Şoreşa Albert Einstein

Şoreşa Albert Einstein

Şoreşa Albert Einstein | Ali Gurdilî

Zanayiya zanistî; ji bo mirovahiyê, zanayiya herî ewledar û feydedar e. | Albert Einstein

Guherîn û berfirehbûnên ku di zanista nûjen de pêk hatin, dilêrîn û nêrîna me ya derheqê çawaniya zanayiyê de, ji binî ve guhêrtin û di encama vê yekê de, bivênevê felsefe jî hate guherîn. Piştî vê berbiçûna nû, zanayiya zanistî mîna zanayiya herî ewledar û feydedar hatiye dîtin. Dûvre jî, wisa hatiye xwestin ku zanayiyên me yên ewledar; beriya her tiştî divê xwe bispêrin zanistê, çavkaniya wan zanist be û li ser zanistê werin sepandin.

Bi rastî jî, mirov dikare bibêje ku di dîroka Felsefeya Rojavayê de; derheqê xwezaya zanayiyê de, zanist herdem bûye navend û motora dehfdanê. Çarsed sal in, ku mirov dikare bibêje ev yek derbasdar e. Bi taybetî jî di Sedsala 20 an de, di zanistê de guherînên gelek mezin û bêhempa derketin holê û zanayiyên derheqê zanistê de, ji binî ve hatin guherîn.

Di warê fizîkê de, du (2) şoreşên mezin pêk hatin. Teoriya Einstein ya Rolatîvîteyê (îzafiyetê), kete dewsa têgihiştina zanista kevneşopî. Şoreşa din jî, bêguman Teoriya Kuantumê ye. Dibetiya rastiya herdu teoriyan jî tune, dibe ku herdu teorî jî çewt derbikevin. Ligel vê yekê, herdu teorî jî di jiyana me ya rojane de bi awayekî gelemper têne bikaranîn û encamên rêkûpêk jî didin. Piştî wan du (2) şoreşên navborî, gelek teoriyên ku derbasdarbûn, pûç derketin û wisa hate têgihiştin ku tu toriyên mayende/misoger tune nin û dibe ku rojekê, werin pûçkirin.

Zanayiyên ku mirov xwediyê wan in, dibe ku çewt bin. Lewra, kesên ku wan zanayiyan hildibirînin jî mirov in. Herweha, em îro êdî pê dizanin ku zanayiyên me dikarin werin guherîn û zanayiyeke ku heta hetayê, neyê guherîn jî tune ne.

Zanyaran, ramanên me yên derheqê zanayiyê û têgihiştina me ya derheqê serboriyên/azmayişên mîna weke <‘dem’, ‘made’, ‘mekan’ û ‘madeya fizîkî’> de jî, guhêrtin. Tu guman têde nîne ku di vê guhêrîna me ya têgihiştînî de, rolê zanyaran gelek e. Ji ber vê çendê jî, dema ku dîrokzanên siberojê derheqê serdema me de binivîsînin dê behsa fîlozofên ku merovên zanyar in bikin. Çimku di warê guhêrîna têgihiştina me ya dinyayê a felsefî de, para wan gelekî mezin e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

05.10.2014

Jêder

1- Antolojiya Fîlozofan. Ali Gurdilî.

2- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.

Bersivekê binivîsin