Sokrates

Sokrates

Hemû erdem, ji zanayiyê têtin. Zanayî mirovan digêjîne tevgera rast û nezanî jî, dibe sedemê tevgerên çewt. Ji ber vê sedemê çavkaniya tevgerên me yên exlaqî, zanayi ye. Naveroka vê zanayiyê jî, baş e û ew mirovên ku dizanin baş û rast çi ye, ew mirovên xwedîerdem in. Baş, spehî û sûdmend sê têgehên hemwate ne. 

Herweha, ew karên ku alikariya jiyaneke bêazar dikin û xweş in; ew spehî ne. Hemû karên spehî jî; baş û bi sûd in. Ji ber ku wiha ye, baş xizmeta armanceka kifş dike. Ti kes, bi hemdê xwe an bi dilê xwe; naxwaze ku yên xirab e, bike. Lewra, ne li gorî xwezaya mirov e ku, yên xirab ji yên baş raser bibîne. Ji başiyê veqetandina xirabiyê ya mirov jî, nîşana zanyarî û xwedîerdemiya mirov e. Ji xwe, zanayî erdem e û xwedîerdemî jî, zanyarî ye. 

Ew mirovê ku zanayiyê û riya zanistê bişopîne, wê ew mirov baş û bextewar be. Herweha, yên ku Eudamoniayê jî diafirîne, dilpakîtî/xwedîerdemtî ye. Li wê dera ku rêkûpêkî û guncanî heye, li wê derê baş dertê pêşiya mirov. Lê, li wê dera ku tevlîhevî heye; li wê derê jî xirab dertê pêşiya mirov. Yên ku tiştekî dike baş, rêkûpêkiya wê ye. Heman rewş, ji bo giyana mirov jî wiha ye. Giyana mirov, çuqasî bi guncan be; wê mirov jî hewqas bextewar bibe. Mirov, bi bikar nîna aqlê xwe, digihêje guncaniya giyana xwe. Ew <baş> a ku ji zanyariyê tê, mirov bi wê başiyê digihêje bextewariyê. 

Sokrates | B.Z. 469-399  

Çavkanî: Felsefe û Jiyan | Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin