Di Mîtolojiya Yewnan de Şerê Zeus û Prometheus
Di Mîtolojiya Yewnan de Şerê Zeus û Prometheus
PROMETHEUS: Min veke Zeus, te laşê min pir êşand; bes e êdî.
ZEUS: Tu behsa çî dikî? Bi rastî divabû cezayê te girantir bûna! Diva bû min wî çiyayê Kaukasos (1) bi serê te ve bianiya û divabû ne tenê kezeba te, teyran çavên te jî bixwarana. Wê te fêhm bikirana wê demê, ka giyankirina mirovan çiye? Te wê demê agir ne didizîya û te jinê dernedixist holê! Di dema belavkirina goşt de jî, te ez xapandim û te para hestiyên bêgoşt da min. Tu dibêjî qey ez ji bîra dikim.
PROMETHEUS: Demeke dirêj e ku ez bi van tehtan ve, wiha girêdayî me û teyrên te bi kezeba xwe xweyî dikim. Ma ne bes e ev ceza?
ZEUS: Peywistbû ku, te deh qetê vî cezayî bikişanda.
PROMETHEUS: Qencîyeke bi min re bike, ez jî; di bin vê qencîya te de namînin. Tiştekî girîng, ku ez pê diznim heye. Ez ê ew ji te re vêbejîm.
ZEUS: Niyeta te xapandina min e bawer dikim?
PROMETHEUS: Hege ez te bixapînim wê çî bikeve destê min? Ger ez te bixapînim, ma tu bêhêz î ku tu carekê din min ceza nekî?
ZEUS: Ka tu ewilî tiştê ku tu pê dizanî vêbêje. Piştra, ez ê li ser berdana te bifikirim.
PROMETHEUS: Ger ez bibêjim, wê tu ê baweriya xwe pê bînî newsa?
ZEUS: Belê, ez ê ji re bawer bikim.
PROMETHEUS: Niha tu diçî cem Thetîsê (2) û tu ê pêre razî. (pê şa bibî)
ZEUS: Te pê derxist. Baş e wê piştra çî bibe? Ez dibêjim tu ê tiştên rast bibêjî.
PROMETHEUS: Tu tu bî, dest nede keça Nereus. Ger ew ji te ducanî bibe, te çî bi serê bavê xwe anîbe; zarokê ku wê ê jê çêbe; wê ew jî li te wiha bike.
ZEUS: Ango, wê min ji text bîne xwar?
PROMETHEUS: Hêvîdar im tiştê ku ez dibêjim rast dernekevin. Lê hege tu xwe li bin kirasê wê bidî, xeteriyeka wiha, wê li benda te be!
ZEUS: Bila bicehime here Thetîs. Nûçeya ku te da min hêja bû. Bila Hephaîstos dest û lingên te veke û te berde.
1- Rêze çiyayên Qafkasyayê.
2- Keça Nereusê, ji Xwedayên behrê, jina Peleus û diya Akhîlleus.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.