Şikparêzên | Gumanparêzên Pirole

Şikparêzên | Gumanparêzên Pirole

Şikparêzên | Gumanparêzên Pirole

Çavkaniya vê şikparêziyê, sedemên ehlaqî ne. Fîlozofên di vê lodê de, li rêya aramiya giyanê û bextewariya wê digeriyan. Bi taybetî jî Pyrrhon û şagirdê wî Tîmon, di lêgerînek wiha de bûn. Piştra di Akademiya Platon de Arkesilaos û di dewra Romayê de Ainesidemos, wekî gumanparêzên sereke têne hesibandin. 

Mirov dikare pêşniyarên fîlozofên gumanparêz yên pirole wiha rêz bike…

1- ji ber ku xwezaya her miroveke ji hevdu cuda ye, dîtinên me yên derheqê tiştan de jî; wê cihêreng bin. Mesela mirovekê ku zerekî dibe, hemû tiştî zer dibîne.

2- Dîsa ji ber ku xwezaya mirovan ji hevdu cuda ye, têgihiştinên me jî cihêreng in. Ji ber vê çendê jî, em ne xwediyê raman, hest û çavdêriyên hevpar in.

3- Derheqê wanekan/nesneyan de, hestên me ne weke hev in. Mesela dibe ku hinekên me telefonên mobîlan estetîk bibînin û hinekên me jî, dikarin wan estetîk nebînin.

4- Ji ber rewşa (şert û mercên) mirovên ku têdigihêjê (çav lê digerîne), nesne/wanek dikarin cihêreng werin têgihiştin. Mesela dema mirov di xew de ye, wanek ji mirovan re cihêreng xwiya dikin.

5- Rewşa nesneyan, nêzîkatî û dûrbûna wan û şert û mercên cîhê ku ew lê ne, dikarin çavdêriyên me biguherînin. Mesela dema ku em bi roj ampûla odeya xwe vedikin, ji me re wiha tê ku ew tu şewqê nade odeya me. Dîsa dema ku mirov li bilindahiyekî mirovan mêze dike, ji mirov re wiha têk u mirov biçûcik in. Dîsa carinan dema ku em di deryayê de keştiyeka bi rêya xwe ve diçe dibînin, em dibêjin qey ew rawestiya ye. 

6- Nesafiya (nearîtiya) sehekên me. Mesela di odeyeka germ de gelekî bêhn ji biharetê, tê. Lê di odeyeka sar de, biharet hewqas bêhn nadin. 

7- Guhêrbariya wesfan, ku carinan girêdayê çendaniyê (nîcelîkê) diguherin. Mesela bi serê xwe tenê jehr, dikare mirovan bikûje. Lê bi hinek teamên din re, jehr dibe derman.

8- Nezaniya mirovan ya derheqê nesneyan de, ku her dem em wan bi gurza têkîliyekê dinirxînin û bi vê yekê; em ji naskirina wan ya bi serê xwe, dûr dikevin.

9- Berhêlîkirina têgîhanên me, ku sedemê vê yekê jî, jiyana me ya civakî ye. Em hemû di bin bandora irf, adet, perwerde û ola civaka xwe de ne û ji ber vê çendê jî, em dibin xwediyê gelek hînbûniyan. Ji ber ku em Rojê her dem dibînin, em bala xwe nadinê. Lê dema ku em dûvstêrkekê dibînin, di cîh de bala me dikşîne. Em gelekî qîymetê didin yên ku kêm in. Lê ji ber ku pir in, em carinan qiymetê nadin yên xwe.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

17.02.2015

Bersivekê binivîsin