Stephan Hawking

Stephan Hawking

“Em bi zehmetiyên pirr giran û mezin yên nola rewşa av û hewayê, zêdebûna hejmara mirovan, tunebûna cinsên din, nexweşî, qilêrbûna okyanûsên me û pirsgirêkên xwarin û vexwarinê, re rû bi rû mane. Em a niha di dema herî bixeter a pêşketina/peresîna mirovahiyê de dijîn. Em vê gavê xwediyê teknolojiyên pirr xurt in ku em bi teknolojiyên li ber destên xwe dikarin dinyayê xera bikin û hilweşînin, lêbelê me hê jî teknolojiyên ku dikarin rê li ber xerakirina dinyaya me bigirin, peyda nekirine. Dibe ku sed sal şûnda em dikarin teknolojiyên ji bo parastina dinyayê peyda bikin, lê ji wê girîngtir tiştekî me yê din heye; dinyaya me bi xwe û divê em ji bo parastina dinyaya xwe bi hev ra bixebitin.”

Stephan Hawking

Werger: Metîn Eser 

Bersivekê binivîsin