Şivan Keleş: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Şivan Keleş: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Şivan Keleş: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Pêdiviya me bi felsefeyê heye ji ber ku em hîn jî felsefeya durist û resen ji wan tiştên din nas nakin, ên ku xwe bi cilê felsefeyê dinixumînin û dihêlin genîtî di nava wan de hebûna wan dadiqurtîne û tune bike.

Pêdiviya me pê heye da ku em zanibin ku ne her zagonek jiyanî dikare felsefe be, lêbelê felsefe ew e ya ku berjewendî û şahiya mirovî di ser her tiştî re dibîne. Felsefe ew e ya ku hezkirina mirovî ji Xwezayê re rave dike, û hezkirina Xwezayê reberî mirêv dike. Felsefe ew e ya ku nas dike bê çendî mirov biçûk e li hember vê Gerdûna mezin, û çendî mirov mezin e di nava Gerdûnê de.

Belê felsefe ew e ya ku hewl dide Zagona Ezmanî li ser erdê bi kar bîne, da ku xwesteka Ezmên pêk were, ji ber ku me ji mêj ve ew Zagon avêtiye û zagonên mirovî xistine şûna wê de.

Belê, ji dêvla ku em hezkirinê biçînin û nefretê tune bikin, em xwe di nefretê de vedişêrin û em gelek caran hezkirinê şermezar dikin.

Li şûna ku em paşerojê binivîsînin, ji bo ku em pêşerojê geş bikin, em çewtiyên xwe yên paşerojê bi jêbira hestên xwe jê dibin, bermayîyên wê pîroz dikin, û pêşeroja xwe piştguh dikin.

Em ji lixwemikurhatinê fedî dikin, û xwe di nava inkarkirin û derewandinê de kûrtir dikin. Em ciwanan biçûk dikin û mezinan mezin dikin, tev ku ciwan bi xwe ne kesên ku dê xewnên mezinan û karên wan ên nepêkhatî pêk bînin.

Pêdiviya me çima bi felsefeyê heye? Pêdiviya me bi felsefeyê heye ji ber ku heya em jiyanê pîroz nekin em najîn, û heya ku em pêşerojê pîroz nekin, em ji nav herriya paşerojê dernakevin. Û heya ku em xwe ji hundir de azad nekin, çiqas azadî û serbestî di nava destên me de be jî, em ê ti carê nizanibin bi kar bînin.

Şivan Keleş / 29.02.2016 

Bersivekê binivîsin