Suhrewerdî û Felsefeya Îşraqî (1)

Suhrewerdî û Felsefeya Îşraqî (1)

Suhrewerdî û Felsefeya Îşraqî (1) 

Prof. Dr. Îbrahîm  Agah Çubukçu 

1- Jînenîgerî

Navê resen ê Şihabedînê Suhrewerdî, Şihah ad-Din Ehu’l-Futuh Yahya h. Haheş h. Emirek e. Li gor rîwayetan, navê wî Ehmed e. Ji ber baweriya xwe ya dînî û felsefî hatiye kuştin û lewre jî, piştre bi nasnavê ‘Maktul, Kuştî’ hatiye bibîranîn. Suhrewerdî, di sala (H) 549 (M) 1155an de, li Suhrewerd’ê hatiyê dinyayê. Li Maragayê ku nêzîkê Azarbeycanê ye, li cem Şêx Mecd ad-Din al Cili, dersên felsefe û fiqihê xwendiye. (1)

Şêx Mecdî, di heman demê de mamostetiya Fexredîn Razî (Fahr ad-Din ar-Razi) jî kiriye. Suhrewerdî hê di ciwaniya xwe de ilmên felsefe, kelâm, fiqih û usûla fiqhê (usûl-i fikhı) bi awayekî baş fêr bû û xwe di van mijaran de nîşan da. (2)

Suhrewerdî derketiye geş û gerên dûr û dirêj, di wê navberê de li Îran, Diyarbekir û Enedolê rêwitiyê kiriye û di dawiyê de li Sûrî, xwe gihandiye bajarê Helebê. Heleb wê demê di bin serweriya Zahîrê kurê Selahedînê Eyûbî (Sâlah ad-Din al-Eyyûbî) de bû. Zahîr, bi xweşî pêşwaziya wî kir û jê xwest ku beşdarê civînên ilmî bibe. Bi jîrîtî û zanîna xwe, Suhrewerdî di demekê gelek kin de baş hate naskirin û navdar bû. Lêbelê, hinek alimên wê demê gotine ku ramanên wî, li dijî şerîetê ne.

Zahîr, ewilî wî diparast û xwedî lê derdiket. Piştre, dijminên wî çûne cem Selahedînê Eyûbî û giliya wî kirine û gotine ku xelkê ji rêya dîn derdixe. Li ser vê yekê Selahedînê Eyûbî, fermana kuştina Suhrewerdî dide kurê xwe Zahîr û di sala (H) 587 (M) 1191an de Suhrewerdî Li Helebê tê kuştin. Li gor rîwayetekî dibêjin ku Suhrewerdî ne xwestiye ku bi darvekirinê were kuştin, piştre li ser daxwaza wî, wî bêxwarin, bênan û bêav dihêlin û piştî demekê Suhrewerdî ji birçîtiyê dimre. Piştî mirina wî, hinekan bi xirabî û xerezî behsa wî kirine û hinekan jî, bi rehmet behsa wî kirine û gotine ku ew welî ye.  

2- Berhemên Suhrewerdî 

Derbarê nasandina felsefeya wî de, berhema wî herî girîng ‘Hîkmet’ûl-Îşrâq’ (Hikmet al-İşrâk) e û li Şîrazê hatiye çapkirin. Ev berhem, ji aliyê Qutbedîn Şîrazî (Kutbeddin Mahmud İbn Mes’ud İbn Muslih eş-Şirazî, Mirin (H) 710 (M) 310) ve hatiye şirovekirin. Berhemeke wî a din jî ‘Kitâb at-Telvihât al-Levhiyye Va’l Arşiyye’ ye. Ev berhem jî, ji aliyê Henry Corhin ve hatiye weşandin. Berhema wî ya ‘Kitâb al-Mukâvemât’ jî, lêkolîneke wî ya girîng e û ev jî, ji aliyê Henry Corhin ve hatiye weşandin. Berhemeke wî a din jî, dîsa ku ji aliyê Henry Corhin ve hatiye weşandin, ‘Kitâb al-Meşâri’ Va’l-Mutârahât’ e. (3)   

‘Heyâkil an-Nûr’ jî, berhemeke wî a hêja ye û felsefeya wî ya îşraq û ramanên wî yên tesewufî vediguhezîne me. Ev berhem jî, ji aliyê Saffet Yetkin ve li tirkî hatiye wergerandin.

Berhema wî ya bi navê ‘Kitâb al-Lemahât fi’l-Hakâik’ jî, kitêba wî ya li ser fizîk, mantiq û metafizîkê ye. Ev kitêb, ji aliyê Nizamad-Din Mahmud h. Fazl Allah al-Hemedaru ve hatiye şirovekirin.   

Berhema Suhrewerdî ya bi navê al-Elvâh al-İmâdiye jî, ji aliyê Davud h. Mahmud at-Tehrizi ve bi nasnavê al-İşrak hatiye şirovekirin. Bi navê ‘Misbâh al-Ervâh fî Keşf Hakâik al-Elvâh’ şerhekê vê kitêbê a din jî heye.  Berhemên Suhrewerdî ê din jî ‘Kıssat al-Gurbet al-Garbiyye’, ‘Partavnâme’, ‘Risâle-i Safir-i Simurg’, ‘Bustan al-Kulûb’, ‘Avâz-ı Parr-i Cebrâil’ û ‘İ’tikâd al-Hukemâ’ ne. (4)   

3- Felsefeya Îşraqî  

Felsefeya Îşraqî, ku Suhrewerdî nênerê wê ê herî sereke ye, felsefeyeke bijarteker e. Di vê felsefeyê de bandûra dînê Zerdeşt gelek zêde ye, ku ronahî û tariyê, mîna du esasên bingehîn dibîne. Herweha rola Hermetîzm û Platonparêziya nû jî, di pêkhatina vê felsefeyê de gelek mezin e. Ji hinek hêlan ve dîsa dema ku meriv li vê felsefeyê hûr dibe, meriv li ramanên Platon, Arîsto, Empedokles û Pythagoras rast tê. Lêbelê ji hêla rêbazê ve, sîstema Îşraqî bi temamî dijberê sîstema Arîsto ye. Guman nîne ku felsefeya Îşraqî, xwediyê wesfên îslamî ye û li ser felsefeya Suhrewerdî, bandûra mîstîkên îslamî gelek kûr û zêde ye. (5) Lêbelê, rehmetiyê Şerefeddîn Yaltkaya dibêje ku li ser felsefeya Îşraqî, bandûra unsûrên îslamî qet tune û wiha zen kiriye ku Îbn Bâcce jî, endamekî dibistana Îşraqî ye. (6)

Ev angaşt, ne rast in. Çimku ayan e ku Îşraqî felsefeyeke şerqî ye û li ser vê felsefeyê, bandûra dînê Zerdeşt gelek mezin e. Heta wê radeyê ku hinek peyvên Zend Avesta’yê jî, di felsefeya Îşraqî de hatine bikaranîn. Lêbelê ew dijminatiya ronahî û tariyê û serbixwetiya wan ya ku di dînê Zerdeşt de heye, di felsefeya Îşraqî de ne di heman rewşê de ye. Beravajiya wê, ew dû hêz meyldarê hev in. Tarî, li hemberî ronahiyê xwediyê hestên dilinî ye.

Tarî (zulmet) dema ku nêzîkê ronahiyê (nûr) dibe, ji tarîtiya xwe kêm dibe. Derbarê vê meseleyê de, feylesofê Îşraqî Qur’anê mîna delîl nîşan dide. Çend ayetên ku vê yekê deatnîşan dikin ev in:

‘Xwedê, alîkariya bawermendan dike. Wan ji tariyê rizgar dike û digihîne ronahiyê. Dostên çêrbazan jî, Şeytan e. Ew jî, wan ji nûrê derdixe û dahf dide tariyê. Ew, hevalên dojehê ne. Ew ê heta hetayê li wir bin û nema bikaribin jê derbikevin.’ (7)

‘Xwedê, bi îradeya xwe wan ji tariyê rizgar dike û dighîne ronahiyê.’ (8)

Ayan e ku feylesofê Îbn Bâcce ne ji dibistana Îşraqî ye, ew aqilparêz (rasyonalîst) e û zêdetir di bin bandûra Arîstotales de maye. Baştir e ku meriv wî mîna endamekî dibistana Meşşaî qebûl bike. Ji bilî vê yekê, em dizanin ku Îbn Bâcce li Endulûsê mezin bûye û beriya Suhrewerdî miriye. Felsefeya Îşraqî ku ji aliyê Suhrewerdî ve hatiye damezrandin jiber ku xwediyê gelek unsûrên şerqî ye, bi navê ‘al-Hikmet al-Maşrikiye’, wate bi navê Felsefeya Şerqê jî hatiye nasîn. Îşraq, hem keşf (vedîtin, venasîn) û hem jî zuhurê (xuyabûn, peydabûn) îfade dike.

Çawa ku roj bi derketina xwe rê li dîtina nesneyan vedike, îşraqa manewî yan jî feraset jî, bi rêya bestê (îlhamê) gelek marîfetan dide mirovan. Wateya îşraqê, derketina rojê yan jî cihê ku roj jê dertê de ye. Bêguman rê û rêbazên felsefeya îşraqî, ji dibistana Meşşaî cuda ne. Îşraqî, girîngiyê dide keşf û ferasetê û felsefeya meşşaî jî, girîngiyê zêdetir dide aqil û tedkîkê (hûrnêrîn). Lêbelê îşraqîparêzan, di gelek mijaran de ji meşşaîparêzan sûdê wergirtine. Em jî dikarin mîna ku Suhrewerdî jî bikar anîye, îşraqê di wateya xuyabûn, biriqîn û herka nûrên aqlî de bikar bînin. (9)

Dîsa Mehmed Şerefeddîn Yaltkaya dibêje ku ji ber feraseta eş’arîtiyê (ing: ash’ari, fr: asharisme), felsefeya îşraqî, qîmeta xwe wenda kiriye. Lêbelê, ev angaşt jî ne rast e.

Çimku dibistana êş’arîtiyê di sedsala 4an (Hîcrî) de hatiye damezrandin û di sedsala 5an de berfireh bûye. Lewre ramanên Eş’arî (Mirin H. 330, M. 941), her^zêde di sedsala 4 û 5an de hatine mineqeşekirin. Suhrewerdî jî, piştî Eş’arî di sedsala 6an de çûye ser heqiya xwe. Ji bilî vê yekê, Eş’arîtî li dijî Mu’tezîleyê derketiye holê, ku Mu’tezîleyê aqil gelekî derdixiste pêş. Lêbelê Suhrewerdî, rêyeke mîstîk daye ber xwe. (10)

Li jor, me behsa bandûra Hermetîzmê ya li ser Îşraqîtiyê kiribû. Hermes kimyager, ramangir û qanûnnasekî Misrî ye û ramanên wî, bi rêya sabîtên (sahiller) harranî, li Rojhilata Navîn belav bûye. Bajarên mîna Herran, Antakya, Nisêbîn û Rihayê, beriya îslamîyetê navêndên kulturî bûn. Îhtîmaleke mezin e ku di sedsala 6an de Suhrewerdî li van navendan gerîya be û sûd ji ramanên Hermes wergirtibe. (11)   

Bi gelemperî wiha tê bawerkirin ku felsefeya îşraqî, di bin bandûra qralên Faridun û Kyehusrev yên îranî de maye û wiha jî, xurt bûye. Hinek jî dibêjin ku bingeha vê ramanê, heta dema Îdrîs Pêxember jî diçe. Di meseleya bandûra Platonparêziya nû de jî, meriv dikare bibêje ku teoriya sudûr ya Plotinosî, dişibe herka ronahiyê (şewq, nûr) ya felsefeya îşraqî. Plotinos gotiye ku encax di dema vecd’ê (extase) de meriv dikare xwe bigîhîne zanîneke payebilind û ev yek jî, encax bi riya ferasetê dikare pêk were. Suhrewerdî jî gotiye ku encax bi riya pakijî û zelaliya manewî meriv dikare xwe bigihîne herka ronahiya ronahiyê (nûra nûran) û sirên îlahî û ev yek jî, encad bi ferasetê dikare pêk were. Bêguman meriv dikare bibêje ku pirraniya felsefeya îşraqî, ji ramanên tesewufî pêk tê. Li ser vê mijarê divê were gotin ku ramanwerên mîna Ebû Yezid Bistâmî, Mensûrê Hallac, Zu’n-Nûn al-Misrî û Ebû Sehl at- Tusterî, gelekî beriya Suhrewerdî, behsa pakijiya dil û pakijiya manewî kirine.

Eşkere ye ku Xezalî (Mirin, Hicrî 5051 Mîladî 1111), bandûrê li Suhrewerdî kiriye. Lewre dema meriv nêrînên wî yên di Mişkat al-Envar de û felsefeya îşraqî rûbirû dike, meriv çêtir têdigihêjê ku gelekî dişibine hevdu. Nêrîna ‘hemû tişt pêl bi pêl ji Xwedê derketine (hatine), hem di felsefeya Xezalî (Gazzalî) de û hem jî di felsefeya Suhrewerdî de heye. Xezalî di ar-Risalet al-Ladunniye’ê de gotiye, ku meriv bi riya pakijiya tesewufî dikare xwe bigihîne zanîniyên îlahî û veşartî yan jî nepen. Suhrewerdî jî di Risalet at-Tayr, Mnnis al-Uşşak û Asvat-ı Ecnilıat-ı Cebrail de, cih daye pakijiya dil û ramanên xwe yên tesewufî. Suhrewerdî di berhema xwe ya bi navê Heyakil an-Nfu de, ramanên xwe yên mîstîk eşkere kiriye. (13)

Di vê kitêba xwe de dibêje dema ku em xwe ji pêdiviyên laşê xwe, xwe rizgar dikin û li nûrên îlahî difikirin, nefsa me wê demê bi îşrakata îlahî û tecalliyatê tê dagirtin. Çiqasî em ji ihtîrasên bedenî xwe rizgar bikin, em hewqasî nêzîkî nûra îlahî dibin. 

Dîsa Suhrewerdî dibêje ku di navbera işraq û livdariyê de, girêdaniyeke (gurzek, têkiliyek) gelek xurt heye. Li gor gotina wî; bi xwenûkirina livdariyên felekî, işraq xwe nû dike. Xwenûkirina işraqê jî, livdariyê nû dike û ev yek, wisa jî berdewam dike. Li pey hev berdewamkirina wan jî, di alema jêr (suflî) de hudûsa hedîseyan li pey hev pêk tên. Tevgera felekê yan felekan, tiştan îcad nake, lêbelê behredariya wan derdixe holê.

Suhrewerdî jî mîna mutasawifan, behsa wesfên Xwedê dike: Zatê Xwedê, nayê guherîn. Pêdiviya wî, bi heyîneke din tune. Ew nûra nûra ye. Hemû tişt, ji bo wî ne, ew ne ji bo tu tiştî ye. (14)

Suhrewerdî herî zêde, di berhema xwe ya ‘Hikmet al-Îşrak’ê de li ser Felsefeya Îşraq’ê rawestiya ye. Ev berhem di sala 582 (Hicrî) / 1186 (Mîladî) de hatiye nivîsandin.

Li gor bîr û baweriya Suhrewerdî, bi tenê kesên ku ji aliyê Ronahiyê Ronahiyan (Nûra Nûr) ve têne ronîkirin dikarin bigihêjin wateya rasteqîn ya berhema  ‘Hikmet al-Îşrak’ê. Meriv dikare berhema ‘Hikmet al-Îşrak’ê bike du beş û wiha jî lê hûr bibe:

1- Vegotinên ku rexne li nêrînên dibistana Peripatesiyen digre, cih dide mentiqê û behsa ramanên Platon û Meşşaîparêzan dike. 

2- Nivîsên wî yên ku behsa nûr (şewq), ilmê heyînan, ferîşte, psîkolojî, axret û yekîtiya manewî dikin.  

Di beşa yekemîn de, behsa ramanên Arîstotle (Arîsto, Arîstotales) dike û wî rexne dike. Bi taybetî jî di mijara kategoriyan de ramanên wî qels dibîne. Lewre tiştên ku Arîsto behsa wan dike, bi tenê derbarê dinaya me de ye. Lêbelê li derveyê vê alemê jî, bi hejmareke bêsînor alem hene û Arîsto qet behsa wan nekiriye.     

Wekî tê zanîn Arîstotales û aligirên wî derbarê objeyan de, li ser deh kategoriyan rawestiya ne. Ew kategorî jî ev in: cewher, kemîyet, keyfiyet, îzafet, malikî, zeman, mekan, rewş, fiil û infîal. Suhrewerdî di mijara dabeşkirina wan de, hinekî wan guhertiye û bi vî hawî sinifandiye.  Suhrewerdî bi tenê li ser pênc kategoriyan rawestiya ye, ku ew jî cewher, kemîyet, keyfîyet, livdarî û îzafet in.    

Prof. Dr. Îbrahîm  Agah Çubukçu 

Werger: Ali Gurdilî 

Têbinî

1- Bnr. İbn Hallikân, Vefeyat al-A’yan, C. V, s. 312, al-KBhi: re 1949.

2- Bnr. Ebıl’l-Felah Ahd al -Hayy b. al- İmiid al-Hanbeli, Şezerat az-Zeheb fl Alıbar Men Zehebe, C. III, s. 290, Mısır 1350.

3- Bnr. Suhreverdi, Mecmıi’a fi’l-Hikmet al-İlilliiye, Henry Corhin neşri, C. I, İs. 1945.

4- Bnr. Seyyed Hossein Nasr, Şihah ad-Din Suhreverdi Mak-tul, A. History of Muslim Philosophy içinde, C. I, s. 374- 375, Wieshaden 1963; Tahsin Yazıcı, İsliimAndiklopedisi, Suhreverdi maddesi, cüz: lll, s. 89, İstanbul 1967.           

5- Bnr. Henry Corbin, Histoire de la Pbilosophie Islamique, C. I, s. 285, Gallimard baskısı, 1964, Seyyed Hossein Nasr, A History of Muslim Pbilosophy, anılan makale, s. 376; Ab dulhak Adnan Adıvar, İşra1.-iyun, İslam Andiklopedisi, cüz: 54, s. 1230 – 1232, İstanhnl, 1952.

6- Bnr. Mehmed Şerefeddin, Felsefe-i Kadime İslam Alemine Ne Şekilde Ve Hangi Tarikle Girdi, Darulfünun İlahiyat Fakültesi Mecmuası, sayı: 2, s. 217, İstanhnl1926.

7- Bnr. al-Bakara, ayet: 257.

8- Bnr. al-Maide, ayet: 16.

9- Bnr. Henıicus Corbin, l’ı!ecmu’~ fi’l-Hiknıet al-İliihiyye, Önsöz, s. XXVII.

10- Bnr. Yusuf Ziya, Heyii.kil an-Nılr Tercümesi Ve Şeyh Suhreverdi’nin Felsefesi, llfihrap Mecmuasından ayn basım, s. 23-24, İstanbul 1924.    

ll- Bnr. S. Hossein Nasr, Three Muslim Sages, s. 60-61, Harvard. University Press 1964.

12- Bnr. Muhammed Ali Ebıl Reyyan, Usıl! al-Felsefet al-İşrakiye, ·s. 161~162, al-Kiihire 1959,

13- Suhreverdi, Nur Heykelleri, Türkçeye çeviren; Saffet Yetkin, s. 23-26, Ankara 1963.

14- Bnr. Aynı eser, s. 23-26. 

Têbinî: Gotar, dê wekî du beşan were weşandin. Wergerandina gotarê niha berdewam dike û dema ku biqede, beşa mayî jî dê wekî beşa duyem were weşandin. 

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin