeyê girîngiya xwe parastiye. Cewhera tiştekê, çawaniya wî tiştî ye û ev mesele, ji meseleya hebûn yan tunebûna wî tiştî jî cuda ye.

Meriv dikare bi mînakeke vê yekê wiha şirove bike: Zarokek ji we pirsa nasandina hespekê yekqiloçî bike, bêguman hûnê jêre behsa hespekî nazenîn ku di serê wî de qiloçekî wî heye û axlebî spî ye bikin. Heman zarok, pirsên xwe bidomîne û vê carê jî, hebûn yan tunebûna hespên yekqiloçî bike, helbet hûn ê jêre bibêjin ku ew tune nin. Di vê mînakê de pirsa yekem bi cewherê re têkildar e û ya duyem jî, bi heyînê re têkildar e. Heman zarok dikare ji we pirsa şêrekê jî bike. Hûn dikarin şêrê ku zarok pirsa wê ji we dike baş binasînin, lêbelê bi vê danasîna we zarok dê nizanibe ka şêr hene yanê na? Lewma jî, dîsa dê pirsa hebûn yan tunebûna şêran ji we bike. Yanî, meriv dikare bibêje ku ev pirs herdem pirseke cuda bûye.

Aquînasî dema teoriya Anselmûsî ya derbarê Xwedê de red kiriye ku hinek delîlên ontolojîk diguncîne, pişta xwe daye vê cudahiyê. Pênaseya (danasîna) Anselmusî cewhera Xwedê pênase dike, lêbelê pênaseyên derbarê cewherê de gelekî baş werin dayîn jî hebûnê garantî nakin. Aquînasî bi nêrîneke cuda, li bersiva pirsa ‘wateya hebûna tiştekê çi ye?’ digere. 

Mîkrokozmos

‘Tarîxa bikaranîna peyva mîkrokozmosê, gelekî kevn e û heta dema Sokrates jî diçe.

Li gor vê têgehê mirov di makrokozmosê de, cîhaneke biçûk e.’ 

Heke tiştek bi tenê cewher be, nexwe ew wekî hêzê heye, ne wekî fiîlê. Heke Xwedê dinyayê li gor daxwaza dilê xwe afirandibe, divê cewhera dinyayê beriya hebûna wê be. Belam, ne pêkan e ku cewhera Xwedê di pêşiya hebûna wî de hebe. Lewma jî pêwîst e, ku Xwedê seranser hebûnatî be. Pirsa pêşikiya cewher yan hebûnê, pirseke gelek kevn e û gelek feylesofan serê xwe pê êşandine.

Di vê pirsê de jî tê dîtin ku her yek li milekî, ramanên Platon û Arîstotales du çavkaniyên sereke ne. Ramana ku dibêje cewher herdem di pêşiya hebûnê de tê, xwe dispêrê teoriya Lewnên Îdeal ya Platon. Ramana din ya ku wekî dijberê vê ramanê tê dîtin jî, xwe dispêre ramanên Arîstotales. 

Ramanên ku ji aliyê Aquînasî ve hatine parastin, ji aliyê Duns Scotusî (1266-1308) ve hatine rexnekirin. Duns Scotus delîl, rave û şiroveyên xwe bi awayekî hûrgilî û bi kitekit nivîsandiye û ji ber vê çendê jî, kesên ku berhemên wî dixwînin ji ber vê helwesta wî, şaş û ecebmayî dibin. Scotus, tu carî dest ji cudahiya aqil û baweriyê bernedaye û vê yekê parastiye. Mesela baweriya xwe bi abadiniya rih dianî, lêbelê digo ‘delîlekî’ ku bikaribe vê yekê bipeyîtîne tune. Lewma jî Charles Sanders Peirce’yê feylesofê amerikayî dema behsa Duns Scotus dike, dibêje ku ew metafizîknasekî gelek mezin e. 

 ‘Heke ne ji bêgaviyê be, hejmara yên ku hene divê neyê zêdekirin.’

(Williamê Okhamî) 

Ramanên Duns Scotus, ji aliyê Williamê Okhamî (1285-1347) ve, hatine bikaranîn û berfirehkirin. Okhamî gotiye ku bêgavîtî bi tenê di mantiqê de heye, lêbelê di bandêra (nîzama) xwezayî ya tiştan de tune. Heta bêrêkûpêkiya ku  di xwezayê de heye jî, ta radeyekî erênî ye. Yanî ne bêgav in ku çêbin û dikarin bibin tiştekê din jî. Ev yek tê wê maneyê ku bi peyîtandin û delîlên mantiqî, em nikarin xwe bigihînin zanyiya dinyayê. Beravajiya vê yekê, divê em bala xwe bidin tiştan û çêbûna wan. Ji bo bidesxistina zanayiya ewledar û derbasdar ya dinyayê, pêdiviya me bi çavdêrî û ezmûnê (helbet piştî bidestxistina daneyan jî, pêdiviya bi deranên aqlî) heye. Bi vê helwesta Okhamî re meriv dikare bibêje ku rêya zanayiyeke nû, rêya zanayiya ‘zanistî’ hatiye vekirin.   

Pirsgirêka Peyitandina Xwedê

Di dema destpêka felsefeyê de, derbarê peyitandina Xwedê de gelek delîlên cihê hatine raberkirin û ji nav wan delîlan sê delîlên bijare, bi gelek şêweyên cihê hatibin bikaranîn jî, meriv dikare bibêje ku heta roja me jî hatine û girîngiya xwe jî parastine.

Peyitandina (Şiroveya) Mebesta Zanistî

Li gor vê argumentê, pîlan û armanceka gerdûnê heye. Wate, gerdûn pîlankirî û xwedî armanc e, ku Xwedê vê yekê dimeşîne: Dara berûyê berûyan digre, stêrk wiha tevdigerin ku meriv dikare bi tevgera wan bizanibe. Wisa xwiya ye ku her tişt li gor pîlan û armanceke dilive û dimeşe. Ev argument ji ber ku dixwaze her tiştî li gor armancê şirove bike, bi navê ‘peyîtandin/şiroveya mebesta zanistî’ hatiye zanîn. Lêbelê meriv dikare bibêje ku piştî pêşveçûna zanistî, girîngiya vê delîlê wekî a berê nemaye. Çimkî li gerdûnê ne tenê rêkûpêkiyek (aheng, lihevkirin), bivênevê kaosek (tevlîhevî, neahengî) jî heye û dibe ku ev meseleya ahengiya gerdûnê, zêde hatibe nepixandin. Ji bilî vê yekê, gelo meriv ta çi radeyî dikare bibêje ku armanca her tiştî heye? Bêguman, ev mesele jî ciyê nîqaşê ye.

Peyitandina (Şiroveya) Afirandina Gerdûnê

Li gor vê argumentê jî tu tişt ji ber xwe ve çênabe û heke gerdûn hebe, teqez afirînerekî gerdûnê jî heye. Ev şirove wiha diparêze ku ti tişt, ji ber xwe ve nayên hebûnê. Qelsiya vê argumentê ew e ku meriv heta bêdawiyê jî dikare li paş vegere û li afiranderên afirenderan bipirse. Heke di hebûna gerdûna bêhempa de, pêdivî bi heyîneke din hebe, nexwe ew heyîn ji gerdûnê bêhempatir e; wê demê gelo em ê çawa bikaribin vê yekê şirove bikin? Yanî dema ku em şiroveyeke peyda bikin jî, divê em ji wê şiroveyê re şiroveyekê din peyda bikin û ev yek heta hetayê jî dikare bidome.

Peyitandina (Şiroveya) Ontolojîk 

Peyva hebûnê ‘ontolojî’, ji bo hemû mineqeşeyên ku derbarê xwezaya heyînê de ne, derbasdar e. Wisa tê zanîn ku îcadkarê vê delîlê Anselmusê Xoşewîst (1033-1109) e, ku 16 salan sermetraniya Canterbury ê kiriye. Anselmus wiha gotiye: ‘Li heyînê herî bêhempa û bêqisur bifikirin; ew heyînê ku hûn lê difikirin heke ji bilî hebûna xwe xwediyê hemû wesfên ku têne xwestin be, nexwe ew ne heyînê herî bêhempa û bêqisur e. Lewre ayan e, heyîneke ku heye ji heyîneke ku tune ye bêhempatir e. Ji ber vê yekê jî, heyîna herî bêhempa û bêqisur, beriya her tiştî divê ku hebe. Lêbelê, gelek ramyar li dijî vê şiroveyê derketine û gotine ku ev şirove ne derbasdar e.

Derbarê vê meseleyê de meriv dikare bibêje ku şiroveya herî serkeftî û zelal, şiroveya Immanuel Kant e. Belam ev peyitandin hêjî ciyê nîqaşê ye û di roja me de jî, carekê din bûye rojeva feylesofan.

Di roja me ya îroyîn de, piraniya feylesofan wiha difikirin ku peyitandina Xwedê ne pêkan e, wate bêîmkan e. Helbet ev yek nayê maneya tunebûna Xwedê, tenê tê maneyê ku bi rêya aqil peyitandina Xwedê ne pêkan e.                       

TAYBETMENDIYÊN FELSEFEYA ÎSLAMÊ YA SERDEMA NAVÎN

Dema ku mirov rûbirûkirinekê banegehî (surface) çêbike, wê demê mirov bi hêsanî dikare bibêje ku felsefeya îslamê jî, mîna felsefeya xiristiyaniyê skolastîk e û bêguman, di navbera wan de çend xalên hevpar jî hene. Belam, felsefeya îslamê ji nava şaristaniya (medeniyeta) îslamê de derketiye û li gorî felsefeya xwe, xwerû ye.

Herweha, jiber rûyê çend astengiyan bi dinyayê re têkiliya xwe birrî ye û xwe xistiye nav ramaneka skolastîk, têde maye û ev raman, bûye xwendegeh. Belam pirsgirêkên ramanwerên cîhana îslamî, ji pirsgirêkên skolastîkê cuda ne. Dema ku em li Rojavaya nûjen dinihêrin, em dibînin ku ramana pêşketinê giraniya xwe zêdetir nîşan dide. Ango hest û ramana çêbûnê, li pêş e. Ramana Rojava, li ser pêşketina dinyayê û li ser şeklê guherînê rawestiya ye. Lewre ramana Rojava ya bingehîn, li ser pirsa zanayiyê digere da ku bizanibe ev zanayî ji ku tên û sînorên vê zanayiyê, çi ne? Beguman di ramana Rojavayê de, mirov dikare bibêje ku têgeha zanayiyê li pêş e. 

Di Felsefeya Îslamê de

1- Ramaneke bêform, bêliv û neguhor, li ser kar e, ezelî û ebedî ye.

2- Pirsa herî girîng, ‘gelo, di navbera Xwedê û ebdên wî de danûsitandineke çawa heye?’ ye. Ev pirs jî, me dibe pirsa ‘gelo mirov xwedî îrade ye, yan na?’ û ‘mirov, azad e yan na?’

3- Xwestekên mirovan, wateya jiyanê, rastî û çewtî û riya jiyaneke rast, li gor ramana îslamî têne ravekirin. Lewma jî, di di ramana îslamî de, guftegoya ol û ehlaqê, zêdetir derketiye pêş.  

Sebebên Derketina Holê ya Felsefeya Îslamê  

A- Sebebên Navxweyî

1- Hebûna Qur’anê: Hebûna hinek ayetên ku rê li fikirîn û zanînê vedikin. Wekî mînak: ‘(Ya Hebîb) bibêje wan: Qet yên zana û nezan dibin weke hev? Encax, mirovên xwediyê aqlên gihaştî dikarin bifikirin.’ (Ayeta Zumer- 9)

2- Hedîs: Bi gotinên xwe, Hz. Muhammed rê li fikirîn û zanîna mirovan vekiriye. Wekî mînak: ‘zanist, malê wenda ê mirova ye. Li kû bibîne, dikare hilde.’ Dîsa gotiye ku ‘Sedeqeya herî baş, fêrbûna zanistê ye û piştre jî, fêrkirina birayên xwe din yên misilman e.’

3- Kelam: Kelam, gotina Xwedê ye. Armanca Kelamparêzan, sîstematîzekirina Qur’anê ye. Ji bo têgihiştina Qur’anê, pêdivî bi lekolîn û fikirînê heye.

B- Sebebên Derveyî

1- Bi girtina dibistana Atînayê re, ber bi erdnîgeriya îslamê ve reva ramanweran û danûstandina ramanî.  

2- Bi awayekî sîstematîk, xwesteka xwederbirîna felsefeya îslamê.

3- Wergerandina berhemên girîng, yên feylosofên Yewnana Antîk. 

Mijarên Felsefeya Îslamê yên Serdema Navîn

1- Meseleya wesfên Xwedê

2- Ayetên Qur’anê

3- Hedîs

4- Pirsgirêka wateya jiyanê

5- Lêgerîna rêyên jiyana rast û dirust

6- Serbestiya yan jî, ne serbestiya îradeyê û hwd. in.

Felsefeya îslamê ya Serdema Navîn, bi wergerandina berhemên Yewnana Antîk, berfireh bûye. Dema ku mirov vê felsefeyê bi felsefeya fileh re rûberû dike, mirov dibîne ku ev felsefe, felsefeyeke gelek pirreng e. Dîrokzanên felsefeyê vê yekê wiha şirove kirine: ‘Heke Serdema Navîn, li erdnîgeriya Rojavayê, di tarîtiyeka ku bi hezar salan berdewam kiriye de be; cîhana îslamê, di vê tariyê de çavên birqok yên pisîkeke ne.’

Felsefeya îslamê ya Serdema Navîn, li ser du pirsgirêkên bingehîn rawestiya ye ku ev pirsgirêk jî pirgirêka îrade û kelamê ne.

Di Dînê Îslamê de Pirsgirêka Serbestiya Îradeya Mirovî

Derheqê babeta serbestiya îradeyê de du feraset hene:  

1- Qederiye

2- Cebriye

Li gor feraseta Qaderiye’yê: Mirov di kirin û tevgerên xwe de serbest in. Ji ber ku mirov afiranderên tevgerên xwe ne û ew bi xwe wiha dikin, ji tevger û kirinên xwe berpirsiyar in û divê ji encamên tevgerên xwe jî, berpirsiyar bin.

Li gor feraseta Cebriye’yê jî: Mirov di kirin û tevgerên xwe de ne serbest in û weke hemû tiştî, kirin û tevgerên mirovan jî girêdayê îradeya îlahî ye. Jiber ku ji bilî Xwedê heyînek din yê xwedîîrade tune, di tevgerên mirovan de roleka wan jî tune.

Lewre jî mirov nikare behsa serbestiya mirovan bike, hemû tişt bi xeta qederê têne destnîşankirin.

Pirsgirêka duyemîn jî, li ser kelamê ye. Gelo bi rêya aqil, şirovekirina Qur’anê pêkan e yan na?

Du tevgerên (ferasetên) ku bersiva vê pirsê dane hene: 

1- Mutezîle: Mutezîle wiha diparêze, ku bi riya aqil şirovekirina Qur’anê pêkan e. Mutezîleparêzan, dilêrîneke serbest ya felsefeyê parastine. Li ser tiştên ku divê em îmana xwe bi wan bînin û li ser tiştên divê ku em îmana xwe bi wan neynin rawestiya ne û li wan babetan hûr bûne. Li gor baweriya Mutezîleparêzan Xwedê, tekane afirander e û û ezelî ye. Li dijî baweriyên deraqil, derketine.

Wiha bawer kirine ku mirov bi xwe dikarin, kirin û tevgerên xwe biafirînin û ev yek, ne girêdayê qederê ye.

2- Eşariye: Tevgera Eşariye jî, wiha diparêze ku bi riya aqil şirovekirin û têgihiştina Qur’anê ne pêkan e û yê xwedîbandûr ne aqil, ol û îman e. Zanayiya mirovî, qebûl nakin û li dijî hemû zanayiyên ku bi îmanê re nakok in derdikevin. Hemû tiştan, bi îradeya îlahî ve girê didin. Herî zêde, di sedsala 10an de bandûra wan zêde bûye. 

Tevgera Felsefî ya bi Terzê Yewnanî: Meşşaîparêzî

Meşşaiye, navê wan koma fîlozofa ye ku bi bandûra Arîstotales felsefeya xwe hilberandi ne. Jiber ku Arîstoteles li derve digeriya û dersên xwe wiha dida, ji vê yekê re perîpatos tê gotin ku erebiya vê peyvê, meşşaîye ye. Meşşaîyeparêz, baweriya xwe bi aqil anîne û wiha parastine ku mirov, bi rêya aqil dikare têbigihêje Qur’anê û hemû tiştên din yên ku di ol de bi awayekî rast hatine gotin. Jiber vê yekê jî, mirov dikare bibêje ku ew rasyonalîst (aqilparêz) in.

Nûnerên vê tevgerê yên sereke li Rojhilatê El Kindî, Farabî, Îbnî Sîna û li rojavayê jî Îbnî Ruşd in. 

El Kindî (801-873) 

El Kindî wekî fîlozofê yekemîn yê felsefeya îslamê tê dîtin û hewl daye ku zanayiyên îslamî û felsefeya yewnanî ya berê bigihîne hevdu û sentezeke wan çêbike. Ji bo vê yekê jî, li ser wergerên ewilî rawestiyaye û carekê din, li wan hûr bûye.

Li gorî bîr û baweriya El kindî; Qur’an û felsefe, heman rastiyê vedibêjin û di navbera wan de tu nakokî tune nin. Sebebê yekemîn yê hemû heyînan xwedayê bêdestpêk û bêdawî (ezelî û ebedî) ye. Hemû tişt bi îradeya wî çêbûne û bi îradeya wî, dê carekê din ji jolê rabin. Ango dîsa dê bi îradeya wî, dawiya wan were.

Li gor baweriya El Kindî jiber ku yên tevayî nayên bihîstin, ew aqlî ne. Navê wî yê rasteqîn Ebū-Yūsuf Ya’kūb ibn Ishāk el-Kindī ye û li rojavayê bi navê Alchindus tê naskirin.

Farabî (870-950)

Farabî jiber ku bi pirranî li berhemên Arîstotales hûr bûye, bi navê mamosteyê duyemîn (Muallim-i Sani) hatiye naskirin. Li ser matematîk, fizîk, astronomî, tip, biyolojîyê xebitiye. Li gor bîr û baweriya Farabî ol û felsefe, ji hevdu cihê nabin. Farabî vê baweriya xwe wiha aniye zimên: ‘Rasteqînî, nabe ku li dijê rasteqîniyê be.’

Bi têgeha ‘heyîna bivênevê’, xwe nêzîkê babeta heyînê dike. 

Li gorî baweriya Farabî heyîna herî gewre û rasteqîn, Xwedê ye. Çimku hebûna Xwedê, ne girêdayî tu tiştî ye.

Hilik û xwehebûnkirina Xwedê, yek e. Ji bilî Xwedê tu heyîn, nikarin jiber xwe ve, xwe bikin heyîn. Çimku ew hebûna xwe, deyndarê heyîneke din in. Farabî di teoriya xwe ya Yên Aqilmend de dibêje ku di pêşiya Xwedê de, di destpêkê de aqlekî yekemîn derketiye holê û ji vê aqlê yekemîn, bivênevê, aqlekî din der çûye, giyan û asîman çêbûne. Di warê şirovekirina bûyerên xwezayê de teoriya Arîstotales ya Made û Formê dipejirîne. Li gorî ramana Farabî, sebebê hemû heyînan Xwedê ye û hemû heyîn, ji Xwedê weke aqil derçûne û heyîna ku herî zêde ji Xwedê dûr e jî, made ye. Wezîfeya mirovan jî, divê ji madeyê xwedûrkirin û ji bo nêzîkbûna Xwedê, zelalkirina rih be. Bextewariya civakî encax bi riya rasteqîniyê ku ew jî hilbera aqlê pratîk e, bi rastî û başiyê dikare pêk were. Farabî wisa dixwaze ku bi riya aqlê pratîk, hem mirovên desthilatdar û hem jî yên ku têne birêvebirin, xwe bigihînin civaka îdeal ya xwedîerdem. Hêmanên vê civaka îdeal ya xwedîerdem, di berhema xwe ya utopîk de ku navê wê Bajarê Xwedîerdem e, destnîşan kiriye.

Îbnî Sîna (980-1037)

Îbnî Sîna li rojavayê bi navê ‘Avicenna’ tê naskirin û li cîhana îslamê jî, jêre dibêjin Şeyhûl Felasife- ango, Şêxê an jî Serokê Fîlozofan. Îbnî Sîna jî, wekî Farabî li ser teoriya Arîstoteles ya ‘made û formê’ rawestiya ye. Îbnî Sîna jî wekî Farabî wiha bawer dike ku hemû heyîn ji Xwedê, der çûne. Di destpêkê de bi tenê Xwedê heye. Ji Xwedayê ku heyînek rasteqîn û bivênevê ye, giyanek saf der diçe. Ev giyan (rih), sebebê pêşîn e. Ji vê sebeba pêşîn jî, hemû giyan û laşên ku di gerdûnênê de hene der çûne. Îbnî Sîna ji vê yekê re dibêje, aqilê çalak.

Mirov, di asta pêşveçûna rih ya dawî de hilika heyînan dibîne û têdigihêje wan. Dîsa li gor bîr û baweriya Îbnî Sîna, bextewarî xwepakijkirina rihê mirovî ye û ber bi aqil ve qesidîna mirov e. Îbnî Sîna, hewl daye ku felsefe û olê, lihev bîne. Gelekî girîngiyê daye ezmûnê û fîlozofekî rasyonalîst e. Navê wî yê rasteqîn: Ebu Ali el-Hüseyin ibni Abdullah ibn-i Sina el-Belhi ye.

Îbnî Rûşd (1126-1198)

Îbnî Rûşd, di Serdema Navîn de wekî damezranerê Arîstoparêziyê tê dîtin û li gor bîr û baweriya Rûşd, Arîstoteles tekane fîlozof e. Li gor baweriya Rûşd, heke mantîqa Arîstoteles tunebûya, wê demê ne zanist û ne jî zanayî, ne pêkan bûn. Îbnî Rûşd, berhemên Arîstoteles şirove kiriye û bi awayekî taybet, wan rave kiriye. Mirov dikare bibêje ku rojavayê, Arîstoteles bi saya xebatên Îbnî Rûşd naskiriye. Îbnî Rûşd wiha parastiye ku hemû tiştên di ol de ne, mirov dikare wan bi riya aqil îsbat bike. Dîsa li gor ramana Rûşd made û zeman, bêdestpêk û bêdawî (ezelî û ebedî) ne, ango eternal in. Ango, dibêje ew her hebûn. Dîsa dibêje ku heke livdarî tunebe, zeman jî nikare were fikirîn. Îbnî Rûşd, wisa bawer dike ku rih bêmirin (zindebar) e, lê rihê mirovî ezelî ye. Di berhemên xwe de, li ser lihevkirina ol û felsefeyê û li ser hevnegirtîna fîlozofan rawestiya ye.

Mîstîsîzma Îslamê (Tesewuf û Nûnerên Tesewufê) 

Çavkaniyên tesewufê Qur’an, Hedîs, Sinnet û jiyana ewliyaya ye û berî her tiştî, felsefeyeke jiyanê û zanyariyê ye. Armanc, gihêjtina Xwedê ye, ji xirabiyên nefsê, kubarî û quretiyê rizgarkirina rih e. Riya vê yekê jî, eşqa îlahî û hezkirin e. Di tesewufê de afiranderê hemû tiştan, Xwedê ye. Ji xwiyakirina Xwedê ya di hemû tiştan de re jî, Yekîtiya Heyînê, ango Wahdetî Vucud tê gotin.

Xwedê herî zêde xwe di mirovan de nîşan dide. Jiber vê yekê jî, hemû mirov xwediyê hilikeke îlahî ne û bi hezkirina mirovan, gihêjtina ‘Heq’ pêkan e. Di tesewufê de aştî, lihevkirin, hezkirin, di dewsa gumanê de bawerî, di dewsa xemgîniyê de coşî, di dewsa wergirtinê de dayîn, esas e. Nûnerên tesewufê yên sereke: Xezalî, Suhrewerdî, Mewlana, Yunus Emre, Hacî Bektaşê Welî, Bayram Welî, Xoce Ehmed Yesewî, Mensûrê Hellac, Ibnî Arabî û Abdulqadirê Geylanî ne.

Îmamê Xezalî (1058-1111)

Xezalî, berî her tiştî li hemberî helwesta yekkirina aqil û îmanê derketiye û di nav çerçoweya felsefeya îslamê de, di warê epîstemolojiyê (zanînnasî, felsefeya zanayiyê) de xebatên xwe pêk aniye. Pirsên (pirsgirêkên) ku wî dixwest bersiva wan bibîne, pirsên wekî: ‘Gelo em dikarin ji zanayiyeka misoger behs bikin?, Zanayiyên ku em bi riya aqil û sehekan têdigihêjine wan, gelo ew zanayiyên misoger in?, Gelo felsefe dikare zanayiyên misoger bide me?’ ne.

Li gorî bîr û baweriya Xezalî aqil, di babetên olî de dikeve nakokiyê û sehekên me jî, me dixapînin. Jiber vê yekê jî zanayiyên ku xwe dispêrin aqil û sehekan, ne misoger in û divê neyêtin pejirandin. Ya ku esas e, îman e. Xezalî, îman û aqil, ji hevdu cihê kiriye, îmanê hilbijartiye û felsefeyê xistiye xizmeta îmanê, ango olê. Xezalî  jiber ku ferasetê (sezgiyê) weke çavkaniya zanayiyê pejirandiye û wekî nûnerê entuîsyonîzmê yê rojhilatê hatiye qebûlkirin. Li hemberî helwesta fîlozofên ku dixwestin îman û aqil li hev bînin (wan bi hevdu re girê bidin) rabûye û hemû rexneyên xwe di pirtûka xwe ya bi navê ‘Hevnegirtina Felsefeyê (Tehafût el Felasife) de îfade kiriye.

‘Sehek û têgîhanên me, xapînok in û dikarin herdem me bixapînin.’

(Xezalî) 

Di Babeta Zanayiyê de Rêbaza Îmam Xezalî

Li hemberî şika şikparêzan, ku baweriya xwe bi zanayiya rast nedianîn, hinek fîlozofan xwestine ku şikê wek rêbazekî bikar bînin û bi vî awayî, xwe bighînin zanayiya rast. Ji van hewl danan yek ya Xezaliyê fîlozofê îslamê ye û ya din jî, ya Descartesî ye. Ev herdu fîlozof herçiqas di demên cuda de jiya bin jî, dîsa heman rêbazê (şikê, wek rêbazekî) bikar anîne. Xezalî, di destpêkê de ji bo ku bikaribe xwe bigihîne zanayiya rast û misoger, li hemû texlîdên zanayiyê vekola ye. Xezalî li hemû mezheb, agirperest, ateîst û li ramanên fîlozofan vekola ye û xwestiye ku spartek û bingeha angaşt û ramanên wan fêr bibe. Lê herdem, derheqê rastiya wan de di gumanê de maye.

Axirê, bi xêra vê yekê beyî ku di bin bandora fikrekî de bimîne, ramanên xwe parastiye. Herweha, wiha bawer kiriye ku divê mirov, bi çavên tu kesî li dinyayê mêze neke û wan teqlîd neke. Jiber vê yekê jî teqlîdkirina fikran, wekî xirabiyeke mezin hesibandiye.

Li gorî nêrîna Xezalî divabû du tişt pêk bihatana:

1- Destnîşankirina bingeha zanayiya misoger û rast.

2- Peyîtandina wê zanayiyê, ku rasterast nesneya xwe vedibêje.

Ji bo hilberandina zanayiya rast û misoger, di destpêkê de divê prensîpên têgîhan, sehek û prensîpên fikirînê yên bivênevê werin destnîşankirin. Lê di dawiyê de Xezalî dibêje ku ‘sehek û têgîhanên me xapînok in û dikarin herdem me bixapînin. Jiber ku ne ewle ne, dikarin hişê/eqlê mirov jî bixapînin. Ji bo vê çendê jî, dibe ku dadgerekî dî yekî ku serwerê sehek û têgîhanên me be, derkeve holê. Xezalî ji fikrekî wiha dest pê dike û behsa beradayîbûna vê dinyayê dike.

Herweha dibêje ku ev dinya me ya ku em têde dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû nesneyên li cîhanê ji rewşa wan ya niha cihêreng bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cih ya niha, rasteqîniyeke din jî hebe. Û mirov bi alîkariya hişê xwe ya ku di asteka cihêreng de ye, dikare vê siûdê bidest bixe.

Mewlana Celaledînê Rûmî (1207-1273)

Li gorî bîr û baweriya Mewlana, Xwedê xwestiye ku xezîneya xwe nîşan bide û bila ebdên wî wî binasin, gerdûnê afirandiye. Sebebê afirandina gerdûnê jî, ev yek e. Xwedê, ji bo ku hêza xwe nîşan bide gerdûnê afirandiye. Tekane heyîna ku dikare bigihêje delalî û ilmê Xwedê, mirov e. Xwesteka vê zanînê, rê li ber zewqên dinyayî digire. Jiber vê yekê jî, mirov divê li hember zewqên dinyayê têbikoşin. 

Di ramanên Mewlana de destnîşankarê zagona êhlaqê ya gerdûnî, eşq e. Ev eşq, wan prensîpên ku divê mirov li gor wan tevbigere nîşanî mirovan didin. Jiber vê yekê jî, kê kî be bila be, divê were hezkirin. Li gor baweriya Mewlana, mirov encax bi rêya eşqê dikare bigihêje Xwedê. Di berhema xwe sereke Mesnewî de li ser erdem û başiyê, ramanên girîng pêşkêş kiriye.

Berhemên wî yên sereke:   

1- Mesnewî

2- Dîwan-î Kebîr in. 

3- Yunus Emre 1240-1327

Li gor bîr û baweriya Yunus Emreyî heyînê rasteqîn, Xwedê ye. Xwedê hem yê ku tê hezkirin (maşuk), hem yê ku hez dike (evîndar) û hem jî evîn bi xwe ye. Xwedê jiber ku hezkar, dildar û evîndar e, gerdûnê afirandiye. Mirovê ku ji mirovan hez neke, nikare xwe bigihîne Xwedê. Li cem Yunus Emre jî destnîşankarê zagona ehlaqê ya gerdûnî, eşq e. Ev eşq, rênîşanderiya mirovan dike.

Çend kurtegotinên Yunus Emre:

1- ‘Dest, ji dubendiyê berde. Destê xwe bide maqama yekîtiyê. Kar, di vê yekîtiyê de ye. Ji bo dîtina te ya can. Rojî, nimêj, zekat û hic, suc û merkujî ne, Dûr e ji van feqîr, di nava têgihiştiyan de.’

2- ‘Hemû cîhan û alem ev tewhîd e. Ew ê bi vê yekê dizane, ew adem e.  Yên ku înkar dikin jî. Neyarê canê xwe yên esîl in.’

3-  ‘Netirse ji mirinê. Şewq nemir e. Mirin wê bibe çiyê te? Lewra, rihê te pîroz e.’

Hacî Bektaşê Welî (Sedsala 13an)

Dilêrîna Hacî Bektaşê Welî ya ehlaqê, xwe dispêre têgehên wekî wekhevî, biratî, hevgirtin, hezkirin û erdemê. Têgeha sereke wekî ku di ramanên tesewûfkarên din de jî tê dîtin, Xwedê û hezkirina mirova ye. Hacî Bektaşê Welî, ramana Wahdetî Vucudê parastiye. Li gor vê ferasetê, hemû tiştên ku hene ji Xwedê der çû ne. Mirov ji bo ku bikaribe yekîtiya heyînê nas bike, ji mertebeyên cihêreng derbas dibe. Di mertebeya yekemîn de, hemû tiştî bi Xwedê şirove dike. Di mertebeya duyemîn de, cûdahiya madî û manewî diparêze û hemû tiştên ku hene, bi hilikeke hevpar şirove dike. Di mertebeya sêyemîn de jî, digihêje nêrîna ‘yekîtiya heyînan’ û têdigihêje ku ew jî, xwiyakirineke Xwedê ye. Herweha bingeha zagona ehlaqê, hezkirina Xwedê û mirova ye. 

Di Felsefeya Îslamê de Ekola Îşraqî

Felsefeya Îşraqî, ku Suhrewerdî nûnerê wê ê herî sereke ye, felsefeyeke bijarteker e. Di vê felsefeyê de bandûra dînê Zerdeşt gelek zêde ye, ku ronahî û tariyê, mîna du esasên bingehîn dibîne. Herweha rola Hermetîzm û Platonparêziya nû jî, di pêkhatina vê felsefeyê de gelek mezin e. Ji hinek hêlan ve dîsa dema ku meriv li vê felsefeyê hûr dibe, meriv li ramanên Platon, Arîsto, Empedokles û Pythagoras rast tê. Lêbelê ji hêla rêbazê ve, sîstema Îşraqî bi temamî li dijberê sîstema Arîsto ye. Guman nîne ku felsefeya Îşraqî, xwediyê wesfên îslamî ye û li ser felsefeya Suhrewerdî, bandûra mîstîkên îslamî gelek kûr û zêde ye. Lêbelê, rehmetiyê Şerefeddîn Yaltkaya dibêje ku li ser felsefeya Îşraqî, bandûra unsûrên îslamî qet tune û wiha zen kiriye ku Îbn Bâcce jî, endamekî dibistana Îşraqî ye.

Ev angaşt, ne rast in. Çimku ayan e ku Îşraqî felsefeyeke şerqî ye û li ser vê felsefeyê, bandûra dînê Zerdeşt gelek mezin e. Heta wê radeyê ku hinek peyvên Zend Avesta’yê jî, di felsefeya Îşraqî de hatine bikaranîn. Lêbelê ew dijminatiya ronahî û tariyê û serbixwetiya wan ya ku di dînê Zerdeşt de heye, di felsefeya Îşraqî de ne di heman rewşê de ye. Beravajiya wê, ew dû hêz meyldarê hev in. Tarî, li hemberî ronahiyê xwediyê hestên dilinî ye. Tarî (zulmet) dema ku nêzîkê ronahiyê (nûr) dibe, ji tarîtiya xwe kêm dibe. Derbarê vê meseleyê de, feylesofê Îşraqî Qur’anê mîna delîl nîşan dide.

Çend ayetên ku vê yekê deatnîşan dikin ev in:

‘Xwedê, alîkariya bawermendan dike. Wan ji tariyê rizgar dike û digihîne ronahiyê. Dostên çêrbazan jî, Şeytan e. Ew jî, wan ji nûrê derdixe û dahf dide tariyê. Ew, hevalên dojehê ne. Ew ê heta hetayê li wir bin û nema bikaribin jê derbikevin.’

‘Xwedê, bi îradeya xwe wan ji tariyê rizgar dike û dighîne ronahiyê.’

Ayan e ku feylesofê Îbn Bâcce ne ji dibistana Îşraqî ye, ew aqilparêz (rasyonalîst) e û zêdetir di bin bandûra Arîstotales de maye. Baştir e ku meriv wî mîna endamekî dibistana Meşşaî qebûl bike. Ji bilî vê yekê, em dizanin ku Îbn Bâcce li Endulûsê mezin bûye û beriya Suhrewerdî miriye. Felsefeya Îşraqî ku ji aliyê Suhrewerdî ve hatiye damezrandin jiber ku xwediyê gelek unsûrên şerqî ye, bi navê ‘al-Hikmet al-Maşrikiye’, wate bi navê Felsefeya Şerqê jî hatiye nasîn. Îşraq, hem keşf (vedîtin, venasîn) û hem jî zuhurê (xuyabûn, peydabûn) îfade dike. Çawa ku roj bi derketina xwe rê li dîtina nesneyan vedike, îşraqa manewî yan jî feraset jî, bi rêya bestê (îlhamê) gelek marîfetan dide mirovan. Wateya îşraqê, derketina rojê yan jî cihê ku roj jê dertê de ye. Bêguman rê û rêbazên felsefeya îşraqî, ji dibistana Meşşaî cuda ne. Îşraqî, girîngiyê dide keşf û ferasetê û felsefeya meşşaî jî, girîngiyê zêdetir dide aqil û tedkîkê (hûrnêrîn). Lêbelê îşraqîparêzan, di gelek mijaran de ji meşşaîparêzan sûdê wergirtine. Em jî dikarin mîna ku Suhrewerdî jî bikar anîye, îşraqê di wateya xuyabûn, biriqîn û herka nûrên aqlî de bikar bînin.

CEWAZIYÊN FELSEFEYA ANTÎK Û SERDEMA NAVÎN

    Di çanda Antîk de xwedayên grekiyan, dişibiyan mirovan û grekî jî, di pergaleke wiha de jiyane. Li gorî nêrîna wan, ew xwedan bêmirin bûn. Piştre, di navbera ramanên xwe yên daringî (madî) û arişî (manewî) yan olî de, cudatiyekê ava kirine û piştî vê cihêkirinê (veqatandinê) jî, çanda felsefî dest pê kiriye. Vê niqteyê jî, xwesteka serweriya xwezayê bi xwe re aniye. Lewre, di mîtolojiya grekan de di destpêkê de li dinyayê <kaos, caos> ango, sehm hebûye û dinyaya me, herdem di nava tevlîheviyekê de xwe daye der. Ji vê tevlîheviyê gerdûnekê birêzik (rêkûpêk) dertê û jêre ‘cosmos’ hatiye gotin.

Li gorî nêrîna grekiyan hêza îlahî, gerdûnê ji vê caosê rizgar kiriye û piştre jî, gerdûn bûye avahiyekê birêzik û ji wê hêza îlahî re demîurgas hatiye gotin. Li gorî vê felsefeyê made, bêdestpêk (ezelî) ye û ne hatiye afirandin. Lewre, ew her hebû û wê hebûya jî.

Dîsa wekî mînak: Dema ku mirov li felsefeya Thales (B.Z.625-545) dinehêre, mirov dibîne ku e wî bi awayekî xwezayî (naturalîst) çêbûna gerdûnê şirove kiriye û bi vî awayî, li ser pirsgirêkan rawestiya ye. Li gorî Thalesî, arkhe (madeya resen, madeya bingehîn, madeya ewilî) av e û okyanûs, cosmîka herî girîng e û bingeha hemû tiştî ye. Bi vê dîtina xwe re jî, ew wekî damezranerê felsefeya pêşîn hatiye hesibandin. Li gorî Anaksîmandros (B.Z.610-545) jî; cosmîk made, ango arche aperîon bû. Aperîon, bêsînor û bêgewşîn e û ji madeyên din jî cihê nebûye. Herweha dinyayê jî, di nava beranberiyekê de nîşan daye û gotiye ku, berçewtên (dijberên) bingeh, germ û serma, ziwa û tar in. Mirov dibine ku di felsefeya wî de jî pirs hene û lêgerîna bersivên xwezayî, derketine pêş.

Di felsefeya Arîstotales (B.Z.384-322) de jî xweza, hêmanekê tevgerîn û guherînêr e û xweza, xwediyê bandêrekê ye. Di xwezayê de tu guherînên bêrêzik (serberdayî) tune nin û hemû guherîn bi rêz in, bêrawest in û xwedîarmanc in. Lewre, ev guherîn teleolojîk in. Ango, di pêşiyê de ew encamê tiştekê ne, ku ew jî di xwezayê de hebûne. Lewra, xweza dewr û dewranên din, ji nav xwe derdixe.

Li gorî vê felsefeyê, xweza xwediyê du hêmanên bingehîn e:

1- Guherînên ku di xwezayê de çêdibin bi rêz, bêrawest û xwedîarmanc in. Lewre ev guherîn, bi awayekî teleolojîk çêdibin.

2- Guherînên xwezayî, bi hêlaka qenc ve ne. Lewre xweza, bi awayekî bêrawest xwe dikemilîne. Ev nêrînên Arîstoteles, ramana Rojavaya Ewropayê xistiyê bin bandûra xwe û ramana Ewropayê, gellekî jê ketumet bûye. Xwiya ye ku Arîsto xwezayê, mîna tişteke zindî ditiye û wisa jî şirove kiriye. Lêbelê dema ku mirov li nivîskarên fileh mêze dike, mirov dibîne ku e wan bi nêrîneke olî li xwezayê nihêrtine û wisa jî şirove kirine.

Li gorî Arîstoteles guherînên ku çêdibin, hemû ji aliyê xwezayê ve û bi rêz têne destnîşankirin. Belam li gorî nivîskarên fileh, guherîn bi fermana Xwedê û bi daxwaza Xwedê çêdibin.

Di dema hilweşîna împaratoriya Romayê de yek rêxistinek tenê hilneweşiya bû, ku ew jî dêra fileh bûye. Di wê dewrê de û di pergalek wiha de, dêra fileh bi hêsanî bîr û baweriyên xwe di nava civakê de belav kiriye. Di Serdema Navîn de, rêyeke dijberê Antîk Yewnanî derketiye holê û ev rê, hatiye şopandin. Wekî ku li jorê jî hate gotin di Yewnana Antîk de nêrînên wan, ji ol cihê bûn û ji bo destpêkirina zanayiyê xebateka xurt hebû. Wisa jî, dest bi felsefeyê kiribûn. Lê ev nêrîna wan, piştre hêdî hêdî dikeve bin bandûra pêşvexistineke ehlaqî. Ango, rewiştî.

Cewaziyên Felsefeya Antîk Yewnan û Felsefeya Serdema Navîn

1- Hilika felsefeya Serdema Navîn, bêminaqeşe naguher e û bîrdoza ola filehtiyê ye, ku ev bîrdozî jî, koka xwe ji Hz. Îsa werdigre. Helwesta Serdema Navîn, ji bo fêrbûnê jî fêrbûn e û ev pêşveçûn; piştre, ol û zanistê ji hevdu cihê dike. Ango bingeha felsefeya Serdema Navîn, danezanîna dêrê ye û piştre, ber bi rêya zanistê ve qesidî ye. Ji hêla ferasetê ve jî, felsefeya Serdema Navîn statîk e. Belam, ya Antîk Yewnanî dînamîk e.

2- Li gorî felsefeya Serdema Navîn, rastî herdem yek e û nayê guhertin. Rêya birêveçûna vê rastiyê jî diyar e, ku ew jî rêya Xwedê ye. Bi vê ramanê ve girêdayî: Tevgerên mirovan li gorî vê destnîşankirin, yan armancê dimeşin. Lê di Felsefeya Antîk de rêya birêveçûna rastiyê, ne yek tenê ye, pirr in.

3- Di Serdema Navîn de ol, bi nêrîneke hişkebawer (fanatic) tê bikaranîn. Lewre, felsefeke dogmatîk e.

4- Felsefeya Antîk Yewnan, ji aliyê felsefeya Serdema Navîn ve hatiye bikaranîn. Lêbelê ev felsefeya a ku sekinî û qemirî bûye, ji aliyê felsefeya Antîk Yewnanî ve hatiye zindîkirin û tevgerandin.

5- Herçiqasî nêrînên Antîk Yewnanî, li gor dîtinên filehtiyê hatibin bikaranîn jî, felsefeya Antîk Yewnanî wê zîndetiya xwe winda nekiriye û ji bo felsefeya Serdema Navîn, riya lêrabûnan (antîtezan) vekiriye.

6- Felsefeya Serdema Navîn, felsefeyeke skolastîk e û danezanîna xwendegeha dêrê ye. Belam, Platonparêziya Nû (Neo-Platonîzm) danezanineke şexsî ye. Lewre felsefeya serdema berê, mistîsîzm bû.

7- Di navbera Felsefeya Antîk û Felsefeya Serdama Navîn de, cihêtiyek jî di babeta ol de xwiya dike. Piştî vê cihêtiyê, rêyeke reel û zanistî vebûye û zanayiyên rasteqîn, bi alikariya Felsefeya Antîk derketinê holê. Belam di vê hilpişkinê de, ji bilî bandûra Felsefeya Antîk, bandûra felsefeya ereban jî xwiya dike. Hasilê meriv dikare bibêje ku felsefeya Serdema Navîn, li gorî nêrînên filehtiyê berfirehbûna Felsefeya Antîk e. 

Rûbirûkirina (Berhevdana) Têgeha Xwedê

Têgeha Xwedê mîna feraseteka filehtiyê xwiya dike. Hêza afirandinê ye û ev hêz, ji tinebûnê heyberan diafirîne hebûnê. Herweha, ev têgeh hevrezanekî jî dixe navbera Xwedê û ebdên wî. Belam li gorî dîtinên Serdema Antîk, Xwedê ne afirander e. Ew, bi tenê mîmarê gerdûnê ye. Made jî, wek Xwedê ezelî ye. Bi gotinekê din: made, heyîn û xweza qet ne hatine afirandin. Lewre, ew her hebûn. 

Li Gor Feraseta Felsefeya Antîk

Li gerdûnê ‘caos’ heye û di vê ‘caosê’ de tevlîheviyeke xwiya dikir. Piştrê Xweda yan jî Xwedayan, wê tevlîheviyê ji holê rakirine û xistine rêzekî. Belam, dûvre di danezanîna ola filehtiyê de angaşteke din xwiya dike û li gorî vê angaştê jî Xweda, gerdûnê di şeş (6) rojan de afirandî ye. 

Têkiliya (Danûsitandina) Xwedê û Mirov

Dijberiya afiraner û afirînê û têkiliya Xwedê û mirovan, ne tenê çend encamên teorîk; çend encamên pratîkî jî derxistine holê.

1- Mirov bi hebûna xwe, hewcedarê Xwedê ye. Divê her tişt li gorî fermanên Xwedê bête avakirin, dê wê demê berxwîdarî peyda bibe.

2- Xwedê, navenda her tiştî ye. Bi vê nêrînê, filehtî dibe dilêrîneke thosentrîk û gerdûn jî dibe vebûnekê Xwedê. Bi vê yekê re, fermanên filehtiyê li hemberî Xwedê, herdem sitûxwarkirinek e.

3- Li gorî felsefeya filehtiyê, li vê dinyayê desthilatdar hêza xwe ji Xwedê digrin û ji bo ebdên wî, veguhastinê dikin. Ango, fermanên Xwedê bi alîkariya wan cîhgiran digihêje ebdan. Li gorî vê feslefeyê, tiştê girîng îteeta dê, bav û dewletê ye.

4- Li gorî felsefeya filehtiyê, Xwedê heyîneke xwedîkesayetî ye. Li hember wî Xwedayî jî; giyaneka xwedîkesayetî heye û herdu jî, ji derve re dadayî ne. Belam li yewnana antîk, Xwedayê ‘Stoa’yê’ logos bû û ew jî, ne li derveyê gerdûnê bû. Di nava gerdûnê de, belawela bû û ji hevdu dabeş bibû. Ji ber vê yekê mîstîk, li hemberî rûçikên Xwedê rabûne (ku ew jî yekîtî, saxlemî û nedabaşbûna murweta wî bû) û xwestine ku vê yekê ji holê rakin.  

Murweta Giyan Heye  

Ramana ku di vê pêşniyarê de heye, ne Antîk Yewnanî ye. Lewre di felsefeya Yewnana Antîk de, giyan (rih) bûyereke xwezayî ye.

Li hemberî vê yekê: ramana tenêtiya giyanê, bûyerekê xirîstiyaniyê ye. Mîstîsîzm, li hemberî vê yekê lêrabûnek e û mîstîkan xwestine ku di dewsa tenêtiya giyan de, yekîtîyeke ava bikin. 

Di Xirîstîyanîyê de Naguheriya (Dogmeya) Rizgariyê

Di filehtiyê de, Xwedê dibe mirov. Ango, Hz. Îsa. Hz. Îsa pîroz e û divê ku mirov xwe bi ve pîrozbûnê re bikin yek. Dema ku çarenûs, çarenûsa mirovî bigihêje çarenûsa Hz. Îsa û pêre bibe yek; wê demê mirin hêsantir dibe. Di vê dîtina ehlaqî de, mirov gunehkar tê dinyayê û mehkûmê mirinê ye. Herweha di bingeha vê nêrîna ehlaqî de xwe ji gunehan xilaskirin heye û mirov, encax bi alîkariya Xwedê dikare bigihêje vê yekê. Hêzeke ji derve, herdem mirovan ezmûn dike û mirov li hemberê xirabiyan şer dike. Ev şer jî, pîvanên ehlaqî diafirînin û tînin hola civakî. Belam, li gorî Felsefeya Antîk hêza mirovî, besî mirova ye. Lê li gorî filehtiyê, bi serê xwe û bi hêza xwe, mirovî nikare bigihêje rizgariya xwe. 

Tirs û Serdestiya Mirinê

Di Felsefeya Antîk de meriv dikare bi alîkariya aqlê xwe, ji tirsa mirinê xwe rizgar bike û bi ser bikeve. Di Epîkûrîzmê de jî; meriv dikare bi alîkariya aqlê xwe, xwe ji tirsa mirinê rizgar bike.

Lewre mirin, weke perçeyekê xwezayê tê dîtin. Mirov bimre jî, ku li pişt xwe çend tiştên baş bihêle ev tiştekî baş û girîng e. Belam di filehtiyê de, mirin wekî tirseke mezin tê hesibandin. Mirin, rewşeke bi tirs e û mirov, nikare xwe ji mirinê rizgar bike, yan jê bireve.

Di Dîroka Felsefeyê de Pirsgirêka Xirabiyê

   Meseleya ‘pirsgirêka xirabiyê’, meseleyeke kevnare ye û ji Serdema Antîk ve gelek ramangir, teolog û feylesofan hewl dane ku vê meseleyê fam bikin û xwestine ku ev mesele çareser bibe. Heke em bextewariyê wekî sebebê hebûna mirovî binirxînin û jê dest pê bikin, wê demê em bi hêsanî dikarin bibêjin ku bextewarî herdem bi dest nakeve û ne pêkan e. Sebebê vê yekê jî hebûna kul û derdên mirovî (êş, jan, ezyet, nexweşî, xem) û ji ber kul û derdên mirovî, hebûna xirabiyê (neçêyî) ye. Di hemû dem û dewranan de jî, wekî pirsgirêkeke sereke vê meseleyê xwe daye der. Ji ber ku bi awayekî giştî û bi awireke dînî li meseleyê mêze kirine, sebebê hebûna xirabiyê jî di çavkaniyên dînî (olî) de hatiye gerîn. Di cîhana ramanî ya Rojavayê de danezanîna filehtiyê û yekemîn dogmeya wê ya gunehiyê, di têgihiştina vê pirsgirêkê de bi sedê salan wekî tekane çavkanî hatiye dîtin. Piştre di sedsala 18an de bi nêzarîbûn û êrîşên ramangirên dewra Ronîbûnê yên wekî Denis Diderot û Paul Henri Thiry d’Holbach û bi taybetî jî li hemberî gumanberiya Voltaire û David Hume’yî, baweriya filehtiyê derbek mezin xwariye û hejiyaye. Ligel vê yekê jî, bi awayekî eşkere û zelal; hebûn, sebeb û çavkaniya xirabiyê, heta a niha jî nehatiye şirovekirin. Mexseda min ya sereke ew e ku bi rêya vê nivîsê ez dixwazim raboriya vê meseleyê û nêrînên feylesofên ku li ser vê mijarê sekinîne şirove bikim û bikaribim bi awireke rexneyî li ser vê meseleyê hûr bibim.  

Ê baş e, gelo mirov bi çi şeklî bawer dikin ku tiştek xirab e yan jî, tiştekê ku heye wekî ‘xirab’ dinirxînin? Mirov, bi hebûna xirabiyê çawa kane dibin? Wate, tiştek çawa dibe xirab? Bêguman ji bo dîtina bersiva pirsên li jor, divê em berê xwe bidin armanca hebûna mirovan û li ser wê armancê rawestin.

Di destpêkê de dikarim bibêjim ku li ser vê meseleyê, gelek raman/nêrîn hatine raberkirin. Yek ji wan nêrînan jî, nêrîna bextewarîparêz e. Wate, ev nêrîn dibêje ku armanca hemû tevgerên mirovan bextewarî (kamranî, şadî, dilşadî, şadîmanî, şadanî, bextiyarî) ye. Li gor vê ferasetê di hemû tevger û kirinên nîjada mirovî de, armanca gihêjtina bextewariyê a veşartî, bi awayekî xwe eşkere dike.

Ji bo gihêjtina armanca mirovî ya bextewariyê jî, pêwîst e alav û îmkanên ku hene bi rê û rêbazên baş werin bikaranîn û divê armanca mirovan a sereke jî, ev yek be. Heke di nêrîn û watedayînên me yên li ser jiyanê de jî pirsgirêkek hebe, bêguman girîngiya vê erkê (wezîfe) zêdetir dibe. Lewre heke meriv hemû perçe û aliyên jiyanê watedar nebîne û bi awireke pûç û vala li wan mêze bike, wê demê dibe ku ji tiştên çê yên hene jî bêpar bimîne yan jî ji hebûna wan bextewar nebe.

Di rewşeke wiha de ji bo ku em bikaribin li hemberî jiyanê (dinyayê) helwestinên rast û durist nîşan bidin, desta ewil divê em derfetên xwe baş dahûrînin û ji wan sûd werbigirin. Di vê rewşê de jî, ramana ku hemû dinyayê xirab û beradayî dibîne, wekî dijberê armanca hebûna mirovî ya sereke xwiya dike. Dema ku bextewarî wekî armanca resen ya mirovî xwiya bike, wê demê xirabî jî wekî astengekî ku dixwaze herdem rê li ber bextewariya mirovî bigre xwiya dike û wekî pirsgirêkekî dertê pêşiya me. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku bikaribim xala (çavkaniya) destpêka pirsgirêka xirabiyê, ku rê li ber armanca me ya bextewariyê digre destnîşan bikim û berfirehbûna wê ya dîrokî û tesewura wê ya di dînên cîhanî û wateya wê ya di ramanên feylesofan de, raberî we bikim.

Dema ku em di zimanên Rojavayî de li pênaseya têgeha xirab û xirabiyê mêze dikin, em dikarin bibêjin ku di zimanê ingilizî de têgehên mîna (1) bad condition (2) malicious or evil action, wrong, harm (3) badness, wickedness têne bikaranîn. Lêbelê di wateya xwe ya ku meseleya me ye û wateya xirabiya ehlaqî û metafizîkî dide, têgeha evil yan jî evil action tê bikaranîn. Di zimanê almanî de jî ji bo têgeha xirabiyê têgehên bösheit, schlechtheit, schlechtigkeit, das böse, häßlichkeit, laster, niederträchtigkeit, tücke û übel, têne bikaranîn. Lêbelê têgeha ku herî zêde me eleqeder dike û xwediyê wateyeke ehlaqî û metafizîkî ye, têgeha bösheit e. 

Di zimanê erebî de jî ji bo têgeha xirabiyê, têgeha sû’ û şerr têne bikaranîn. Ji hêla etîmolojiyê ve peyva şerr, ku jêdera wê peyva şerare ye, ji bo mijara me guncantir e. Bi kurtasî meriv dikare bibêje têgeha şerr, di wateya xirabî û mirovên xirab de tê bikaranîn. Bi vê wateya xwe şerr, dijberê başiyê (hayr) ye.

Dema em li wateya têgeha xirab ya Zimanê Tirkî jî mêze dikin, em dibînin ku di wateya (1) a ku ji bo armancê ne guncan e, kêm û ne bes e, çavkaniya tirs û şayişê ye, zerer, ziyan û êşê dide û xwediyê bandûreke zeredar e (2), ji hêla ehlaqî ve li dijî başiyê ye û nayê pejirandin (3), rewşa ku rê li ber gihêjtina bextewariyê digre û nahêle ku em xwe bigihînin armancê, de tê bikaranîn.

Di Zimanê Kurdî de jî ji bo tevger, rewş û rûdanên ku zerer û ziyanê dide mirovan û civakê û ji hêla ehlaqî ve jî nayê xwestin de tê bikaranîn. Gelek caran em dibînin ku di dewsa têgeha xirab de, têgehên mîna bed, nebaş, neçê, neçak, nerind, neqenc û nepak jî têne bikaranîn. Xwiya ye ku têgeha xirab, ji bo dijberiya rewşa baş, çê, qenc û rind, tê bikaranîn.

Têgeha ‘xirabî’yê jî ji bo rewşa ku çavkaniya wê xweza ye, yan jî encameke tevgerên mirovan yên hişmend e û li dinyayê zererekî mezin dide hebûna mirovan, de tê bikaranîn. Bêguman di çerçoveya têgeha xirab û xirabiyê de, meriv dikare behsa sê xirabiyên cuda bike, ku ew jî xirabiyên ‘metafizîkî, ehlaqî û fizikî’ ne. Wateya xirabiya metafizikî, kêmasiya forma tiştekê nîşan dide. Wate, kêmasî yan jî netemambûna tiştekê ye, ku ew tişt jî ne gihiştî ye û ne kamil e. Ev cure xirabî, di temelê xirabiya ehlaqî û fizikî de, hatiye bicihkirin.

Li gor bîr û baweriya Leibnizî, (Gottfried Wilhelm von Leibniz 1646-1716) kokê xirabiya ehlaqî û fizikî, xirabiya metafizikî ye. Bi gotineke din, Leinnizî dibêje ku xirabiyên fizikî û ehlaqî, encama kêmasiyên metafizikî ne. Xirabiyên metafizikî jî ew xirabî ne ku di encama nexweşiyên têger (şewbî), zelzele, bahoz, bager, ziwayî (hişkayî) û hwd. de dertên holê, ku ji tevgerên mirovan aza ne û ne girêdayî îradeya mirovan in. Ev cure xirabî di heman demê de bela û kerasetên xwezayî, rûdanên xwezayî ku dibine sebebê kul û kederan, nexweşiyên bê derman, çolên berfireh û heywanên goştxwer jî digre nava xwe. Ev cure xirabî wekî kiryarên Xwedê, ku dixwaze ebdên xwe bi vê rêyê ceza bike yan jî wekî encamên bûyerên xwezayî ku zererê nadin ahenga kozmîk ya gerdûnî têne nirxandin û dîtin.

Mesela sermetranê (başpîskopos) Dublînê William King di nivîseke xwe de wiha gotiye: ‘Xwedê, carinan dixwaze ku ebdên xwe ceza bike û lewma jî destûra zelzele, ba û bahoz, lehî û tûfanan dide. Lêbelê ev rûdanên îlahî, zererekê mezin nadin ahenga tevahî. Rûdan û pevçûna van nûveyan (ûnsuran) helbet zererdar e, lêbelê heke ew dernekevine holê, dê zerer û tûfanên mestir rû bidin. Nexwe divabû dinya tu carî nehatiba afirandin, yan jî divabû destûra van kerasetan nehatiba dayîn.’ Lêbelê Voltaire ramanên Kingî qebûl nekiriye û gotiye ku zelzeleya Lisbonê ya mezin (1755 Lisbon earthquake), trajediyeke mezin e û nabe ku em wê bi teqdîra îlahî şirove bikin.    

Li milê din xirabiyên wekî jenosîd, îşkence, kûştin û hwd. ku wekî xirabiyên ehlaqî têne dîtin jî, wekî xirabiyên duyemînî têne dîtin û nirxandin.

Li Cem Feylesofan Pirsgirêka Xirabiyê

Pirsgirêka xirabiyê, mijareke felsefeya dîn (ol) e û li rê û rêbazên lihevanîna xirabî û başiya mutleq, başiya teqez (Xwedê) digere. Ev pirsgirêk cara yekem ji aliyê Epikuros (Epikur, Epicurus) ve hatiye gotin û ji wê rojê ve jî, ji aliyê gelek ramangir û feylesofan ve hatiye nirxandin û wekî pirsgirêkekî xwe gihandiye roja me. P.Z. di sedsala 2. de Lactantius (P.Z.340), ramanên Epikurosî wekî paradoks, nakokî û dîlemayeke (ikilem), wiha veguhastiye: ‘Heke Xwedê bixwaze xirabiyan ji holê rake û nikaribe rake, yan jî dikare rake û naxwaze ku rake, yan jî ne dixwaze ku rake ne jî radike, yan jî hem dixwaze ku rake û dikare rake. Heke Xwedê dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û hêza wî têra rakirina xirabiyê neke, bêhêz e û ew rewş, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye. Na heke dikare xirabiyê ji holê rake; lêbelê naxwaze, nexwe ew hesûd e û ew rewş jî, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye. Heke ew, ne dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û ne jî ji holê radike, nexwe ew hem hesûd e û hem jî bêhêz e. Ev rewş jî, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye û di vê rewşê de jî, ew ne Xweda ye.  Na, heke Xwedê dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û radike, ku bi tenê ev rewş li Xwedê tê; nexwe jêderka xirabiyan çi ye? Yan jî, çima Xwedê naxwaze xirabiyan ji holê rake?’

Heman pirsgirêk piştî sedê salan, dîsa ji aliyê David Hume’yî (1711-1776) ve jî bi şêweyekê din hatiye raberkirin. David Hume di berhema xwe ya bi navê ‘Guftegoyên Li Ser Dîn’ de, ji devê Philo wiha gotiye: ‘Ma Xwedê dixwaze ku rê li ber xirabiyan bigre û hêza wî têrê nake? Nexwe, hêza wî tune. Yan jî hêza wî heye, lêbelê naxwaze ku xirabiyan asteng bike? Nexwe, ew ne dilsaf (dilpak) e. Heke ew hem hêzdar û hem jî qenc be, nexwe xirabî çawa peyda bûne?’

Şiroveyeke din a balkêş jî, şiroveya John Leslie Mackie (1917-1981) ê feylesofê hemdem e, ku wiha gotiye:

‘Xwedê heye. (I)

Xwedê başiya mitleq e. (II)

Hêza Xwedê, têra her tiştan dike. (III)                                   

Xirabî heye.’ (IV)

Şiroveya L. Mackie, bi vî şeklî ye: ‘Kesekê ku her sê madeyên ewilî bipejirîne, divê ew xala çaremîn red bike. Yanî heke Xwedê hebe, (xala yekem) û dixwaze ku başiya mitleq pêk bîne (xala duyem) û ji bo pêkanîna hemû tiştî hêza wî hebe (xala sêyem), divê xirabî tunebe. 

Na heke Xwedê hebe (xala yekem) û başiyê dixwaze (xala duyem), lêbelê li dinyayê xirabî hebe (xala çarem), nexwe Xwedê nikare bi a xwe bike. Nexwe, Xwedê ne desthilatdarê her tiştî ye. Heke Xwedê hebe (xala yekem) û qadirê (serwerê) her tiştî be (xala sêyem) û xirabî jî hebe (xala çarem), nexwe Xwedê xirabiyê afirandiye û ne başiya mitleq e. Heke Xwedê başiya mitleq be (xala duyem) û qadîrê her tiştî be (xala sêyem) û ligel vê yekê jî xirabi her berdewam be, (xala çarem), nexwe Xwedayekî wiha tune.’  

Di felsefeya ol (dîn) de, navê vê lêgerîne danîne theodîse (ing: theodicy / fr: théodicée) û bi vî hawî xwestine ku xwe bigihînin bersivan. Pirsgirêka xirabiyê,  di heman demê de dibe sebebê gelek pirsgirêkên teolojîk jî û lewma jî, desta ewilî feylesofan xwestine ku têgeha ‘xirabî’yê, şirove bikin.

Theodîse di Ramanên Platon de

Li gor bîr û baweriya Platon, çavkaniya xirabiyan ne Xwedê ye. Wate, xirabî ji Xwedê nayên. Di dîroka felsefeyê de şirovekirina theodise’yê ya yekem, ji aliyê Platonî ve hatiye kirin. Lewre di gelek ramanên Theodise’yî yên ku piştî Platon hatine kirin de, bandûra ramana Platon eşkere xwiya dike. Platon wiha bawer kiriye ku çavkaniya xirabiyên li dinyayê, ne Xwedê ye. Lewre jî, divabû xirabî ji derekê din werin. Xwedê, ji hinek bûyerên ku têne serê mirovan berpirsiyar e, lê ne ji tevahiya bûyeran. Ew ne sebebê hemû tişta ye, bes sebebê bûyerên baş e û tu têkiliya wî, bi bûyerên xirab re tune. Ji ber ku Xwedê baş e, xirabî jê nayên. Tiştên ku baş in, em dizanin ku ew gelek kêm in, lewma jî ji Xwedê ne tiştên xirab, tiştên baş têtin. Lewre, ji Xwedê kêm tişt têtin. Lewre jî, nabe ku em Xwedê mîna sebebê xirabiyê bibînin û divê em wiha nebêjin. (Platon-Dewlet)

Platon madeyê jî, wekî çavkaniya xirabiyê nabîne. Lêbelê meriv dikare bibêje ku li gor nêrîna wî çavkaniya xirabiyê, ruhên xirab in. Mesela di Timaeus’ê de dibêje ku heta ji destê Xwedê hatiye wî xwestiye ku dinyaya me bişibîne heyînên herî xweşik, spehî û bêhempa yên ku dikarin werin têgihiştin. Lêbelê ramangirên Platonparêz û Plotinus bi xwe jî, madeyê wekî çavkaniya xirabiyê nirxandine.  

Theodîse di Ramanên Irenaeus (P.Z. 130-202) de

Irenaeus di navbera salên (P.Z.130-202) an de jiyaye.  Irenaeus zilamekî dêrê bûye û pirsgirêka afirandinê şirove kiriye. Li gor bîr û baweriya Irenaeusî, Xwedê di du qonaxan de û di terzekî peresanî de mirovan xulqandiye. Qonaxa yekemîn, xwiyabûna Xwedê (image of God) ye. Qonaxa duyem jî, manendiya (lêçûnî, hevşibî) Xwedê (likeness of God) ye, ku hêjî berdewam dike. Xwedê di destpêka wê rêya ku mirov xwe digihînine wî de mirovan xulqandiye, lêbelê di vê xulqandinê de mirov ji bêhempatiyê dûr in û kêm in.

Wate, kêmasiyên mirovan hene. Potansiyela bêhempatiyê li cem mirovan heye û Xwedê vê yekê daye wan, lêbelê divê bi hişmendî tevbigerin û ji asta sehkirin, lêkolîn, derana aqlî, têgihiştin û ravekirinê derbas bibin û bibin heyînên zana û xwedîehlaq.

Ji bo ku mirov bikaribin xwe bigihînin başiyê yan jî başiyê bi dest bixin, pêwîst e bi xirabî û tengasiyan re rûbirû bibin. Lewma jî, dûrahiyek (epistemic distance) ketiye navbera Xwedê û ebdên wî. Mirov di destpêkê de mîna xwiyabûna Xwedayê herheyî hatiye xulqandin, bav plana hemû tiştan daniye û piştre jî fermanê daye, kur jî demajoya xulqandinê pêk aniye, rih jî zexim kiriye û bi vî hawî nîjada afirîdeyên Xwedê zêde bûye, rewşa wan her çûye baştir bûye û zêdetir nêzîkî bêhempatiyê bûye. Lewre a ku nehatiye xulqandin bêhempa ye, ku ew jî Xwedê ye. Teolojiya Irenaeusî, ji teolojiya filehtiya îroyîn ciyê ye. Têgehên mîna ‘ji çav ketina mirovî’, ‘gunehê yekem’, û ‘kefaret’ (bedelê ku ji ber gunehekê yan tawanekê tê dayîn) di teolojiya Irenaeusî de xwiya nakin. Di mijara îradeya azad de Irenaeusî ji Augustînusê Xoşewîst cihê difikire, îradeya azad wekî armanceke siberojê dinirxîne û ji ber vê yekê jî, bêtir nêzîkê xeta optîmîst dibe. Ev feraseta Irenaeusî ku beriya Augustînusî pêşnûma kiriye, ji aliyê teologê fileh John Hick ve hatiye parastin.

Theodîse di Ramanên Xoşewîst Augustînusî de

Li gor bîr û baweriya Augustînusî (P.Z. 354-430), ‘Xwedê mirovan bê guneh xulqandiye û şandiye dinya me ya ji gunehan pakijkirî. Lêbelê mirovan, wê azadiya xwedêdayî bi xirabî bikar anine û guneh kirine. Wate, hemû mirov ji ber gunehê Adem, bûne gunehkar û lanetlêbûyî. Bêguman, hêza Xwedê heye ku mirovan di wê sefaleta wan de bihêle û tu carî, neyê hewara wan. Lêbelê, dîsa jî ji ber ku baş e, beşeke mirovan rizgar dike. Lewma jî, hinek mirov dê bi inayeta Xwedê rizgar bibin û yên mayî jî, dê werin cezakirin.’

Herweha, Augustînus bi wateyeke hilweşîner li xirabiyê mêze nake. Li gor bîr û baweriya wî xirabiya ku bi destên mirovan pêk tê û xirabiya ku ji bo cezayê tê bikaranîn, di gerdûnê de dibin sebebê ahengê. Lewre jî dinya me, çawa ku têde qet xirabî tunebe xweşik û spehî ye. Augustînus jî mîna Plotînus, xirabiyê bi madeyê şirove dike. Li gor baweriya Augustînus xirabî, tunehiya başiyê ye. Xwedê, başiya saf û dawînî ye, mitleq û neguher e. Xwedê, gerdûnê ji ‘tunehiyê’ xulqandiye. Gerdûn guhêrbar e û pêkhatina madeyê jî, ji tunebûna başiyê ye, lewre mîna Xwedê, ne saf e û ne mitleq e. Gerdûn jî mîna Xwedê bi başiyê hatiye dagirtin, lêbelê di hemû tiştan de û bi heman qasî başî peyda nabe. Çimkî li cem heyînan hiyerarşiyek heye û li cihê herî bilind a vê hiyararşiyê, yên baş hene. Roj, heyv, stêrk, ferîşte, mirov, çivîk, masî, ronî û tarî, herdem baş in. Lêbelê, mîna Xwedê ne bêhempa ne û asta wan cuda ye. Helbet heyv bi qasî rojê ne ronîdar e û hemû heyîn jî, bi qasî hev ne baş in. Li gor baweriya Augustînusî zelzele, bahoz, nexweşiyên têger û kerasetên mezin yên xwezayî, encamên gunehên mirovan in. Lêbelê ji ber ku ev ceza adîlane ne, ahenga bêhempa ya gerdûnê xira nakin. 

Theodîse di Ramanên Gottfried Wilhelm Leibniz (1646-1716) de

Leibnizî bi ‘teoriya cîhana pêkan’, pirsgirêka xirabiyê şirove dike. Li gor vê teoriyê Xwedê, dinyayeke ku pêkan e (a ku maqûl e) xulqandiye û ji bo pêkanîna vê yekê jî, mecbûr bû ku çavê xwe ji hinek xirabiyan re bigre. Derbarê xulqandina gerdûnê de, Leibniz mîna Augustînus nafikire û bawer nake ku Xwedê gerdûnê ji tunehiyê xulqandiye. Ramana wî ya derbarê vê yekê de, bêtir dişibe ramana Platonparêzan ya ‘madeya ku heye’.

Lêbelê Leibniz nabêje made, dibêje ‘monad’. Xwedê ji nav monadên ezelî û ebedî, ku hejmara wan bêsînor e, yên guncan çalak dike. Wate, xulqandin aktîvîzekirina îdeayên ku mîna hêzê ne. Di dema pêkanîna vê yekê de, bêguman Xwedê hêza xulqandina alemên bêsînor e. Lêbelê piştî hesabeke kûrûdûr, vê dinyaya a ku herî pêkan e û bêhempa ye xulqandi ye. Lêbelê heyîn, kêm in û netemam in û tekane heyînê ku temam e, Xwedê ye. Heke hemû heyîn temam bûna, dê ew jî bibûna Xwedê. Ji ber vê yekê jî, li dinyaya me normal e ku xirabî heye. Sebebê vê yekê ne Xwedê ye, kêmasiyên mirovî ne. Ango ‘heyîn’ tekûziya xwe ji Xwedê, netekûziya xwe jî ji tebîeta xwe digrin. Ji ber xulqandina Xwedê tiştek (heyînek) nabe baş, lêbelê ji ber ku ew baş e ji aliyê Xwedê ve hatiye xulqandin. Wate başî yan jî tevgera ehlaqî, ji Xwedê serbixwe ye û xulqandina dinyayê, ji nexulqandina wê çêtir e. Leibniz wiha bawer dike ku dinyaya me di rewşa xwe ya herî baş de ye û îmkan tune ku em bikaribin vê dinyayê baştir bikin. Hemû mirov dikarin ji xwedayeke afirîner bawer bikin, lêbelê a girîng ew e ku meriv bikaribe ligel hebûna xirabiyan ji Xwedê hez bike.    

Dewra Ronîbûnê (Age of Enlightenment) û Theodîse

Di Serdema Ronîbûnê de ku di sedsala 18an de derketiye holê, li hemberî feraseta theodîseyê rexneyên tund pêk hatine. Voltaire, di berhema xwe ya bi navê ‘Candide-Xweşbînî’ de, rexneyên tund li felsefeya Leibnizi ya ‘teoriya cîhana pêkan’ girtiye.

Di berhemê de Pangloss’ê ku felsefeya Leibnizî diparêze, bi du hevalên xwe re li gelek deverên dinyayê digere û li gelek bûyerên xirab rast tê. Zelzeleya Lizbonê ya sala 1755an jî, bandûreke mezin li rewşenbîrên Ewropayê kiriye. Piştre David Hume di berhema xwe ya bi navê ‘Dîroka Xwezayî ya Dîn’ de, derbarê derketina holê ya dîn/olan de şiroveya sosyolojîk ya yekemîn dinivîsîne û wiha dibêje: ‘Meseleya dîn û Xwedê, xaçepirs û nehêniyeke wiha ye ku nayê şirovekirin. Derbarê vê meseleyê de tekane encama lêkolînên me, tirs û kesnezanî (nexuyatî, nediyarî) ye. Lewre jî, ne pêkan e ku em bikaribin xwe bigihînin encam/biryareke zelal û eşkere.’  

Feylesofên Ronîbûnê yên mîna Diderot û Paul Henri Thiry d’Holbach jî, di bin bandûra ramanên Voltaire û Hume’yî de dimînin û wiha dixwazin ku bandûra baweriya filehtiyê a zordest ku piştî Serdema Navîn jî berdewam dikir, ji holê rakin.        

Rexneya David Hume’yî ya Feraseta Theodîse  

David Hume (1711-1776) di berhema xwe ya bi navê ‘Guftegoyên Li Ser Dîn’ de, li ser vê meseleyê sekinî ye û ji devê Philo wiha gotiye: ‘Ma Xwedê dixwaze ku rê li ber xirabiyan bigre û hêza wî têrê nake? Nexwe, hêza wî tune. Yan jî hêza wî heye, lêbelê naxwaze ku xirabiyan asteng bike? Nexwe, ew ne dilsaf (dilpak) e. Heke ew hem hêzdar û hem jî qenc be, nexwe xirabî çawa peyda bûne?’

David Hume’yî pirsgirêka xirabiyê bi aliyên xwe yên fizikî, ehlaqî û psîkolojîk şirove dike û bi inyad, li ser du pêşniyaran radiweste.

Di pêşniyara yekem de dibêje, gerdûn wekî ku tê zanîn ne birêkûpêk û ahegdar e. Pêşniyara duyem jî li ser hebûn/tunebûna Xwedê ye, ku wiha gotiye: ‘Heke di gerdûnê de nîzam û rêkûpêkiyek hebe jî, em nikarin ji vê yekê dest pê bikin û xwe bigihînin ramana hebûna Xwedê.’ Humê hem felsefeya theodîse’yê pûç dike û hem jî tinazên xwe pê dike: ‘Dibe ku rojekê yek bibêje ku gerdûn, di zemanekê de weke pêşnûmayeke derketiye holê û vê yekê biparêze.

Lêbelê ji bilî vê ramanê, dê nikaribe tiştekê din bibêje û di teoriya wî de, gelek aliyên vala yên ku li benda destnîşankirinê ne dê bimînin. Herweha ew kes dikare têbigihêjê ku ev dinyaya me, ji bêhempatiyê dûr e û gelek qisûrên wê jî hene. Zarokek, dikare bibe ceribandina yekem ya Xwedê. Dibe ku Xwedê ji naşitiya xwe şerm kiribe û lewma jî, wî/wê wiha hiştibe. Gerdûna me, bi tenê dikare berhema heyîneke xwedayî a rajêr û pêgirêdayî be. Dibe ku heyînên raser yên xwedayî, tinazên xwe jî pê dikin, yan jî dibe ku ev gerdûna me, karê xwedayekî kal î xurufî be jî.’ Humê li dijî wan ramanên ku gerdûnê dişibînin makîneyeke û Xwedê jî dişibînin afirînerê makîneyê derdikeve û dibêje ev raman, dermantiqî ye. Li gor ramana Hume, di vê angaştê de du nakokî hene: ‘Yek, nabe ku em gerdûnê bişibînin makîneyekê. Dido, nabe ku em bibêjin afirînereke vê makîneyê heye. Lewma jî ev raman çewt e û nakok e.’                

Rexneya Feraseta Theodîseyê ya Immanuel Kant

Ji bilî rexneya David Hume’yî, meriv dikare bibêje ku li hemberî feraseta theodîseyê rexneya herî cidî, ya Immanuel Kant e û derbarê vê meseleyê de, Kant gotareke berfireh nivîsandiye.

Navê wê gotarê ‘Li Ser Biserneketina Felsefeyên Theodîseyî’ (On The Failure of All Attempted Philosophical Teodicies) ye. Immanuel Kant teoriyên theodîseyî dike du beş: Theodîseyên Teorîk û Teodîseyên Otantîk. Kant theodîseyên di pirtûkên pîroz de, wekî yên otantîk dihesibîne û theodîseyên feylesofan jî, wekî theodîseyên teorîk.

Li gor baweriya wî kesên ku theodîseyê diparêzin, ‘parêzerên Xwedê’ ne û parastina vê yekê jî, ‘doz’ e. Li gor baweriya Kant ev doz, li hemberî ‘dadgeha aqil’ (the tribunal od reason) yan jî ‘dadgeha felsefeyê’ (the tribunal od philosophy) tê meşandin.

Kant dibêje, divê ‘parêzerên Xwedê’ hinek xalan zelal bikin û ji bo zelalkirina vê mijarê jî sê xalan destnîşan kiriye:

– Pêwîst e sebebê dijberiya tiştên ku li dijî armanca dinyayî ne (li dinyayê armancek heye), were şirovekirin.

– Yan divê dijberiya wan were pejirandin, yan jî divê werin şirovekirin.

– Pêwîst e were peyîtandin ku Xwedê hêzeke mitleq e û ne çavkaniya xirabiya ye û sebebê xirabiyan yan mirov in, yan jî rihên raserî mirovî ne.

Li gor baweriya Kant, ‘parêzerên Xwedê’, li ‘dadgeha felsefeyê’ têk diçin. Di dawiyê de Kant digihêje wê qeneetê, ku hikmeta îlahî û rasteqîniya xirabiyê, ne li hev in.

Di vê xalê de Kant girêdayî ramana Xwedê ye, lêbelê di çareserkirina vê meseleyê de aqlê mirovî bêhêz dibîne. Li gor bîr û baweriya Kant, pêwîst e meriv xwe radestî hêzeke raser û gewre bike û bizanibe, dê tu carî nikaribe meseleyên li derveyî sînorên aqlî çareser bike. Di dawiyê de kant wiha parastiye ku ev mesele, tu carî çareser nabe.           

Rexneya Feraseta Theodîseyê ya Arthur Schopenhauer (1788-1860)

Arthur Schopenhauer jî mîna mamosteyê xwe Kant, dibêje ne pêkan e ku meseleya hebûna xirabiyan çareser bibe.

Dîsa dibêje, rêyeke çareserkirina vê meseleyê qet tune û nabe ku ev pirsgirêk, bi rêya theodîseyê were şirovekirin. Çimkî çavkaniya xirabiyan heke Xwedê be jî, ev yek rê li ber xirabiyan nagre. Axirê Schopenhauer wiha bawer dike ku pirsgirêka xirabiyan bi teoriyên theodîseyî tu carî çareser nabe. Lêbelê, bi daxwaza jiyanê û bi rêya huner, ehlaq û hezkirinê, meriv dikare li dijî xirabiyan li ber xwe bide û têbikoşe.

Guherîna Lewnî ya Pirsgirêka Xirabiyê       

Bi Schopenhauer re, pirsgirêka xirabiyê ji rewşa xwe ya berê dûr dibe. Di destpêkê de ev pirsgirêk, wekî pirsgirêkeke di navbera ‘xirabî’ û ‘Xwedê’ de dihate dîtin, piştre bû meseleyeke ku di navbera ‘xirabî’ û mirovan de xwiya dibe. Schopenhauer, Kierkegaard û Nietzsche, hewl dane ku çavkanî û sebebê vê pirsgirêkê destnîşan bikin û jêre çareseriyeke nû bibînin.

Nihîlîzma (Hîçperestî, Hîçparêzî) ku di sedsala 19an de Nietzsche û Kierkegaard pê mijûl bûne, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wekî hewldaneke xwiya dike. Nietzsche vê yekê wiha şirove kiriye: ‘Pesîmîzm (bedbînî, reşbînî), şeklê pêşîn ê nihîlîzmê ye. Pesîmîzm, bi hêza mantiqê dijîtiyan radixe holê û dibe sebebê rageşî û giraniyê. Heta ku di binê nirxên jor de ehlaqekekê jêr hebe û heta ku sîstem muteberiya xwe wenda bike, nirxên me nikarin jiyanê berhêlî bikin û jê rû badidin. Rageşiya bedbîniyê, dibe sebebê hîçparêziyê. Wate, ji binî ve û seranser redda hemû nirxan.’  

Di Serdema Ronîbûnê de li dijî feraseta theodîseyî, êrîşên mezin pêk hatine û vê feylesofan, darbên mezin lê dane. Ligel vê yekê jî, şirovekirina vê pirsgirêkê di roja me de jî berdewam dike û meriv dikare xebatên Alvin Plantinga û John Hick, wekî du mînakên îroyîn bide. 

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com 

16.06.2016

[1] Serdema Tarî (Dark Age): Ev nav, ji aliyê ewropiyan ve li dewra pêşîn ya Serdema Navîn (476-1000) hatiye kirin. Ji dema hilweşîna Împaratoriya Romayê dest pê dike û heta dema Keşfên Cografîk berdewam dike. Gotina Serdema Tarî, cara yekemîn li Îtalyaya dewra Ronesansê hatiye bikaranîn û kesê ku cara yekemîn vê gotinê bikar aniye jî, felsefevan û helbestvanê îtalî Francesco Petrarca (1304–1374) ye.    

[2] Xanedaniya Tang (P.Z.618-907), piştî Xanedaniya Sui (P.Z.581-618) hatiye û ciyê Xanadaniya Sui girtiye. Ji bo welatê Çînê ev dewr, dewrekê gelek berhemdar (zêrînî) bûye. Di warê peyker, wêje, porselen û seramîkê de, berhemên gelek hêja hatine afirandin. Vedîtina porselenê (hezar salan beriya Ewropayê) li Ewropayê qîmeta seramîkê gelek bilind kiriye. Çomlekên dewra Tang’ê, bi teknîkên xwe yên nû û balkêş, gelekî hatine nasîn. Herweha ev dewr, bi berhemên xwe yên metalên tenik û kevirên qîmetdar jî gelekî hatiye nasîn. 

[3] Îrlandaya Kelt: Îrlandayê, P.Z. di sedsala 5an de dînê filehitiyê naskiriye. P.Z. di sala 600an de, cureyeke nivîsa teybet hatiye vedîtin. Di vê dewrê de gelek xebatên metalîk yên hûrgilî û destnivîsar hatine amadekirin. Bêguman di van xebatan de, rolê qralê îrlandî gelek zêde bûye û xwedî li wan xebatan derketiye. Di sedsala 8 û destpêka sedsala 9an de, ji aliyê qeşeyên (keşîş) îrlandî ve, destnivîsara Kells’ê hatiye nivîsandin û piştre jî, ev kitêb li Keşîşxaneya Kells’ê hatiye parastin. Ev destnivîsar, ji aliyê naverok û wêneyên xwe yên hunerî ve, destnivîsareke gelek giranbiha tê hesibandin.      

[4] Magna Carta: Wateya peyvê ya latînî ‘Peymana Mezin’ e, yan jî ‘Magna Carta Libertatum-Fermana Azadiyê ya Mezin’ e û di sala 1215an de, hatiye îmzekirin. Bi rêya vê fermanê yekem car, erk û desthilatdariya kral, hatiye sînorkirin û hinek mafên hemwelatiyan hatine qebûlkirin.  Yek ji wan gavên destpêkî yên bandêra makezagonî ya roja me ye. Di navbera Papa III. Innocent, Kral John û baronên wî de hatiye îmzekirin. Desthilatdariya bêsînor ya kralî, li ser navê gel û zilamên olî hatiye sînorkirin. Xala 39. ya peymanê gelekî girîng e û bi saya wê xalê, bingeha sîstema hiqûqî ya roja me hatiye damezrandin, ku naveroka wê xalê jî ev e: ‘Heta ku mehkeme nebe bi tu hawî kes nikare were nefîkirin û girtin. Û bi tu hawî kes nikare dest deyne ser mal û milkê kesekê yan jî zererekê bidê.’   

Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî

Heke çavkaniya gotar û malperê neyê nîşandan, qopîkirin û jêgirtina wan qedexe ye.                

Bersivekê binivîsin