Sedemên Cîhgirtina Sher

Sedemên Cîhgirtina Sher

Gellek sedemên cîhgirtina sher û domandina cengan hene. Pirraniya caran sedemên ashkere tenê nîvê rastiyê ne, yan tew ne rast in, lê sedemên nixamtî manî yên herî grîng in. Ligorî ku ez di jiyana xwe de fêr bûm, sedemên domandina sher û lihevdanê gellek in û pirraniya caran ne beshdarên sher û ne mîdya behsa wan dikin. Hinek ji wan sedeman:

– Niyeta xirab ya aliyekî, yan her du aliyên sherxwaz

– Domandina nefretê û kûrkirina hevrikiyê, ji aliyekî yan ji her du aliyan

– Xirabkirina welatekî û têkbirina aramiyê û asayishê

– Berjewendiyên aborî û serpereshtî

– Xapandina hevwelatiyan bi tehlûkeya neyêr

– Xapandina xelkê bi xewnên rengîn

– Mayîna li ser karbidestiyê yan di serdariyê de bi saya domandina sher

– Hêvotina derveyî ji bo qezencên ezoyî

– Xwerastdîtina sed ji sedî û shashdîtina aliyê din sed ji sedî

– Nezaniya bi siyaseta encamafer û bi dîplomasiyeta amancgir

– Qezenckirina hinek kesan di nav aliyekî yan her du aliyan de ji domandina hevrikiyê û sherkirinê

– Serhishkî/ ehmaqî ya serdariy aliyekî yan her du aliyan

Shahin Sorekli

Bersivekê binivîsin