Tawanbarkirina Polîtîk Ya Xellacî

Tawanbarkirina Polîtîk Ya Xellacî

Tawanbarkirina Polîtîk Ya Xellacî        

Piştî rêwîtiya hicê, Hallac dizivire Bexdayê û li wir, li taxên feqîran weazên xwe dide. Lê, diçe vexwandinên dewlemendan jî. Mirovên rewşenbîr, li malên xwe carinan civînên zanistî pêk dianîn û Hallac jî, diçû civînên wan.

Jinên dewlemend jî, civînên çandî pêkdianîn û di van civînan de jin li pişt perdeyekê radiwestiyan û xwe ji mêran cihê dikirin. Tê zanîn ku Hallac li mala xwe jî, van civînan çêdikir. Di wê dewrê de wisa tê hizirkirin ku, mirovên li Bexdayê dijiyan ji % 20 fileh, % 14 cihû û ji % 2 jî, mazdeîst bûn.

Çandinî gellek li pêş e.  Pîşesaziya tekstîlê navdar e û li vî bajarê bazirganiyê, bankerên şîî bazirganiya peran (diravan) pêk dianîn.

Li Bexdayê, jiyana edebî û zanist gellekî li pêş bû. Di ilmên hedîs, kelam û tefsîrê de gerûya xebatên ilmî bû. Tabarî tefsîra xwe ya navdar, di sala 283- an de (hîcrî) li Bexdayê temam kiriye.

Di qada “Fıkıhê” de jî; Qazî Ebû Kâzım û Ebû Saîd Baradaî, navên girîng têtin hesibandin.  

Di girtin û mehkemekirina Hallac de, rolên alimên bawerhişk û navtêdanên wan, faktorekê gellek girîng e. Di wê dewrê de, (ew dewra ku Hallac  hatiye tawanbarkirin) xelîfe “ Mutedîd” bû.

Mutedîd ji bona pêkanîna yekîtiya gel, herdem mirovên endamên mezheb û baweriyên cuda aniye ser karên dewletê û wan kiriye destûrmendê dewletê. Şîî, fileh, cihû û sûnnî bi rihetî dihatin ser karên dewletê û erkên mezin jî distandin.

Ancax piştî demekî, Xelîfe Mutedîd  “Şiayê” bi xeter dibîne û dest bi operasyonekê melisandinê dike.

Di vê dema operasyonê de Îbnî Davud ji xelîfe re dibêje ku: “Hallac  kafir e” û wî gilî dike. Wezîrê vê dewrê jî, Kasım e. Piştî ku ji nîşkave Kasım dimire, cihgirê wî Abbas Bîn Hasan tê dewsa wî.

Di wê sala dawî ya desthilatdariya xelîfe Mutedîd de, li rojava bi împaratoriya Bîzansê re tu gelemşe tune bû. Li rojhilatê, bi “Samanoğulları” re aşitiyek hatibû îmze kirin.

Li axên pîroz, li Mekkeyê û li Medîneyê “Fâtımî” di nava helwistekê dubendî de bûn. Ew midaxaleyên ku ji bona hindikahiyan pêk dihatin, li Bexdayê nebaş dihate dîtin.

Ji lewre, “manikheenên” li Bexdayê, ji wir reviyabûne Semerkantê. Tirkên Uygur, bibûn piştgirên “manikheenan” û mirovên manikheen, ji aliyê “Samanoğulları” ve hatibûn qewirandin.   

 Rêxistina sarayê, organîzasyonekê baş bû, li hawirdorê xanedanê şaîr û sitranbêj xwedî bandûr bûn. Destûrmendê sarayê wê rûmeta ku nîşanê hunermendan didan, nîşanê zilamên zanist jî didan. Ancax, şaîr û sitranbêj bi alikariya jinan û bi xêra bandûra wan ya li ser jinan, xwedî hêz bûn.

Wezîr û duwazdeh (12) nazirên wî, karên dewletê birêve dibirin. Di artêşê de Tirk, Çerkes û magribî (berberiyên Afrîka bakûr û Ereb) hebûn. Di xanedanê de diya siltan, heta demekî ya Hallac parastiye. Sedema vê yekê; hinekan gotiye ku, di sarayê de bihêzbûna aligirên Hallac e.

Piştî rêwîtiya seyemîn ya hicê, Hallac  dizivire Bexdayê. Piştî hatina wî; xelkê dîsa bazdaye ba wî, lewra ew ebdekî Xwedê yekî qenc dihate dîtin. Lê piştî dîtina wî, xelkê ji bona wî gotiye ku, ew gellekî hatiye guherîn û mixabin di derheqê wî de paşgotiniyên nebaş hatine gotin.

Ji bona wî, hatiye vegotin ku ew dîn e û bi sehrê mijûl dibe.

Li Mekkeyê, piştî du sal inzîvayê raman û baweriyên Hallac gellekî hatibûn guherîn.Neyarên wî, (di serî de Îmamî ) hema bêderengî dest bi komployên xwe kirin.

Hallac digot ku; “Xoşewîstê rasteqîn, ne ew e ku bitenê îrada Xwedê vediguhezîne ebdên wî. Ji bona xoşewîstiyê (ezizî), divê ku mirov bibe Xwedayî jî.”

Hallac vê nêrîna xwe: di sala 295- an ( mîladî- 907 ) de, li Qabeyê, li ber haciyan gotiye. Bêguman, berbiçûnekê wiha li der ravekirinên Îslamê yên naguher bû.

Li gorî filehan jî; bi tenê kurê Xwedê (Ango Hz. Îsa) ezîz e. Hallac di xwe de jî, rûçikek wiha ditibû.   

Piştî ku Hallac  ji hicê tê, li taxa Ahvaziyan ( ku li perava Dicleyê li milê rastê dima) bi cîh dibe, weazên xwe jî li mizgeftan û li meydanên taxê dide. Ji bilî vê; li bazaran û li ber deriyên mizgeftan, ji gotariyê pirr hez dikir.

Jiyana wî ya bi vî şeklî dişibe ya Sokrates. Ew jî; mîna Sokrates bi rasyonalîst û bawerhişkan re ketiye guftegoyê. Li dijê wî jî nivîs hatine nivîsandin û ji bona wî jî, sitranên tinaziyê hatine gotin.

Hallac di gotarên xwe de, carina xelkê navtêdan kiriye û li gorî vegotinan, ji xelkê xwestiye ku wî bikujin. Lewra, ew têgihêştibû ku wê şehîd bikeve û bi vî awayî şehîdbûn, ji bona wî pîroziyek bû. (1)

Hallac ji hawirdorê xwe re gotiye ku, wê ezê jî mîna Hz. Îsa bimirim û wê ezê jî, mîna wî li hemberî xelkê şahîdiyê bikim.   

Li gorî lêkolînerê olzanistê, Yaşar Nuri Öztürk jî: Peyva wî ya namdar an kerameta wî, ya ku cara pêşîn li Mekkeyê gotiye: “Mirina min, wê li ser dînê Îsa be!” (C’est dans la religion de la croix que je mourrai.)

Massignon, vê gotinê bi awayekî cihêreng rave dike û dibêje ku, Hallac xwestiye ku vê yekê bibêje:  “Wê ezê li ser dînê Îsa bimirim.”

Li gorî hemwelatiyê wî Louis Gardet jî; ev nêrîna Massignon ne rast e.

Heçku armanca vê gotinê, bi tenê “Wê ezê bi xaçkirinê bimirim.” e. (2)  

 Hallac hêdî hêdî ji beroka mîstîk, hiquqî û polîtîk ve tê tawanbarkirin…

Sûfî, ji xeberdanên wî yên li ser mîstîsîzmê û ji kerametên wî gellekî aciz bibûn.

Wek tê zanîn beroka sûfîyan ewilî piştgirê wî bûn, lê piştra wî terk kiribûn.

Hêlên polîtîk jî, ji rexneyên wî aciz bibûn.

Peyva wî ya ku gotibû: “Ez xwediyê hêzên îlahî me!” bergêran/rêveberan jî gellek aciz kiribû.

Li gorî “Îmamiyan” kêm kes xwediyê vê hêza îlahî bûn û divê ku ev kes jî, ji bavika pêxember werin…

Wisa xwiya dike ku bi tenê Îbnî Ata, heta dawî bûye piştgirê wî û wî parastiye. Dema ku xelkê digot Hallac di bin bandûra cinan (îcinî) de ye, Îbnî Ata mîna herdem gotiye ku: “ew ji nefesa îlahî ketumet bûye.”    

Hallac bi awayekî fermî û siyasî, bi rapêçandina hêza bilind ya Xwedê, tê sucdarkirin.

Daxwaza wî ya bi Xwedê re yekbûn û xwe raserdîtina hemû doliwgeran [rêveberan], rê li vê tawanbarkirinê vekirî ye.

Herwiha, baweriya îslamê ya bicîhbûyî hatibû çavtirsandin û îbadeta li gorî “ îmametê” ne hatibû pejirandin.

Di xanedana “Abbasiyan” ya sûnnî de; Îmamî her çixas ku şîî bûn jî, lê dîsa jî li ser xanedanê xwedî bandûr bûn. Îmamî baweriya xwe bi “ehlê beyt” dianin û girêdayê wê bûn. Lê di nav wan de yên pirole hebûn û ew xwediyê helwistekê bawerhişk û yobaz bûn.   

Li gorî şîîyan: “Hallac di destpêkê de aligirê şiayê bû û ji ber ku aligirê edaletê (dad) bû, niheqiya ku li Hz. Îsa û “Ehlê beyt” kiribûn, şermezar kiribû.” Herwiha, baweriya wî bi mesîh re (hatina Hz. Îsa ya ji nû ve) jî hebû.

Wek tê zanîn, Hallac  li bajarê Kumê ku navenda şîayê bû, mabû. Lê,ev nayê wê wateyê ku Hallac  şîî bû. Herwiha tê zanîn ku aligirên şîa yên wê demê, ya Hallac  bi gelaciyê sucdar kirine.   

Hallac nêzîkê heşt (8) salan, li Bexdayê gotarên mîna li jor dide…

Feqîyek bi navê Îbnî Davud, giliya wî ji xelîfe Mutedîd re dike. Mutedîd ji “ehlê beyt” hez dikir û rûmeta wan digirt. Û hê di xortaniya xwe de, di sala 270- an (hîcrî) de, li komekê “Hembelî” de li dijê “Muawiye” axifîbû. Mîna wek hemû xelîfeyên Abbasiyan; ew jî, ji wê dubenditiya aligirtina Hz. Elî û rûmetgirtina wan sê xelîfeyên pêşîn, aciz bibû.

Xelîfe Mutedîd di sala 277- an de, wezîrê bi hêz Îbnî Bilbil (ku ew zilam milîtanekî şîayê bû) ji kar anîbû xwarê. Mîna wek îro, li welatên Abbasiyan partiyên siyasî di têkoşînê de bûn û çavkaniyên xwe ji raveyên cihêreng yên îslamî werdigirtin. Li desthilardariyê partiyekê sûnnî hebû û Mutedîd piştgiriya vê partiyê dikir.

Carina, hem aligirên şîayê û hem jî aligirên “ehlê beytê” serî hildidan. Mutedîd, serîhildana “Karmatî” ku serokê wê İbnî Abîl bû, bi xwînê dewsandibû.

Xelîfe Mutedîd piştî seferê, di sala 289- an de, di 46 saliya xwe de dimire û diçe ser heqiya xwe. (3)   

Hallac dixwest ku wê buxza di navbera gel û kargêrê de hebû ji holê rake.

Lewra di wê demê de dewletê gellek niheqî li gel kiriye û ji ber vê çendê li hember dewletê dijminatiyek dest pê kiribû. Hallac bi tevger û nêrînên xwe re, tu carî ferq û melitiyê ne xistiye nav mirovên bawermend û tu carî wan jêr ne dîtiye. Çi misilman, çi fileh, çi mazdeîst û yd.

Bi awayekî eşkere, wisa daxwaz kiriye ku saziyekê baş bila bête damezrandin û xwestiye ku ew ferq an hevrezana di nav kêmnetewokan de heye, bila ji holê rabe.

Mirov dikare vê yekê bi navê Sosyalîzma Demokratîk binavîne. (4)      

Di pergalekê wiha polîtîk de, Hallac hatiye tawanbarkirin…

Li gorî gilihkarê Hallac, “Dilîn û eşq, nexweşiyên rih in.”

Ji lewre, ev zilam li hemberî Hallac rabûye û gilihê wî kiriye.

Li gorî wî: “eşq, çavan kor dike û di hilbijartina başiyê an xirabiyê de jî, çavkaniya çewtiyê ye. Eşq; hege bi armanca naskirina Xwedê, bi hêla zanistê ve qesidîbe, wê demê ancax erênî ye.”

Îbnî Davud girîngiyê daye eqil û tevgera “Mutezilî” dişopand. Li gorî wî: eşqa tesewufî,  Xwedê dikire tiştekî mirovî.Heçku ji bona Hallac, hilika Xwedê eşq e.

Dibe ku ola filehan ya dilînê, ji ber vê yekê ji Hallac re baş xwiya kiribe.

Piştî giliha Îbnî Davud û gotina wî ku gotibû: “Qetlê Hallac ji misilmana re helal e. ” hima di vê demê de lêpirsîn dest pê nekir. Sedema vê yekê, ji her aliyên civakê pirbûna hezkerên Hallac bû. Piştra, di derheqê wî de paşgotinî derketinê û di van paşgotinaya de hatiye vegotin ku Hallac piştgirê îmamiyan e.    

Îbnî Davud giliha Hallac, ji Qazî Ebû Emer Hammadî re kiriye. Bi tawanbarkirinan re: ji bona darazandina xwe, Hallac  bang li hemû cîhana îslamî kiriye.

Li ser bangewaza wî: hemû tevgerên cihêreng yên îslamî, hima bêderengî vê banga wî helsegandine. Piştî helsengandinê, hemû dijminê wî, li hev kombûne. Di koma pêşîn de “Xaricî” hebûn û di wê demê de dengê wan pirr dernediket. Lê guftegoyekê wiha, ji bilî  “ehlê sinetê” û aligirên şîayê, wê bi kêrî nasandina wan jî bihata.

Koma duyemîn taxima “Mutezîlî” bû û angaştan wan jî ew bû ku: “ eqil, raserê viyan e. ” 

Koma sêyemîn jî sûfî bûn. Heçî sufî, bi xêra xebata Hallac hatibûn mertebeyeka baş. Lê sûfiyan wiha bawer dikirin ku nepeniyên mîstîsîzmê, divê ji hemû kesan re neyî vegotin.    

Giliya Îbnî Davûd ya yekemîn: li ser doktrînan, rê li guftegoyan vekirî ye. Lêpirsîna zagonî di sala 301- an de (mîladî 913) dest pê kiriye.

Di mehkemeya yekemîn de, Îbnî Îsa xwestiye ku wî xilas bike û ev sucdarkirin, bila bi sucdarkirinekê hêsan bibore. Lê mixabin piştî gilihên Îbnî Micahîd û Avvarîcî, arîkarê wezîr Îbnî Îsa dest ji mehkemekirina Hallac kişandiye. Wezîr Hemd, bûye serokê mehkemeyê.

Di wê demê de xelîfe; El Mukdedîr e û El Muktedîr  kurê  Mu’tedîd yê duyemîn, xelifeya “Abbasiyan” yê hijdehêmîn (18) e. Diya wî jî, ji eslê xwe ve yewna bû.

Li gorî nêrîna Muktedîr du dijminên mezin yên xanedanê hebûn, împaratoriya Bizansê û Tirkên Uygur. Muktedîr, tu eleqe nîşanê mehkemekirina Hallac ne daye û înfazê, ji wezîr Hemd re hiştiye.

Bi vê yekê re, bûye sedemê tevlîheviyekê girîng û mezin. (5)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanîyên Vê Beşê

1) Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar-ı Mansur. Weş: Ant. R: 35- 36- 37- 38

2) Louis Massignon. Yên vediguhêzîne. Prf. Dr. Yaşar Nuri Öztürk. Hallac-ı Mansûr û berhema wî. R: 158.

3) Louis Massignon. Yên Vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar-ı Mansur. Weş: Ant. R: 39.

4) Louis Massignon. Yên vediguhêzîne. Prof. Dr. Yaşar Nuri Öztürk. Hallac-ı Mansûr û berhema wî. R: 24.

5) Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar-ı Mansûr. Weş: Ant. R: 40- 41. 

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Ev nîvîsar, beşa 5 an ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Ferhenoka Tevlîhev (Bi Kurdî-Tirkî)

Tawanbarkirin : Suçlamak.

Vexwandin : Davet etmek, çağırmak.

Dewlemend : Zengîn

Çandî : Kültürel

Çandinî : Tarım

Gerû : Odak. Dairenin merkez noktası.

Navtêdan : Kışkırtmak. Birini kötü bir işe yönlendirmek.

Erk : Görev

Cihêreng : Değişik, farklı.

Xeter : Tehlikeli.

Melisandin: Sindirmek. Sinmesini sağlamak veya sinmesine meydan vermek.

Rojava : Batı

Gelemşe: Anlaşmazlık, uyuşmazlık.

Dubendî: Nifak, geçimsizlik.

Qewirandin: Kovmak, defetmek.

Hindikahî: Azınlık.

Sitranbêj: Şarkıcı.

Artêş: Ordu.

Ebd: Kul. Tanrıya göre insan.

Paşgotinî: Dedikodu.

Xoşewîstê rasteqîn: Gerçek aziz.

Guftegoy: Tartışma. Birbirine zıt fikirleri karşılıkluı olarak savunma.Münakaşa.

Berok: Cephe, yön.

Rexne: Eleştiri.

Bergêr: Yönetici. Yönetme gücünü elinde bulunduran kişi.

Rapêçandin: Gasp etmek, zorla almak.

Doliwger: Yönetici.

Bicih : Yerleşik.

Çavtirsandin: Gözünü korkutmak, Yıldırmak.

Pirole: Aşırı. Alışılan veya dayanılabilen dereceden çok daha fazla, taşkın.

Helwist: Tutum

Gelacî: Şarlatanlık.

Têkoşîn: Mücadele.

Desthilatdarî: İktidar, egemenlik.

Erênî: Olumlu.

Gilihkar: Şikayetçi.

Hilik: Öz

Darazandin: Yargılamak. Bir karara varmak için davalı ve davacıyı dinlemek.

Bangewaz: Çağrı

Helsengandin: Değerlendirmek.

Nepenî: Giz, sır.

Lêpirsîna zagonî: Yasal soruşturma.

Bersivekê binivîsin